Pismamê Herakleîtos


Vêca demê Mûsa li ser wî qewlî yê ku Me, bo diyar kirî hatî û Rebbê wî li gel wî axiftî, Mûsay got: “Ey Rebbê min! Dê ka Tu xwe nîşa min bide; da ku ez berê xwe bideme Te.” Ellahu Te’ala gotê: “Tu Min nabînî, belê tu berê xwe bide wî çiyayî, heke ew li cihê xwe ma, hîngê tu jî dê Min bînî.” Vêca demê Rebbê wî xwe bo çiyayî diyar kirî, çiya herift û jêk pijikî (rastî ‘erdî bû), herhadirî Mûsa ket û nehişyar bû. Vêca demê ew hatiye ser hemdêt xwe û hişyar bî, wî got: “Ey Rebbê min! Tu ji hemî kêmasiya yî pak û munezehî, min bal Te ve tobeye û ji qewmê xwe ez ew im yê ku jirêve min îman û bawerî bi Te înadî.”
 A’raf: 143, Ronahiya Qur’ana Pîroz, Mela Muhemmed Hakkarî

Korayî ji nişka ve tê, bêyî ku meriv lê hay bibe. Di kêliya herî nepen, teng û tarî de dikumişe ser çavan. Li derî naxe, derbas dibe, tu di ‘eynê xwe re dernaxî. Heye ku di xewê de bî, di nav xewnekê ya tu ji aliyê serlehengê wê ji bilindahiyekê wer dibî. Heye ku li malê bî an jî li kar an jî li dibistanê an jî di nav avê de an jî li ser kursiyeke qehwexaneya bajêr an jî li ser duçerxeyekê an jî di wesayiteke nava bajêr de an jî belkî di balafirekê de li ser ewran belkî berf bibare belkî jî baran belkî tu nexweş bî belkî serê te şikiyabe belkî diya te miribe belkî jî bavê te belkî kêfxweş bî belkî jî xemgîn belkî evîndar bûbî belkî jî hatibî terkkirin an jî kî dizane kê dîtiye kê bînaye kê seh kiriye kê bala xwe dayê kê guman kiriye kê texmîn kiriye kê îddia kiriye kê tespît kiriye kê têderxistiye ku korayî ji nişka ve tê tê û bi berstûka te digire, tu bi xwe nahisî?

Ma xwene kê bîr dibir ku Înanolo dê rojekê kor bibe? Ê min bi xwe qet nedihat bîra min. Înanolo di rojên şerê giran ê nav bajêr de kor bû. Li Bismilê û bajarên din ên kurdan şerek di nav hêzên ciwanên kurd û hêzên dewleta Tirkiyê de derketibû. Derketina derve hatibû qedexekirin. Dengê teqîn û gurmegurmê tenê hebû. Her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar dabûn. Avahî xira bûbûn û koçberî hêdî hêdî dest pê kiribû. Piştî gelek salan min şikiriya xwe anîbû ku baş e Înanolo ew rojên berbad bi çavê serê xwe nedîtin.

Rojeke şilî bû. Înanolo di telefonê de bi israr ji min xwestibû ku ez werim mala wî. Çima israr dikir, nedigot. Min jî qet ji helwêsta wî fam nedikir û nedizanî ka ji bo çi wisa dixwaze. Ez ditirsiyam, di vê şer û qiyametê de ne mumkin bû derketima. Maliyan jî dê nehişta jixwe. Qedrê Xwedê kî were -Înanolo li ber min geriyabû-, di vê rojê de pêdiviya min bi dostekî wekî te heye. Em kengî bûbûn dost, nizanim. Lê kêfxweş bûbûm ku li vê dinyayê qe nebe min dostaniya kesekî bi dest xistibû. Xemgîn bû Înanolo, dengê wî dilerizî. Digot, ka dostanî li kû maye? Digot, qencî kurê kerê ye. Digot, ka ew însanên zemanê berê. Digot, ma çend sal ‘umrê me maye? Digot, kêfxweşî û bextewarî heqê me ye jî. Digot, nalet li vê dinyaya kambax û qedirnezan were. Digiriya Înanolo. Dilopek ji hoparlora telefonê niqutibû, guhê min şil bûbû.

