Kevntirîn Kitêba Kurdî û Întihala Înanolo



Gerdûn (ku ên dî jê re dibêjin kitêbxane) ji hejmareke nenaskirî,
û heye ku bêdawî, a dalanên şeşgoşe pêk tê.
“Kitêbxaneya Babîlê”, Jorge Luis Borges
(Xewn û Xeyal, Wer. Ciwanmerd Kulek)

Berf û baran nebariya bajarê me wê salê, erd şil nebû. Şênî bi fikar bûn, gelo xelayeke din li ber deriyê wan bû? - Xwedê neke. Kal û pîrên temenê wan bi ser heştêyî ketî li civatan bi kul û keser behsa rojên oxirmên giran, rojên reş ên Sala Garisê Hûr dikirin. Sal 1942. Wextê Herba Cîhanê ya Duyem e. Xelayekê bajarên me dane ber xwe û wan dibe. Mirin e, sefaletî ye, şer e, qirên e, şewb e, kî mir kî nejî ye. Genim bi dest nakeve. Hebe nebe garisê hûr e (ew jî ne bi dest her kesî), giha ye, şênahî ye li çol û pesaran.

Min Înanolo cara pêşîn di civateke ji van civatan de dît. Wek duhê tê bîra min, hêj di derba ewil de qilafetê wî pir bala min kişandibû. Di cihê xwe de neditebitî, geh nigekî xwe dixist bin yê din, geh porê xwe dikişand, geh bi pizikên rûyê xwe dilîstin, geh destê xwe ji nav kurtikê gal dikir milê xwe û tê de dihişt. Tirs û şayîşa kal û pîran xistî dilê me heçku ne di xema wî de bû. Dikeniya ew, me digot qey ne ji me be, dê bêje hir hir hir, bikene. Min ne îşê meraq kiribû. Gelo ev kurik ji bo çi dikene? Piştî heft salan gava di qezaya trafîkê de lingê wî ji çokê de jê bû, li nexweşxaneyê çûm serdana wî û di neqebeke axaftina me de min ev pirsa bi salan ji min re bûyî meraq jê kiribû: Gelo tu ji bo çi dikeniyayî? Gava min ev mesele anîbû bîra wî, cardî keniyabû û qal kiribû ku hingê hatiye bîra wî ku li civateke mîna wê civatê, melayekî bajarê me (ez navê wî nedim baştir e, dawiyê tên li deriyê mala me dixin) nema xwe girtiye û û tirrt bi xwe de berdaye loma xwe negirtiye, keniyaye. Axir wê rojê, li wê civatê meseleyeke bi wî hawî li me neqewimî an na naxwazim halê Înanolo yê wê çaxê bînim ber çavê xwe.

Cara duyem, min Înanolo li ber Çemê Bismilê dît û li wir me hev nas kir. Melayên bajêr komek însan dabûn ber xwe, hatibûn ber Çemê Bismilê da duaya berf û baranê bikin. Mala me ji ber ku nêzî çêm bû, ez zû bi hatina wan hisiyam. Gava melayan bi dorê dua dikirin û me jî li pişt wan digot amîn, pistîniyek bi ber guhê min ketibû ku ji duanin bêeleqe pêk dihat. Bi li pişt zivirînê re çavê min bi Înanolo ketibûn. Oohh. Ev ji kû derketibû? Ma xwene digot çi Înanolo? Digot, Xwedêyo tu qîzeke şîrhelal bi nesîbê min kî. Digot, Xwedêyo nexweşiya diya min jê bibî. Digot, Xwedêyo tu koînên min bilind bigirî. Digot, Xwedêyo min kêm kir tu zêde bikî. Digot, Xwedêyo tu eskeriya min du salên din jî tecîl bikî… û hah, min ji bîr dikir bibêjim. Digot, Xwedêyo tu deriyê weşanxaneyan li min vekî. Ez ecêb mabûm, cara pêşî min didît, Çemê Bismilê ziwa bûbû.

