Mehkûm û Qaçaxê Çar Dewletan: Elî Pêrîşan

Kitêbin hene ku li quncikekî kitêbxaneyê bi salan bêyî desttêdanekê di nav toz û tirabêlka refikan de li benda xwendevanên xwe disekinin. Berî çend rojan gava li nav refikên kitêbxaneya malê geriyam rastî kitêbekê hatim ku gelek caran lê rast hatibûm lê ti carî min newêribû dest bavêjimê û bikevim nav rûpelên wê. Xwendevan nankor e, dikare kitêbekê bavêje quncikekî û deriyên sal û zemanan bi ser dade. Kitêb ne wisa ne, bi salan di wî quncikî de li benda xwediyê xwe, xwendeyê xwe disekinin ku were toza sal û zemanan ji ser wan bimale.

Elî Pêrîşan. Mehkûm û qaçaxê çar dewletan. Heyateke ku meriv ne dikare xeyal bike ne jî saz bike. Ewqasî bi zor û zehmetî, te rastî bivê. Di 2006an de bîranînên wî ji Weşanên Pêrî çap dibin. Navek li kitêba xwe kiriye ku puxte û peyvên serekî yên heyata wî ne: Bi Kovîtî, Rûmetî û Qaçaxtî Jîyana Min. Gava min ev kitêb ji nav quncikê sal û zemanan derxist û cardî danî cihê wê yê berê, gotineke ji min re nas lê nebaniyayî ser zimanê min hat xeberdanê: Bîranînên xirab qet tune ne lê romanên xirab, çîrokên xirab û helbestên xirab her tim hebûn. Meyla me her li ser sazkirinên xirab bû jixwe loma me zêde meyla xwe neda ser bîranînan.

Sal 1950. Elî Pêrîşan 18 salî ye. Derdikeve ku biçe ji bo şewatê daran bibire. Lê hin gundî jê re dibin engel, nahêlin. Qiyametek di navbera wan de rû dide, Elî radihije bivira xwe, pê re destê kurikekî jê dike. Direve, li çol û çiyayan tî û birçî radize heta ku bi zor û heft bela derbasî hêla Sûriyê dibe. Lê li wir cardî nasekine, çavê wî lê ye ku bi qaçaxî eşya bîne hêla Tirkiyê. Rawestgeha wî ya ewil Bismil e, mala kurekî  Ehmed Axayê Ewîna. Lê çi fêde tê girtin. Li hepsê jî li cihê xwe nasekine, her tim şer û qiyametek di navbera wî û mehkûman de diqewime. Bi kêran diçin hev, bi daran. Tew carekê gava darekî dadiweşîne, heft diranên mehkûmekî bi hev re diweşin. Li hev nakin, her yek doza mezinatiyê dike. Dixwazin Elî bikujin, Elî girs e, Elî zexm e çimkî li gor wan Elî mezinatiyê dixwaze di dest xwe de bihêle. Gelek caran şerê wan bi Bismiliyan re çêdibin, Bismilî di nav koma dijber de ne. Mesela di van şeran de Evdirehmanê Bismilî tê kuştin, mesela bi çetelastîkê berrî çavê Ferhoyê Bismilî didin. Îmaja Bismiliyan li bin sifirê ye, bila Bismilî nexwînin ji kerema xwe. Elî Pêrîşan ji bo wan rojên xwe dibêje: “Em tev cahîl û wek dewaran bûn.” Keniyam, hem jî bi deng.

Elî pizot e, tevî çend hevalên xwe ji Hepsa Diyarbekirê firar dikin. Cardî bi qaçaxçiyan re derbasî  hêla Sûrî dibe. Dixwaze li wir nasnameyekê ji xwe re derxe. Nanoziko li cem her kesî dixebite, lê her kes wî dixapîne, kes nasnameyekê jê re çênake. Lê dostekî wî çêdibe, Can Esmeryan. Çend salan li ser traktor û patozê bi hev re dixebitin, mesela carekê bi xêra Can ji hepsê xilas dibe. Piştî şoreşa Evdilkerîm Qasim ku Mela Mistefa Barzanî jî ji Rûsyayê vedigere, di 1958an de Elî Pêrîşan dixwaze derbasî Îraqê bibe. Li Şengalê tê girtin û herî dawî wî dişînin hepsa Mûsilê, şeş mehan li wir dimîne. Li hepsê hinek alîgirên Barzanî jî nas dike û bi rêya wan nameyekê bi herfên latînî ji Mela Mistefa re dinivîse ku tê de dibêje: “Xebera te heye ku ew kesên ji Tirkiyê ne ji Sûrî derbasî Îraqê dibin wêk pezan wan digrin û mîna ku gunehkar bin wan davêjin zîndanê! Gelo kesekî ku biçe ba birayê xwe an jî xuşka xwe gunehkar e? Hûn ji van bûyeran hayedar in an na?” Ev name digihîje Barzanî û Barzanî ji bo ku wî xilas bike çar mirovên xwe dişîne hepsê ku soz didinê ku dê di nêz de wî bibin Bexdayê. Lê ji ber ku rêveberî dizanin ew ê Elî ji hepsê derxin, wî dibin şûbeya îstîxbaratê û ji wir jî wî dişînin hepsa herî xirab û talûke ya Îraqê, Nigreyê Selman. Lê li Mûsilê jî mehkûmên BAASî tiştê nemayî tînin serê wî.


Nigreyê Selman derdora wê 180 km çol e, loma kes newêre firar bike û yên firar bikin jî di wê çolê de sax nafilitin. Çiqas beredayî û serserî hebin li vir in, kes qarişî wan nabe, hikûmet bela xwe ji wan vekiriye. Elî li wir efserekî kurd ê Îranê yê mehkûm jî nas dike ku xwestine tevî dozdeh hevalên xwe şoreşekê pêk bînin lê bi ser neketine. Gava li ser vexwarinê diştexilin, hêsir ji çavên efserî tên, dibêje giş bela vexwarinê me komeleya xwe wenda kir, ez jî di vî halî de me. Mesele wiha diqewime, yek ji wan dozdeh efseran li gazînoyekê hingî vedixwe, serxweş dibe û plana xwe ya şoreşê ji yên derdora xwe re wiha dibêje: “Em dê di nêzîk de şoreşê çêkin û şah biqelibînin. Bi dû re jî em ê Kurdistanê ava bikin.” Elî jî ewqasî li ber van gotinan dikeve, heta hetayê qet venaxwe.

Rojekê hevalê Elî dixwaze firar bike lê Elî naxwaze bi wî re biçe. Hevalê wî hewl dide ku di şibakeyê re biçe, ser û milên wî di şibakê re diçin lê qûna wî naçe û li gor gotina Elî ji ber ku hevalê wî “di jor re zirav di jêr re qalind e” plana wî neçûye serî û di şibakê de asê maye. Ji bo mehkûmekî ji vê asêbûnê xirabtir qey tiştekî din tune yeqîn. Elî ji bo ku ji Nigreyê Selman xilas bibe dikeve greva birçîbûnê û piştî roja 22yan wî dişînin Hepsa Bexdayê û li wir dikeve nav çepgirên ereban de û tew li wir helbestekê jî dinivîse:

Li bin darê zordar li heyat em nabînin jîna welat
Ger bi me din av û heyat, em dê bi we avê çêkin
Malê dinê malê te bî û tu kole û bindest bî
Darê zilmê li ser te bî bi welatî xweser nebî
                                                   wê tu lawê malê çi bikî

Li Bexdayê mirovekî Mela Mistefa wî nas dike û gava Elî pirs dike ka çawa te ez nas kirim, jê re dibêje: “Her kesekî ku ji bo Kurdistanê têdikoşe navê wî di deftera Serok Berzanî de hatîye nivîsandin.”

Piştî demeke kurt Elî teslîmî Sûriyê dikin û piştî ku li Tirkiyê jî efûya giştî derdikeve, Elî lêdixe diçe Diyarbekirê. Piştî vegera wî her tişt guheriye, bavê wî miriye, birayê wî xewiciye. Ew jî piştre dizewice û karê afyonê dike û bi qaçaxî dibe Îranê. Dû re ji bo demekê li Qoserê karê patosê dike û li Diyarbekirê jî şofêriya dozerê. Li gelek bajarên Kurdistanê dixebite û rêyan çêdike. Çûye heta gundê Eyşana Elî jî, ew dîtiye. Dibêje du keçên wê yên delal jî hebûn. Li Silopyayê gelek xebitiye. Gelên Silopiyê, Şirnexê pir mêvanperwer jê re xuya dikin, lê “zaf saf bûn” dibêje.

