Nîqaşên Întihalê di Rojnameya Armancê (1992) de

Rojnameya Armancê (ji arsivakurd.org)

Piştî nivîsa min a “Întihala Sîdar Jîr a ji Wergera Ergin Öpengin” Zinarê Xamo di nivîsa xwe ya “Li ser diz û diziyên edebî” ya bloga xwe zinarexamo.blogspot.com de behsa nivîsa min kir, fikrên xwe gotin û diyar kir ku wî jî di rojnameya Armancê de li ser hev li ser întihalan nivîsiye û navê çend kesan eşkere kiriye ku di nav wan de kesên bi nav û deng jî hebûne. Li ser vê agahiyê min xwe gihand Apê Zinar û daxwaza van nivîsên rojnameyê kirin û mala wî ava be, dilê min nehişt û ji min re hejmarên van rojnameyan peyda kirin û wekî PDF şandin ku li ser malpera arsivakurd berdest e.

Di vê nivîsa xwe de dixwazim behsa van nivîsên Apê Zinar bikim ku di çar hejmarên rojnameya Armancê de weşiyane di sala 1992yan de. Apê Zinar di hejmarên 126, 127 û 129an de bi mexlesa Lawikê Berrîvanî nivîsiye û di hejmara 134an de jî bi navê xwe Zinarê Xamo. Ji bo ku bê zanîn ka di demên berê de çi nîqaş li ser dizî û întihalê hatine kirin, ez ê hewl bidim ku van nivîsan berhev bikim, danasîna wan bikim û nimûneyan wan dayî ji wan bidim. Lê ji ber ku nimûneyên rojnameyê dirêj in, ez ê pir bi kurtî, bi du sê hevokan nîşan bidim.

Armanc, j. 126
Lawikê Berrîvanî di nivîsa “Hahooo, haho, van dizan bigrin!” (1992, r. 4, 9) a hejmara 126an de navê sê kesan dide ku întihal kirine. Li gor L. Berrîvanî A. Gernas (“Şiêra Kurdî ya Klasîk, Sofîtî û Mewlewî) nivîseke swêdî a kovara Svensk-Kurdisk Journal (“Mewlewi, klassisk kurdisk poet och sufi”) diziye, gotin bi gotin wergerandiye û di kovara Roja Nû de navê xwe li bin nivîsiye.

 Ø Förutom sin Diwan skrev Mewlewî följande större verk: 1-En versbok pa kurdiska om religiösa fragor. (Svensk-Kurdisk Journal, nr.2/1985, r. 8, 9) (Nîşe: Du herfên taybet ên alfabeya swêdî nehatine nivîsîn)
Ø Ji bilî Diwanê, Mewlewî, ev berhemên jêr jî nivîsiye: 1-Dîwanekî çarînan di derheqa pirsên olî da. (Roja Nû, no. 32, 1991, r. 11, 12, 13)

Li gor Lawikê Berrîvanî kesekî din ê dizî kirî jî Keremê Anqosî ye ku nivîseke Malmîsanij ji kovara Çarçirayê diziye û di Roja Nû de çap kiriye.

Ø Li gor Mistewfî, sînorê Kurdistanê digihîşt Iraqa Ereb, Iraqa Ecem, Azerbeycan û Diyarbekir.. Bêguman navê Kurda bixwe di belgeyên hîn kevintir de jî heye. (Malmîsanij, “Xerîta Mehmûdê Qaşgarî û Welatê Kurdan”, Çarçira, no. 3, 1986, r.1)
Ø Li gor Mistewsî, sînorê Kurdistanê digihîşte Iraqa Ereb, Iraqa Ecem, Azerbeycan û Diyarbekirê. Bêguman navê Kurda bixwe di belgên hîn kevintir da jî heye. (Keremê Anqosî, “Ji Dîroka Navê Kurdistanê”, Roja Nû, no. 27, 1990, r. 10)

Lawikê Berrîvanî diyar dike ku dizên nivîsan ne tenê li derveyî welat lê di esasê xwe de keleşên dizan li welêt in û navê Yaşar Kaya dide. Li gor wî Yaşar Kaya jî nivîsa Malmîsanij diziye.

Ø Metinleri inceleyen ve Kürtçenin değişik lehçelerini iyi tanıyan Qanatê Kurdo’ya göre, bu metinler Kürtçenin Sorani lehçesiyledir. Metinlerin yazılışında kullanılan alfabe ise Arap alfabesi gibi sağdan sola yazılan değişik bir alfabedir. (Mehmet Malmisanlı, “Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler Üzerine”, Tarih ve Toplum, no. 54, Haziran 1988, r. 59-63)
Ø Metinleri inceleyen ve kürtçenin değişik lehçelerini iyi tanıyan Qanatê Kurdo’ya göre, bu metinler Kürtçenin Sorani lehçesindeydiler. Metinlerin yazılışında kullanılan alfabe ise Arapça alfabesi gibi sağdan sola yazılan değişik bir alfabedir. (Yaşar Kaya, “Din Dili Olarak Kürtçe, Rewşen, No: 1, Sibat 1992, r. 40, 41)