Dizîka ji malê derketibûm, destê min li ser dilê min, di bin sivîrnek û şaneşînên malan re bilez, hişkgîn meşiyabûm. Heta gihaştibûm ber deriyê mala Înanolo, min deh caran sûreta Fatîheyê ya tenê ew li ezbera min xwendibû. Bi her xwendinê re ji ser hişê xwe çûbûm, miribûm. Kela girî ketibû qirika min. Di wî temenê ciwan de, mirina min hatibû ber çavê min. Jehr tê de be.

Înanolo bi gopalekî di dest xwe de ez li ber derî pêşwazî kiribûm, em bi hev re derbasî kitêbxaneya wî bûbûn. Min ti mane tê de nedîtibû ka hela ji bo çi ew gopal di destê wî de ye. Ma min ê çi zanibûya ew kor bûye, ji ber vê yekê jî bi xêra gopal derdora xwe piyase dike. Gava ji min re got ku ez kor bûme jî, min qet bawer nekir. Çima ez ê bawer bikim? Înanolo yekî henekbaz bû, carnan henekine wisa dikirin meriv ji kena dixeriqî. (Binêrin ez nabêjim derew, dibêjim henek, meseleyê kaş nekin.) Ji min we bû ku ew jî henekek ji henekên Înanolo ye, min di dilê xwe de ew wekî Henekçî Înanolo bi nav kiribû, keniyabûm. Xwezka ez jî bi qasî wî şareza bûma di mijara henekan de.

Tu çima fam nakî -Înanolo ez bi famkoriyê tawanbar dikirim. Famkorî ji çavkoriyê xirabtir e birêz xwendevan.-, ez kor bûm, kor, ji nişka ve, li pişt van refikan, li wê odeya nihênî perdeyeke reşetarî kişiya ser çavê min. Tew li wê odeya nihênî. Min digot qey li wê odeyê hin hêzên derasayî dikevin laşê Înanolo, pê re pê re ew jî dibe lehengek ji wan lehengên derasayî yên min ew di Çîrokên Hezar û Yek Şevê de xwendî. Çi zanim, qe nebe min hêvî dikir ku li wê odeyê vediguherî dêwekî mezinê şeş birayan û xwişkekê li qesra xwe ya çardehderî. Hêviyên min şikestibûn, hemû xeyal û çîrokên min derheqê Înanolo de saz kirî pûç bûbûn, hilweşiyabûn. Xwedê belaya henekên te bide lo Înnanolo!

Înanolo gopalê xwe avêtibû ser refikan, kitêbek jê kişandibû, danîbû ser maseyê, ber min. Ev kitêba navdar a Ebû ‘Elî el-Hesen Ibnu’l Heysem a bi navê Kitabu’l Menazir bû ku di sala 1028an de hatibû nivîsîn û di destpêka sedsala 13an de li Îspanyayê bi navê Perspectiva li latînî hatibû wergerandin. Niqutîbû dilê min -Înanolo îtiraf kiribû-, di henga xwendina vê kitêbê de bînahiya çavê min reş bû. Gotibû, kor bûm, rast e, lê dîsa jî dibînim, çimkî xeyal dikim. Gotibû, çi dibêje seydayê mezin Ibnu’l Heysem (heqet çi dibêje?), dibêje, sembol ne di çavan de lê di xeyalan de çêdibin, dibêje, ji ber ku xeyal jî bi sehekên hundirîn derdikevin holê, ne mumkin bû ku ew bi sembolên xwedanxîtab ên li ser sehekên derveyîn bihatina teswîrkirin (siheta wî xweş, bi destûra te ez ê parve bikim). Gotibû, ka tu ji xwe re li xweşikiya vê diyagramê binêre (kitêba Ibnu’l Heysem vekiribû û diyagrama çavan a di kitêba wî de nîşanî min dabû, raveyên li ser diyagramê nivîsandî ji min re xwendibûn. Di vê diyagramê de hemû pêkhateyên çav li ber çavan bûn. Ger rêya we bi Stenbolê ket, hûn dikarin vê diyagrama mûhteşem li Kitêbxaneya Fatîhê, di bin jimareya MS 3212 fol. 81b de bibînin), tu dibînî ew rehên çavan çawa xwe digihînin mejî? Gotibû, hemû mesele mejî ye, mejî. Gotibû, Xwedê bila meriv kor bike lê bêmejî nehêle. Gotibû, bi çavê xwe nexape, ew rastiyê di nav kirasekî de pêçayî nîşanî te dide. Gotibû, tu bi çavê xwe ne rastiyê lê kirasê li ser rastiyê dibînî. Gotibû, encax tu bi mejiyê xwe karibî rastiyê şilfîtazî bibînî. Herî dawî gotibû, tu li vî halê min nenêre, hemû afirîneriya min deyndarê mejiyê min e, Xwedêwekîl.
 
Diyagrama çavan a Ibnu'l Heysem, Kitabu'l Menazir
MS 3212 fol. 81b, Kitêbxaneya Fatîhê, Stenbol

Înanolo pir xweş diaxivî, min her dixwest lê guhdar bikim. Xwendevanên birêz ên min dîtî dê bizanin ku ez ne pisporê axaftina xweş im loma zêde hez ji axivînê nakim. Ger sê roj û sê şevan jî li ser hev biaxiviya, min ê texsîr nekira, bi kêfxweşî lê guhdar bikira. Lê di navbera axaftina wî de xişûş û şayîşek ketibû dilê min û meraqa pirsekê di dilê min de (na, di mejiyê min de) hişk bûbû, mabû. Înanolo tevî korbûna xwe çawa dikarî kitêbê veke, nivîsên li ser diyagramê ji min re bixwîne? Wî xemgîniya xwe ji bîr kiribû, asdfghjklşi keniyabû. Înanolo gava dikeniya, hemû deng û herf li bin guhê hev diketin.

Ez bi korayî jî dibînim -Înanolo bi gotina xwe ez heyirandibûm-, ev jî merîfeta min e. Çawa çêdibû? Ma însanan bi korayî ji dikaribû bidîta? Ne ku min meraq nedikir, hebû ku wî bi xêra mejiyê xwe didît. Dû re gava ji min re ta bi derziyê ve kir, mesele hûna, min ji dil heq dayê û baweriya xwe pê anî. Înanolo ji min re behs kir ku wî di zarokatiya xwe de texmîn kiriye ew dê rojekê kor bibe loma tevdîra xwe girêdaye, çavgirtî li çar aliyê Bismilê, li Rojava li taxên Uluturk û Tekelê, li Bakur heta pişt hesinê trênê li taxên Şentepe û Esentepeyê, li Rojhilat heta taxên Senayî û Seyrantepeyê, li Başûr li taxên Akpinar û Dîcleyê daketiye heta biniya Cadeya Batmanê, ji wir lê xistiye bi avjenî derbasî aliyê din ê çem bûye, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, mal bi mal, dikan bi dikan geriyaye, di hişê xwe de bi mehan nexşeya Bismilê xêz kiriye, ew nexşeya xêz kirî jî neşibiyaye hêstiran lê şibiyaye keştiyê ku ji zû ve ye plana çêkirina wê keştiyê daye û namîne çend salan dê di odeya xwe ya nihênî de vê keştiyê ji deşta Bismilê tehn bide çemê Bismilê, em ê jî di wê keştiyê de heta hetayê bijîn, bextewar bibin, vexwin, bixwin, bikenin, bilîzin. Înanolo ji ber ku bi mehan çavgirtî di nav malê û bajêr de geriyaye, her qul û qorzîkê piyase kiriye, êdî hew pêdivî bi wan çavan hebûye û zêde paxav bi çavê xwe nekiriye. Hingê min fam kiribû ka çima Înanolo li nav bajêr serê wî di ber de, serserkî dimeşiya. Carna ji min wer dihat ku çavên wî girtî dimeşe lê tu nabêjî jixwe adetê wî bû çavê xwe bigire. Ji niha û pê de ev çav nebin jî dibe -wî bi serbilindî gotibû-, heta ev mejî hebe besî min e, ez bi mejiyê xwe ne tenê Bismilê lê gerdûnê tevde dibînim. Ez careke din heyran û hejmekar mabûm li hember vê zîrekî û dûrbîniya wî.

