ÇÎROKA WENDA (1.1.)

Aralık 08, 2017 , , , 1 Şirove


1.

            “Şimdi karşıya geçebilirsiniz. Şimdi karşıya geçebilirsiniz. Şimdi karşıya geçebilirsiniz…”
            Dengê ji nav stûnê trafîkê hêdîka bilind dibû, li nav heytehola wesayît û însanan dima vizîniya mêşekê   – mêşeke bêxeber ji hemû qewimînên li der û dora xwe. Însanên li her du aliyên qeraxa rê li benda vî dengî bûn da ku tavilê derbasî aliyê din ê rê bibin, bi bihîstina vî dengî re gav didan xwe ber bi aliyê din ve û bi lez bi rêya xwe de dimeşiyan. Dimeşiyan, rast e, lê heçku her tişt bi wan re dimeşiya: dar, peyarêk, avahî, rê, behr. Çend xort li ber dezgehên xwe yên qalikên telefonan bêrawest bangî qelebalixiya însanan dikirin, erzanî xwe li vir danî.
            Tam di vê hînê de, Rizgo Zerdeştê çîroknûsê ciwan di nav vê qelebalixiyê de kêliyekê bi ber çavan dikeve û cardî ji ber çavan diçe. Hewce nake em têbîniyeke bêwext li vira zêde bikin, jixwe xwendeyê ezîz vî çîroknûsî xweş nas dike, dizane ka îşê wî li vê derê jî çi ye. Lê belê hêja ye bê gotin, camêrê me bi salan hewl da ku navê xwe yê Rüzgar Öztürk ê di nasnameya Tirkiyeyê de biguherîne lê bes karî Rüzgar bike Rizgo. Her cara ku li sazî û dezgehên fermî paşnavê wî dihat guhê wî, sefetê wî diçû, dixwest jehrê di tîpa her kesî de deyne, derî li ser piştê bihêle û biçe. Belaheq navê çîroka xwe ya dawî ya kovara Lokomotîfê nekir Rizgo Öztürk Çû Ber Rehma Xwedê. Çîroknûsê me fam kiribû, Rizgo Öztürk ne yek, ne dudu, ne sisê, ne çar û ne jî pênc kes bûn. Her kesekî Rizgo Öztürkekî cuda hebû, ê wî jî ji zû de çûbû ber rehma Xwedê.
            Rizgo Zerdeşt bi qelebalixa însanan re derbasî aliyê din ê rê bû. Ber bi dezgehê xortekî bi berçavka reş ve çû, silav lê kir ji bo ku daxwaza cameke nayşikên a telefonê lê bike. Beriya du sê rojan gava ku dimeşiya û bi telefonê peyam dinivîsîn, ji nişkê ve li zilamekî bi qasî sê zilaman qelibîbû, telefona wî gotibû terreq ketibû erdê, ew cama nayşikên şikiyabû, tew di ser de zilam jî gotibûyê, li ber xwe binêre hey dêqehp. Rizgo li pişt vî zilamî tiliya xwe ya navîn ji nav tiliyên din bilind kiribû ku vî hawî ji filîman hîn bûbû.
            -Buyur abê, xortê bi berçavka reş dibêjiyê.
            -Cama telefona min şikiyaye kekê, yeke nû dixwazim.
            -Ser çava kekê, ez ê yeke on numere bidim te.
            -Welleh kes nabêje mastê min tirş e, de bila a min jî on numere be.
            -We nebêje ezbenî, ma ez te qandirmîş dikim? Eyb e meriv bêje, min ji van caman daye Sinan Çetin û Polat Alemdar jî, gelek jê memnûn bûn.
            -Weyy… Mişteriyên te jî gelek yağlî bûne, Xwedê wan bihêle.
            -Erê wey, îşê yağlîbûnê… Telefona te jî aha temam e kekê.
            -Deynê min çi qas e?
            -Hema on tele bide bes e.
            -Hem on numere hem jî on tele. Welleh xêra Xwedê ye. A ji te re keko. Bi xatirê te.

