Ferhengoka Sêwregê bi Amadekariya Ferhadê Mihemed

Berî çendakî Ferhadê Mihemedê çîroknûsê ciwan carê peyvine kêmnas ji min re dişandin û diyar dikir ku li cem wan bi filan an bêvan maneyê têne gotin. Bi vî awayî komek peyv ketibûn ser hev ên ku wî ji min re şandibûn. Min jê xwest ku van peyvan û çendek peyvên din ên herêma xwe bide ser hev da hem ji bîra min neçin û hem em karibin biweşînin. Qey ji siûda min bû ji ber ku li ber destê wî ferhengokek hebû û bi çend lêzêdekirin û guhertinan (her wekî mînakdayîna ji bo peyvê) ferhengok ket halê xwe yê dawî ku li jêrê hûn ê karibin bixwînin. Ev ferhengoka ji bîst û heşt peyvan pêkhatî tevî têbîniya amadekarî amade ye ji bo nezera xwendevan û nivîskarên kurdî. Hêvî ye ku bi kêrî edeb û ferhenga me  bê… 

Sêwreg, 1930 (ji arşîva saradistribution)

Ferhengoka Sêwregê

Cit─Citbûn: Noqbûn.
Mînak: Ew tîra ku ji kevanê filitî dê di hedefa xwe de cit be.

Çixur: Koma sergînan ê şilî.
Mînak: Avê berdin ser çixurê em ê herin tepikan (tepik: sergînên bi destan tên çêkirin yanî yên nexwezayî) çêbikin.

Çor, Bi Çorê Ketin: Perok.
Mînak: Elelokên me îsal bi çorê ketin yek jê nema, hemû mirin.

Emaretkirî: Erdê paqijbûyî.
Mînak: Di erdên me de kevir û xilik nîn in ji ber ku tev emaretkirî ne.

Emel Bike: Bawer bike.
Mînak: Emel bike tu bûye xweşik.

Hawêr: Hertim, Herweha.
Mînak: Xêr e tu hawêr diçî wê malê?

Înciraxî: Kerrixîn, Bêzarbûn
Mînak: Tu dê deynê xwe bînî bîne, te ez kirime încraxî.

Îspatî: Resmen, eynî.
Mînak: Îspatî şeva ku berf dibarî em ji serma mirin.

Keçlawîn: Keçika mîna lawan.
Mînak: Cîrana me ya keçlawîn bi qasî sê zilamên simbêlboq xurt e.

Korm: Tasika ku balinde tê de avê vedixwin.
Mînak: Korma ku di koka darê de hatiye çêkirin tijî av bike bila mirîşk avê vexwin.

Kulzikî: Kezebreşî.
Mînak: Te ez kirim kulzikî.

Lepsere: Yê hişneliserî.
Mînak: Tu çiqas lepsere yî? Ez di dewsa te de bûma min zanîngeh niha deh cara qedandibû.

Pawik: Lêpayin.
Mînak: De bilezîne, zû ez li pawika te me.

Perrişkîn: Rahiştin.
Mînak: Perrişkî tivingê û çû seydê.

Serav: Baran û nem a sererdî.
Mînak: Me zeviyên xwe ên biniya çêm serav çandin.

Serdor: Sînorê erdî.
Mînak: Rêzên mêwan her ku ber bi serdorê ve diçin zêdetir dişibin kevanekan.

Serihandın: Dawîlêanîn.
Mînak: Me dawiya vê terora dewletî nikarîbû biserihanda.

Sîrikî: Kirêt, lewitî.
Mînak: Here serê xwe bişo bêhna sîrikî ji tê.

Şêlgemarîn: Qirêj.
Mînak: Ew jina pirr şêlgemarîn e.

Şêlîn: Muxlaq.
Mînak: Ev ava ji şêlînbûnê nayê vexwarin.

Telbîz: Nekmeya binerdî.
Mînak: Telbîza erdê xweş e, tene dê zû zîl bidin.

