Kuştina Ahmed Arif, Daliqîna küçük İskender û Întihala Rênas Jiyan

Ahmed Arif - küçük İskender - Rênas Jiyan

***Di nivîsa xwe ya borî de min behsa arezûya kuştina Ahmed Arif a ji aliyê Arjen Arî ve kiribû û min ev arezû di nav çarçoveya Endîşeya Tesîrgirtinê ya Harold Bloom û “Dostoyevskî û Qetla Bavî” ya Sigmund Freud de nirxandibû. Di vê nivîsê de jî, ez ê cardî behsa arezûya kuştina Ahmed Arif bikim lê vê carê jî ji aliyê Rênas Jiyan ve ku di vê mijarê de nivîseke wî ya bi navê “Dema Kuştina Ahmed Arif’î Hatiye Yan Na?” (Ji Şevê Re, Belkî, 2008) heye û dû re ez ê risteyeke Ahmed Arif bidim ku di helbesteke Rênas Jiyan de derbas dibe. Her wiha ez ê çend risteyên wî û küçük İskender bidim ber hev ku rasterast wek hev in û ez ê nîqaşa wê bikim gelo ev întihal e yan na. Di ber vê nîqaşê re û piştî vê nîqaşê jî ez ê hin gotinên li ser kurdî û kurdbûnê ji hevpeyvînên Ahmed Arif bigirim û dawî li nivîsa xwe bînim.

***Rênas Jiyan di nivîsa xwe ya navborî de ji ber kurdînenivîsîna Ahmed Arif xwe gelekî aciz dike. Nivîsa wî bi van gotinan dest pê dike: “Heger Kurd, Ahmed Arif’î weke helbestkarekî biyanî, ango weke helbestkarekî Ingilîz, an jî weke helbestkarekî Fransî bixwînin û binirxînin hêja ye ku qedr bibîne; lê heger ‘weke helbestkarekî Kurd î bi Kurdî nivîsiye’ bê xwendin û ji ber wî qedrî hestiyên wî di tûran de bên veşartin wê çaxê kuştin heq kiriye; ji ber ku gava ew neyê kuştin hebûna wî ya çewt Kurdî dikuje.” Li gor Rênas Jiyan nivîsandina bi zimanê serdestan a ji aliyê nivîskarên bindestan çewt e –ku Ahmed Arif yek ji wan e-, sedema wê jî wiha diyar dike (ji bo Ahmed Arif): “Ji ber ku ew helbestkar bû û ji ber ku helbest jî tiştekî muhalîf bû divê li hemberî desthilatdariyê derketa û bi kurdî binivîsiya.” Rênas Jiyan, Ahmed Arif û Cegerxwîn û Celadet Bedirxan jî dide ber hev û diyar dike ku nexwe çima Ahmed Arif jî wekî wan bi kurdî nenivîsî. Rênas Jiyan di gotinên xwe yên dawî de jî sedema kuştina Ahmed Arif bi vî awayî rave dike: “Le ji ber ku her helbest “kuştinek” e û ancax helbestkarekî lîrîk ê weke A. Arif’î dikare “kuştin”ê heq bike divê ew bê kuştin, an na peyvên ku ji bo bêtesîrkirina wî yên weke, “xesandin”, “kesixandin” û “qurmiçandin”ê jî dikarîbûn bihatina bikaranîn.”

***Rênas Jiyan ger bizaniya tenê dêya Ahmed Arif kurd e lê bavê wî ne kurd e, ev nivîs jî dê nehata nivîsandin ku biryarên wî li ser îddiayên bêbingeh hatine danîn. Ahmed Arif di hevpeyvîna xwe de ya bi Refik Durbaş re (Ahmed Arif Anlatıyor, Cem, 1990) bi hûrgilî behsa malbata xwe dike û di ti cihekî de jî xwe tenê wek kurdekî, tirkekî an jî erebekî hesêb nake. Lê Ahmed Arif çima pirranî li nav kurdan tenê wek kurdekî hatiye naskirin, hêjayî lêkolînê ye û bi xêra vê hevpeyvîna wî ya dirêj meriv dikare bigihîje hin sedeman.  

