Bismil li kû Beyrûd li kû?

 ji bo hemû lehengên vê çîrokê

Wê sibehê jî dereng şiyar bûbûm, adetê min e. Min cixareyek bi xurînî kişandibû, ev jî adetekî din. Piştî pariyek nan, du qedeh çay (yek bi cixarê re), qetek penêr, sê çar lib zêtûn, çar pênc kevçî mast, derketim çûm li ber Qehwa Tezekiyan sekinîm. Înanolo dereng hatibû, halbûkî ji min re gotibû namîne du sê deqeyan ez ê li wir bim. Her tim wisa dike ev kurik, deqeyên wî naqedin, mîratê. Bavê min digot baweriya xwe bi wan kesan neyîne ên ku li ser soza wextê xwe nasekinin û her tim ez hişyar dikirim ku bi yên wihakî re negerim. Dev ji van dostik mostikan berde -carekê gava em li ser taştê bûn gotibû-, ti ji wan dernayê. Pê re pê re cixareyek pêçabû û vê gotina xwe ya bûyî felsefeya jiyana wî wekilandibû: “Ger tek dostekî min li vê dinyayê hebe, ew jî cixare ye.” Bes wê dûmana cixarê têxwe hundir -bi hêrs ji ser taştê rabûbû û ji bavê min re gotibû diya min-, ji ber vê dûmana te îstireheta me nema. Ev jî adetekî bavê min bû. Adetekî wî yê din jî hebû ku her tim ji heval û nasên xwe re digot ku heft sal ‘emrê min maye. Hevalên wî yên xortaniyê gava ew li qehweyan li ser kaxezan didît, bi henekî li ber guhê dixist û pirs dikirin ka ev heft sal neqediya û ne qetê.

Yaw qet nepirse karekî pir muhîm derket deqa dawî -Înanolo bi helkehelk ji min re gotibû gava em derbasî hundirê qehwê bûbûn-, loma çend deqan dereng mam, êêê lo de ka bêje… Ez çi bêjim nizanim, Înanolo wisa ye, tu xwe jê bixeyidînî nabe, nexeyidînî nabe. Pir bi heyecan bû, bi ‘işqeke mezin behs dikir dê biçe Beyrûdê, keçikekê birevîne. Wan li ser înternetê hev nas kiriye, piştî ku du sê caran pev re axivîne Xwedêgiravî dilê wan ketiye hev. Keçik kurd bûye, piştî Herba Şêx Seîd bi malbatî ji Nisêbînê bar kirine çûne Beyrûdê. Ez metel mabûm, Bismil li kû Beyrûd li kû?
 
Beyrûd
Kurmanciya wê hinekî qels e –Înanolo çav û pozê xwe qurmiçandibû gotibû-, lê ne xem e, ev eşq e birrê min, eşq e, eşq, tu nizanî dilê min çawa çargopal lê dide; min sûretê wê nîşanî te nedabû, ne wisa -sûretê evîndara xwe ya bi ekrana telefonê ve sabîtkirî nîşanî min dabû-, çawa ye, te eciband ne wisa, yaw kuro heyat e heyat, tu ji xwe re li vî kenî, li vî pozî, li van birûyan, melayket, wellehî ‘eynî melayket… Dû re ez hişyar kiribûm ku ev halê wê yê bê makyaj e loma hesab li cem min.

Law -min gotibû ji Înanolo re-, law hinekî ji xwe re biaqil be, karê te heye, barê te heye, tu mêrikekî zewicandî yî, zikê jina te li ber devê wê ye, xwe berbayî van keçikên înternetan neke, bawerî ji wan nayê… Hew min dît ku Înanolo destê xwe li maseyê xist, çingînî bi qedehan ket, go, tu çawa ji hevala min re wisa dibêjî wulan, go, tu ji min dihesidî, go, çavê te bar nabe, go, kes bi te qayîl nabe, go, tu heqaretê li evîna me dikî, go, tu yê poşman bibî, go, te ew nas bikira te wisa nedigot, go, ji xêra Xwedê re te ew bidîta, go, kes min fam nake, go, her kes dijminatiya min dike, go, ez ê ji Bismilê bicehimim herim, go, bila her kes bi qurbana evîna min be, go, tek hêviya min tu bûyî lê tu jî wisa dibêjî…

Înanolo wisa ye îşte, pir hessas e, dilê wî zû dişewite, zû ji me dimîne. Min li ber dilê wî dabû,  heft heşt caran lêborîna xwe xwestibû. Serê wî di ber wî de bû û heye ku li tiştine dilsoj difikirî ji ber ku kela girî ketibû qirikê, hêstirkek ji ser dêma wî niqutîbû nav çaya wî (erê min baş dît) ya ku xuya bû ji zû de sar bûbû. Destê xwe go gurp cardî li maseyê xist, pê re pê re tavilê got: “Ez aşiq im wulan, aşiq im, aşiq.” Gêncekî bi du sê maseyan wê de yê bi hevalên xwe re xerîkî lîstika kaxezan bûyî xwe negirt û got “Hey Ellahina qurban,” ji bo Înanolo û bi gotina “Yürü be abêm,” piştgiriya xwe ya ji bo wî diyar kir. Heçku ne bi dilê Înanolo bû ev helwêsta gêncê han, erê min dîtibû (hem jî min pir baş dîtibû) ku awirine tûj bi aliyê gênc ve da, weku bibêje, tu dibêjî çi lan, qoşxane.

Axir min karî dilê Înanolo xweş bikim. Êdî ti maneya wê tinebû ku li dijî biryara wî derkevim û wî ji daxwaza wî ya şêtane ya keçrevandinê dûr bixim. Heyat heyata wî bû, biryar biryara wî, a li min diket, tenê alîkariya xwe hevalê xwe bikim.

Înanolo cardî dest pê kiribû bi heyecana xwe ya destpêkê qala pîlana xwe dikir ku dê çawa, li ku, kengî, bi çi awayî tev bigeriya. Pîlana wî xweş bû, baş bû, lê ez gelekî aciz bûm ku min jî tev li pîlana xwe kiriye. Xwendevanên ‘ezîz ên blogê dê baş bizanin ku ez ji van pîlanan re nabim û tevî vê jî ez pîlanan li bin guhê hev dixim, xira dikim. Min çend caran jê rica kir da min tev li vî karê xwe neke ji ber ku ez mirovekî bloger im û karekî min ê sabît heye. Na -gotibû Înanolo gava destê min xistibû nav destên xwe-, tu yê dîsa karê xwe bikî, min her tişt eyar kiriye, ez tenê dixwazim tu li cem min bî, hebûna te dê hêzê bide min. Hêza çi halê çi –min gotibû (tabî di dilê xwe de) -. Înanolo qurincok didan min, çavê xwe dişikandin ji min re. Ha te dî min ji te re jî yeke wisa peyda kir -bi xinzîrî keniyabû û gotibû-, ew ê ji te re bibe tecrûbeyeke baş, tew tu yê di bloga xwe de behsa rojên xwe yên Beyrûdê bikî.

Ez ê ku newêrim ji mala bavê xwe du gavan dûr bikevim, de were bila biçe heta Beyrûdê, wê qiyameta Xwedê. Tew bê zar û ziman û bi vê kurmanciya xwe ya seqet. Netirse -gotibû Înanolo û li ber dilê min dabû-. Diyar kiribû ku hînî çend lefzên zimanê wan bûye, ewelellah pişta me dê nehata xwarê. Lê Înanolo fam nedikir an jî xwe li bêfamiyê datanî. Piştî ku ket serê wî ez ê pê re neçim, dilê xwe ji min kir û tiştek negot. Em ji qehwê derketibûn û me mesele safî kiribû.

İnan Eroğlu -bi nav û paşnavê min gazî min kiribû gava min xatir jê xwestibû û pişta xwe dabûyê-, ez hefteyeke din lê dixim diherim, heke qeza û belayek bi serê min de hat (Xwedê neke -min gotibû-), kulfeta min emanetî te (-hella hella, çima emanetî min?-) û ji kerema xwe di bloga xwe de behsa çîroka min bike, min di bîr bîne.

Çar pênc meh di ser wê rojê re derbas bûbûn û min ew çîrok bi temamî ji bîr kiribû. Êdî careke din min Înanolo nedîtibû heta roja ku di daweta Mistefaayê hemşariyê min ê bloger de em rastî hev hatibûn. Li kêleka Perxudresê rehmetî rûniştibû (wan çaxan blogerê herî navdar Perxudres bû lê zû dawî li navdariya wî hat, rehma Xwedê lê be) û xuya bû bi hev re ketibûn sohbeteke kûr. Serê pêşîn min Perxudres nas nekiribû ji ber ku berçavkek dabû ber çavê xwe. Gava min tê derxist ew e, ez jê geriyam û neçûm cem wan ji ber ku ez ji Perxudres xeyidîbûm û ji ber meseleyeke blogeriyê em pev re nediaxivîn. Jixwe heta mirina wî jî ez pê re neaxivîm û min dostaniyek pê re danenî, blogerkê Xwedê.

Çiqas wextê min li dawetê derbas bû nizanim, dîtina min dîbû wa ye Înanolo li ber serê min e. Me li hal û hewalê hev pirsî. Piştre hatibû bîra min û min jê pirs kiribû ka çû ji Beyrûdê keç revand an na. Bû hahahahaya wî, keniya.

Beyrûda çi heyran, -bi ken ji min re gotibû-, ma ez manyax im ji bo çirtikekê lêxim herim heta Beyrûdê? Qal kir ku di vê navberê de kurekî wî çêbûye û navê wî daniye LoÎnanoLawoBirawo. Ne dirêj e -bi meraq min navê kurê wî pirsîbû-. Na lo-herê -hişka gotibû-, lê jixwe çiqas dirêj be aqlê wî jî dê ewqasî giran be.

Haydê gêncler -Mistefaa ber bi me ve hatibû gotibû-, niha ne dema xeberdanê ye, dema reqsê ye, tim tis tim tis. Înanolo ez dikişandim serê govendê, ew li serî, ez di destê wî de, dû re Perxudres jî hatibû ketibû destê min. Kêliyekê min xeyda xwe ji bîr kiribû. Înanolo jî xwe dihejand û hey dihejand…

10ê Sibata 2018an, Bismil

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

10 yorum:

  1. wawww çîrokek efsanê :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas, ew efsanebûna te ye hephînarkê :))

      Sil
  2. Çi çîrokek xweş yaw..😊😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas pismam, kêfxweş bûm bi ecibandina te 👍

      Sil
  3. Yanıtlar
    1. Kîjan kurê xelkê, çi zanin Gulsume Xanim? :)

      Sil
    2. Tu ha tu!
      Çîrok ha çîrok, xweş bûye.

      Sil
    3. Waa, gelek spas, kêfxweş im ku te ecibandiye. Her hebî û her binivîsî Gulsuma Xanim ✋

      Sil
  4. ez di çîrokê de winda bûm pismam, :) tu çi qa fantastîk î yaaw. seeetxweş

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas pismamê delal. Niza welle, carina tiştên wisa jî dinivîsim :)

      Sil