Armanc, j. 127
Lawikê Berrîvanî di nivîsa xwe ya “Qewet be ji te re nivîskaro (!!)” (1992)hejmara 127an de navê Koyo Berz dide û diyar dike ku Koyo Berz beşek ji pêşgotina Nûredîn Zaza diziye û di rojnameya Welat de çap kiriye. Li gor nivîsa L. Berrîvanî Koyo Berz di nivîsa hejmara 8an a rojnameya Welat de, ji bilî çend guherandinên biçûk wek orjînala nivîsê weşandiye û di nivîsa hejmara 9an a rojnameyê de jî bêtir hin tehrîfatên biçûk hene û dibêje: “Piştî nivîsandina vê meqalê Koyo Berz du beşê din jî ji nivîsa Dr. N. Zaza di rojnama Welat de weşand. Welê xuya ye ku Koyo Berz çav berra hemûyê nivîsê daye. (r. 11)”

Ø Mewzû’ê Memê Alan ji Melê jî hîn pir kevintir e. Li gora dîroknivîsê Danîmarkî yê Îrannasê bi nav û deng, A. Christensen (Kristensin), destanek wek ya Memê Alan, 1000 sal berî Îsa Pêxember di nav milletên arî de pir belav bûbû. (Destana Memê Alan, r. 12)
Ø Mewzuyê Memê alan ji Melayî Cizîrî jî hîn pirr kevintir e. Li gora dîroknivîsê Danîmarkî yê Îrannasê bi nav û deng, A. Christensen (Kristensin), destanek wek ya Memê Alan, 1000 sal berî Îsa Pêxember di nav gelên Arî de pirr belav bûbû. (Koyo Berz, Welat, hej. 8, r. 11, 1992)

Lawikê Berrîvanî di nivîsa xwe ya “Hewcedariya min bi çend “dedektîvan” heye” (1992, r. 4) ya hejmara 129an de, “nivîskarên diz” di du grûban de dinirxîne û ji bo her grûbekê navê nivîskarekî û nimûneyên diziyê eşkere dike. Ev du grûb, dizên cesûr û dizên kone-qurnaz in. Li gor wî dizên cesûr di xwe re nabînin nivîsên ku didizin jî biguherînin û hema navê xwe li bin dinivîsin, lê dizên kone-qurnaz ne wisa ne û diyar dike ku ew nivîsên ku didizin hinekî li bin guhê hev dixin û dixin qalibekî din.

Lawikê Berrîvanî ji bo grûba dizên cesûr navê D. Doğan dide û diyar dike ku wî nivîseke tirkî ya Rohat (Alakom) a di kovara Dengê Komkar de bêyî guherandineke mezin kiriye malê xwe û di kovara Deng de weşandiye. Lawikê Berrîvanî nimûneyek ji nivîsa D. Doğan dide lê ya Rohat tenê çavkaniya nivîsê dide û ji bo wê dibêje “eynî nivîs, binêre:”. Ji bo ku em nivîsan bidin ber hev, min xwe gihand nivîsa Rohat û min heman beşa ku Lawikê Berrîvanî wekî nimûne dayî girt û li vir zêde kir.

Armanc, j. 129
  
  Ø Newroz bayramının geniş bir şekilde ele alındığı ve Kürtlerin ortaya çıkışına bağlı olarak işlendiği  ilk eser, Firdevsi’nin Şehname adlı halk destanıdır. Bu değerli eser M.S. 999 yılında yazıldı. (Rohat, “Newroz’un Mitolojik, Folklorik ve Politik Önemi”, Dengê Komkar, j. 40, r. 8, 1982)
  Ø Newroz bayramının geniş bir şekilde ele alındığı ve Kürtlerin ortaya çıkışına bağlı olarak işlendiği  ilk eser, Firdevsi’nin Şeyhname adlı halk destanıdır. Bu değerli eser, M.S. 999 yılında yazıldı. (D. Doğan, “Newroz!”, Deng, j. 4, r. 57, 1990)

Lawikê Berrîvanî ji bo grûba dizên kone-qurnaz jî navê Xalid Lezgîn dide û diyar dike wî nivîseke wergeriyayî swêdî ji kovara Svensk Kurdisk Journal bi awayekî hosteyî diziye ji ber ku nivîs bê guherandin negirtiye û di gelek cihan de hevokan serûbinî hev kirine, lê li gor wî tevî van guherandinan jî wî nekariye ji bin de şopê li ser xwe wenda bike û hin hevok wek xwe hiştine.