***

            Rizgo Zerdeşt pir ji temaşekirina ewran hez dike, tebîetê wî ye. A niha jî gava em di waporê de li hemberî wî derbas dibin, em ji dûranê ve dibînin ku wa ye çavê xwe kutaye esmanan, riprast dimeşe li sahîlê. “Li bir xwi binêri hiy diwirê Xwidê,” vegêreke navsere ji nav me diqîre û destê xwe ber bi wî ve gal dike, “Mi ti li mirîkên ci xwi digirî?” Qerqeşûnek di navbera me û vegêra navsere de dest pê dike, em dikin nakin huş nabe. “Huş be”, em dibêjin bi kerb û hêrsekê, “niha ne dora vegêrana te ye hey nizamçîk.” Bilebila wê ye, tiştinin tewşomewşo li pey hev rêz dike ku meriv nizane çi dibêje, behsa çi dike. Her ku me li ber nivîskar da ku vê vegêra eletewş ji nav vegêranê derxe ku ne tê xwarin ne tê avêtin, em ji zimanê wê fam nakin tew xwendevan dê çawa fam bikin, lê bi ya me nekir nivîskar, me go wisa neke ezbenî, ev jinik dê li serê me bibe bela, dê navekî xirab bi pey me bixe lê go ez û nego tiştekî din nivîskar.
Di nav vê devjeniya me de em dibînin ku wa ye lehengê me gotiye şellep ketiye behrê. Ê helbet cihê ku behrek lê hebe divê kesek jî bikeviyê, ew jî bi para lehengê me ket, jehr tê de be. Kêm kes dizanin ku Rizgo Zerdeşt bi avjeniyê nizane. Jixwe me jî nizanibû, em ji çavkaniyeke ku naxwaze navê xwe eşkere bike hîn bûn, malava. Rizgo li ber xwe dide bi ser avê bikeve. Pelên har ên behrê geh bi avî alî de geh bi wî alî de wî dihejînin. Li jorê çend telpên ewran wek cansimidiyan jê re xuya dibin. Destê xwe çeng dike Rizgo, ez ê zevt kim dibêje, ez ê zevt kim van ewran. Heydê qurban, em dibêjin, taswasek ketiye nav me vegêran, gupgupa dilê me ye. Li ber xwe bide Rizgo, li ber xwe bide lehengê dilpak, şêrê çiyan, egîdê behran, hevrêyê dilsoz, niha ne wextê mirina te ye, me hê nû dest pê kir lo. Em çi bikin û çi nekin dibêjin ji hev re, dest û lingên me bendkirî. Dibêje kûrr û digirî vegêra navsere, cardî bilebila wê ye, kesî ji me ew fam nekir. Ev jinik wisa ne em dibêjin di navbera xwe de, di giryan û xeberdanê de kes nikare avê li destê wan bike. Ez ne wisa me dibêje, vegêreke me ya ciwan, ne digirîm û ne jî zêde xeber didim. Tu ji xwe re bêje, em dibêjin, ka bila dora te bê em ê bibînin bê tu çawa direqînî peyvan.
Dengê ku ji Rizgo diçe kizzîniyê bi kezeba me dixe. Rojeke her wekî îro bi destê dildara xwe girtibû û li ber vê sahîlê pêgermok digerandin. Niha wek xewnekê dihat ji Rizgo re. Ti carî xewneke wî çênebûbû ku bi destê dostika xwe bigire û li ber peravên behrê jê re behsa çîroka xwe ya netemambûyî bike. Di nav pêlên behrê de reşbeleka çîrokeke nû di hişê wî de zelal bû, Xwedê hez ke heger ji vê bobelatê sax bifilite, dê lêxe herf bi herf binivîse. “Çîrokeke wiha nehatiye nivîsandin,” got, xwebixwe, di bin avê de. Peyvên ji devê wî dipekiyan xelekine li pey hev li ser rûyê behrê çêdikirin. “Heke ez nenivîsim kes nikare binivîse.” Wer difikirî ku ev çîrok dê wek gulleyekê di nav çîroknûsan de deng veda. Belkî çend xelatan bigirta. Belkî li çend zimanan wergeriyaya. Belkî bi xêra wê li çend welatan bigeriya. Vegêrekî me yê sergerm xwe negirt û got, biçirrrîn, ji bo lehengê me, xeyal bêpere ne, tu jî pariyê xwe tê dak, jê nemîn. Lê Rizgo bibiryar bû, dê binivîsiya vê çîroka han û ji pêşbaziya herî navdar, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî re bişanda.  
Her ku kêliyek ji berîka me lêdixe diçe em dikevin nav tirsûxofekê. Em li hev dinêrin, li lehengê xwe dinêrin, li ewran dinêrin, ev ewrên ku em anîn xistin çi halî. Deng ji nivîskar nayê û em li benda fermana cenabê wî ne. Dengek bi nav vegêran dikeve, mi birdin, mi birdin, dibêje vegêra navsere. A ji te re, ev ji me kêm bû. Em vegêran salox dikin ku wê bernedin. Tirredîna han! Mi birdin iz ê hirim lihing xilis kim. Çi bû, çi nebû, vegêra navsere ji dest me difilite û xwe ji waporê berdide behrê. Bêyî ku em li benda fermana nivîskar bisekinin, em jî xwe li pey wê yek bi yek diavêjin behrê ji bo ku wê xilas bikin. Vegêrê me yê sergerm berî me gişan xwe çeng dike hewayê û berdide behrê. Bis bipiyiv, bis bipiyiv, dêliki hirim, hawê vegêra navsere dike û dipeyive vegêrê me yê sergerm. Em gelekî ditirsin ku hin vegêrên me bi avjeniyê nizanibin. Gava ku em digihijîn peravê, em dibînin ku wa ye vegêra navsere ketiye bin çengê lehengê me û wî ber bi qeraxa rê ve dikişîne. Li bir xwi bidi Rizgi, vegêra navsere bi zimanekî lêborînxwaz dipistîne guhê wî. Mi min ji ti ri nigitibû li bir xwi binêri.
Rizgo rojtira din gava li malê hat ser hişê xwe li ser maseya ber serê xwe rastî hejmara wê rojê ya rojnameya Behra Welêt  hat ku di manşetê de sûretê wî yê dema xilaskirina ji avê hebû. “Hela ez bixwînim”, got gava destê xwe gal kir rojnameyê, “ka bê van bêbavan cardî çi derew kirine.”

Hemwelatiyê me Rizgo Zerdeştê çîroknûsê ciwan ê bi navê xwe yê fermî Rizgo Öztürk ji xeniqandinê xilas bû. Rizgo Zerdeşt duh bi sedemeke nayzanîn ket behrê û ji ber nezanîna xwe ya avjeniyê bi xeniqandinê re rû bi rû ma. Li gor qeyda çend hemwelatiyan ku bi telefona xwe ya destan ew girtibûn xuya dibe ku heta demeke dirêj jî çîroknûsê ciwan li ber xwe daye ku li ser avê bimîne. Lê ji telebextê wî yê reş re zêdetir nekariye wî laşikê xwe yê ziravik li ser avê bihêle û demekê di bin avê de maye.  Tam wextê ku her kes hêviya xwe ji saxfilitîna birêz Zerdeşt biriye, tevî jineke navsere û nenaskirî ji bin avê hol bûne û derketine. Her çend Behra Welêt hewl da xwe bigihîne wê jina navsere jî, lê li tu der û deverê şopek bi ser wê nexist. Şahideke vê bûyerê ji Behra Welêt re ragihand ku xilasbûna Rizgo Zerdeşt mûcîzeyeke mezin e ku ne qe tê gotin ne jî vegotin û wiha bi axaftina xwe berdewam kir: “Me digot jixwe miriye û me got rehma Xwedê lê be, ji haziran ne çêtir çîroknûsekî di ser pozê xwe re bû. Çend kesan bi xwe negirt û dest bi girî kirin. Çend kesên din jî ku xuya bû xwendevanên wî yên hezkirî bûn, gotin êdî çîroka kurdî sêwî ma û piştî mamoste Rizgo çîrok nayê nivîsandin. Lê tam di vê hînê de me nerî du laş bi ser avê ketin û çepik û tilîlî û halan û helahelayek bi cemaetê ket. Çi ye ne çi ye, me tu tiştî fam nekir. Jixwe em zêde jî bi ser de neçûn, tek teselliya me ew bû ku niha sax bû û li hember me bû. Yek ji wan xwendevanên tûj bi xwe negirt û çû binê nigê wî maç kir û got tu êdî seyda yî ez jî mirîdê te me. Axir kelam bê girseya mirovan bê pevçûn û teşqele belav bû, em jî hatin mala xwe.” Hêjayî gotinê ye ku Rizgo Zerdeşt xwediyê çend çîrokan e di kovaran de û li gor agahiyeke me ji çavkaniyeke payebilind bidestxistî, ji niha de haziriya çîroka xwe ya nû dike ji bo ku serî li pêşbaziya herî navdar û herî mezin, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî bide. 

(Dawiya Beşa 1em a Qismê 1em) 


 XXX

Têbînî: Li gor reşbeleka vê romanê, ev roman dê ji heft qisman û her qismek jî ji çendîn beşan pêk bê. Ez ê jî her carê beşeke van qisman belav bikim. Ez dixwazim xwendevanên vê romanê jî bi şiroveyên xwe rengekî bidin vê romanê (çi ziman, çi rêzebûyer, çi mijar û naverok) ku di her beşê de kêm be jî van şiroveyan li ber çavan bigirim û kêm be jî em karibin bi hev re, bi saya hev romanekê binivîsin. Roman karekî demdirêj e dizanim, jê re motîvasyoneke xurt lazim e û motîvasyona min jî xwendin û şiroveyên  xwendevan û heval û hogiran e. Ji ber ku dilê min dixwaze ez vê romanê dinivîsim, ji bo malbata xwe, ji bo heval û hogirên xwe û ji bo xwendevanên dilsoz. Ez ê çi qasî bi ser kevim nizanim û jixwe ji bo min ne girîng e ez ê çi qasî bi ser kevim. Belkî di encamê de romaneke pir beredayî û seqet jî derkeve, belkî romaneke baş jî. Bi herduyan jî razî me, çavê min ne li ezmanan e. Temenekî me yê kurt heye, hewce nake meriv ji bo du nivîsan temenê xwe heba bike. Wextê me kêm e loma ez ê zêdetir û pirtir binivîsim, ez ê hewl bidim bê kompleksa nivîsandin û mikemmelbûnê binivîsim ku heta niha ti xêra wan li min nebûye. 

Ferhengok: 

Şimdi karşıya geçebilirsiniz: Hûn niha dikarî derbasî hember bibin.
Vegêr: Vebêj (Anlatıcı)
Vegêran: Vegotin (Anlatı)
Di vê hînê de: Di vê navberê de (bu arada) 
Reşbelek: Taslak 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum:

  1. Înanolo,

    Di şeveke ku xewa min ya jiber dermanên min yên nû qedîyabûn nedihat de bû qismet xwendina 1.1'a romanê.

    Serê pêşî ez te jiber vê biryara romana tefrîqa pîroz dikim. Têbinîya te li binê beşa yekê nivîsîye hin heq dane min jî:

    Di vê beşê de li hîn cîhan mîzaheke pir xweşik heye. Ez dixwazim ew mîzaha di beşa duduyan de were zêde kirin. Mesela bila nivîksar bibîne ku karaktêr ji xwe re hesabên sosyal medya vekirine û hewil bide wan girtin bêmane, çinku nivîskar dibîne ku ew û karakter ji eynî keçikê re dinivsînin filan.

    Belkî di dawîyê de romaneke pir baş derkeve, lê ez ji niha de bêjim min navê romanê neeciband. İnan Eroğlu gerek e navekî din î hîn î orîjînal bidaya. Tu bi xwe jî zanî ku nav jî yek caran bi qasî romanê bi xwe muhîm e.

    Nizanim, min ji têbinîyê fehm nekir ew heqê min heye yan na, lê ez wek xwendevanê dixwazim ku navê romanê were guhertin.

    Ji Diyarbekirê hez û hurmetên ku hîn neçûne Riha.

    YanıtlaSil