Duayên Înanolo ji min re pir ecêb hatibûn û min qet fam nedikir çi eleqeya van duayan bi berf û baranê re heye. Herî pir jî duaya wî ya li ser weşanxaneyan ji min re nihênî hatibû. Min li gor xwe hin texmîn rêz kiribûn. 1) Bi îhtimaleke mezin ji karê xwe yê weşanxaneyê hatiye qewirandin. 2) Dixwaze weşanxaneyan veke. 3) Dixwaze di her weşanxaneyekê de kitêbekê bide çapkirin.

Gava ji ber meraqa xwe min pirsa duaya li ser weşanxaneyan ji Înanolo kiribû, êdî cemaetê karê xwe xilas kiribû û em belav dibûn. Min kitêbeke kurdî ya wenda peyda kir -Înanolo micid gotibû-, kitêba herî kevn a kurdî, dîroka kurdî dê ji nû ve bê nivîsîn, edebiyata kurdî dê li bin guhê hev bikeve. Min Înanolo ti carî bi qasî wê rojê micid nedîtibû. Gava min xwe da naskirin ku ez li Zanîngeha Mêrdînê xwendevanê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me, hinekî heyirî û wî jî navê xwe ji min re got û xwe wekî dîroknas û lêkoler da naskirin. Min navê wî nas kiribû ji ber ku min hin lêkolînên wî û wergerên wî yên ji erebî di kovaran de xwendibûn. Bi taybetî nivîsên wî yên wekî  “Mervani Emiri Nasr ud-Dewle” (Kürt Tarihi, j. 3, 2012, rr. 9-16), “Kürtlerin Kullandığı En Eski Alfabeler” (Kürt Tarihi, j. 4, 2013, rr. 12-22), “Dîroka Merwaniyan” (Ibnu’l Ezraq, Nûbihar, Wergera ji Erebî: Înanolo, j. 123, 2013, rr. 21-29), “Dîroknûsiya Kurdî di Serdema Îslamê de” (Nûbihar, j. 126, 2014, rr. 29-39) hêjayî xwendin û balpêdanê ne. Texmîn nekiribû ku min nivîsên wî xwendibûn loma hinekî kêfxweş û hinekî ecêbmayî mabû. Li ser vê hevnasînê ji bo rojtira din ez vexwendibûm mala xwe da ku wê kitêba şahane û yekta cara pêşîn nîşanî min bidaya. Xwendevanên birêz ên vê blogê niha texmîn dikin ku wê kêlîkê hew mabû ji kêfan bifiriyama û hey bifiriyama.

Wê şevê xew neket çavê min. Min dixwest hema zûka ro hilê û bazdanka biçim wê kitêba nedîtî bibînim. Çawa li min bû sibeh nizanim. Tenê tê bîra min ku dikevim deriyê mala Înanolo û em bi hev re derbasî nivîsxaneya wî dibin. Refên kitêbên bi dîwaran ve hilkişiyayî  seranserê odeyê rapêçaye. Kitêbxaneya Babîlê, dibêjim, di dilê xwe de. ‘Eyn wekî Kitêbxaneya Babîlê ye. Na, dibêje Înanolo, na, na. Ji niha û pê de, Kitêbxaneya Bismilê. Înanolo destê xwe li refa kitêban dixe û deriyê nihênî ê bi ser odeyeke din ve li ber me vedibe. Em derbasî wê odeya nihênî dibin ku hemû deşta Bismilê tê de cih digire. Ez ji çavên serê xwe bawer nakim, ew çemê Bismilê, ê ziwabûyî jî, di nav odeyê re, şir şir diherike. Çend zarokan xwe li dûran tazî kiriye û torên xwe diavêjin çêm. Keç û xortek li ser kelekê bi hemd hêl dibin. Mala Xwedê ava be, duayên me qebûl bûbûn.