***Refik Durbaş gava ji Ahmed Arif dixwaze behsa diya xwe bike, Arif dibêje: “Dêya min, xanima sêyem a bavê min, yanî dêya min a heq kurd bû.” Lê gava Durbaş ji Arif dixwaze behsa bavê xwe bike, yekser dibêje: “Bavê min ne kurd bû.” Ecêb e, Ahmed Arif nabêje bavê min tirk bû, yan jî ereb bû yan jî ji miletekî dî, lê weke ku kesekî jê re gotibe bavê te kurd e lê ew jî li dij derkeve û bêje na, bavê min ne kurd e. Ji bo çi gelo? Li gor min wê çaxê jî, wekî îro, kurdbûna wî (ya bavê wî) li pêş bû û ji gelek kesan we ye bavê wî jî kurd bû. Ahmed Arif nijada bavê xwe nabêje lê li gor ku Selîm Temo di nivîsa xwe ya “Bir Cemal, bir Ahmed, iki Üsküdar” a GazeteDuvarê de diyar kiriye, “Ahmed melezê kurd-tirkmen e”, nexwe em dikarin bêjin bavê wî tirkmen e. 

***Ahmed Arif paşê kurmancî hîn dibe, hem zazakî. Di hevpeyvîna xwe de qal dike ku ereb wî ji xwe dihesibînin, kurmanc jixwe, zaza jixwe, tirk jixwe. Lê ji hemû aliyan bêtir, wekî kurmancekî li pêş e. Lê gava Refik Durbaş jê dipirse “lê ger em bêjin helbesta kurdî…” Ahmed Arif yekser dibêjiyê: “Ben onu da hiç bilmem ayrıca.” (Tew ez wê jî qet nizanim.) Dikim nakim baweriya min bi vê gotinê nayê, kesekî ku li helbesta kurdî guhdarî nekiribe, nexwendibe, çawa kariye helbestên wiha kurdane binivîse? Belkî sebebek hebe, lê çi?

***Xuya ye Ahmed Arif di dema xwe de jî gelek rexne lê bûye çima ku bi kurdî nanivîse. Em vê aciziya wî di hevpeyvîna wî de dibînin gava dibêje: “Carinan li salanon, li stadyûman dev diavêjin min gava helbestan dixwînim, wek bi kurdî bixwîne. Ev tew jixwe tiştekî beredayî ye. Însanek nikare di du zimanan de binivîse. Hezkî (dixwazî) bila ew însan bîst zimanan jî bizane, wek zimanê xwe yê dayikê bizane, lê dîsa jî zimanê ku pê binivîse yek tenê ye. Çimkî helbest tenê bi zimanekî tê nivîsîn. Û ji zimanê pê hatî nivîsîn pê ve li ti zimanekî din jî nayê wergerandin.” Gelek caran meraq dikim, gelo ew ên ku li salon û stadyûman dev diavêjin Ahmed Arif kî ne ji ber nexwendina wî ya kurdî? Belkî xwendevanên kurdî bin, belkî helbestvanên kurd bin, sûretê Arjen Arî li wan salonan tê ber rûyê min, li kêlekê ciwanek heye, çiqasî dişibe Rênas Jiyan, nizanim.

***Ahmed Arif tekane helbestkarê tirkî ye ku di dema xwe de ji gelek helbestkarên kurd jî bêtir tesîr li helbesta kurdî kiriye. Helbestên wî hê çap nebûyî, werdigerin ser kurmancî û zazakî. Em vê rewşê di hevpeyvîna wî ya sala 1970yan de hîn dibin ku Veysel Öngören pê re peyiviye (“Ahmed Arif’le Bir Konuşma”, Ankara Birliği Dergisi, 1970). Ahmed Arif vê rewşê wisa rave dike: “Hin helbestên min berî ku kitêba min çap bibe li kurdî (qesta wî kurmancî ye –i.e.) û zazakî hatin wergerandin û li ser destan heta gundan belav bûn. Loma mêrxasên me ez hestiyar kirim yên ji ber vî û wî sebebî li çiyayan bi qaçaxî digeriyan û “Sî û Sê Gulle”yekê û “Loriya Adîloş Bebî”yekê jî dixistin ber çek û rextên xwe.” Helbestkarên kurd çima dixwazin Ahmed Arifekî ku ewqas tesîr li wan, kurdan û edebiyata kurdî kirî bikujin? Ev çawa ku daxwazeke nelirê ye, her wiha hewla wê jî bêfeyde ye. Lew Ahmed Arif serê pêşî tesîr li wan, li helbesta wan kiriye. Ahmed Arif dê neyê kuştin, çimkî helbestên edebiyata kurdî yên di tesîra wî de li meydanê ne.

