ŞERÊ KURDAN LI PÊNC PARÇEYÊN KURDISTANÊ BERDEWAM E

Pablo Picasso, Don Quichotte, 1955

*Berî çend rojan di Sputnik Kurdistanê de hevpeyvîneke xweş a Besam Mistefa hatibû belavkirin ku Fettullah Ozmen pê re peyivîbû.[i] Hevpeyvîneke wisa bû ku derî li nîqaşên ziman ên berheman û edîtoriya berheman vedikir.

*Besam Mistefa di hevpeyvîna xwe de gazinan ji kêmasiya edîtoriya kurdî dike û dibêje, “Çiqasî Kurmanciya min baş be, nabe bê edîtorî û serrastkirin bimîne.” Gotina B. Mistefa zêde ne zelal e û hin gumanan bi meriv re çêdike. Gelo dixwaze bêje çênabe berhemên kurdî bê edîtorî û serrastkirinê bimînin an dixwaze bêje berhemên min bê edîtor û serrastkirin dimînin? Mebesta Mistefa baş ne diyar e û meriv nizane ka gelo kîjanê qest dike. Ev ne nediyarkirin di hevokeke wî ya din de jî xwe dide der gava li ser rexneyên kêmasiyên berhemê pirsek jê tê kirin: “Helbet kêmasî girêdayî min bi xwe ne, lê kêmasiya edîtoriyê jî heye.” Mistefa behsa kêmasiyeke edîtoriyê dike lê nade zanîn ka ev kêmasî çi ne.

*B. Mistefa derbarê rexneyên wergerên xwe de jî dibêje, “divê rexne zanistî be, wek mînak bi riya lêkolînekê yan nivîsekê be û armanc jê,  ne hevdu kêmkirin be. - Rexne eger rast û zanistî be, asoyên nû li pêşiya wergêr û nivîskaran vedike.” Ji ber ku rexneyên wergerê bivênevê pêwendîdar in digel rexneyên ziman ên berheman dixwazim hin tiştan derheqê rexneyên li zimanê berheman bibêjim.

*Rexneyên li zimanê nivîskar û berheman gelek caran rê li ber asta edebî ya berheman digire. Her tim em rast li rexneyên wekî “zimanê vê berhemê giran e, bi mentiqa tirkî nivîsiye, bê tewang û ergatîv e, bêhna wergerê ji berhemê tê, ne zimanekî standard e, bi kurmanciya mala xwe nivîsiye, zimanê berhemê neherikbar e, peyvên naylon û çêkirî tê de hene, kes nizane vê peyvê ji ku aniye, bi ferhengê nivîsiye, ev ne kurmancî ye” û gelek gelek rexneyên bi vî şiklî. Heke ez bi kurt û kurmancî bibêjim: Yek ji van rexneyan jî û rexneyên bi vî awayî jî ti tiştî li ser asta edebî ya berheman nabêje. Ne tenê ev, ti rexneyên li ser ziman jî ti tiştî nikare li ser naverok û asta edebî ya berhemê bibêje (rexneyên zimanê edebî ne tê de). Lê di gelek gotar û rexneyên li ser naverok û asta edebî ya berheman de jî meriv dikare rast li gotinên wisa yên ji bo zimanê berhemê berhemê were.

*B. Mistefa dibêje, “divê rexne zanistî” be. Rast e û rexneyên ziman ên zanistî jî di nav çarçoveya zimannasiyê û teoriya zimannasiyê de tên kirin. Gava zimanê berheman di nav vê çarçoveyê de tê nirxandin êdî ne berhem tê biçûkxistin û kêmdîtin û hem jî meriv sûdekê ji wan digire. Heta niha du xebatên bi vî awayî têne bîra min ku di nav çarçoveyeke zimannasiyê de li ser bikaranîna ziman a berhemên edebî hûr bûne bêyî ku ti biryarekê li ser aliyê edebî yê berhemê bibêjin. Xebata ewil, kitêba Îbrahîm Seydo Aydogan a bi navê Guman 1 e ku ji weşanên Lîsê derketiye. Aydogan di vê xebata xwe de li ser tehlîla zimanê çendek romanên kurdî xebitiye. Xebata duyem jî gotara Ergin Öpengin a bi navê “Repertûara zimanî û afirandina edebî: nirxandineke zimannasî li ser edebiyata kurmancî ya hevçerx” e ku di kitêba Tîr û Armanc (ed. Remezan Alan-Ergin Öpengin) de cih digire û kitêb ji alî weşanên Peywendê çap bûye (ev nivîs piştre di kovara Kanîzarê de jî belav dibe ku hûn dikarin li vir wekî PDF bixwînin.[ii]) E. Öpengin ji bo pirsa gotara xwe gotiye, “em dê bi perspektîfa zimannasiyê lê binêrin ka wate, binyad û avaniyên zimanî yên di repertûara zimanî ya nivîserê kurd de bi çi awayan li qalibê deqeke edebî werdigerin.” û ji bo pêdaçûnê jî romana Otobês ya Yunus Eroğlu hilbijartiye. E. Öpengin di sernaserê nivîsa xwe de tehlîla zimanî ya romanê dike û çewtiyên zimanî destnîşan dike. Lê hevokeke dawî ya vê gotarê heye ku ti carî ji bîr nakim û nîşanî me dide ka rexneyên zimanî û rexneyên edebî çawa bin. Hevok, ‘eynen ev e: “Tevî vê, wek xulase, divê em li vir diyar bikin ku tehlîla zimannasî ya berhemên edebî heta dereceyeke bilind di nav çarçoveya “nirxandinên zimanî” de dimîne, zêde ne xwedangotin e li ser aliyên edebî yên berhemê; lewma Otobês, wek berhemeke ceribî û xwedanê çendîn rehendên xwe yên ji aliyê qisetnasiyê ve xweser, hêja ye di çarçoveya tehlîlên edebî de bi berfirehî bê nirxandin.”