Ka hilde -Înanolo desteyek kaxez avêtin ber min û ez ji temaşeyê kaş kirim-, berhema mûhterem û mûteber li hafa mîrê xwe ye. Bi tirs destên xwe didim kaxezan, li bendê me ku cinek ji nav wan derkeve û ji min daxwaza min pirs bike. Ev ne kitêb e -min gotibû-. Hemû xeyalên min têk çûbûn, halbûkî li benda tiştekî din bûm. Yaw bavê apê xwe -Înanolo bi tinaz ji min re gotibû-, ev Ekola Artukluyê jî yekcarî nabe. Dilê min êşiyabû, lê wî henekê xwe bi min dikir. Paşê li ber dilê min dabû û diyar kiribû ku wî ev kitêb li Antaqyayê li cem sehafekî Dîmeşqî (nedigot Şamî) yê ji ber êrîşên DAEŞê reviyayî dîtiye lê ji ber ku mêrikî nexwestiye kitêba xwe ji dest bide, bi heft zor û heft belayan ancax kariye kopî bike lê çi bigire gelek rûpelên kitêbê qetiyane, ji aliyê mişkan ve hatine xwarin û di gelek rûpelan de jî hibr belav bûye û nivîs jê çûye. Bi van detayan kêfa min hinekî hatibû ber min.

Masî Soratî -min gotibû, gava min li herfên esrarengîz ên ser kaxezan dinêrî-. Min ew herf nas dikirin, di dersa me ya Paleografyayê ya li zanîngehê, mamoste ew herf nîşanî me dabûn. Pak -gotibû Înanolo û ez pesend kiribûm-, ev herfên alfabeya Masî Soratî ne ku ji 37 herfan pêk tê. Ibn Wehşiyye -min gotibû-. Çiqasî heyecanî bûbûm Xwedêyo. Sedddeq -Înanolo gotibû û tev li heyecana min bûbû-, Ibn Wehşiyye di kitêba xwe ya Şewq-ul Musteham Fî Mehrifeti Rumûz-il Eqlam de vê alfabeyê dide û diyar dike ku wî li Bexda û Nawosê sî kitêb bi vê alfabeyê dîtine û li Dîmeşqê jî du ji van kitêban li cem wî hebûne ku yek jê li ser avnasiyê bûye lê ji wan kitêbên wenda heta niha ev kitêb tenê hat kifşkirin ku navê wê Avnasiye ye û di sedsala heştan de li ser ricaya merhûm Xarûn Reşîd (digot heyran û hejmekarê kurdan bû) ê xelîfîyê pêncem ê Ebbasiyan, ji aliyê Ibn Mehmûdê zanyarekî navdar ê serdema xwe ve hatiye nivîsîn.

Înanolo bêsekin wek ansîklopediyekê diaxivî. Hêrs bûbû gava min jê re qal kiribû ku di derseke me de nîqaş li ser rasteqîniya vê alfabeyê geriyaye û mamosteyê me yê hosteyê nivîsên kevin Ibn Wehşiyye wekî kesekî sextekar û hîlebaz bi nav kiriye loma guman biriye ser ku bi îhtimaleke mezin alfabeyeke wihakî ya kurdan qet çênebûye û Ibn Wehşiyye jî ewqas kitêbên kurdî yên bi vê alfabeyê nedîtine û jixwe ne aqilane ye ku ewqas kitêb di wê serdemê de hebin û bêyî ku di ti çavkaniyên pêbawer de behsa wê hatibe kirin. Bes bipeyive -Înanolo bi hêrs gotibû û destê xwe danîbû ser devê min da ku zêdetir nepeyivim-, ev nêrîna oryantalîstan e. Gotibû, hûn zilamên dewletê ne, gotibû, hûn dijminatiya kurdan dikin, gotibû, dîroka me ji hedê xwe zêdetir kevintir e, gotibû, hûn sîxur in, gotibû, dîroka kurdan divê tenê ji aliyê kurdan ve bê nivîsîn. Min nexwetibû dilê Înanolo bihêlim, hêrsa wî bînim. Gava hêrsa wî daket, bi xweşikayî ji min re got ku xêrnexwazên kurdan bi fenekiya zanistê hewl didin gumanê bibin ser hemû keresteyên kurdan û wan wekî ne yên kurdan nîşan bidin.

