Mala te hezar carî ava be pencereya vala

Kasım 17, 2017 , 0 Şirove

Wêne: Reza   /   Cih: Bayîzd

Bextewariyeke jê zêdetir heye an na, nizanim, lê ji bo du zarokan dê bextewariyeke pir û pir mezin be heke di pencereyeke vala re li xwe binihêrin ku heta hingê bes li dinyayeke dî, heyateke dî û însanine dî nihêrîbûn di nav wê pencereya virtîvala re, ya ku Xwedê zane çendik û çend demsal di ser re çilape kiribû û çi zanim, belkî jî kesî çu hay lê nebûbû ka di kîjan spêdeyê de bê ser û şûn û ji hal û wezîet ketî hatibû avêtin ber dîwarekî, ser meselê em bibêjin, kevn û xilmet. Lênêrtina di nav çar kêlekan re fena heyateke pir û pir dûr a însanên ber serê min nêz e dibêjim qey, herhal, wisa ye.                    
Fikreke têra xwe xweş e fikra ku rojekê hemû televizyonên dinyayê (têbîniyeke bêwext: hemû televizyonên dinyayê, nebin yek) dê bibin pencerenin parçeyên ji vê heyata me ya rojane. Ez vê jî lê zêde bikim, super e: Heçku ew pencereyên vala paşê dibin wêne û dîmenên jêkcuda û yekta yên vê zincîreyê ku em bikarin wek hawê çarçoveyekê bi dîwar ve hilawêsin û misêwa li ber wê kêfa xwe bînin ku bi rastî jî me çend heyateke filan an bêvan hebûye wextekê, tew. Ez qet nefikirîbûm lê ji kerema xwe hûn bifikirin ku heyata me tenê bi qasî bînahiya dîmena çarçoveyekê sînorkirî ye. Hingê dê nîvco bimînin ew çiyayên me yên em bi berzbûn û qehîmbûna wê dipesinîn, stûnên me yên ber bi erş û esmanan ve hildikişin, rê, xanî, tekerê dawî yê duçerxeyê, serê xwediyê duçerxeyê û sî - ew siya ku, jehr tê de be, çu carî dest ji me bernade. Ma xwene xwediyê duçerxeyê bêşans e ji ber ku nîvco derketiye ji bela xwarbûna çarçoveyê? Yeqîn nakim. Bera dibêjim. Çima yeqîn bikim? Şansekî pir mezin e ku kesek bi qasî çiya û stûnên xwe nîvco derkeve. Qîmeta herî mezin ne ji bo van bilindcihan e, hii?

Tevî ku em gelek caran di ber pencereyekê re jî dibihurin, em çu carî di nav wê pencereyê re xuya nakin. Tevî ku em li ber wê bergeha berfireh in, awirê tu bînerî bi me nakeve. Meriv pencereyeke vala ya televizyonekê be di nav lepê du zarokên hilgir de, hingê heyat hinekî din xweştir û bertengtir dibe, meriv ne însanên li kêlekan ne jî nîvê din ê rê û xanî û sî û çiya û banî û stûn û esmanan dibîne.  Baş e, lê her du zarokên hilgir? Bila ew jî bimeşin. Heger terpilîn, em ji dest wan ketin û hûrhêra bûn, xweliya heft bajaran li serê wênegir be. 



***


Têbînî: Ez ê ji niha û pê de hewl bidim carê qiseta sûretan binivîsim di bin etîketa "Qisûret"ê de û ez ê ji bo van nivîsên xwe jî bêjim qisûret. Ji bo ku hem nav kurttir û xweştir bibe min ev nav li van qisetên/çîrokên wêneyan/sûretan kir. Qiseta Sûretan = Qisûret. Û ji ber ku ez vê qisetê ji bo sûretan li hev tînim bêguman qisûreke ev celeb nivîsan heye, çimkî qiseta van sûretan dê ne bi vî awayî be. Gava min ji van du peyvan peyvek çêkir qisûr ne di bîra min de bû, bi tesadûfî min ew dît û vê wateya qisûrê jî lê bar kir. Tesadûfeke din jî qertafa "et"ê ye. Min ev "et" jî şiband qertafa pirhejmariyê ya erebî "at"ê. Belkî kes vê peyvê neecibîne û qet ji bo van celeb nivîsan jî vî navî qebûl neke. Lê min gelek eciband û ez ê her di bin vî navî de qisûretan berhev bikim.  (17ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs)

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: