Mîrê Bismilê


“Vekişîn ne rev e, Sancho divê tu vê zanibî, mêrxasîya ku bingehê xwe ji îhtîyatê negire, jê re dibêjin êrîşkerî, serfirazîya mirovê êrîşker jî ji carekê bêtir siûd e. Rast e, ez vekişîyam, lê nerevîyam, min jî wek gelek lehengên navdar bi vê yekê, ji bo rojên baştir xwe vekişand.”
Don Quijote, Miguel De Cervantes, Wer. Serdar Roşan

Înanolo ala rakir û di nîveka kelê de çikand. Bextewar bû. Rûnişt, kûr kûr giriya. Ez Înanolo, desthilatê vê kelê -dengê wî li çarmedorê bajêr olan dida-, qûna xwe ji çêm derxin gelî ehlê Gîlê. Kesî çawa ku silava me hilnegirt, kesî qûna xwe ji çêm jî dernexist. Kes bi ser me de nehat. Kesî li me deng nekir. Kes tunebû jixwe. Xalî bû, bê kes bû, rûxandî bû ev kele. Du rojan bi Înanolo re mam, bûm hevxemê derdên wî. Roja sisiyan min deyax nekir, lenet li desthilatiyeke tenha û bêqedir anî. Min xatir ji Mîrê xwe xwest, ji kelê daketim. Duçerxeyên me bê ku Bigirin û Bistînin ne li cihê xwe bûn. Ji derwazeyên bajêr derketim û hêdî hêdî ji xwe re meşiyam.

Rêzdar Înanoloyê Mîrê Bismilê yê Mezin ferman dike ku di şerekî de mirov divê ne bi qaweta artêşa xwe lê bi bêsînoriya zekaya xwe bi ser bikeve. Ez, katibê wî yê delal, dikarim sond li ser sondê bixwim ku mîrê min di mijara zekîbûnê de dor nedida kesî û nimûneyeke bêhempa bû ji bo candarên ser rûyê dinyayê, yên ku bi rihetî dikarin pê bipesinin.

Gava Don Quijotê Manchayî (em vî siwarçakî bi giramî bi bîr tînin) di guhê Înanolo de pistand ku ew êdî hêja ye bibe Mîrê Bismilê, em di keştiya wî ya hefttebeq de li ser piştê veketî, hêdîka li ser çemê di odeya nihênî de hêl dibûn. Piştî ku Înanolo ji Don Quijotê Mîrê Mîran îcazeta xwe wergirt, ez wekî katibê xwe tayîn kirim. Bêguman, wek îro tê bîra min, ji kêfan aqil ji serê min çûbû, min xwe gal kiribû destê wî da maç bikim lê wî bi hemû giramiya xwe nehiştibû, diyar kiribû ku em dostên hev ên dilsoz in. Nizanim min gotibû dostaniya Înanolo ji bo min rûmeteke mezin e?

Karê min ê ewil ew bû ku alayeke newaze ji bo mîrektiya Înanolo çê bikim. Piştî lêkolîneke berfireh a derheqê Bismilê, min alayeke bi zemîna xwe rengsor û Kerê Boz ê Bismilê li serê çê kir. Rengê sor axa bi xêr û ber a Bismilê, kerê boz jî kerên meşhûr ên Bismilê temsîl dikirin ku li dinyayê hempayekî wan tune bû. Heyf û mixabin însanan ew qelihandin ku îro ro yek ji wan jî di nav me de nemaye. Ji bo ku me deynê xwe yê wefayê bidaya, me peykerê leglegan ê li navenda çarşiyê hilweşand û peykerekî dêwasa yê Kerê Bismilê li şûna wî danî. Esasen min di serî de pêşniyaz kiribû ku em li şûna wî peykerê mîrê xwe deynin lê Înanolo bi nefsbiçûkî xwe tenê wek şagirdekî jirêzê yê Don Quijote qebûl kir loma destûr neda ku ew wek siyekê raserê Bismilê zevt bike.

Her di heman rojên ewil ên mîrektiyê de, me hêzên ewlehiyê ji bajêr derxistin; me hemû karmend û karkerên avahiyên fermî qewirandin; me hemû serserî, hîlekar, kujer, tiryakfiroş, rêbir, tecawizkar xistin hepsê; me hemû hepsiyên bêsûc û mesûm berdan; me ceyran û av miftî belaş li bajariyan belav kir; me li deverên cur bi cur seyrangehên mezin çê kirin; me sed xwendekar li ser navê Mîrektiya Bismilê şandin derveyî welêt da di qadên cuda de perwerde bûbûna, dû re vegeriyana ji bo mîrektiya xwe bixebitiyana. Bismil di dîroka xwe de cara ewil diket nav rihetiyeke wiha. Em bi vê re jî neman, me .çemê bê ser û ber ê di odeya Înanolo de ji nav bajêr derbas kir da bajariyan sûd jê wergirta. Ji bo ku Înanolo ev hemû geşedan bi çavê serê xwe bidîtina, çavdêriya gelê xwe bikira ka gelo ji halê xwe memnûn in an na, em di bin du çarşefên reş de derketibûn li çar aliyên bajêr geriyabûn û ew jî bûbû şahidê bişirîna ser rûyê hemû Bismiliyên ku ti carî ewqasî bextewar nebûbûn.

Êdî pişta me saxlem bûbû, kesî nedikarî dest bide Mîrektiya Bismilê. Qey ji ber vê jixwebaweriyê bû gava mîrê min hat ji min re qala pîlana xwe ya fetihkirina Gîlê kir. Min fam nekiribû ka çima dixwaze bi taybetî Gîlê fetih bike. Ew bajarekî serî li stêrkan geriyayî ye -Înanolo gotibû-, bîst hezar sal e bêsekin li ser piyan maye, ew Engleneya pîroz e. Li gor wî, serkeftineke mînende encax bi destxistina vî bajarê qedîm ê herêma Sophene mumkin bû. Ji bo min ev arezûyeke şêtane û bêfeyde bû. Em li serkeftinê nedigeriyan, me tirba xwe dikoland. Binêre -wî alimane gotibû-, carina têkçûn ji serkeftinê bixêrtir e, qilçixê çavê xwe derxe û binêre. Qet aqilê min jê nedibirî ku em karibin heq ji vî karî derkevin. Wî ji kitêbxaneya xwe kitêbek derxistibû, danîbû ber min. Ev çapa yekem a wergera kitêba kevn a Sunzi Bingfa ya Sun Tzuyê seydayê mezin bû derheqê setratejiyên şer de ku ji aliyê Fehmiyê Bilal ve bi navê Derheqê Sin’etê Cengê ji çînî hatibû wergerandin û di 1919an di weşanxaneya Kurdîzade Ehmed Ramîzê hemşariyê wî de li Stenbolê hatibû çapkirin. Ev wergera yekem a ji çînî bo kurdî nîşan dide ku hê ji berê û berê de qedrê zimanê me hatiye zanîn. Her çawa ku min û Înanolo di xebata xwe ya hevpar a bi navê Dîroka Wergera Kurdî de behs kiriye û beşeke fireh ji bo Fehmiyê Bilal veqetandiye ku ev dawîtirîn xebata Înanolo bû û piştî mirina wî ji aliyê Weqfa Înanolo (ji vir û pê de dê wek: WÎ) ve hat çapkirin (her wiha mizgîniya min li xwendevanên delal be ku dikim di demekî nêz de vê kitêbê wekî PDF li blogê bar bikim), Fehmiyê Bilalê bi xwedênenasiya xwe navdayî ji bilî çînî ji zimanên wekî erebî, farisî, îngilîzî û fransî (bi taybetî wergerên wî yên ji La Fontaine hê jî li dibistanan têne xwendin û hezkirin) jî gelek berhem wergêrayî kurdî lê bi katibiya xwe ya Şêx Seîd navdartir bûyî berî mirina xwe bi çend salan teşebûsî întixarê kiriye bes di dema xwe de hatiye xilaskirin. Li gor teza Înanolo, têkçûna Hereketa Şêx Seîd ji ber guhnedana Şêx Seîd a li Derheqê Sin’etê Cengê ya Sun Tzu bû. Şêx Seîd Efendî doxîna guhê xwe girt ji pêşniyazê re -Înanolo destê xwe dirêj kiribû, bi guhê xwe girtibû-, ji ber ku Fehmiyê Bilal li gor xwendin û mînakdayîna xwe ya ji Derheqê Sin’etê Cengê jê re gotibû ku şert û merc ji bo serhildaneke wiha ne guncaw in loma hewce nake vî miletî kaş û berkaşî nav şerekî bêfeyde û talûke bikin lê tevî ku Şêx Seîd guh nedaye wî jî, wî katibtiya xwe ya ji bo wî bi dil û can berdewam kiriye. Heçku ez hinekî bi vê teza Înanolo qaneh dibûm ji ber ku bi agahiyên xwe yên dîrokê min dizanî ku Hereketa Şêx Seîd hatiye lezûbezê û di encamê de jî pir bi xirabî têk çûye. Înanolo diyar dikir ku wî ders û şîret ji dîroka xwe wergirtiye, kitêba Sun Tzu bi hûrgilî analîz kiriye û gihaştiye wê encamê ku şert û merc ji bo sefera wî ya berew Gîlê guncaw in. Ez hê jî dudil bûm û gumanek li ser dilê min rûniştibû. Ma gelo ev kitêba stratejiyên şer a  berî du hezar salan û ji bo civatên Çînê nivîsandî dikaribû çiqasî bi kêrî roja me ya îro bihata, dikaribû çiqasî xîtabî civatên me bike? Dînê Xwedê -wî bi acizî gotibû-, hin kodên însanan hene ku gerdûnî ne û ev kodên şer jî li cem hemû însanan manend in. Bi ya wî bûya hema tenê ji bo xatirê Mîr Cehferê Gîlê û Mela Zarşîrînê Gîlî jî hêja bû ku meriv Gîlê dagîr bike. Herçî merseleya Mîs Cehfer û Mela Zarşîrîn e, eger Xwedayê narrativeê hêz û taqetê bide min, ez ê di demekî zûtir de behsê bikim.

Min hêdî hêdî dest pê kiribû haziriya sefera me ya ber bi Gîlê ve dikir. Da kes bi me nehisiya, her tişt bi dizî, veşartî û ji nişka ve çê bûbûya, em ê bi keştiyê derneketina seferê. Me nedizanî ka em çi bikin, bi çi biçin lê axir li ser fermana cenabê Mîr, me xeber ji pishokaserducherxe yê me ew di nav sed xwendekarên şandî derveyî welêt re şand ku bi taybetî ji me re du duçerxeyên rê yên herî baş ên dinyayê bide çê kirin û tavilê bişîne mîrektiyê. Me pishokaserducherxe hingê şandibû Fransayê da di warê duçerxeyê de perwerde bibe, ew jî piştî perwerdehiya xwe ya mifadar vegeriyabû mîrektiyê û wekî xwendevanên delal jî pê dizanin, wekî nûnerê Mîrektiya Bismilê beşdarî hemû pêşbaziyên duçerxeyê yên navnetewî bû, di hemûyan de bi ser ket û wekî baştirîn duçerxeajoyê dinyayê mohra xwe li nîveka dîrokê xist tevî alaya me ya rengsor û bi kerê boz ê şîrîn û nazenîn. Li gor ku dawiyê min ji pishokaserducherxe bi xwe guhdar kir, wî bi lez xeber gihandibû Lapierre a markaya duçerxeyan a navdar a Fransayê da çi bikin jî bila zû bi taybetî ji bo me du duçerxeyên rê yên herî baş ên dinyayê çê bikin. Wan jî piştî ku navdariya me bihîstiye, tirsek ketiye dilê wan û di nav çend rojan duçerxeyên me çê kirine. Axirkê duçerxeyên me yên nipînû û ‘eyn kevir gihaştibûn me û em, hema hema amade bûn ku derkevin sefera xwe ya dîrokî.

Berî em dest bi sefera xwe bikin, min ji cenabê Mîr re pêşniyaz kir em du navên watedar ji bo duçerxeyên xwe peyda bikin ji ber wezîfeya wan a dîrokî. Kêfa Mîr gelekî ji pêşniyazê re hat, destûr da min ku ez navan ji bo wan peyda bikim. Bêguman, jixwe du nav di hişê min de hebûn, tam li bejn û bala wan dihat. Min navê duçerxeya xwe danî Bigir, û navê ya Mîr jî danî Bistîn da ku bi rihetî bajarê Gîlê bigirta, bistenda. Ez ji aliyekî de ditirsiyam. Gelo em her du tenê, bê artêş, me dê karibûya Gîl bistenda? Mamhosta Sun dibêje a baş ew e meriv bê şer bi ser bikeve -Înanolo bê xem bû-, bîra xwe nekole li sehrayan da nebînî seraban, hewce nake em artêşa xwe li van rêyan belasebeb perîşan bikin, ez û tu bi zekaya xwe bes in bê xwînrêjî kela vî bajarî zevt bikin. Înanolo qal dikir ku heger artêş jî tev li wan bûbûya dê karê wan zehmettir û dirêjtir dewam bikira, ev dirêjkêşan jî dê xisarê bidaya doza wan. Qal dikir ku pênc xalên serkeftinê yên Sin’etê Cengê li ber wan vekirî ye. Qal dikir ku rêya wan dê çend saetan tenê bigire. Qal dikir ku dinya ji bo fetihkirinê guncaw e ji ber ku bihar e. Qal dikir ku heta Gîlê çûn û hatin hêsan e. Qal dikir ku ew fermandarekî beza û mîrekî zîrek e. Qal dikir ku berî her tiştî bi pergal û rêkûpêk e. Qal dikir ku hêzên ewlehiyê yên Gîlê li nav bajêr qels bûne, tam derba wê ye.

