Li Dû Şopa Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê

Nisan 12, 2018 , 3 Şirove


Berî sê çar rojan Bismilî ji bo duaya baranê kom bûbûn. Qey ji ber duaya wan bû ku duhê esman duta bû, bi barana xwe ya nedîtî. Ceyran çûbû û min diviyabû biçim berberxaneyê ji ber ku bo rojtira din min randewû xwestibû ji Berken Bereh, min nedixwest bi wê rih, por û pirça paş stûyê xwe ya tevlihev biçim hevdîtinê. Bi qasî saetekê di tariya bêceyraniyê de li benda berberê xwe sekinîm. Berberê min hat, lê bi ya wî bûya min porê xwe bihişta ji siba din re, di wê bêceyraniyê de porê min dê qenc nehata qusandin. Min bi ya wî kir û baş e ku min bi ya wî kir, çimkî heta sibehê ceyran nehat û ez ji zû de ye ewqasî zû ranezabûm.

Serê sibê Mistefa Dogan bi erebeya xwe ez ji nêzî malê hildam, em bi hev re çûn xerajê û ji wir nasekî wî erebeyê jê girt. Hinekî li qehweya xerajê me xwe şitexiland. Ew li dolmîşa Diyarbekirê siwar bû çû, ez mam li benda dolmîşa xwe ya Batmanê, hem jî bi qasî saetekê.

Berken Bereh ji min xwest ku li ber Batman Parkê dakevim. Li ber Batman Parkê li benda wî mam, gava ew hat pir bi hêrs bû ji ber ku kesek hilkişiyabû ser lewhayên ser rê, xwestibû întixar bike û bi vê re polîsan pêşiya trafîkê girtibû. Erebeya ew tê de jî li vê trafîkê aliqîbû loma ji bo ku derengtir nebe ji erebeyê peya bûbû û peya hatibû heta Batman Parkê. Va ye, min nûçeya wê bûyerê li vir dît. 

Şewqeyek li serê Berken Bereh bû ku çi cara nava wî tê gotin ev şewqeya wî tê ber çavê min. Her wiha çakêtekî reş î damayî li ser îşlikê wî yê şîn, li bin îşlik şalekî qumaş û qondereyeke reş. Ez jî bi çakêt û şalekî lacîwerd, bi îşlikekî şîn û soleke reş bûm. Min fam kir ku lazim e mêrên kurd ji çakêt û îşlikan hez bikin. Wekî din, çênabe.

Em, bi Berken Bereh re derbasî cafeyeke li biniya Batman Parkê bûn bi navê Özsüt Cafe. Li wir em derbasî cihê serbest ji bo cixarekêşanê bûn. Du sê meh hebûn ku min cixare nekişandibû, jixwe mehê min hebek kişandiye an nekişandiye. Li wê derê, dilê min bijiya cixareya Berken Bereh û min pê re cixareyek kişand. Navê cixareya wî, Camel. (Dû re dê ji min re bigota ku êdî rojê 6-7 heb cixareyan dikêşe.) Ma gelo ev detaya navê cixareyê muhim e? Îro ne muhim e, lê gava min sibe ji bîr kir, ew ê ji bo min bûbûya derdek ku çima min navê cixareya wî qeyd nekiriye. (Nîşe 1: Ji navê pakêta cixareyekê, meriv dikare karaktera kêşerê wê tehlîl bike.) Me du qehwe xwestin, ya wî qehweya sade, ya min qehweya bi şîr. Li cafeyê ji bilî me dengê kurdî nehat guhê min, min ferq kir ku ez jî carinan bi xebatkaran re bi tirkî diaxivim. Em derheqê blogeriya kurdî de axivîn, derheqê projeyekê de, û derheqê ku meriv bi tena serê xwe jî dikare çi û çi bike, çi derfetan biafirîne. Min fam kir ku Berken Bereh jî blogên kurdî dişopîne, û pê kêfxweş bûm. Berken Bereh diyar dikir ku, êdî bîra wî ne weke berê ye û hin tiştan zû ji bîr dike.

Piştî em ji cafeyê derketin heta Loqenteya Çömçeyê em meşiyan. Berken Bereh ji meşê hez dike û her tim di wan deran re dimeşe. Di dema meşa me de ez hîn bûm ku wî berê gelekî bi kaxezan lîstiye û jê hez kiriye. Mesela gelekî bi Brîçê lîstiye ku digot berê ev li Kurdistanê lîstika arîstokratan bû. Mesela di salên heftêyî de wî li Erûhê du komên Brîçê dîtine. Xwezî min got, ez jî bi çend kaxezên lîstikan (52, piştî ne tê de) bizanibûma, wek dewarekî nesekeniyama (“dewar” di dilê xwe de). Em li baxçeyê loqenteyê rûniştin, di dema xwarinê de baran hûr hûr bi ser me de dibariya. Li ser pêşniyaza Berken Bereh me sac tawayek û goşt û birincek xwest û me hevbeş xwar. (Nîşe 2: Xwarina wan mûhteşem bû, pûanê min ji Çömçeyê re 10 di ser dehan re ye, siheta wan xweş.) Li vê loqenteyê jî pirranî em li ser helbest, helbestvanî û nivîsê axivîn. Min ferq kir ku Berken Bereh di edebiyatê de bêtirs cure û celebên nû diceribîne û xwe her tim wek helbestvanekî amator û her li serê rê dibîne. Ji e-kovara wî ya Kulîna Kulîlkan a sala 1999an bigire ku di biyografiya wî de wek yekemîn malpera înternetê li Bakur derbas dibe, heta haîkuyan, heta helbestên wî yên şênber, ceribîner (wek “Têkçûn”) xwe li qadên nû û cuda qelibandiye. Berken Bereh li vê loqenteyê helbesteke xwe ya kurt a neçapbûyî bi navê “Sînor” ji min re xwend ku xwendevanên blogê dikarin li jêr bixwînin:

Sînor

Ez kurê xemê me,
Diya min ax e,
Bavê min ba.
Her, xurbetê raçand,
Tevna çîroka 'emrê min.
Ji ber wê ye
Piştkul im ji avê,
Dilgiran im ji baranê,
Ji ber wè ye
Nefret dikim,
Ji sînoran!