Va ye delîl -Înanolo cardî desteya kaxezan hil kiribû û avêtibû ber min-, de hûn ew mêr in, werin bêjin ev derew e. Min bi heft dilan daxwaz jê kiribû ka gelo mumkin e em çend hevokên Avnasiyeyê tevî latînîzekirina wî cara pêşîn di vê blogê de pêşkêşî xwendevanên kurdî bikin. Înanolo daxwaza min qebûl kiribû û gotibû ku ji ber kêfa wî ya ji min re hatî daxwaza min qebûl kiriye an na dê nehişta herfek tenê jî bê hilgirtin. Min spasiya Înanolo kiribû, beşeke biçûk a kitêbê tevî latînîzekirina wê jê girtibû û xatirê xwe jê xwestibû.

Ez wekî xwediyê vê blogê kêfxweş û serbilind im ku cara pêşîn xebera peydabûna  kevntirîn kitêba kurdî di vê blogê de digihînim raya kurdî û bi vê minasebetê beşeke biçûk a kitêbê tevî herfguhêziya wê ya ji bo latînî pêşkêşî xwendevanên ‘ezîz dikim.

Orjînala wê, bi alfabeya Masî Soratî:


Herfguhêziya wê, bi alfabeya Latînî:

“Û hindek qişlaxêd ekradan heyîn, zivistan eslen av bi dest nakevitin. Berfê tînin û der mencelan da dihelînin û vedixwin û diemilînin û heywanêd wan berfê dixwin.”

***

Ev beşa biçûk a Avnasiyeyê pir hatibû xwendin, gelek xwendevanan li bin blogê şiroveyên pîrozbahî û malavayiyê li me dikirin. Min ti carî bawer nekiribû ku dê bi rêjeyeke bilind bê xwendin çimkî min bawer dikir ku xwendevanên kurdî kêm û gelek kêm in. Lê hesabên min wek hev derneketibûn, hetta Chalak Events a koma navdar a xwendevan û ciwanên kurd  xwe gihandibû min û bi saya vê nivîsa min peywendî bi Înanolo re danîbûn da ku were li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê semînereke dîrokî li ser vê kitêba herî kevn a kurdî bide. Piştî sê rojan gava min Înanolo li parka nava bajêr a berê bûyî cihê şaredariyê dît, ji min re qal kir ku wî ji ber xatirê ciwanan daxwaza semînerê qebûl kiriye, nexwestiye dilê ciwanan bihêlê. Ez bi xwe şahid im ku Înanolo di temamê jiyana xwe de piştgirî û piştevaniya ciwanên kurd kir.

Bi xêr 26ê vê Adarê kitêbê didim çapkirin -Înanolo bi kêf gotibû-, weşanxaneyên kurdan li ber min digerin da kitêbê bidim wan, ez jî tê de mame heyirî, nizanim bidim kîjanê. Min hin gumanên xwe ji Înanolo re gotibûn. Min nedixwest ewqasî bi lez û bez kitêbê ji nav destê xwe derxe. Ditirsiyam ku ew jî bibe wek meseleya Borabozê, em ê bihetikiyana. Ev çi bîçîm gotin in yaw -Înanolo bi hêrs cixareyek ji pakêta xwe derxistibû û gotibû-, yanî tu dibêjî ez derewan dikim, ji qûna xwe diavêjim? Na, na, min ev tişt qest nekiribû, baweriya min a ji Înanolo misqalek kêm nebûbû bes guman hebû ku Avnasiye ji aliyê kesekî hîlebaz yê wekî Ibn Wehşiyye di van sedsalên dawî de hatibe nivîsîn. Înanolo bi ti awayî îhtimal nedida vê gumana min û pêdagir bû di îddiaya xwe ya kevintirîn kitêba kurdî de. Lê gumaneke min a dî jî hebû. Zimanê Avnasiyeyê pir nêzî kurdiya me ya îro bû û meriv ji bilî çendek peyvan bi rihetî fam dikir halbûkî ez li bendê bûm ku zimanekî pir cudatir ê ji roja me tê de hebûya. Kurdan zimanê xwe parastiye -Înanolo li dij gumana min derketibû-, ev jî nîşan dide ku kurdî di demeke pir kevintir de derbasî nivîsê bûye heta ku gihaştiye roja me. Divê bibêjim ku van argûmanên Înanolo ez qaneh kiribûm loma dilê min ne îşê rihet bûbû.