*Cahit Sıtkı di nameyeke xwe de ji Ziya Osman re dibêje ku ez çiqas li ber dikevim gava dibînim ciwanên me dikevin bin tesîra wergereke şaş a helbestê jî. Kes ji me behs nake lê dibe ku me hemû teoriyên xwe li ser şaşfamkirineke wergereke şaş ava kiribin.[iii]

*Ji nîqaş û şer û pevçûnên edebî pir hez dikim. Nîqaş û şerê herî xirab jî bi xwe re heyecan û dînamîzmekê tîne (helbet bi şertê ku edebî be.) Loma çiqas şer û nîqaşên edebî çêbibin ewqasî jî edebiyata me dê geş û rengîntir bibe. Qenebe piştî çil pêncî salê din ev şer û nîqaş dê wek çîrokeke xweş ji nifşê wan çaxan re bimîne û dê bêjin way be malik li hev mîrat kirine. Hin heval ji ber vê hezkirina min ji min re bi henekî dibêjin tu darikê fesadiyê yî. Lê bi Xwedê derdekî min ê wisa nîne. Tek derdê min ew e ku rê li ber heyecan, dînamîzm û aksîyonê vekim. Lê zirara vî karî jî ne ku tune ye. Yek dikare rojekê ji nişka ve derkeve û kulmekê di ser devê we re lêxe. Êdî, hingê ti çare namîne ji xeynî ku meriv bi qedera xwe re razî were.

*Ji ber ku ji şer û pevçûnên edebî hez dikim nivîs û parvekirinên kek Îbrahîm Seydo Aydogan bi meraq dişopînim. Bi ya min kek Îbrahîm dikare rê li ber gelek şer û nîqaşên edebî veke û vî şerî gurtir bike lê ji ber ku nivîsên xwe yên bi vî awayî ji dêvla ku li ser malper, blog an jî rojnameyekê belav bike diçe li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike haya kesî zêde ji van nivîsan çênabe û tesîra van nivîsan bi qasî ya blog, malper an jî rojnameyekê zêde li kes û xwendevanan tuneye. Helbet ez li vir fikra xwe nabêjim ka ev nivîs baş in an xerab in.

*Kek Îbrahîm Seydo Aydogan di hevpeyvîna xwe ya Yeni Özgür Politika[iv] de ji bo kek Firat Cewerî û kek Jan Dost dibêje ku her du jî du romannivîs in ên ku besît û rûkî (basit ve yüzeysel) dinivîsin. Her wiha ji bo kek Firat Cewerî dîsa dibêje ku ew bi fikr û xeyala standina Xelata Nobelê dijî. Kek Îbrahîm Seydo Aydogan vê dawiyê di hesabê xwe yê facebookê de nivîsek dirêj derheqê nivîsa kek Selim Temo ya di Gazete Duvarê de nivîsî. Di vê nivîsa xwe de kek Îbrahîm ji bo kek Selîm dibêje, “Ez di gotara Temo de helwêsteke û her weha rezaleteke weha dibînim ku heger Adorno ew xwendibûya, dê dîn bibûya, lewre safî virran dike û virrên xwe difiroşe ku Baudrillard jê re digot simulasyon”.” [v] Lê heta niha ne kek Firat, ne kek Jan û ne jî kek Selîm derheqê van gotinên kek Îbrahîm de tiştek gotine. Ez jî wek xwendevanekî dilsoz ê her çar nivîskaran bi meraq im û li bende me ka ew ê bersiva van gotinên kek Îbrahîm bidin an na.