***Piştî ku min nivîsa xwe ya “Arjen Arî û Kuştina Ahmed Arif” li ser hesabê xwe yê facebookê parve kiribû, Mihemed Ronahî peyameke dirêj li bin parvekirinê nivîsîbû û ji ber ku peyama wî bi bi mijarê re eleqedar e, dixwazim çend hevokên wî kopî vir bikim: “Bila tu kes xwe virde wêde ba nede ew helbestvanê bakurî yê ku tesîr ji Ehmed Arif negirtibe tune ye helbet û ev tiştekî gelek normal e jî. … Tu bawer bikî Seyda Arjen jî Rênas jî û hemû helbestvanên kurd jî li hember Ehmed Arif kompleksa oidipusê de ne. Li aliyekî hez û heyraniyeke mezin heye li aliyê din jî kerb û hêrseke kûr.”  Mihemed Ronahî tespîteke rast dike gava dibêje Rênas Jiyan jî ketiye bin tesîra Ahmed Arif û behsa kompleksê dike. Wek di nivîsa xwe ya navborî de jî me behs kiribû, li gor “Qetla Bavî” ya Freud, tirsa kur a xesandinê ji aliyê bavê xwe heye. Ji nivîsa Rênas Jiyan jî em fam dikin ku Ahmed Arif ji ber ku helbestkar (em bêjin bav) e, ew kuştinê heq dike, an na li gor wî, ji bo bêtesîrkirina wî xesandin jî dikaribû bihata bikaranîn ku xesandin –li gor Freud- ne tirsa bav lê ya kur bi xwe ye.

***Di 1943yan de li Qerqeliya Wanê bi fermana generalê dewleta tirk 33 kurd bi gulleyan tên qetilkirin. Ahmed Arif li ser vê qetlîamê helbesta xwe ya navdar 33 Gulle (Otuzüç Kurşun) dinivîse. Di 2011an de vê carê li Robozika Qilebanê, 34 kurd ji aliyê hêzên dewleta tirk ve bi bombeyan tên qetilkirin. Rênas Jiyan li ser vê qetlîamê helbesteke bi navê “34 Gulle” dinivîse. Ji bo Ahmed Arif 33 Gulle hêmayek e. 33 însan bi gulleyan hatine qetilkirin. Her gulleyek însanekî qetilbûyî temsîl dike. Rênas Jiyan di navdayîna xwe ya helbestê de seranser di bin tesîra navê 33 Gulle de maye. Ewqasî di bin tesîra vî navî û vê helbesta Ahmed Arif de maye ku, li şûna ku navê helbestê bibe “34 Bombe” navê wê dibe “34 Gulle”. 34 Gulle jî hêmayek e, her guleyek însanekî qetilbûyî temsîl dike. Çend risteyan meriv bi vî awayî dikare bide ber hev ku tesîra Ahmed Arif tê de eşkere ye:

“Otuzüç kurşunlu yürek
Otuzüç kan pınarı” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun”)
(Dilê bi sî û sê gulleyan
Sî û sê kanî-xwîn)

“Lê tu wan li ser xwe dikî 34 gulle”  (Rênas Jiyan, “34 Gulle”)

“Kirvem, hallarımı aynı böyle yaz
Rivayet sanılır belki
Gül memeler değil
Domdom kurşunu
Paramparça ağzımdaki” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun)
(Kirîvo, eynî wisa binivîse halê min
Dê bêjin qey riwayet e belkî
Ne çiçikên gulgûn in
Gulleya domdomî ye
Ya devê min de hûrhêrayî)

“ji bo Xwedê (me) ji bîr neke
her çi li ser kuştina me bêjin derew e
rastî ew e;
wê rojê, li ser wê berfê, çêbibû ji xwîna me şilope” (Rênas Jiyan, “34 Gulle”)

***Rênas Jiyan ne ku tenê ketiye bin tesîra Ahmed Arif, bi vê tesîrê re risteyeke Ahmed Arif a wergerandî bê ku bê destnîşankirin û diyarkirin, weke ku ya wî be di helbesta wî de cihê xwe girtiye. Risteya Ahmed Arif a helbesta “Hani Kurşun Sıksan Geçmez Geceden” tevî wergera min a rasterast û risteya wek hev a Rênas Jiyan a helbesta “Qesîdeya Qedexe” li jêr e:

“Asıl, [bizim aramızda güzeldir hasret]” (A rast, [di navbera me de bedew e bêrî]) 
(Ahmed Arif, Hasretinden Prangalar Eskittim, çapa yakem di 1968an de bûye)

“Ji lewre [bêrî di navbera min û te de bedew e]”
(Rênas Jiyan, Janya, çapa yekem: 1999an de bûye)

Di ferhenga tirkî-kurdî ya Zana Farqînî (2000, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) de, ji bo kurdiya “hasret”a tirkî peyva ewil “bêrî” ye. Her wiha “xweşik, spehî hwd.” jî hevwateyên “bedew”ê ne.