Tu dizanî min çima gazî te kir -Înanolo ji min pirsîbû-? Na, ma min ê çawa bizaniya. Min gotibû belkî ji ber korbûna xwe gazî min kiriye, lê piştî ku min dîtibû pûte bi korbûna xwe nade, xuya bû ku ji ber meseleyeke din gazî min kiribû. Dixwazim ji te re qala pismamê xwe bikim -wî gopalê xwe çeng kiribû kitêbek ji refikan kişandibû-. Çi eleqa? Ma çi îşê min bi pismamê wî hebû? Înanolo ti carî behsa malbata xwe ji min re nekiribû û jixwe min jî ti carî meraq nekiribû, nepirsîbû. Min nedizanî pismamekî wî heye. Navê pismamê min -wî kitêb hildabû avêtibû ser çoka min-, Herakleîtos e. Gelo ev Herakleîtosê Ephesosî yê feylesof bû? Wî serê xwe hejandibû, ez erê kiribûm. Ew kitêba li ser çoka min, çapa kirmanckî ya Die Fragmante Der Versokratiker a Hermann Diels bû ku wî cara pêşîn di 1867an de fragmanên belawela yên Herakleîtos berhev kiribûn û di sala 1903yan di wê berhevoka ber destê min de dabû çapkirin.

Herakleîtosê Ephesosî pismamê min e -Înanolo dubare gotibû-, di heman demê de ew feylesofê herî baş ê dinyayê ye. Wî bi coş behsa pismamê xwe dikir û gava behs dikir, weku li alemeke din be, destên wî bê semt bilind dibûn. Behs dikir ka Herakleîtos çawa yekî dilnizm, xwezan û di halê xwe de bûye lê çawa hin tezkîrenûsên qeşmer ên wekî Dîogenes Laertîos û hevterîbên wî di tezkîreyên xwe de ew wekî kesekî qurre, hesûd, dijminê însanan bi nav kiriye. Li gor wî, ji ber ku Herakleîtos dilnizm, dilpak, ji însanan dûr, kêmaxêv, li cihên xewle, li serê çiyayan, di halê xwe de, di nav xwarina giha û şênahiyan de bû, ew bi qurretî dihat tawanbarkirin. Wî Herakleîtos wek Xudreste bi nav kir û diyar kir ku ew xwe bi xwe hînî hemû zanyariyan bûye, ti kesî mamostetî jê re nekiriye lê tevî vê jî ji ber nefsbiçûkî û dilnizmiyê xwe li nezaniyê daniye. Bi ya wî be Ehmedê Xanî ji ber tesîra Herakleîtos di beşê heftem ê mesnewiya Mem û Zînê de gotiye, “Ez pîlewer im, ne gewherî me / Xudreste me ez, ne perwerî me.” Pismamê min feylesofekî ewqasî xwedî tesîr e -Înanolo resimê pismamê xwe yê li ser refika kitêban nîşanî min dabû-, çênedibû ku tesîr li şairê me yê netewî Ehmedê Xanî nekira.
Heta hingê min navê Herakleîtos tenê di dersa xwe ya felsefeyê ya lîseyê de bihîstibû. Jixwe zanîna min a felsefeyê kêm bû, aqlê min jî fikirîna zêde ranedigirt. Ez metel dimam ku însanan çawa metnên felsefeyê dixwendin bêyî ku serê wan biêşe. Ê min, bi xwendina çend hevokên feylesofan re hişê min tev li hev dibû, êşeke xedar diket serê min. Jixwe min di heyata xwe de tenê kitêbeke felsefeyê xwendibû ku ew jî ji kitêbeke felsefeyê bêtir romana felsefeyê bû. Cîhana Sofî ya Jostein Gaarder di nav xwendevanên lîseyê de wê çaxê gelekî popûler bû. Gelek caran xwendevanan bi wê kitêbê forsa xwe diavêtin û bala hev dikişandin. Ji bo ku min du qatê xwendevanan forsa xwe biavêta, berevajî wan, min çûbû çapa wê ya kurmancî stendibû ku di sala 2008an de bi wergera Ahmet Gegez ji Weşanxaneya Doyê  derketibû. Tevî kurmanciya xwe ya qels û aciziya xwe ya ji felsefeyê, min roman di meh û nîvekê de xwendibû. Xwendevanan ez pîroz dikirim ji ber şiyana min a felsefeyê bi kurmancî ji ber ku li gor wan encax feylesofek bikaribûya metnekî felsefeyê bi kurmancî binivîsanda, bixwenda. Eyb e meriv bêje, gelek feydeya wê çapa kurmancî li min bû di peywendiyên hevaltiyê de.