Gîl, j. 9. Jêgirtin: Şerefname, Ş. Bedlîsî,
Wer. Z. Avci, 2007, Avesta
Sibeha rojeke biharê bi duçerxeya xwe hatim ber qesra Mîrê xwe. Me çenteyê xwe yê piştê bi lazimiyên wek pompe, band û lastîkên tekeran, lempe, xwarin û şûşeyek av dagirt. Me şeraba taybet a Bismilê jî ji bîr nekir helbet. Înanolo du minyatûrên bi jimareya 9 û 10an a Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî derxistin, jimareya 9an bi pêşiya duçerxeya min, jimareya 10an jî bi pêşiya ya xwe ve kir. Wekî li ber çavan e, di jimareya 9an de Kela Gîlê xuya ye, di ya 10an de jî Medreseya Gîlê. Li gor Înanolo, Şerefxan bi qasî Bêhzad nebe jî, têra xwe hosteyekî baş ê minyatûran bû ku nemaze di van her du minyatûrên navborî de reng û desen zîrekane bi kar anîbûn. Dû re ez hîn bûm ku Înanolo gelekî serê xwe bi hunera minyatûran re êşandiye û xwestiye xebatek li dor dîroka hunera minyatûrên kurdan bike lê mixabin bi qasî em fam dikin wî di saxiya xwe de derfet nedîtiye vê projeya xwe bibe serî û piştî mirina wî jî tevî ku em gelekî di nav arşîva wî de jî geriyan, ji bilî çendek nîşeyên li ser kaxezan ên derheqê minyatûran de em rastî ti xebateke wî ya berbiçav nehatin. Ji bilî van her du minyatûran, Înanolo çapa yekem a Derheqê Sin’etê Cengê ya Sun Tzu bi wergera Fehmiyê Bilal û çapa yekem a her du cildên Don Quijote ya Miguel De Cervantes bi wergera Serdar Roşan a di 2007 û 2011an de ji aliyê Weşanên Dozê ve çapbûyî xistin çenteyê xwe. Her wiha, berî çarta bike û bixe berîka xwe, nexşeyeke derdora Diyarbekirê nîşanî min da ku em ê li gor vê nexşeyê biçûna. Ev nexşeya yekta ji aliyê Sir Telford Waugh ve hatibû xêzkirin ku ew di dawiya sedsala 19an de ji aliyê Îngilizan ve bo karê konsolosiyê Bismil û Gîl jî tê de li gelek gund û bajarên herêma Diyarbekirê û yên derdora wê geriyaye, piştî ku vegeriyaye Îngilistanê jî wî ev nexşe û çavdêriyên xwe yên derheqê bajarên kurdan û tirkan di kitêba xwe ya bi navê Turkey: Yesterday, Today and Tomorrow de weşandine. Înanolo diyar dikir ku ev baştirîn nexşe ye ji bo Bismilê ji ber ku Bismil pir xweş di navendê de li kêleka Tigrisê xuya dikir û bi rastî jî hêjayî paytexta herêmê bû.
 
Nexşeya derdora Diyarbekirê, Turkey: Yesterday, Today and Tomorrow, Sir Telford Waugh.
Jêgirtin: N. Aydın, Diyarbekir ve Mirdasiler Tarihi, 2011, Avesta
Me du çarşefên reş li xwe kirin da heta derketina ji bajêr kesî em nas nekirina û her yek ji me alaya Bismilê bi serê duçerxeya xwe ve daçikand. Me lepikên xwe xistin destê xwe û pedal zivirandin. Bila Don Quijotê Mancayî yê Mîrê Mîran û evîndara wî ya bêhempa Senyora Dulcîneaya Tobosoyî bi me re be -Înanolo gotibû, berî em ji nav sînorên Bismilê derkevin-, ew finda li ber serê Lala Qasim Beg in. Înanolo, Don Quijote û Dulcîneaya delal ji xwe re girtibûn, ji min re jî mabû Sancho Panzayê feqîrê Xwedê û kerê wî yê şîrîn. Bila ew jî bi min re bûna ji bona Xwedê, em li wan rêyan li wan dirban perîşan nebûna, bes bû. Gava bi xêr û silamet em ji derwazeyê Mîrektiya Bismilê bihurîn, bi lez me çarşefên xwe ji xwe kirin, xistin çenteyê xwe.

Piştî ku em ji Bismilê çend kîlometreyan dûr ketin, Înanolo ji min pirsî ka min dikaribû qesîdeya Melayê Cizîrî ya li jêr rêzika “Ey Şehinşahê Mu’ezzem” jê re bigota an na? Helbet, bi kêfxweşî min ê bigota.

Ey şehinşahê mu’ezzem heq nigehdarê te bî
Sûreyê “Inna Fetehna” dor û madarê te bî

 Her kinarê pê ve wergêrî ‘inanê himmetê
Zuhre bî peykê te û Kîwan rikêbdarê te bî
Min ev qesîde di dema zanîngehê de ji bo dersa xwe ya Şerha Metnan ji ber kiribû, careke din jî ji bîra min neçûbû. Înanolo li ber dengê min kelogirî bû û bi serbilindî behs kir ku di esasê xwe de Melayê Cizîrî ev medhiyeya mîrane ne ji bo mîrê xwe Xan Şerefê kurê Xan Ebdal lê ji bo wî bi xwe nivîsiye çimkî li gor wî ev medhiye encax hêjayî mîrekî wekî wî yê desthilatdar û bifezîlet bû. Mîrê Mîran bila desthilat û fezîleta Înanolo qehîmtir bike.

Saetê carekê me bêhna xwe vedida, li nexşeya xwe dinêrî ka em li kû ne. Di bêhnvedanê de me camek şeraba Bismilê vedixwar, dîlimek penêr û qetek jambonê Fransayê yê pishokaserducherxe ji me re şandî dixwar. Gelek caran me duçerxe cixareya me di dêv de, her du destên me li hewayê diajotin. Carina em diketin pêşbaziyê, me serê tekelê pêşî radikir û diçûn. Carekê jî em bi lez ji duçerxeyê daketin û ew xwe bi xwe beziyan, ketin pêşbaziyê. Mala Yekê Jorîn ava be, heta Gîlê tekerê duçerxeyê qet nefisiya, neteqiya, tew zincîr jî neavêt. Me fam kir ku belaheq melzemeyên duçerxeyê li xwe kirine bar. Ajokarên di siwareyên xwe de li vê bezatiya me û hereketên me yên artîstîk diman heyirî. Ê helbet, nizanibûn yek mîr e yek katib e. Îro ro gava li wan rojên xwe difikirim, xwe gelekî poşman hîs dikim ji ber ku ez jî tev li pêşbaziyên duçerxeyê nebûme. Lê kêfxweş im ku nifşê nû mîna kalên wekî min ên temenê wan bi ser şêstî ketî tevnagerin û çi ji dilê wan tê, dikin. Piştî pênc saetan, bi leza xwe ya nedîtî em gihaştibûn ber derwazeyê Gîlê. Ev lezgîniya me hinekî jî bi xêra kûçikan bû ku carinan ji nişkê ve derdiketin, bi dû me diketin.

Li ber derwazeyê bajêr hêzên ewlehiyê kontrola nasnameyan dikirin. Ev ji bo min wekî heqaretê bû. Çawa çêdibû ku werin nasnameya du tovrindan a Mîrê Mezin û katibê wî bixwazin? Dev jê berde, bila xirecir dernekeve -Înanolo dixwest ez aşt bikim-, karê mîran kela ye, barê jîran bela ye. Qey hêzên ewlehiya bajêr nav û dengê me bihîstibûn loma zû bi zû nasnameyên me li me vegerandibûn, xêrhatin di me dabûn û em vexwendibûn nav bajêr. Em ji duçerxeyên xwe peya bûbûn û hêdî hêdî ber bi bajêr ve dimeşiyan û pê re jî me li dora xwe dimeyzand. Em li ber Kaniya Ceyno ya dîrokî rawestiyan. Komek jin li wir bûn, wan av dadigirt û hin jî firaqên xwe dişûştin. Em tî bûn, ava me xilas bûbû, bi ser de jî serê me germ bûbû. Gelî jinên delal silava min li we hemûyan be -Mîrê min destê xwe bilind kiribû û ji çenteyê xwe şûşeya avê derxistibû-, em rêwiyên rêyeke dirêj in, ji kerema  xwe we şûşeya min tije bi ava heyatê ya vê kaniyê dagirta ez ê kêfxweş bûbûma, ma ne pêşiyên me jî gotine, çavê xerîban li kaniya jinên Gîlê, çavê jinên Gîlê li şûşeya destê xerîban e. Min jî şûşeya xwe derxistibû, dabû jinan. Çi ecêb e, van jinan silavên me qet wernegirtibûn, tevî spasiyên me yên ji dil jî wan qet bersivek nedabû, şûşeyên me tijî av li me vegerandibûn. Ez pir hêrs bûbûm. Mîrê min gotineke xirab ji bo wan nekiribû. Ez gelekî li ber diketim ku ev bajarê mudhîş xweşik ketiye destê însanine qedirnezan û silavhilnegir. Çi hewce bû me guh û çavên xwe ji van heqaretan re bigirtina? Hema tavilê me ev bajar biterikanda û vegeriyana bajarê xwe, çêtir bû.
 