***Lal Laleş di sala 2003yan de bijarteyek ji helbestên kuçuk Îskender ji tirkî werdigerîne Kurmancî. Lal Laleş di nîşeya xwe de spasî ji bo keda Rênas Jiyan, Rodî Zerya û Kejo Bajar dike. Lê mesele ne ev spasî ye, mesele ew e ku Rênas Jiyan piştî çendîn salan hin risteyên Kuçuk Îskender ên helbesteke vê wergerê rasterast kopî dike û ev helbest dibe yek ji navdartirîn helbesta Rênas Jiyan. Tişta ecêb ew e ku Rênas Jiyan nakeve bin tesîra orjînala helbestê lê dikeve bin tesîra wergera helbestê ji ber ku risteyên kopî kirî bi wergerê re wekî hev in. Kerem bikin ew risteyên kuçuk Îskender ên helbesta “înfaza her helbestkarî bi pênûsgirtina wî tê nivîsandin!” bi wergera Lal Laleş û ew risteyên Rênas Jiyan kopîkirî di helbesta wî ya “Berî Hûn Min Daliqînin” de.

“[Berî hûn min daliqînin], çivîkên ku ez bi wan nizanim [ji min re vebêjin]
[wan] ji min re vebêjin, [wan çivîkên] nalivin û çavmizur
perikên wan bibixwûr..Perpitandinên baskêgir ên qedexebûyî
[û heger hewce be] min fêrî firînê [bikin]
an jî mirina bi rûmet mîna çivîkên difirin..”
“[berî hûn min daliqînin]
çivîkên ez bi wan nizanim, [ji min re vebêjin!] [Wan vebêjin ji min re]
[bi dû re], ger hûn bixwazin daliqînin min çil carî bi ser hev de
[bereta min bavêjin tazitiya bîreke tarî!.”]
(kuçuk Îskender, Barûdî, Pirtûkxaneya Piyayê, 2003, Werger: Lal Laleş)

“[berî hûn min daliqînin]
[ji min re qala] genimên spehî [bikin]
[ew genimên ku] qedera serê min û wan yek in
[ew genimên ku] ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin
[berî hûn min daliqînin]
[ji min re qala] mêraniya serhildana genimên serjêkirî [bikin!...]
[û heger gulleyên we pirr bin] cercûreke sax li ser hev [berdin!”]
“[piştî we ez daliqandim]
[bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin]
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û [bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!]
ez jehr im!
[piştî ku we ez xwarim]
[li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...”]
(Rênas Jiyan, Diêşiya, Belkî, 2013)

Di helbesta “Berî Hûn Min Daliqînin” de pênc caran “berî hûn min daliqînin” tê dubarekirin. Min hem “berî hûn min daliqînin” û hem jî gotinên din yên nêz û li gor heman mantiqa ristesaziyê di nav kevaneka çargoşe de destnîşan kirin ji bo ku bi rihetî meriv karibe bide ber hev. Ecêb e lê bêyî ku herfek yan jî peyvek biguhere, “berî hûn min daliqînin eyn wekî wergerê dubare dibe. Hûn dikarin orjînala helbestê li vir bixwînin:  Her Şairin İnfazı Kalem Tutmasıyla Yazılır.         

***Întihal ew tişt e ku meriv berhemekê wek ya xwe destnîşan bike, çavkaniyê nede, destnîşan û diyar neke ku ev îqtibas an jî tesîrgirtin e. Di helbestê de helbestvan pirranî gava risteyan ji helbestkarekî din werdigirin, yan di nav dunikê de yan jî îtalîk dikin da ku rê li ber întihalê venebe û bê zanîn ku ew îqtibas û tesîr e. Di întihalê de carna beşek yan jî temamê berhemê tê kopîkirin û ev kopîkirin carna rasterast wek hev dimîne û carna jî bi hin guhertoyên biçûk tên guherandin. Ne tenê di edebiyata kurdî de, lê hema hema di hemû edebiyatên dinyayê de întihal ewqasî berbelav bûye ku gelek edebiyatvanên navdar jî tev li întihalê bûne û bi întihalê hatine sûcdarkirin. Di vê lînkê de çendek ji wan kesên navdar hene ku întihal kirine û bi întihalê hatine sûcdarkirin: Întihal.  Lê nîqaşa ka întihal e an tesîrgirtin e her berdewam e û gelek kesên naxwazin întihalê qebûl bikin vê wergirtinê wekî tesîrgirtinê bi nav dikin û xwe ji nav meseleyê derdixin.