*Ev demek e nîqaşek di navbera kek Têmûrê Xelîl û berhema Zerî Înanç ya bi navê “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” çêbûye. Vê dawiyê İsmail Beşikçi nivîsek[vi] belav kir û tê de dibêje ku Têmûrê Xelîl bi awayek mezin hêrîşê vê pirtûkê kiriye. Her wiha dinivîse ku, “Heqaretê, bêrûmetkirinê, piçûkxistinê wek rêyek hilberîna zanînê hilbijartîye. Û vê bi zanîn dike. Dinivîse ku pirtûk, zanînên di pirtûkê de, ji serî heta binî çewt in, pirtûkek e ku divê bê îmhakirin, divê bê tunekirin. Têmûrê Xelîl dikirpîne ku keda bavê wî û dîya wî di Radyoya Êrîvanê de, pirtir mezin bûye, lê qet behsa wan nehatiye kirin.” Her wiha İsmail Beşikçi dibêje, “Têmûrê Xelîl, ji Cesîmê Celîl û zarokên wî, bi kurtî ji malbata Celîlan dibe’ece. Ev be’ecandin êdî vegerîyaye dijmintîyê.” Têmûrê Xelîl jî derbarê vê nivîsa İsmail Beşikçi de nivîsek bi navê “Îsmaîl Bêşikçî feşkirina dîroka radyoya Rewanê berdewam dike”[vii] belav kir. Kek Têmûr tê de dibêje, “Dema piştî ew qas îzbatîyên berbiçav Weqfa Îsmaîl Bêşikçîyî li xwe mikur nayê ku bi çapkirina wê pirtûkê va şaşîyeke dîrokî kiriye, hewil nade bi awaykî şaşîya xwe rast bike, tu rêyeka din namîne, ji xênî wê ku bi çapkirina wê pirtûkê biçûkxistina karê radyoya kurdî ya Rewanê, feşkirina îzbatîyan, reşkirina dîroka radyoya me bi zanebûn tê kirin.”

*Şerê kurdan ê navxweyî li pênc parçeyên Kurdistanê berdewam e.

*Pêr jî şer û nîqaşeke giran di navbera min, Welat Agirî û Têmûrê Xelîl de qewimî.[viii] Welat Agirî helbesta Bextiyar Elî ya bi navê “Reştirîn Şi’ra Dinyayê” ku min ji soranî kiribû kurmancî û di bloga xwe de belav kiribû[ix], bê ku çavkaniyê destnîşan bike û ji soranî bo kurmancî navê min binivîse, ji bloga min revandibû û hemû helbestê li nivîsa xwe ya bi navê xwe kopî kiribû.[x] Vê dawiyê eşkera bû ku ji nîvê zêdetir nivîsa xwe jî ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê revandibû û li nivîsa xwe kopî kiribû.[xi] Heke ev ne dizî be çi ye? Xwedêgiravî gotiye min zanist xwendiye. Pirranî xwendekarên lîselî nivîsên copy-paste dinivîsin ew jî tenê ji bo ku ji dersan noteke baş bistînin ne ku biçin di kovar û malperan de belav bikin. Jixwe gava ku meriv nivîsên rasterast copy-paste ji nivîsa wî derxe tenê paragrafeke biçûk dimîne ku Xwedê zane bê ew ji kîjan “özet”an berhev kiriye. Ez ê zêdetir behsa vî şer û nîqaşa me nekim, bila “edebiyat tarihçisi” behs bikin. :)

20ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs




Nîşe: Min di nivîsa kek Îbrahîm Seydo Aydogan de hevokek ku min şaş fam kiriye bi şaşî li vir zêde kiribû. Min ew hevok rakir û ez ji ber vê şaşiya xwe ya hevokê xemgîn im û lêborîna xwe ji cenabê Kek Îbrahîm û Kek Selîm û her wiha ji xwendevanên delal dixwazim.



[i] https://krd.sputniknews.com/kurdistan/201711176961126-besam-mistefa-ezhewl-didim/
[ii] https://zimannas.files.wordpress.com/2015/08/openginergin_repertc3bbwara-zimanc3ae-c3bb-afirandina-edebc3ae.pdf
[iii] Ziya’ya Mektuplar, Weşanên Can
[iv] http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=78293#.WfCk0YEAtac.mailto
[v] https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=10155304991242880&id=622857879
[vi] https://pirtukweje.wordpress.com/2017/11/18/ismail-besikci-di-heqe-temure-xelil-da/
[vii] http://krd.riataza.com/2017/11/20/temure-xelil-ismail-besikci-feskirina-diroka-radyoya-rewane-berdewam-dike/
[viii] https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=2030949080527904&id=100008384945797&pnref=story
[ix] http://inanolo.blogspot.fr/2017/01/restirin-sira-dinyaye-bextiyar-eli.html?m=1
[x] http://krd.riataza.com/2017/11/18/li-basure-kurdistane-edebiyata-nujen-u-niviskaren-navdar-bextiyar-eli/
[xi] http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=76580


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: