Întihala Sîdar Jîr a ji Wergera Ergin Öpengin

Di nav van du sê salên dawî  de li çendîn civatan ji çendîn kesên cuda min bihîstiye ku Sîdar jîr wergera xwe ya çîrokeke Sherwood Anderson ji wergera Ergin Öpengin bi xwe întihal kiriye. Min wergera Sîdar Jîr ya ji Anderson xwendibû lê ji ber ku min wergera Ergin Öpengin nexwendibû, min derfet çênebû ku her duyan pevre bixwînim û bidim ber hev. Piştî nivîsa xwe ya borî, “Kuştina Ahmed Arif, Daliqîna küçük İskender û Întihala Rênas Jiyan”, ev wergera Sîdar Jîr cardî hat bîra min ji lewma min wergera Ergin Öpengin jî peyda kir û bi danberhevî ew xwendin.


Bi xwendina ewil re min fam kir ku S. Jîr metnê wergera E. Öpengin rasterast kopî kiriye û bi çend guhertinên pir kêm û biçûçik bi metnê wergera E. Öpengin lîstiye û li ser navê xwe daye çapkirin. Lê S. Jîr ewqas bi ecemîtî bi wergerê re lîstiye ku çendîn şaşiyên redaksiyonê yên wergera E. Öpengin ‘eynen di wergera S. Jîr de jî cihê xwe girtine û nehatine serrastkirin. Ji ber ku wergera E. Öpengin wekî PDF jî peyda dibe, ez ê wêneyên wergera Öpengin û ya Jîr deynim dawiya nivîsê da ku bi rihetî bi danberhevî bê xwendin. Min hemû peyv û hevokên ku Sîdar Jîr rasterast wekî xwe hiştiye bi qelemê mor xêz kir û peyvên ku bi hevwateyên wê hatine guherandin û bi qalibên cuda hatibin nivîsîn jî bi qelemê sor xêz kir da rêjeya întihalê baştir bê famkirin. Her wiha min ew şaşiyên redaksiyonê û bikaranînên herêmî, devokî, soranî, tercîhî yên wegera E. Öpengin jî xist nav xelekê ku S. Jîr ew ‘eynen tekrar kirine.  Her wekî diyar e, divê bê zanîn ku berî niha bi çend salan û ji aliyê gelek kesan ve ev întihal dihat zanîn loma ez jî ne yekem kes im ku vê întihalê tespît kiribe lê bi qasî xuya ye, kesî heta niha li ser vê meseleya întihalê nenivîsiye.

Ev wergera behsa wê tê kirin, a bi navê “Hebên Kaxezî” (r. 131-133) ya Sherwood Anderson, Ergin Öpengin ji îngilîzî werdigerîne kurdî (kurmancî) û di 2005an de jî di hejmara 7an a kovara Yazıncayê de derdikeve. Yazınca ji aliyê Komisyona Edebiyata Kurdî ya Kulûba Edebiyatê ya Zanîngeha Bogaziçiyê bi kurdî-tirkî tê çapkirin. Ji bilî vê wergera di vê hejmara kovarê de, her wiha çîrokeke Sîdar Jîr jî cih digire ku ji aliyê Ergin Öpengin ve ji kurdî bo tirkî hatiye wergerandin. Loma gelek asayî ye  ku bê gotin Sîdar Jîr ji ber vê çîroka xwe, wergera Ergin Öpengin a ji Anderson bi dest xistiye.



Sal 2013. Piştî heşt salan di ser wergera Ergin Öpengin re, vê carê çendek çîrokên Sherwood Anderson bi navê Mêrikê Lal ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve tên çapkirin. Mêrikê Lal bi etîketa “Ji Îngilîzî: Sîdar Jîr” tê çapkirin. Yanî, Sîdar Jîr ev berhem wergerandiye kurdî (kurmancî). Çîroka întihalkirî jî yek ji wan çendek çîrokan e ku bi navê “Hebên Kaxizî” (r.36-40) di berhemê de cihê xwe digire. Edîtoriya Mêrikê Lal Kawa Nemir û pêdaçûna Mêrikê Lal jî Ciwanmerd Kulek kiriye. Du navên di qada edîtorî, nivîskarî û wergêriyê de naskirî, lê famnekirî û têdernexistî ji bêhn û tama întihalê. Ev jî nîşan dide ku hê ji weşnageriya me re, bîst salekî din divê. Li paş bergê kitêbê, nivîseke danasînê heye û hevoka dawî ya ji bo wergerê wiha bi dawî dibe: “Bi çêja Çîroknûs û wergêr Sîdar Jîr Mêrikê Lal êdî malê pirtûkxaneya Kurdî ye.”

Ez ê ji vir û pê de tenê bi çendîn xalan, çendîn nimûneyên hevokan yên danberhevî nîşan bidim ku wergera “Hebên Kaxizî” ya Sîdar Jîr rasterê ji wergera “Hebên Kaxezî” ya Ergin Öpengin întihal e.

·        S. Jîr çend caran şaşiyên redaksiyonê yên wergera E. Öpengin her wekî wî tekrar dike û ji bîr dike sererast bike ku ev bê serrastkirin di redaksiyon û edîsyonê re jî derbas dibin.

-Kerên kaxeza dibûn topikên req u girovir, (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Kerokên kaxizan dibûn topikên req u girover, (r. 37, wer. S. Jîr)

-Pîremêrek, bi nave John Spaniard, xwedanê karxaneyeka zîreetê. (r. 132, wer. E. Öpengin)
-Pîremêrek, bi nave John Spaniard, xwedanê karxaneyeke ziraetê. (r. 37, wer. S. Jîr)

-Dema payîze mirov nav baxçeyên sêvan digere, (r.132, wer. E. Öpengin)
-Dema ku payîze mirov li nava baxçeyên sêvan digere, (r. 37, wer. S. Jîr)

·        E. Öpengin di wergera xwe de ji bo tomara kaxezan dibêje “kerên kaxezan” lê S. Jîr diguherîne dike “kerokên kaxizan” lê paşê xwe ji bîr dike her wekî E. Öpengin wek “ker” dihêle û dibêje “kerên kaxizan.”

-Dawiyên fikrên kû li ser kerên kaxeza nivîsîbûn, (r.133, wer. E. Öpengin)
-Kerokên kaxizan dibûn topikên req u girover, (r. 37, wer. S. Jîr)
- Dawiyên hizrên ku li ser kerên kaxizan nivîsîbûn, (r. 40, S. Jîr)

·        Kesên ku werger û berhemên E. Öpengin xwendibin dê baş bizanin ku E. Öpengin gelek caran di berhemên xwe de peyvên soranî bi kar tîne û hevoksaziya wî bi qasî kurmancî nêzî ya soranî ye jî. E. Öpengin hin peyvên soranî yên ji bo Bakuriyan kêmnas yên wekî “perîn”( derbasbûn, firîn), “derçûn” (derketin) di wergera xwe de tercîh dike ku ev tercîha bikaranînê ‘eynen di wergera S. Jîr de cih digirin.

-Miroveke, li ser erdê xunavgirtî ji wê darê dipere bo darê dî û berîkên xwe bi wan ve tijî dike. (r. 132, wer. E. Öpengin)
-Mirovek, li ser erdê xunavgirtî, ji wê darê dipere bo dara din û berîkên xwe bi wan ve tijî dike. (r. 38, wer. S. Jîr)

-Û dema li wê dinihêrîn, nejdiliyek nav deng û çawên wan der diçû. (r. 132, wer. E. Öpengin)
-Û dema ku li wê dinihêrîn, nejidiliyek ji nava deng û çavên wan derdiçû. (r. 38, wer. S. Jîr)

·        E. Öpengin ji bo nîşandana zemanî “heynê” (hinga, gava, dema) bi kar tîne ku zêde nehatiye bikaranîn di nivîsa modern a kurdî de û S. Jîr jî “heynê” diguherîne dike “dema”  lê di cihekî de ji bir dike “heynê” biguherîne û “heynê” di ya S. Jîr de jî derbas dibe.