Ø Bland kurdiska poeter och historiker fran artonhundralets förra halft ar Mah Sharaf Khanim Kurdistani sarskilt intressant. Hon skrev under pseudunymen Masture och var sa vitt man vet den enda kvinnliga historikem i Frame och Melersta Östern under denna tid. (Svensk Kurdisk Journal, nr. 15-16, 1989, r. 5) [Nîşe: Hin herfên taybet ên alfabeya swêdî nehatine nivîsîn)
Ø Di nav şair û hozanên sedsala 19’an de Mestûre cihekî taybetî digre. Bi qasî ku tê zanîn di wê dewranê da li hemû Rojhilata Navîn da wek jin Mestûre yekane kes e ku dîrok nivîsî ye. (Xalid Lezgîn, Azadî, j. 1, 1992, r. 9)

Lawikê Berrîvanî êdî piştî çend hejmaran bi navê xwe yê Zinarê Xamo dinivîse. Zinarê Xamo di nivîsa xwe ya “Bersivek mecbûrî” (1992, r. 4, 9) ya hejmara 134an de bersiva rexneya X. Lezgîn dide û navê du kesan jî eşkere dike ku întihal kirine. Li gor ku em ji vê nivîsê hîn dibin, X. Lezgîn di hejmara 35an a kovara Roja Nû de bi nivîseke dirêj bersiva nivîsa Zinarê Xamo dide çima ku ew îfşa kiriye. X. Lezgîn, Zinarê Xamo wek “zikreş û çavnebar” diyar dike, û Zinarê Xamo jî bi diziyê tawanbar dike. Li gor “bersivek mecbûrî”,  X. Lezgîn gotiye, Zinarê Xamo li ser “Bûyera 49’an” nivîsiye, lê ew wan gişan nas nake, bi wan re nemaye, wê gavê Zinarê Xamo çawa dikare li ser wan binivîse? Her wiha li gor vê nivîsê, X. Lezgîn gotiye navê quncikê Zinarê Xamo yê bi navê “Hindik Rindik” berê di kovara Hawarê de hebûye loma ev dizî ye û her wiha divê li bin her pêkenîna nivîsî navê xwediyê wê binivîse. Zinarê Xamo jî di berdewamiya nivîsa xwe de bersiva van rexneyên X. Lezgîn dide.

Armanc, j. 134
Zinarê Xamo di vê nivîsa xwe de behsa du navan dike û diyar dike ku wan jî nivîsên xelkê bi “dizîka” kirine malên xwe.  Li gor Zinarê Xamo, di hejmara 29-30 ya Roja Nû de li ser rojnamegeriya Kurdî li Iraqê nivîsek derketiye ku nivîs ya Heme Salih Ferhad e û Casim Rênas jî tîpguhêziya wê kiriye û bi pêşgotinekê jî weşandiye. Casim Rênas di vir de diyar dike ku wî “ev lêkolîn ji tîpên Erebî wergerand û adepteyî Kurmanciya jorê kir”. Lê mesele ne di wir de ye, li vir e: Li gor Zinarê Xamo, “ev lêkolîna H. Salih Ferhad piştî ku çûye Tirkiyê û tercûmeyî Tirkî bûye (binêre Deng no:22, r 52-62), navê H. Salih Ferhad ji ser şemitiye, xwediyê wê îcar bûye C. Rênas.”

Navekî din ê ku Zinarê Xamo eşkere dike, Hazim Kiliç e. Li gor Z. Xamo, H. Kiliç lîsteyeke berhemên Kamiran Bedir-Xan rasterast ji pêşgotina Roja Nû girtiye û di pêşgotina rojnameya Stêrê de bicih kiriye û vê jî negotiye. Zinarê Xamo, H. Kiliç teqdîr dike ji ber ku rêza lîsteyê jî tê de bi eslê kopyayê re sadiq maye û li gor ku diyar dike tew çewtiyên wê jî ‘eynen kopî kiriye, wek di rêza 4an de li şûna “Le Kurde Sans Paine”, “Le Kurde Saus Paine” hatiye nivîsîn û H. Kiliç jî vê şaşiyê wek xwe hiştiye û her wiha “di pêşgotina Roja Nû de navê berhemekê bi çewtî du caran (rêza 5 û 15) hatiye nivîsîn, wî jî her ev çewtî kiriye û qet “hewce” jî nedîtiyye ku çavkanîyê nîan bide. (r. 9)” Apê Zinar herî dawî nivîsa xwe bi van hevokan diqedîne: “Nuha gava ez viya bibêjim, ma ez dibim “çavnebar, zikreş û hesûd”? Ma dizî ne eyb e, îlankirina diziyê eyb e?”

***

Mijara întihal û diziya nivîsan ne tenê roja îro, lê berî bi deh salan jî bûye cihê behsê di kovar û rojnameyên kurdî de û nîqaş li ser vê mijarê geriyane. Di vê nivîsa me ya danasînî de, wekî ku xuya ye, Apê Zinarê Xamo hêj berî bîst û pênc salan bi cesareteke mezin serê xwe bi mijara întihal û diziya nivîsan re êşandiye û kesên vî karî jî kirine îfşa kirine. Bêguman ji bo tespîtkirina întihal û diziyê jî xwendineke hûrbîn û baldar lazim e ku Apê Zinar têra xwe heq ji vê xwendinê derketiye. Di vê nivîsa xwe de me behsa çar nivîsên Zinarê Xamo kir ku ew navê heşt kesan dide û diyar dike ku wan întihal kiriye.  

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

2 yorum:

  1. Spas Înan, te pir xweş xulase kiriye. Bawer bike min hin nav ji bîr kiribûn. Te anî bîra min.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Esas spasî ji min Apo. Her hebî û her bininivîsî ✋

      Sil