Logos -Înanolo bi hêrs gotibû-, logos logos logos, her tişt logos e, pevçûn, pevrebûn, guherîn, qanûn, heyat, gerdûn, zanîn, pergal, heqîqet, û Herakleîtos bi xwe jî logos e, lê fam nakin, anthropoi, yanî însanên me fam nakin, serhişk in, serê wan ‘eynî kevir e, kevir. Înanolo ji hêrsan gopalê xwe li refên kitêban dixist. Diyar dikir ku Herakleîtos gelekî baş kiriye  ji ber ku bi zimanekî nefambar î liyaqî tovrindan nivîsiye û nehiştiye anthropoiyên beredayî jê fam bikin. Heq nakin -wî gotibû-, ev anthropoi ti tiştî heq nakin. Înanolo gotibû ku pismamê wî gotiye her tişt ji dijberiyê ava dibe, du tiştên dijber tên ber hev û lihevanîneke xweş diwelidînin. Gotibû, pismamê min dibêje lazim e hemû kardoxên kosmosê serî li ber desthilatê deynin. Gotibû, pismamê min dibêje a muhîm ne ew e ku meriv her gûyî bizane, a muhîm ew e ku meriv zanînê bimehîne. Gotibû, pismamê min dibêje mih bi nigê xwe bizin bi nigê xwe û kardox jî bi ‘emelê xwe. Gotibû, pismamê min dibêje pozmezinî ji pozbilindiyê baştir e û dîtin xapînok e. Gotibû, pismamê min dibêje Zerdeşt jî pismamê me ye, agirê wî agirê me ye. Gotibû, pismamê min dibêje heta xira nebe ava nabe. Gotibû, pismamê min dibêje “bila çil sal li zindanan bimînim, ne ku carek yekî ehmeq bibînim.” Gotibû, pismamê min dibêje “xorto xwe binas.”

Înanolo bi saetan bêsekin ji min re qala Herakleîtosê pismamê xwe dikir û her digot pismamê wî filan tişt gotiye, filan tişt negotiye. Her ku qala pismamê xwe dikir, ji ser hişê xwe diçû, her ku ji ser hişê xwe diçû, diqîriya. Ez hê jî, di vê kêliyê de li xwe diheyirim ku min ew çax çawa deyax kiriye li ber wan gotinên feylesofî û serê min çawa neêşiyaye. Li gorî min Înanolo ne bi qasî Herakleîtos be jî feylesofekî baş bû û li ber diketim ku navê wî hê jî neketiye nav lîsteya feylesofên herî baş ên dinyayê, qeda bi dinyayê keve, qîmeta feylesofên xwe nedizanî. Piştî çend salan gava min di Açikogretimê de beşa felsefeyê xwend, li ser vê mijarê fikirîm û gihaştim wê qenaetê ku bêsiûdiya Înanolo ji ber kurdbûna wî bû an na ji zû de dinyayê ew li ser serê xwe kiribû, digerand. Piştre wî defterek ji berkêşka maseya xwe derxistibû û helbesta xwe ya derheqê Herakleîtos de nivîsî ji min re xwendibû. Ji bo ku xwendevanên birêz ên vê blogê ji vê helbesta xweş a Înanolo nemînin, beşek ji helbestê li vir dinivîsim:

Bi çarebê to Herakleîtos,
ay hewawo ki to va
hima ay hewa:

   “panta rei, panta rei”:
    heme çi herrikiyêno, şono,
“Polemos” ki ma lej vanîm
   hima nêvindert.
   Lej bêvernî, bêpeynî…
Labelê haya to pey esta Herakleîtos,
   ti zanî, se vanê ma ra?
***