***Ya ku Rênas Jiyan di van çend risteyên navborî de kiriye întihal e, çimkî:

-Rênas Jiyan riste ne di nav dunikan de û ne jî wekî îtalîk nivîsîne.
-Tu bîrxistkek tune ye ku xwendevan bizane ev îqtibas an jî tesîrgirtin e û ji filan nivîskaran hatiye kirin.
-Rênas Jiyan risteyekê herfiyen wekî xwe kopî kiriye (“Berî hûn min daliqînin”).
-Rênas Jiyan risteyekê bi guhertoyeke biçûk wekî xwe kopî kiriye (“bêrî di navbera min û te de bedew e”)
-Rênas Jiyan hin risteyan rasterast li gor mantiqa ristesaziya kopîkirî nivîsiye (“ji min re qala…bikin”, “ew genimên ku”, yên din.)

***Navê Rênas Jiyan berê jî tev li mijara kopyayê bûbû û di 2015an de ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve bi kopîkirina xebatên li ser Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Melayê Cizîrî hatibû sûcdarkirin. Li gor vê nûçeya Rûdawê, gava meriv wêneyên berhem û xebatan dide ber hev, bi eşkerayî xuya dibe ku Rênas Jiyan serî li rêya kopîkirinê daye.


***Ahmed Arif her bi helbesta xwe ya Rustemo di bîra min de maye. Yekem navê helbesta Ahmed Arif ku ji çaxê zarokatiyê ve di bîra min de maye, Rustemo ye. Tê bîra min ku min ev helbest gişî bi destnivîsa xwe derbasî deftera xwe ya muzîkê kiribû. Ji min we bû ku ew helbest kurdî ye, ji ber ku nav bi xwe bi kurdî bû. Piştî gelek salan gava min çîroka wê helbestê ji devê Ahmed Arif xwend, careke din ew helbest hat bîra min. Ahmed Arif di hevpeyvîna xwe de (Ahmed Arif Anlatıyor) qal dike ku wî ev helbest cara pêşîn ne bi navê “Rüstemo” lê bi navê “Rüstem” ji kovarê re  şandiye, yanî bê “o”. Ji ber ku dizane ger “o”yê lê zêde bike, dê neyê weşandin. Bila ev jî bîranîna ewil û dawî ya ji Ahmed Arif ji bo min mayî be û bila ev rêzenivîs jî bibe wesîle ku em heqê Ahmed Arif cardî lê vegerînin yê ku me ji ber nenivîsandina wî ya bi kurdî jê stendibû.

***

 Nîşe: Mala Birûsk Aryan ava be ji ber ku cara pêşîn wî bala min biribû  ser van du nimûneyên dawî yên risteyên Ahmed Arif û küçük İskender. Mala Mewlûd Oguz ê xwendevanê dilsoz ava be ku hin çavkaniyên xwe yên ji bo vê nivîsê bi min re parvekirin. 

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

6 yorum:

  1. Ev çi kuştinheziya Ehmed Arif e bi vana xweş hatiye, heke ev ne bêînsafî ye, çima kurd rojekê nabejin Aram Tigran û Xerapetê Xaço ne kurd in çima ewqas bi kurdî qîrîyane û girîyane, Ehmed Arif jî camêro zimanê ku pê zanibûye nivîsandî ye .Meriv xwe bi kîjan zimanî rehet hîs bike meriv bi wî zimanî dê binivîse. Divê em dev ji vê kompleksê berdin.