Gîl, j. 10, Jêgirtin: Şerefname, Ş. Bedlîsî,
Wer. Z. Avci, 2007, Avesta.
Em bê silav di ber Mizgefta Taciyan re derbas bûn. Dû re em hatin ber Medreseya Gîlê ya dîrokî. Hinekî me li îhtişama vê medreseyê temaşe kir. Ev ew medrese bû ku di minyatûra jimareya 10an a Şerefnameya Şerefxan de xuya dibû. Xwedêyo! Ew çemê mu’ezzem ê di minyatûrê de diherikî ‘eyn dişibiya çemê şir şir diherikî yê di odeya nihênî ya Înanolo de. Şerefxanê Bedlîsî gava di 1579an de ji Îranê vedigere Bedlîsê, tê serdana Mîrektiya Gîlê jî dike, li wir dibe mêvanê koşka Mîr Cehfer. Ev her du minyatûrên navborî yên derheqê Gîlê de jî, serdema Mîr Cehfer teswîr dikin. Her wekî ku ‘Ebdurreqîb Yusiv di Hunerê Tabloyên Şerefnameyê de behsa minyatûra jimareya 10an dike (bnr. r. 94, 2007, Avesta), ew du kesên li ber medreseyê yên mijûlî lîstika kişika kurdî (min ev nav lê kir) ya 72 xanî mela ne. ‘Ebdurreqîb Yusif ji ber ku nizane, diyar nake ka ew mela kî ne. Lê ne sûcê wî ye, ji ber ku Şerefxan bi xwe jî qala navên wan melayan nake û ew nîşan dide ku an nezanê folklora kurdî ye an jî xêrnexwazê wê. Min got folklor, loma ez bibêjim. Ew melayê bi mêzera spî yê di minyatûrê de Mela Zarşîrînê Gîlî bi xwe ye ku folklornûsê kurdî yê ewil e. Mela Zarşîrînê ku tenê ji aliyê çendek dîroknas û lêkoleran ve tê zanîn, di ti çavkaniyên van dused salên dawî de derbas nabe. Xwendevan ger bixwazin rastî navê vî camêrî bên, lazim e têkevin arşîva mîrektiyê û li çavkaniyên berî dused salan bigerin. Û dê miheqqed di van çavkaniyan de rastî navê Mela Zarşîrînê Metînî jî bên ku ev jî ew bi xwe ye, ji ber ku kurmanc e û ji hoza Metîniyan e car caran bi vî navî jî hatiye behskirin. Yekane kitêba Mela Zarşîrîn, Derbîmesel û Tebîrêd Ekradiye ye ku tê de 1673 biwêj û gotinên pêşiyan ên kurdî tevî şiroveya wan cih digirin. Tenê nusxeyeke vê kitêbê bi destnivîsa Mela Zarşîrîn gihaştiye roja me ku ew jî di kitêbxaneya Înanolo de parastî û qefilkirî ye. Ji bilî vê nusxeyê du sê nusxeyên din jî gihaştine roja me ku ji aliyê kesên cuda di demên cuda de ji ber nusxeya eslî ya Mela Zarşîrîn hatine îstinsaxkirin û niha li çendîn arşîvên mîrektiyan parastî ne. Li gor Înanolo ev ji ber nefreta Şerefxan bû ku qîmet nedida folklorê. Heke ne wiha bûya çima behsa wê kişika kurdan a 72 xanî (berevajî vê kişikê, kişika adetî ji 64 xanan pêkhatî ye) nekiribû di berhema xwe de ku îro ro kesî ev kişik nebihîstiye û nizanin çawa tê lîstin. Her wekî ku Mistefa Aydogan jî di berhema xwe ya bi navê Kaxez – Kaxezên Lîstikan – Pinîkêr (bnr. r. 229-230, 2014, Lîs) de diyar dike, li gor behseke kurdan Şerefxan kaxezên lîstikan li Bedlîsê û derûdora wê qedexe kiriye, lê rebenên lîstikvanan dev ji çanda xwe ya lîstikan bernedane, li ber xwe dane û çûne li goristanan li binê kêlan lîstine û ji vê lîstika wan re bi demê re Binêkêl hatiye gotin û ji wan lîstikvanan re jî gotine qimarbazên goristanê; lê ev ne tenê riwayet e, di Şerefnameyê bi xwe de jî derbas dibe, bi giştî behsa qedexekirina lîstikan tê kirin û bi taybetî jî navê tewleyê tê dayîn û tê diyarkirin ku ew lîstikên din ên li nav gel belavbûyî li gor dînî heram in. Heram ne heram, Şerefxan folklor û lîstikên me bi me da jibîrkirin û ew bi qasî dîroknasî û hunerzaniya xwe ya bilind, dijminekî mezin ê folklor û lîstika kurdî bû. Şerefxan kuştin heq kiribû. Ewledên dilsoz ên Mîrektiya Bismilê û yên Gîlê dê vî bikujî ji bîr nekin. Giş ji belaya Şerefxan, îro ro Gîlî jî tê de kes Mela Zarşîrîn nas nake û wekî ku hemû lêkoler û dîroknasên serdema me jî li hev kiribin, kes behsa wî nake, nanivîse. Tê bêjî qey Mela Zarşîrîn ji wan re daye çêran, dê û bavê wan kuştiye. Lê bila dilê xwendevanên delal ên vê blogê xweş be, wek proje daye ber xwe ku vê nusxeya yekta ya di arşîva Înanolo de tevî latînîzekirina wê û analîzeke rêxweşker bi rûpeline rengîn, cildekî hişk û saxlem û bergekî enfes çap bike. Heger bal kişandibe, min hemû biwêj û gotinên pêşiyan ên Înanolo gotî wekî îtalîk nivîsandine ku ew hemû di Derbîmesel û Tebîrêd Ekradiye ya Mela Zarşîrîn de derbas dibin lê îro ew hemû hatine jibîrkirin û bêmane ne ji bo xwendevanên zimanê kurdî, heyf li ser heyfê. Înanolo wek erkekî netewî dihesiband ku van hemû biwêj û gotinên pêşiyan ên berhema Mela Zarşîrîn di axaftina xwe de her bi kar bîne û wan ji nû ve bivejîne da ku ti carî neyên jibîrkirin. Ez jî wekî katibê mîrê xwe li ser xwe ferz dihesibînim ku van biwêj û gotinên pêşiyan ên jibîrbûyî ragihînim nifşê nû yê zimanê me.