Min nedizanî ku Înanolo bi kirmanckî jî dikare binivîse. Ji ber ku li zanîngehê dersa me ya kirmanckî jî hebû, kirmanckiya min ne xirab bû, qe nebe kêm zêde min fam dikir. Kêfa min gelekî ji helbesta Înanolo re hatibû, piştî axaftina wî ya derheqê Herakleîtos de, êdî bi rihetî helbesta wî jî ketibû hişê min. Gava min jê pirsîbû ka çawa kirmanckî hîn bûye, ji min re behs kiribû dê û bavê diya wî kirmancên Pîranê bûne û ji ber ku piştgiriya Serhildana Şêx Seîd kirine, piştî serhildanê bi malbatî sirgûn bûne Kirikkaleyê û piştî ku efûyeke giştî hatine li Bismilê bi cih bûne, diya wî jî li Bismilê çêbûye û li vir bi kurmancekî Bismilê re zewiciye. Çi tesadûfeke mezin. Mamosteyê min ê zanîngehê yê dersên zimannasî û muqayeseya lehceyên kurdî, Malmîsanij jî ji Pîranê bû. Ez û mamoste Malmîsanij hev nas dikin -wî bi serfirazî gotibû-, malbatên me jî hev baş nas dikin. Lê piştî salan gava Kerem Sevinç ji bo ahenga xwe ez vexwendibûm, ez û Înanolo bi hev re çûbûn Diyarbekirê li Marla Terasê beşdarî ahenga wî bûbûn û li wir bi tesadûfî rastî mamoste Malmîsanij hatibûn ku wî jî çawa pirsîbû ka ev hevalê li kêleka min (Înanolo îşaret dikir) kî ye, min yekser fam kiribû Înanolo ez xapandibûm, ti hevnasiya wî bi Malmîsanij re tinebû. Kerem Sevinç wê şevê strana xwe ya “Poşman” diyariyî min kiribû ku ew strana min a favorî bû di albûma wî ya Dej de. Ma gelo ez bibêjim ev gotinên fewqalade xweş yên vê stranê aîdî mamoste Malmîsanij in, ti mehzûra wê ji bo xwendevanên birêz heye.

Çend sal di ser wê rojê re derbas bûbûn, nizanim. Wêje û Rexneyê ji bo hejmara xwe ya 40î ji min xwestibû ku ez meqaleyekê derheqê kitêba helbestan a M. Malmîsanij de binivîsim. Ez şok bûbûm. Min ti carî nebihîstibû ku kitêbeke helbestan a Malmîsanij heye û ji ber vê nezaniya xwe min fedî kiribû. Piştî lêkolînekê min kitêba wî ya helbestan dîtibû lê ji ber ku çapa kitêbê di 1988an de hatibû kirin û li ser daxwaza Malmîsanij ti carî çapa wê ya nû nehatibû kirin, li ti kitêbfiroşî min ew peyda nekir. Çûm Ephesosê, çûm Konstantînopolîsê, li hemû sehafan geriyam, lê jehr tê de be, ti nusxeyek jî bi dest neket. Xemgîn bûbûm û tevî ku bêhêvî jî bûbûm, min îlanek derheqê vê kitêba helbestan de li ser bloga xwe belav kiribû. Mala wî hezar carî ava, şahê blogerên kurdî zinarexamo ev îlana min dîtibû, nusxeyeke vê kitêbê ji Swêdê ji min re şandibû. Navê kitêbê Herakleîtos bû û li Swêdê ji Weşanên Jîna Nû derketibû. Ji bo ku ji hejmara nû a Wêje û Rexneyê nemama, tavilê min dest bi xwendina helbestan kiribû û di ber re notên girîng li deftera xwe nivîsîbûn. Lê çawa ku çavê min bi ew helbesta navê xwe dayî kitêbê “Herkakleîtos” ketibû, qalpaxa serê min avêtibû, ji hêrsan dîn bûbûm. Min ew helbest xwendibû. Ew helbesta derheqê Herakleîtos a wê rojê Înanolo ji min re xwendibû û diyar kiribû ku wî nivîsiye, ev helbesta Malmîsanij bi xwe bû. Înanolo careke din ez xapandibûm û min bawer nedikir ku dê careke din jî min nexapîne.