    YanıtlaSil
  2. divê em wî mijarî di çarçoveya "navdeqi"yê de jî binirxînin paşê em dikarin bêjin gelo navdeqî ye an intihal e

    YanıtlaSil
  3. I.
    Min nivîsa navborî careke din xwend. Di nivîsê de berê rexneyê ne li A. Arif e, li me ye. Li “me”yên ku li ser navê Kurd-Kurdî ala A. Arif li ba dikin; ku di nivîsê de A. Arif sembolek e. Dibû ku ev nav Yaşar Kemal, Hicri İzgören û hrw. jî buya. Ev pasaj ji nivîsê ye:
    “Yekî weke Cegerxwîn’î an jî yekî weke Celadet’î sekinîbe û mirov rabûbe li ser navê Kurdî peykerên A. Arif’î li bajarekî Kurdan daçikandibe û navê wî li parq an jî li kolanan kiribe û li ser navê wî mîhrîcan û resepsiyon li dar xistibe;(…)”
    Gava ku mirov bi tevahî li nivîsê binêre, mirovê bibîne ku derd ne ew e ku çima A. Arif an jî yekî din bi Kurdî nenivîsiye; derd ew e ku çima em li ser navê Kurdî yekî tirkînûs derdixin pêş. Ev pasaj jî ji nivîsê ye:
    “Divê mirov ji tercîha bikaranîna zimanê her nivîskarî/ê re hurmetkar be, heger ew kes bindest be û zimanê wî/wê di qirrkirinê re derbas bibe û ew zimanê serdestên xwe tercîh bike jî. Ji ber ku li gel hertiştî jî ew “edebiyat”ekê dike û “kesayeteke edebî” hurmetekê heq dike, lê “hezkirinê” na, tew weke destmala serê govendê ya libakirî, tucarî!”
    ( Di wê nivîsa Selîm Temo de ev tişt jî derbas dibe: “Ahmed Türkmen-Kürt melezidir. Kurmancî de bilir Kirmanckî de. Kendini Kürt ve Kürdistanî sayar.”/ Ahmed melezekî Turkmen-Kurd e. Bi Kurmancî jî zane bi Kirmanckî jî. Xwe Kurd û Kurdistanî dihesibîne.)
    II.
    Di meseleya “întîhal”ê de jî hukim giran e. Ji ber ku dilê mirov û diziyê hebe, wê mirov ji nivîskarekî xewle, nenas, rê pênakeve diziyê bike. “küçük iskender” di helbesta Tirkî de navekî populer û pirr tê xwendin e. Û Kurdên bakur jî wî baş nas dikin. Diziya ji yekî navdar, diziya ro li nîvro ye û tu diz ne ewqasî bêhiş in. Jixwe ev mesele (întîhal, bandor, navdeqî) tevlihev e, lê te mesele li gorî a dilê xwe hûnaye û girêdaye. Mirov qala “bandor”ê bike wê bi îsabettir be. Ku bandor gellek caran “bêhemdî” ye, mirov hay ji xwe çê nabe. Ev rêzik ji nivîsa te ye:
    “Go, ez biçim kû jî cardî li vî çiyayî vedigerim,” HÛRÇÎROKLO / 9-13
    Ku “çiya” û “bajar” cî biguhere a ji te re “Kavafis” û “întîhal”. Ez dibêm qey, te “îtalîk” jî nekiriye.

    Nîşe: Di wêjeya me de ez li ku polemîkeke bi vî rengî dibînim, ez wek xwînerekî Kurdî, sermestekî çêj û ruhê Kurmancî, ez zehf xemgîn dibim. Divê nivîskarên me enerjiya xwe ne ji bo “devjenî”yan, lê ji bo berhemên orîjînal, biqalîte xerc bikin. Di edebiyata Tirkî de ji Yahya Kemal bigirin heta Nazım Hikmet; ji Necip Fazıl bigirin heta Cemal Sureya gelek helbestkar bi întîhalê hatine sûcdarkirin. Îro hemû Tirk van helbastkaran nas dikin, dixwînin, xatirekî wan heye; lê kes wan dedektîfan nas nake an jî wan dedektîfan tu tişt li dû xwe nehiştiye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gavek berî ya din meriv dev ji murîdîyê berde dê ji her tiştî çêtir û bixêrtir be ji bo me tevan.

      Wekî din jî tesîr dîrekt kopî ne yek tişt in, destnîsankirina vî tiştî jî tu eleqata xwe bi reşkirina kesan ve tune ye. Tiştek heye, ji mafê te ye ku: tu destnîşan bikî, yan jî tu xwe li korîyê daynî.

      Ji bo Înanolo û şîroveya Lokman Kocan supas.

      Sil
  4. Ez dibêjim qey zikêşiyeke te heye li gel rênas?!!!

    YanıtlaSil