Tertîşin: Qelîşek
Mînak: Petêxên tertîşin gelekî bi tahm in.

Tîjorikî: Çermşewitî.
Mînak: Beriya nîvrojê dermekeve derve da ku tu tîjorikî nebî.

Xaşok: Xeyidandina hundirîn.
Mînak: Tu zilamekî xaşok î, tu dê zû kal bî.

Xaşêl: Nûpûnû.
Mînak: Ev pêlavên min hêj xaşêl in.

Xorim: Komnîsk.
Mînak: Min ev xorimên nîskan nikaribû biavêtana patozê.

Xûbar: Erdê baranî.
Mînak: Teneyên xûbar îsal xweş nehatin.



Amadekar: Ferhadê Mihemed


***

Têbîniya Amadekarî:

Sosyolojiya Kurdan û erd, zevî, gund û cotkariyê pirr pevgirêdayî ye; heçku -wekî mînak- dîsiplîna ekonomiyê û psîkolojiyê. Ez niha vedigerim û li paşeroja xwe fedikim, difikirim. Beriya ku ez bême dinyayê deh sal malbata min ji gundê bav û kalên xwe veqetiyabû û xwe spartibû bajarokekî Rihayê. Baş tê bîra min hingê Kurdiya kesên malbatê zêdetir xwerû û saf bû. Wan, ji "demlikê" re digotin "çaydank" ji "kevçîdankê" re jî nedigote "bêşlî". Wextê ez bi heyîn, hêz û hebûna zimanê xwe hesiyam min rabû kurtelêpirsînên weha kirin "berê me ji van peyv û navan re weha digot lê çima niha em weha nabêjin?" Serqisê, wextê ku diya min gotineke welê "keça min ka here demlikek çayê bi ser de me ra." digot, min jî demildest ji diya xwe vedigerand û jê dipirsî "dayê we berê nedigot demlik çima hûn niha dibêjin demlik? ..." Wê jî welê digot "wele rast e oxil -ne lawê min- ka ez jî nizanim çima em werkîno dibên... ." "Te ji bo pirrsarbûnê digot 'zimag' çima tu niha 6mehan carê bi lêv dikî? ..." Paşê jî li ber xwe diponijî. Salên diya min êdî dev dane 70yî, ez weha têdigihîjim ku ew peyvanan jî bi umirê wê re endekskirî ne. Eger ew bimire dê ew peyvanan jî bi wê re bi jîndarî bikevin binê axê. Yanî dê parhafizeyek wenda bibe. Ji ber vî tiherî min jî hewl da bi van lêpirsînan ev peyv li hev bicivînim.  Bêguman tesîr û bandora Zaravaya Dumilî jî li ser Kurmanciya me heye. Ev yek ji bo min avantajek û kêrhatî ye. Ez hêvîdar im ku ev peyvinan bi kêrî xwende û nivîskarên Kurd bên.

Ferhadê Mihemed

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

3 yorum:

  1. Ez bi vê ferhenga biçûk gelekî kêfxweş bûm, xwezila zêdetir kes peyvên der dora xwe, ji gundê xwe wiha parve bikin. Gava çavê'm ji "xorim"ê ket ez wekî du gundî li Stenbolê rastî hevdu bên şa bûm. Hate bîra min ku ez vê peyvê baş dizanim lê ji zû ve ne min gotiye ne jî bihistiye. Keda we her du kesan jî badilhewa naçe, spasdar im!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bu yorum yazar tarafından silindi.

      Sil
    2. Em jî kêfxweştir in da ku ev tevxebata me bi kêrî te hatiye. Belê, tu heqdar î, divê herkes peyvên herêma xwe na na, yên, gundê xwe, yên rexê xwe, yên taxa xwe, yên kolana xwe hetta yên nav mal û jûra xwe berhev bike û wan bi me gihîne, her wisan wan bike nemir.
      Silav.

      Sil