***

Înanolo bi xwendina helbestê re şa bûbû, hêrsa xwe ji bîr kiribû. Ji min pirsîbû ka gelo wek namehebînekî min nameyên Darayê Yekemê mîrê mezin ê Persan û Herakleîtosê Ephesosî yê pismamê wî xwendibûn. Na, min nexwendibû û ne di xema min de jî bû ku bixwînim. Înanolo berkêşka xwe li hev xist, tomerek kaxez jê derxistin, danî ser maseyê. Çend kaxezên bi herfên ji min re nenas hildan, bi zimanekî biyanî xwendin, dû re ew ji min re tercûmeyî kurmancî kirin. Ev, ew name bûn. Darayê Yekem di nameya xwe de pesnê Derheqê Siruştê ya Herakleîtos dida, jê dixwest ku were welatê wî, têkeve bin hîmayeya wî da ku ew jî li wir ji Herakleîtos dersê bistenda. Darayê Mezin, Yewnan tawanbar dikirin ji ber ku qîmeta pismamê Înanolo nizanibûn û soz dida Herakleîtos ku ger bihata cem wî, her tişt dê li gor dilê wî bihatina cîbicîkirin. Lê li gor Înanolo, pismamê wî ji ber ku ne kesekî çavbirçî bû, têra xwe nefsbiçûk bû, dev ji welatê xwe bernedabû, bi wêrekiyeke mezin teklîfa Dara red kiribû. Lê -wî bala min kişandibû ser hevoka dawî-, ger kesekî din bûya li şûna pismamê min, niha ji zû de qûna xwe li ser kiribû, dabû çirevîtkan. Tevî ku min nêweribû ji Înanolo re bibêjim, lê pismamê wî pir ehmeqane tevgeriyabû di vê mijarê de. Însanekî ku miletê wî dijminê wî be, çima li cem wan disekinî, qet aqlê min ranedigirt.

Êdî li me bûbû êvar. Çênedibû ku zêdetir li cem Înanolo bimînim. Berî ku xatir ji wî û pismamê wî bixwazim, wî çapên kirmanckî yên Die Fragmante Der Vorsokratiker ya Hermann Diels, Βίοι καὶ γνῶμαι τῶν ἐν φιλοσοφίᾳ εὐδοκιμησάντων ya Diogenes Laertios û Florenz und Bagdad: Eine westöstliche Geschicte des Blicks ya  Hans Belting diyariyî min kirin. Piştre gava dem bi dem li van kitêban vedigeriyam, bi ecêbiyeke mezin lê rast dihatim ku Înanolo hemû zanîna xwe ya wê rojê deyndarî van kitêban bû. Ez îro ro pir bextewar û serbilind im ku çapên kirmanckî yên ewil ên van kitêban li cem kêm kesan hene ku yek ji wan jî ez im. Çapên van kitêban ji zû de qediyane û li  ti derê peyda nabin. Ger weşanxaneyek hebe ku xwe bide ber vî barî, ez amade me van kitêban ji nû ve wergerînim zimanê me yê zengîn û şahîk.

Min xatirê xwe ji Înanolo xwestibû û dikira derketima. Çavê min bi resimekî ser derî ve zeliqandî ket ku heta hingê ti carî bala min neçûbû ser. Ev resimê meşhûr ê Jan Provost bû bi navê Alegoriya Çavê Xwedê ku li derdora salên 1520î hatibû xêzkirin. Min ev resim cara duyem li Parîsê dîtibû. Hingê teze ji zanîngehê mezûn bûbûm û bi Bernameya Erasmûsê çûbûm li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê wekî stajyer xebitîbûm. Li wir min kurdekî ji Diyarbekirê nas kiribû ku li Mûzexaneya Louvreê dixebitî. Li ser teklîfa wî dawiya hefteyê bêpere çûbûm li nav mûzexaneyê sax geriyabûm. Gava hatibûm li ber vî resimê çavê Xwedê sekinîbûm, yekser min resimê li pişt deriyê mala  Înanolo nas kiribû. Wê rojê, piştî axaftina Înanolo a derheqê korbûn û Ibnu’l Heysem, min maneya vî resimî pir baş fam kiribû. Ew çavê Xwedê yê hemû gerdûnê didît û şahidiya wê dikir, çavê Înanolo bi xwe bû. Çavê Xwedê ketibû şûna çavê Înanolo û Înanolo bi hêrs li halê xirab ê dinyayê dinêrî. Înanolo bi qasî dîroknas, zimannas, wergêrî û feylesofiya xwe (xapandinên wî ne tê de) ewqasî jî entelektuel xuya bû li ber çavê min bi xêra wê hunerzaniya xwe.
 