Piştî ku me duçerxeya xwe li taldeyeke ewle ya ber bi medreseyê ve spart û rahişt alaya Bismilê, em ber bi ser serê kelê ve meşiyan. Mîzê zor li me dibir, ji hinga birêketinê ve me destava xwe nekiribû. Me şikefteke xerabe dît, li wir me zikê xwe rihet kir. Me li serê kelê tûneleke nihênî dît ku dadiket heta binê bendava Gîlê. Di bin bendavê de Hemama Dêran heye -Înanolo ji min re gotibû-, em biçin laşê xwe bikin zeytûnên Dêrikê. Gelekî baş dibû, me dê xwe pirûpak bikira. Em ji tûnelê daketin bin bendavê û ji wir jî meşiyan çûn Hemama Dêran. Min Mîrê xwe têr lûfik kir, bû ‘eynî neynik. Camêrî texsîr nekir, ez jî bi heman awayî lûfik kirim. Me her yek cixareyek kişand heta ku ava ser me ziwa bû. Min digot qey ez deh salan ciwantir bûme, siviktir bûme. Ev hemû ji ber hunera Mîrê min bû.

Înanolo xwest ku em biçin hinekî derdorê piyase bikin, nas bikin, dû re biçin alaya Bismilê di serê kelê de biçikînin. A herî baş ew bû ku em biçin li tekneyekê siwar bibin û li derdorê bigerin. Me tekneyek peyda kiribû ku ne şaş bim li serê dinivîsî öyle bakarsın işte. Me jî lê nihêrî û em lê siwar bûn. Li gor ku Înanolo bi dizî ji min re got û ji seydayê xwe yê hêja Sun Tzu îqtibasek kir, baştirîn çareya serkeftina şerekî jî bidestxistina rehberekî xwecihê herêma dijber e ku ew jî bi erka sîxurtiyê pêk tê. Bêyî ku haya wî jê hebe, me dê rehberê xwe yê ser tekneyê bixapanda, gotin ji devê wî bikişanda derheqê bajarê wî de û ew wekî sîxur bi kar bianiya. Rehberê me yê ciwan bi hûrgilî qala her deverên taybet ên Gîlê kir. Rebeno, qey nizanibû ev her du rêwiyên di dilqê turîstan de dê xefkekê li ber wî û bajarê wî vedin. Bêyî ku pê bihise, bi însanên xwe re xayin ketibû. Gava em di ber kevirekî mîna kulekê re derbas bûn, rehberê me qal kir ku gorên qralên Sophene tê de ne û di dema xwe de Şahpûrê Duyem hatiye êrîşî van kulekan kiriye û hin gencîneyên navê bi xwe re birine. Min ji Mîrê xwe daxwaz kir ku em jî êrîşî van kulekan bikin, birûxînin, belkî hin gencîneyên veşartî tê de mabin. Kê dizanibû, belkî me bi wan gencîneyan çend mîrektiyên din jî bi dest bixista. Înanolo vê teklîfa min red kir û diyar kir fermandarek divê şîrhelal be, dilovan û birehm be, zirarê nede mal û milkê gelê bindest ê di bin desthilatên zalim de. Ê ku bidize dê bê dizîn jî -wî bi dadwerî ji min re gotibû-, dest nede malê belengazan ê bêtin te bi gazan. Na bi Yekê Jorîn, dilê min qet ev dilsafiya Înanolo qebûl nedikir.