Hefteyek di ser wê rojê re qediyabû an neqediyabû, Chalak Eventsê afîşa semînera Înanolo a bi navê “Kevntirîn Kitêba Kurdî: Avnasiye ya Ibn Mehmûd” li ser torên medyaya civakî belav kiribû, bi kurdî-îngilîzî bi pesn û şabaş gotibû ev semînereke dîrokî ye ku dê li Zanîngeha Bogaziçiyê pêk bê. Loma pêşniyaz dikirin ku kes ji vê semînerê nemîne û ji bo yên nehatî jî di Instagramê de dê weşana zindî ji cihê semînerê bihata veguhestin. Hezar heyf û mixabin derfeta min çênebû ku ez jî bi Înanolo re lêxim herim Stenbolê loma çar neçar li benda roja semînerê mam da min di weşana zindî de li axaftina pîroz a Înanolo guhdar bikira.

Roja semînerê ez zîq li bendê mam ku Chalak Events derbasî weşana zindî bûbûya. Ji cihê bûyerê hin wêne ketibûn taymlayna min ku hê dest pê nebûyî salona zanîngehê li her du qatan heta dêv tijî bûbû û her ewqas kes jî li ser nigan mabûn. Min ji wêneyan gelek nûçegihan û rojnamevanên ajans û rojnameyên kurdî nas kiribûn. Wê rojê hemû entelîjansiyaya kurdî jî li wir bû û wan Înanolo tenê nehiştibû. Dû re ez ê hîn bûbûma ku hin ciwanên xwîngerm pêşiya konvoya Înanolo girtibû, xwe avêtibûn stûyê wî û xwestibû ew bi helahelayekê li ser destan bibiraya cihê semînerê. Xwedêgiravî ewlekaran bi zorekê Înanolo ji dest wan ciwanên xwîngerm xilas kiriye.

Weşana zindî dest pê kiribû. Temaşekeran dest pê kiribû bi sedan şiroveyan binivîsin, destê xwe bihejînin, qelban bişînin. Înanolo bi hemû sergevezî û micidiya xwe req req derbasî salona axaftinê bûbû. Berpirsyaran bi zehmetî beşdar bêdeng kiribûn da Înanolo dest bi pêşkêşiya xwe bikira. Înanolo bi slaytan pêşî behsa dîroka kevn a kurdan, alfabeyên wan bi kar înayî kiribû û ji wir jî derbasî mijara Ibn Wehşiyye û alfabeya Masî Soratî bûbû. Dû re dor hatibû ser kevintirîn kitêba kurdî, Avnasiye, wî bi hûrgilî berhem û nivîskarê berhemê dabû nasandin û herî dawî jî çendek parçeyên xwendinê ji berhemê tevî latînîzekirina wê nîşanî beşdaran dabû, ji wan re xwendibû. Hê ku derbasî fesla pirs û bersivan nebûyî, helahelayek ji nav beşdaran hil bûbû û gava berê kamerayê hatibû ser vê helahelayê, min dîtibû ku ev helahelaya mevlutoguz ê blogerê kurdî ye ku li gor riwayeteke cemaeta kurdîzimanan, wî hemû kitêbên kurdî xwendibûn. mevlutoguz hingê bi xal-nivîsên xwe yên “Bêndera Çandê” navdar bûbû û heta mirina xwe jî bi nivîsandina wan berdewam bû ku xala dawî ya “Bêndera Çandê” 2863 bû û wî gava ev xal li mekanê xwe yê daîmî Espressolab Taksimê li ber du qurt White Chocolate Mocha ya sivik qedandibû, bi qurteke di ber qirika xwe re mayî emrê Xwedê kiribû, koça xwe ji nav me bar kiribû.