-Heynê bavê wê mir, jê re zewiyên bi qîmet û bi ber hiştibûn (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Dema ku bavê wê mir, zeviyeke pir bi ber û qîmet jê re ma. (r.36, S. Jîr)

-Heynê keça dirêj î reşeke Dr. Reef nasî, hez nekir tu caran wî berde (r. 133, wer. E. Öpengin)
-Heyna ku keça dirêj e reşeke Dr. Reefy nasî, hez nekir tu caran wî berde (r. 39, wer. S. Jîr)

·        Li hêla Colemêrgê daçek pir kêm tên bikaranîn. Lê li hêla me Diyarbekirê, Mêrdînê (ku S. Jîr jî ji Mêrdînê ye) tevî ku tewanga me û ergatîviya me hinekî têk çûbe jî, em daçekan pir û di cihê xwe de bi kar tînin û em ewqasî xweş bi kar tînin, tevî ku bêdaçek jî wate dê bê famkirin lê bêdaçek em deyax nakin. Mesela gava E. Öpengin di wergera xwe de dibêje “deh salan” (di deh salan de, di nava deh salan de), ew deh salan bê daçek ji me re pir zehmet tê, ji ber wê ye ku S. Jîr di hevokekê de ew “deh salan” diguherîne û wekî bidaçek “di maweya deh salan de” dinivîse lê di hevoka din de ji bîr dike ku “deh salan” wekî bidaçek biguherîne, bêdaçek dimîne, mixabin.

-Deh salan katekî cilan (dilq) li xwe kiribû. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Di maweya deh salan de her qatekî cilan li xwe kiribû. (r.37, wer. S. Jîr)

-Deh salan, tenê yek hevalê wî hebû. (r. 132, wer. E. Öpengin)
-Deh salan, bes hevalekî wî hebû. (r. 37, wer. S. Jîr)

·        E. Öpengin di wergera xwe de carna lêkera “nihêrtin”ê û carna jî lêkera “meyzandin”ê tercîh dike ku her du lêker jî hevwate ne. S. Jîr jî di wergerê de di heman hevokan de, carê lêkera “nihêrtin”ê û carê lêkera “meyzandin”ê tercîh dike.

-Û dema li wê dinihêrîn, (r. 132, wer. E. Öpengin)
-Û dema ku li wê dinihêrîn, (r. 38, wer. S. Jîr)

-Xeyal dikir kû bi destên xwe yên spî, hêdîka wê dizivirîne û wê dimeyzîne. (r. 133, wer. E. Öpengin)
-Wê xeyal dikir ku bi destên xwe yên spî hêdîka wê dizivirîne û li wê dimeyzîne. (r. 39, wer. S. Jîr)

·        E. Öpengin di wergera xwe paşgira “-eke”yê di du peyvên cuda de bi kar tîne ku li gor Husein Muhammed  ev paşgir (paşpirtik) nadir e û tenê peyva “sereke” jê tê çêkirin. Min bi xwe jî heta niha tenê ev paşgir di “sereke” de dîtibû lê E. Öpengin di wergera xwe de hem bi peyva “reşeke” (reşî/n) hem jî bi peyva “dirêjeke” vê paşgirê bi kar tîne. S. Jîr jî di wergera xwe de her “reşeke” ya wergera E. Öpengin bi kar tîne, lê dirêjeke diguherîne û dike “bejndirêj” û vê paşgirê di vir de bi kar nayîne.

-Keçekî bêdeng, dirêj û reşeke bû, û bi ya gelekan pir bedew jî bû. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Keçeke bêdeng, dirêj û reşeke bû, û bi ya gelekan pirr bedew jî bû. (r. 36, wer. S. Jîr)

-Dr. Reef mirovekî dirêjeke bû (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Dr. Reefy mirovekî bejndirêj bû, (r. 37, wer. S. Jîr)

·        Gelek caran bikaranîn û tercîhên şexsî û herêmî yên wergera E. Öpengin ‘eynen ji aliyê S. Jîr ve hatine girtin û di wergera wî de cihê xwe girtine.

-Girêçkên destên dixtor zêde zêde pahn û mezin bûn. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Girêçkên destên bijîşk zêde zêde pehn û mezin bûn. (r. 36, wer. S. Jîr)

-Hevaltiya Dr. Reef û keçikê, piştnîvroyeke hawînê dest pê kir. (r.132, wer. E. Öpengin)
-Hevaltiya Dr. Reefy û keçikê, piştnîvroyeke havînê dest pê kir. (r. 38, wer. S. Jîr)

-Qiyametek xwazginî li ber demanên wê ciwandibûn. (r. 132, wer. E. Öpengin)
-Qiyametek xwezginî li ber demanên wê civandibûn. (r. 38, wer. S. Jîr)

-Keç li rewşeke nexweşiyê de hatibû nik Dr., (r. 133, wer. E. Öpengin)
-Keç di rewşeke nexweşiyê de hatibû nik Dr., (r. 39, wer. S. Jîr)

·        E. Öpengin di wergera xwe de “fikir” û lêkera “fikirîn”ê tercîh dike lê S. Jîr hemû “fikir”an dike “hizir” lê gava ku dixwaze lêkerê bikêşe, xwe cardî ji bîr dike û ne lêkera “hizirîn”ê lê lêkera “fikirîn”ê yanî, “fikir”, bi kar tîne, hem jî di du hevokên li ser hev de.

-Lê paşî tirsekê şax veda nav fikrên wê. Wer difikirî kû pişt gotinên wî yên li ser qîzaniyê, şehweteke ji yên dî mezintir hebû. (r. 133, wer. E. Öpengin)
-Lê paşê tirsekê di nava hizrên wê de şax veda. Wer difikirî ku li pişt gotinên wî yên li ser qîzaniyê şehweteke ji yên din mezintir hebû. (r. 39, wer. S. Jîr)

·        S. Jîr pirraniya hevokên wergera E. Öpengin ‘eynen girtiye wergera xwe û dest nedaye wan.

-Mirovekî kal bû, simbêlên wî spî, û poz û destên wî pir mezin bûn. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Mirovekî kal bû, simbêlên wî spî û poz û destên wî pirr mezin bûn. (r. 36, wer. S. Jîr)

-Tiştekî ku wî bi xwe xelasî lê dianî ava dikir. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Tiştekî ku wî bi xwe xelasî lê dianî ava dikir. (r. 37, wer. S. Jîr)

-Sê hefteyan, hema her roj Dr. û keça dirêj î reşeke bi hev re bûn. (r. 133, wer. E. Öpengin)
-Sê hefteyan, hema her roj Dr. û keça dirêj e reşeke bi hev re bûn. (r. 39, wer. S. Jîr)

·        S. Jîr gelek caran hevokên wergera E. Öpengin ji bilî guherandina bi peyveke hevwate re, dest nade hevokên wî.

-Li Winesburgê her kes ecêbgirtî mabû ku çawa bi dixtor re zewicîbû. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Li Winesburgê, her kes ecêbgirtî mabû ku çawa bi bijîşk re zewicîbû. (r. 36, wer. S. Jîr)

      -Keça dirêj î reşeke hatibû ku Dr Reef bibîne, ji ber kû li rêya zewacê de bû û tirsek ketibû nava dilê wê. (r. 132, wer. E. Öpengin)
      -Keça dirêj e reşeke hatibû ku Dr Reef bibîne, ji ber ku dikira bizewiciya û tirsek ketibû nava dilê wê. (r. 38, wer. S. Jîr)

      -Li ofîsa Dr. de jinek hebû, jina pirtûkfiroşê Winesburgê. (r. 133, wer. E. Öpengin)
      -Di nivîsxaneya Dr. de jinek hebû, jina pirtûkfiroşê Winesburgê. (r. 39, wer. S. Jîr)

·        S. Jîr temamê metnê wergera E. Öpengin girtiye û ji bilî çend hevokên biçûk, hema hema hemû hevokên di wergera S. Jîr de li gor hevoksaziya wergera E. Öpengin hatine sazkirin.

-Piştî mirina jina xwe, tevahiya rojê, di ofîsa xwe ya betal de, li ber pencereya bi tewnan ve dorpêçkirî dirûnişt. (r. 131, wer. E. Öpengin)
-Piştî mirina jina xwe, tevahiya rojê, di nivîsxaneya xwe ya vala de, li rex pencereya bi tevnên pîran ve nixamtî rûdinişt. (r. 36-7, wer. S. Jîr)

Ji bo ku asta întihalê baş bê famkirin baştir çêbû ku ji bo her xalê di ser hevokan re çend mînak bên dayîn. Wekî ji van mînakan diyar e, temamê çîroka “Hebên Kaxizî” ya Anderson bi wergera Sîdar Jîr ji heman wergera Ergin Öpengin întihal e. Sîdar Jîr ne ku tenê întihal kiriye lê şaşiyên redaksiyonê yên wergera Ergin Öpengin bi xwe jî întihal kirine. Her wiha ji mînakan hat famkirin ku Sîdar Jîr gelek hevokan ‘eynen girtine, di hevokan de jî tenê peyvên diyarkirî bi hevwateyên wan guherandine. Gelek bikaranîn û tercîhên şexsî yên wergera E. Öpengin, ‘eynen hatine tekrarkirin. Sîdar Jîr tevî ku întihal kiriye jî, hema hema di seranserê wergerê de ji hevoksaziya wergera E. Öpengin re sadiq maye û tenê hin tercîhên şexsî û herêmî bêtir nêzî kurdiya nivîskî ya vê heyama dawî kiriye.

***

Pênc sal di ser wergera Mêrikê Lal re derbas bû. Bêguman çêdibû ku rê li ber vê întihalê bihata girtin lê wer çênebû. Beriya her kesî ev karê edîtor e û dû re jî yê pêdaçû da ku nehiştana ev wergera întihal bihata çapkirin. Ma gelo ne karê edîtorên wergeran e ku haya wan ji wergerên berî wan hebe û di xwendinê de wergera li ber çapê û yên berî wê bidin ber hev da ku rê li ber întihalê venebe. Bêguman edîtorî karekî dîqet û zanînê ye. Lê gava ku em li navê edîtor û pêdaçûyê kitêbê dinerin, Kawa Nemir û Ciwanmerd Kulek -ku herdu jî bi salan e di qada xwe de xabatan dikin û tên naskirin-, meriv şaş dimîne û fam dike ku tevî her tiştî hê jî û hê jî, ne edîtoriya me, ne pêdaçûna me û ne jî weşangeriya me kemiliye. Û weşanxaneya Lîsê ku yek ji mezintirîn û baştirîn weşanxaneya kurdî ye, bi vê întihalê re karîzmaya xwe hinekî ji bo min ji dest da. Hêviya min ew e ku Weşanxaneya Lîsê xwe li bêdengiyê daneyne û hewl bide ku rê li ber vê întihala wergerê bigire.  

***
Ger hûn bixwazin wergeran bidin ber hev: 

Hebên Kaxezî - Wer. Ergin Öpengin, Yazınca, 2005, j. 7 (Ji bo PDFa kovarê, bitikîne.)




Hebên Kaxizî - Wer. Sîdar Jîr, Lîs, 2013





inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

3 yorum:

  1. Înanolo,

    te kedeke giranbuha di ber vê nivîsa xwe ra daye, ji bo ziman û edebîyata me ev cîyê şanazîyê ye. te kêmasîyên edîtoryal destnîşan kirine, ez jî îdîa dikim ku Kawa Nemir û Ciwanmerd Kulek bi xwe hê heta vê saetê vê kitêbê nexwendine û navê wan tê de ye. di gelek kar û baran da wisan e, nalet li vê kurmîbûnê bê! xal û xwarzîtî tişteke binî ye, binîya binîyan e.

    Di van suprîzan de her dewam be.

    YanıtlaSil
  2. Destxweş.
    'Eynen wekî tu dibêjî.
    Helîm Yûsiv digot salekê piştî pirtûka wî ji weşanxaneya Mihemed Ronahî derketiye, M. Ronahî xwe jê aciz kiriye û gotiye, "Çima te di pirtûka xwe de rexneyên giran li filan keso kirine?". Helîm Yûsiv jî gotiye, "Ma beriya çapkirinê te pirtûk nexwendibû?"
    Ka bêje min, kîjan edîtor pirtûkan dixwîne?

    YanıtlaSil
  3. Keko, seheta te xweş.
    Te kêmasiya weşanxaneyê -edîtorî, pêdaçûn- jî baş aniye ziman.
    Ji Avestayê bigire heta Lîsê û yên din, hemû weşanxaneyên kurdî wekî hev amator in. Ma kes nepirse gelo A. Keskin yan L. Laleş edîtoriya hemû pirtûkên ku nevê wan tê de wekî "edîtor" dinivîse kirine? Yan jî gelo hema carekê be jî wan ew pirtûk beriya çapkirinê xwendine?
    Li gorî min malkambaxî ye ku li ser hemû pirtûkan navê xwediyê weşanxaneyê wekî "edîtor" bê nivîsandin. Eger "patron" bê nivîsandin çêtir e.

    YanıtlaSil