Di 1975an de erdheja Licê çêdibe. Derdora çar hezar însan dimirin. Heft rojan miriyên xwe vedişêrin. Dizî çêdibe, talan çêdibe, perîşanî ye. Piştî derbeya Kenan Evren teqawid dibe, li Licê dikanekê ji xwe re vedike. Êşkenceyên herî xirab di van salan û di salên 90î de dibîne. Pêşî bi malbatî alîgirê KUKê bûne, dû re ji wan vediqetin, wextê PKKê ye, alîgiriya wan dike. Cîranên wî pê re dixeyidin, tu çawa welatparêz î dibêjin, însanekî ji xwe re bêje welatparêz çawa rûn nafiroşe. Topê diavêje (îflas dike), aşxaneyekê vedike, dîsa topê diavêje, lêdixe diçe karê dozerê, ji wir diçe Mêrdînê, qonaxa hikûmetê çêdike, dîsa dev ji vî karî berdide, cardî dikanê vedike. Di dema xwe de Kultur Dernegi li Licê vedikin, lê bêtir karê siyasî û netewî dikin. Ji ber vê saziyê tê girtin, têr êşkence lê tê kirin. Dû re salên nodî. Li Licê endamê HEPê ye. Her roj çalakiyan dikin, kepengan digirin, her ro şer e, qiyamet e, gulebaran e, êşkence ye. Rojek ji van rojan, di anîna cenazeyê gerîlayên PKKê de, Wedat Aydin bi serbilindî ji Elî Perîşan re dibêje: “Kekê Elî, xwezila mirineke ku serê min bigihîne vî ezmanî bibûyan para min jî.”

Du zarokên Elî Perîşan tev li PKKê dibin. Yek ji wan paşê dikeve hepsê, yek ji wan di teqîneke bombeyî de canê xwe ji dest dide. Gelek caran Elî Perîşan tê girtin, gelek caran ceyranê didinê. Ji sala 92yan ve Licê lê tê qedexekirin. Sê zarokên wî diçin Ewropayê. Rojekê mamosteyê qîza wî li ber çavê xanima xwe tê kuştin. Qîza wî bi keser tê ji diya xwe re dibêje: “Dayê dayê êdî gazî xwedê neke. Ji ber ku ew jî tirk e. Ger ku xwedê ne tirk bûna wî ev zilma dê qebûl nedikir!”

Elî Pêrîşan gava dawî li bîranînên xwe tîne, her daxwaza rojên şad û bextewar dike. “Êdî bes e” dibêje, bi kerb û hêrsa salan, “Ez naxwazim tiştên ku ez û zarokên min têde jîyane bila keseke dinê nejî. … Dê bila ev rojên şad û bextewar bila zû werin!”

Bîranînên Elî Perîşan tevî gelek kêmasî û şaşiyên redaksiyon û edisyonê jî, bi xêra ew sêhr û efsûna bîranînan bi her awayî xwendevanan vedixwîne nav cîhana xwe ya ne tê sazkirin û ne jî tê xeyalkirin. Lê xwezî hema albûmek li dawiya kitêbê hebûya dibêjim, hema qet nebe çend wêne…



18ê Kanûna Paşîn a 2018an, Bismil

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

2 yorum:

  1. Sihhet xweş, min bi kêfekê ne, bi du kêfan xwend. Tu zanî ez ji bîranîn, name û rojnivîskan hez dikim. Êdî ji berê hîn bêhtir hez dikim.

    YanıtlaSil
  2. Înanolo,

    heta niha ez qet bi navê rehmetîyê Elîyê Pêrîşan nehesîyabûm, ev çi peyayekî muazzam e. jîyana wî, ji meriv heye ku ne tişteka rasteqîn lê serpêhatîya merivekî dûr û xerîb e. baş bû ku te wî bi me da nasîn.

    Bi nivîsên xwe dewam be.

    YanıtlaSil