mevlutoguz bêrawest diqîriya û bi nêzîkbûn û zelalbûna dîmena kamerayê re min kitêbek di dest wî de dîtibû, kitêb dihejiya lê tevî vê jî herfên ser wê kifş dibûn. Ev kitêba Mela Mehmûdê Bayezîdî ya bi navê Adat û Rusûmatnameê Ekradiye bû ku di dersên xwe yên zanîngehê de min gelek behs û pesnê wê bihîstibû lê çi fêde derfeta min çênebûbû ku wê bixwînim.

Dizzzeko -mevlutoguz gotibû, dengê wî li salonê olan dida-, întihalciyo, te kitêba Mela Mehmûdê Bayezîdî diziye û te ew herf bi xwe xêz kirine, tu kê dixapînî bêîmano. Pêlek li beşdaran ketibû, ji her devî dengek derketibû. mevlutoguz axaftina xwe hişkgîn berdewam kiribû û parçeyên xwendinê yên Înanolo xwendî dubare ji kitêba dest xwe xwendibû. Li gor xwendinên wî dihat famkirin ku Înanolo ji Mela Mehmûdê Bayezîdî întihal kiriye, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye wek Avnasiye ya  Ibn Mehmûd ji nû ve nivîsiye. Her wiha dihat famkirin ku Înanolo pirraniya hevokan ‘eynen kopî kirine, hevoksaziya hin hevokan guherandiye, û gelek peyv jî bi hevwateyên wan re guherandine da ku bi rihetî neyê zanîn ku ev întihal e. Xwedêkirî Adat û Rusûmatnamea Mela Mehmûd li cem min hebû û piştî weşana zindî min çavek lê gerandibû, ew beşa biçûk a di blogê de li ser navê Avnasiyeyê belavbûyî di kitêba wî de dîtibû. Ji bo ku xwendevanên mexdûr ên vê blogê ji gotina min piştrast bin, ji kerema xwe li rûpelê 100î yê Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ya Mela Mehmûdê Bayezîdî binerin ku bi ravekirin, tîpguhêzî û lêkolîna Jan Dost çapa wê ya yekem di 2010an de ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye belavkirin. Her çawa ku di vê rûpela navborî de berçav e, ev beşa biçûk a întihalkirî di bin sernavê “Pirsa avê” de cih digire lê çi bigire Înanolo ew ravekirinên nav parantezan ên lêkolerî ji ber mizawiriya xwe kopî nekirine. Lê ji bo ku meseleya întihalê baş zelal bibe, xwediyê vê blogê xwe mecbûr hîs dike ku vê beşa mewzûbehîs ‘eynen li vir binivîse da ku xwendevanên mexdûr bikarin her du beşan bidin ber hev:

“Û hindek qişlaxêd ekradan heyîn, zivistan eslen av bi dest nakevitin. Berfê tînin û der mencelan da (di beroşan de) dihelînin û vedixwin û diemilînin (bikartînin, lê dixebitin) û heywanêd wan berfê dixwin.” (reşkirin aîdî min in. -i.e.)