Jan Provost, Alegoriya Çavê Xwedê, 1520, Louvre, Parîs
Ez ziravqetî bûbûm heta ku gihaştibûm mala xwe. Wê şevê şerekî giran di navbera min û maliyan de rû dabû. Ger xwendevanên birêz halê dawî yê Înanolo meraq bikin, ez bibêjim. Korayiya wî sê mehan tenê dewam kir. Şer jî êdî li nav bajêr bi dawî bûbû. Piştî sê mehan gava min ew li ber heykelê leglegan ê li nav çarşiya bajêr dît, min jê pirs kir ka gelo çi ferqa korayî û dîtinê ji bo wî heye. Ji bo min hêç e -Înanolo di bin lêvan re keniyabû-, Xwedayê mihrîvan û dilovan bi min re ye.


28ê Sibatê-1ê Adarê ya 2018an, Bismil


***

Çîrokên din ên rêzeçîrokên Înanolo: 

1) Bismil li kû Beyrûd li kû? 
2) Kevntirîn Kitêba Kurdî û Întihala Înanolo

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

11 yorum:

  1. Te dîse helandiye yaw 🙃. Rastî û efsûnê bi nav hev ketiyê. Ev pirtûxaneya te gelekî min meraq kir :). Îtiraf dikim dema lîsayê bi pirtûka Cîhana Sofî gelekî min forsa xwe avetîye. Donemekê min bi xwe re digerand 😅

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas Esra, kêfxweş bûm. Ew ne pirtûkxaneya min e , ya înanolo ye. :) Xuya ye her kes bi eynî kitêbê forsa xwe avêtiye 😂

      Sil
  2. ber destê vê sibehê te perdeya reş a ber çavê dilê me hinekî dîtir rakir. ji vê çîrokê jî têr nebûm . carina hin nivîs hene mirov naxwaze biqede, ev jî wilê bû. seeta te xweş. rehmet li axa ku înanolo jê çêbûyî be.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. û min ji bîr kir, bêjim, dîzayn efso çêbûye. ez hesidîm :)

      Sil
    2. Gelek spas birako, kêfxweş bûm bi ecibandina te. Rêzeçîrokên Înanolo dê dewam bikin :) Rast e dîzayna nû baş e, pêşniyazî jer kesî dikim :)

      Sil
  3. Zahf dirêje ez naxwinim. Qisur baqme :(

    YanıtlaSil
  4. Ji zû ve ye mi çîrokên wilo bi honaka xwe xweş nexwendine. Her berdewam bî LoÎnanoLawoBirawo.

    YanıtlaSil
  5. Rastî û xeyal di çîrokekê da ancax kane hewqasî xweşik li hev were ragirtin. Di çîrokê da meriv hêza felsefê dibîne. Meriv dibîne gava edîb fîlozof be çîrok wek straneke dengbêjan, wek xemîşokeka pîrekê xweş û lezîz dibe.
    Te pîroz dikim.
    Nuha min tam bawer kir problemeke min hafizayê heye. Berê jî pê hesiyabûm lê îcar min tam bawer kir hafizeya min hin tiştan qeyd nake.
    Şandina kitêba Malmîsanij qet nayê bîra min.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar gelekî bibore ji ber vê bersiva min a derengmayî, loma li hember te fedîkar im. Gelek spas bo van gotinên te yên xweşik, lê ez dibêjim ev gotin hinekî di ser min re ne. Ne bawer im problemeke hafizeya te hebe,heger problemek hebe ew jî di çîrokê de ye. :) Silav û hurmet.

      Sil