Berî ku em ji tekneyê dakevin, Înanolo di bendavê wer bû. Hinekî firtone hebû, tekne çep û rast bilind dibû, dadiket. Hew min dît ku Mîrê min bi xwe negirt û ew bejna wî ya takrihanî di ser caxên tekneyê re duta bû. Ez naxwazim ji xwendevanên delal ên xwedan zanîn derheqê şiyan û feraseta Înanolo re bêjim ku tekane nezanîna Mîrê min avjenî bû. Nebêjin mîrekî nezanê avjeniyê çawa dibe mîr. Dibe, pir bi rihetî dibe. Ez naxwazim pesnê xwe bidim lê Xwedayê narrativeê bi zorê bi min dide kirin, tavilê xwe difirînim û diavêjim nav bendavê. Çelpeçelpa wî ye di nav avê de. Xwe gal dikim stûyê wî lê rebeno bi serê min digire û weke ku kurtên li kerê bikin, hildikişe ser qulqulîka min. Dewarê Xwedê, nizane ku em ê her du jî bi hev re bifetisin. Axir rehberê me bi derengî be jî bi me dihise, du kulorê hewarê diavêje ber me. Bi xêr û silamet, pîlana me ya girtina bajêr ji ber tevgerên mîrê me yê gêj têk neçûbû.

Wê rojê li aşxaneya hember bendavê me zikê xwe têr kir û xwe da ber mişraqa tavê. Mîrê min bêsebir bû, dixwest zû biçe alaya mîrektiya xwe li serê kelê biçikîne û desthilata xwe ji dinya alemê re ragihîne. Ez katibê wî bûm, loma li min nediket ku dilê wî bihêlim. Cil û bergên me hêdî hêdî ziwa bûbûn. Berêvar bû.  Em bi hemd hilkişiyan ser serê kelê. Heyecana Înanolo ji gupegupa dilê wî dihat famkirin. Kêliyeke dîrokî bû ji bo wî. Min dixwest wêneyekî wî bigirim lê telefon û kameraya di bin avê de têk çûbûn. Dîmena wê kêliyê mixabin neket arşîvan.


13-14ê Adara 2018an, Bismil


***

Çîrokên din ên rêzeçîrokên Înanolo: 

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

6 yorum:

  1. Bijî serok mîrê me înanolo ! Bi bisekleta fetihkirina bajara jî me bi xêra te dît. Destê te sax 🤗🚴🏾‍♀️🚴🏾‍♀️

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mîrê Bismilê niha vexwendnameyek bi min da nivîsandin ku tê de blogera hêja Esrakê47 vedixwîne bajarê xwe yê qedîm û jê dixwaze semînerekê derheqê blogeriya kurdî de pêşkêş bike. Gelek spas Esra, her hebî :)

      Sil
  2. Min di ber xwe re got, xwezî dewama wê jî hebûya. Te xweş li hev anîye, Înan. Înanolo, wekî di dilqê Sanço Panzayî da ye. Lê tahm û ekla çîrokê kêm nake.

    Her dewamdar bî.

    YanıtlaSil
  3. Her berdewam bî xorto, van çîrokên tey talî bi kêf dixwînim.

    YanıtlaSil