Piştî xwendina mevlutoguz salona semînerê li bin guhê hev ket, bû qir û qiyamet. Beşdaran bi xwe negirt, bi yekdengî bû yûhyûha wan, Înanolo hat şermezarkirin. Xuya bû kesî hêviya întihalê nekiribû û enetelîjansiyaya kurdî jî tê de em hemû hatibûn xapandin. Înanolo epeşkere em trolandibûn. Çend ciwanan xwestibû êrîşî Înanolo bikin û heqê întihala wî bidinê û têra dilê wî lê bixin. Ji xêra Xwedê re berpirsyarên salonê li dor Înanolo bûbûn çember da ku marûzî lînceke nepayî neyê. Êdî li wê derê çi bi serê Înanolo hatibû nizanim, ji ber ku weşana zindî qut bûbû û jixwe naxwazim behsa wan temaşekaran bikim ku pesn û şabaşên wan çawa veguherîbûn çêr û heqaretan.

Metoda latînîzekirinê ji bo Alfabeya Masî Soratî
ya Umîd Demîrhan, www.beroj.de.



Rojtira din Înanolo di hemû rojnameyên kurdî de wekî “DIZIYEKE DÎROKΔ, “DIZÊ MEZIN” li manşetan bû û ji ber întihala xwe hatibû afîşekirin. Rojekê (du sê meh piştî vê bûyerê bû yeqîn) gava Înanolo ez gazî mala xwe kirim, hemû gilî û gazinên xwe ji kurdan kirin û wî ev îfşakirina întihalê wekî komployeke netewî (na, gotibû navnetewî) bi nav kiribû. Ez, rebenkê Xwedê, min bi kawikî bawer dikir ku bi rastî jî hin hêzên veşartî li pişt vê bûyerê hene loma nexwestine û rê li ber girtine ku kurd negihîjin kod û bermahiyên xwe yên kevnare û ji ber vê jî hin xwendeyên zana bi taybetî hatine handan da ku esseh vê întihalê îfşa bikin. Dilê min bi Înanolo şewitîbû loma min nexwestibû jê re bêjim ku piştî xwendineke hûrbîn û berfireh a li ser alfabeya Masî Soratî min tespît kiriye ku metoda te ya latînîzekirina Avnasiyeyê ji metoda latînîzekirinê ya nivîsa Umîd Demîrhan hatiye girtin ku ev nivîsa wî ya bi navê “Alfabeya Kurdî ya Hera Kevnareû Alfabeyeke Alternatîf” di malpera Berojê de belav bûye û wî bixwe di vê nivîsê de hemû bergindên herfên latînî yên 37 herfên Masî Soratî li bin nivîsîne, yanî metoda te ya latînîzekirinnê bi xwe jî întihal e. Heger min bigota, ev derbeya herî giran bû li Înanolo û bûnyeya wî ya zeîf jî vê îthamê qet ranedigirt.

Tevî ku min dizanibû Înanolo întihalkerekî zîrek e, destê min jê nedibû ku peywendiya xwe pê re qut bikim. Ji dilê min jî nedihat, a rastî. Peywendiya min a nêzîk a bi Înanolo re heta mirina wî berdewam bû û ew kitêba întihalkirî jî di ti 26ê Adarekê de nehat çapkirin. Wî tim û dayîm ez vedixwendim odeya xwe ya nihênî, me di wê odeyê de li deşta bê ser û ber a Bismilê temaşe dikir û li çemê ku şir şir diherikî di navê re.

16-18ê Sibata 2018an, Bismil


***

Çîrokên din ên rêzeçîrokên Înanolo: 

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

3 yorum:

  1. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  2. .Wê roja semînera te ji ber ku çubûm ji derveyî welat ji bo şîrketa xwe, nehatibûm. Lê di manşêta de min nûçêya te xwend. Mirad Bayram întihala te xisti bu manşet di bianetê de :P
    Di nav nivîsê te yî dawî de mirov dem weda dike :). Destxweş. min bi keyf xwend. :)) sjsghfd

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas Esra, kêfxweş bûm ecibandina te. Min esrake47 jî ji bîr nekiriye, ew jî li benda çîroka xwe ye :)

      Sil