Serboriya temenekî, bi taybetî di risteya çar û pêncan de veşartî ye. Min herî dawî dîwana wî ya bi navê Xewna Dawî xwendibû. Gava min xwendibû ew ji bo min wek silava dawî, dîwana dawî hatibû. Wek ku wî xatir dixwest ji helbestê, ji dinyayê. Lê li gor wî her xatirxwestinek vegereke xwe heye. Mumkin e ev veger, çend dîwanan bi xwe re bîne.

Em ji loqenteyê meşiyan heta çayxaneya ku Berken Bereh her tim diçûyê û bi hevalên xwe re rûdinişt. Ev Çayxaneya Orpaklarê bû. Ew û hevalên xwe piranî li hundirê çayxaneyê diçin heman quncikî û li wî quncikî behsa gelek tiştan dikin û helbestan dixwînin. Li çayxaneyê min du hevalên wî dîtin. Mamoste Osman ku mamosteyê dîrokê bû û Mamoste Xalid ku mamosteyê kîmyayê bû. Heta niha min sê caran Mamoste Xalid dîitiye, di her sê caran de jî ew û Berken Bereh bi hev re bûn. Carekê li Bismilê di bîranîna Arjen Arî de, carekê li Mêrdînê li Panela beşa kurdî ya Artukluyê, cara sisiyan jî di vê rojê.

Mamoste Osman, Mamoste Xalid, Berken Bereh.

Berken Bereh qal kir ku di xortaniya xwe de gelek caran hatiye Bismilê. Di 1978an de beşdarî mitîngeke li Bismilê dibe. Qala du kesayetên ji Bismilê jî kir. Rehmetî Nedîm Dagdevîrenê avakarê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û Mem Rongayê helbestvanê Kovara Tîrêjê ku li Silîva çêbûye lê li Bismilê mezin bûye. Herdu jî hevalên Berken Bereh bûne. Mem Ronga çend sal e nexweş e li Elmanyayê. Ew helbestvanê herî bêdeng ê Tîrêjê ye. Û heger çêbe, em ê biçin ser gora Nedîm Dagdevîren.

Tevî ku min nexwest zehmet jî bikin Berken Bereh û Mamoste Xalid ez birim heta rawestgeha dolmîşên Bismil û Diyarbekirê. Em ê biçûna Tov Sanatevi jî ku yek ji mekanê Berken Bereh jî ew der bû, lê wext çênebû. Min kitêbek di dest Mamoste Xalid de ferq kiribû. Ev, Aşkın ve Savaşın Gündüz ve Geceleri ya Eduardo Galeano bû. (Nîşe 3: Şaş nemînin ku mamosteyên kîmyayê ji mamosteyên edebiyatê bêtir hez ji edebiyatê dikin.)  Berken Bereh û Mamoste Xalid heta dolmîş bi rê neket ji rawestgehê neçûn. Piştî dolmîşa min bi rê ket, her kes ma bi tenêtiya xwe re. Çi dibêje şair:  her kesî dinyayek / û her kesî tenêtiyeke xwe heye / barekî kambax e li ser pişta mirêkan / her kes tenê ye dema ku digirî / dema ku dibişire her kes hogirê dilê xwe. (Kilama Bajarên Tarî)” 

Li rawestgehê, bi şairê pala xwe dayî dinyayê re.

Di dolmîşê de helbesteke min hat bîra min ku min îro navê wê guherand, kir “Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê”. Min ev helbest wê çaxê nivîsîbû, gava ku Berken Bereh hatibû Mêrdînê tev li Panela zanîngehê û gotûbêja Komeleya Nûbiharê bûbû. Min li wir dîwana wî ya Xewna Dawî peyda kiribû, piştî ku hatibûm malê û min dîwana wî xwendibû, min hest pê kiribû ku ev dê dîwana dawî be, xemgîn bûbû û min helbestek ji bo wî nivîsandibû ku çend sal bû min helbest terikandibû. Ev helbest Berken Bereh dê cara ewil bixwîne û cara ewil tê weşandin.

Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê

şevereşa dûr û derez,
rêya ku dimeşe,
dilopa ji ‘eynika esmên niqutî rûyê
şairê pala xwe dayî dinyayê.

pisîka li peyarêkê çirevîtkan dide xwe ne ew e,
ne ew e dara ku pelên xwe
bi ser toz û tirabêlka kolanê de dadiweşîne.
qorneya wesayîtan,
hengameya bajêr,
keftelefta mirovên bi ser hev de dadayî
mîna noka li kevir ketî belawela
mîna rêveçûna kêzik û moriyan di halê xwe de.
hemû bar kirine çûne ji demsalên temenê wî tê bêjî qey,
tê bêjî qey xeml û xêza heyata wî tev sergerdan bûye,
bincilik bûye, binav bûye, bûye heyva bin ewrê
wek hawê tu rûbarekî li pey xwe bihêlî
û lê bidî, biçî.
aha! wisa.

dilopeke dî jî diniqute dilê
şairê pala xwe dayî dinyayê
hêdîka, piço piço, di nerma xwe de:
            dilop,
                  lop,
                       p.

ji pencereyê dengê Hesen hil dibe,
w’ez nexweş im gewra minê
îro min go were ser min.


11ê Nîsana 2018an, Bismil


***


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

3 yorum: