Kam Ran

Nisan 21, 2018 2 Şirove

Wêne: Mem Artemêt

Kamran lawo, di herfa dawî ya navê xwe de peya dibe kamranî. Bextreşiya fera xwe jidestdayî ji cihê mayî berdewam dike. Kewên berbangê, azana ber destê sibê, tajiyê li dû nêçîrê. Gula sor, hilbû jor, bîn. Şopa qabqabkên te dadigere nav şadirwanê ji selîqeya Pan. Venagere reng-rûyê demê, dengê ji hesreta dûr, şengewra di peng. Li deriyekî vedibin hemû qeflên herfên navê te, /n/ ne daxil.

Kamran lawo, guh bidêre ji te re dibêjim ji nav dilê dilanî. Derengî şevê bi tenêtiya xwe dihise stêrka geşegeş veke. Xema taldeyê, zeraqa ser besta avê, bihara daketiye rê. Da dor gula sor, gula. Ne bi te ne bê te ho venade bagera di Nîlê hatî Dîcleyan.Vedigêre bengzê di lemê, henga hilma Nîsanê, bengeşiya bang. Li kîjan deriyî bidim kam û ran derdikevin pêşiya min, bê kil.

Kamran lawo, guh med xap û rîpan, li xwe veger, dinya fanî fenanî. Dara ji kozika xwe derketî dê li der-diyaran reqsekê bike. Lana sewdayê, xunava der hestê gulê, sihara di nav keserê. Sor li paş çayê Qaf şîn. Pistepista reqsa te diperre hildiperre li pişt şemala birkan. Tevdigere bi lingê semê, seng e ji baranan kûr, çengava ooooooo teng. Li çi kerî siwar bin dîsa vedigerin ji garana berê, bi sil.

Kamran lawo, min go dev ji her tiştî berde salê carek bi kêmanî. Bila biheje text-tûxtê dinyayê, xirav bibe pergala dereke. Kêfa şahiyê, tempoya serbest bo hejê, ram pa pa pam li her derê. Bû alem jê re evîn. Heyat e maye ji te re, bîne tingetingê xweş li ber têla Tîgran. Hildigire di çonga çemê, sînga ji feleka yar, pêngava aheng. Li her kolanê pêrgî kamekî têm ku li ser ranekê bûye bilbil.

Kamran lawo, dilê min dibêyo kuro lawiko ji şûrê kalanî. Gihane hev siwar û peya, tev rext-sext, ji rajêr bigir heta serek e. Rima li çiyê, cengcûyên bercest di kozê, dilopa dawîn a jehrê. Bû gula geş, bi me xweş. Teqereqa te ye olan dide ji çar hawîr li çeper û meydanan. Vedigire tevaya xemê, perenga di dilê xwe, hengameya beng. Li hespê xwe ye hukamranî gava kes namîne di bin baranê, şil.

Kamran lawo, têkoşan e li dû kêliya nebînayî bi dostanî. Bez e bo bezmeke zewqeke xwe heye, berikeke ji mor dipeke. Hêza mirinê, sermediya sermestiyê, pêla bar dike ji behrê. Da me heş, em bi bîna. Bihurî temenê te bi gurmegurma arezûya jîyê heydadan. Radigire huba sercemê, sengera serhatiyan, çengala di zeng. Li xeyaleke bûrî dikole xweziya dilê seridî ji simbil.

Kamran lawo, gula sor geş dibe di dest afrînerê xwe, xweşikanî. Wê jî heye rêyeke digihîje derwazeyê gava kes raneke. Hibra xameyê, nemiriya di helbestê, gerdûna xweyinga sêhrê. Wê sermest, em pê şabin. Xuşîna te ye diherikî diçî loma min bo te gulên sor înan. Vedigere axir meremê, tengala malzarokan, hengava çeleng. Li heman cihî ye niha kamraniya barekî sivik ketî ser mil.

Serbest.

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

2 yorum: