Blog Birayê Ferhengan in

*Min ev blog di adara 2016an de vekir. Nivîsa min a ewil a blogê ku hevpeyvîn bû, di 29ê Adarê de weşiya. Ti carî min bîr nebiribûyê ku ji xwe re blogekê vekim lê tim min xwestibû hevpeyvîn û sohbetan bi însanan re bikim û wan biweşînim. Gelek hevpeyvînên ku heta hingê min xwendibûn nîşanî min dabûn ku rêyeke giring a nasîna xisletên însanî jî di hevpeyvîn û sohbetan de veşartî ye. Rêyên din jî hebûn bêguman ji bo vê nasînê, mesela rojnivîsk, mesela bîranîn û serhatî. Min hez dikir ji wan berhemên ku “ez”ek li meydana wê bû, min zewqek mezin digirt ji wan. Bi qasî ku min ji helbestekê, romanekê, çîrokekê hez bikira, min hez dikir. Xweş nayê bîra min lê yeqîn tesîra bloga Omer Faruk Baran û hevpeyvînên wî li min bûbû ku ez rabim ji xwe re blogekê vekim û bi nivîskaran re bipeyivim. Min îlhama xwe ji bloga Omer girtibû û bi vî awayî ev blog dest bi weşana xwe kiribû. Malava Birûsk Aryanê dostê hêja dîzayn û bergsaziya blogê kiribû. Jixwe di karên teknîkî de min her tim xwe diavêt ber bextê alîkariya Birûsk û wî jî tim û tim alîkariya xwe ji min texsîr nedikir. Ne ji bloga Omer bûya min ê dîsa hevpeyvînan bikira lê ne ji bloga wî bûya gelo min ê dîsa blog vekira an na, ne bawer im.

*OFB ferman da û got: “Gava ez mirim, bêjin ji heyecana xwendina nivîsên li blogên Kurdî mir.”

*Pereyê min pir bûya min ê mehane miaşekî bidaya OFB û bigota tenê ciwanan teşwîqî nivîsandin û bloggeriyê bike. Camêr wer ji heqê vî karî dertê, qe nebêje.

*Ez bala xwe didimê, gava yek ji me binivîse yê din jî li nivîsê germ dibe û gava ku kes nenivîse bi rastî jî kes nanivîse. Em hev motîve nekin, kes me motîve nake hevalno.

*Di navdanîna blogan de meseleya me giran e. Pirraniya me bloggeran navê xwe li blogan dikin loma navên cuda û orjînal kêm in. Di navên blogan de heta niha favoriya min navê bloga jinajifilanhezdiket.blogspot.com e. Li gor min di nav blogên kurdî de navê herî balkêş ê vê blogê ye. Jinajifilanhezdiket di blogê de behs nekiriye ka çima vî navî li bloga xwe kiriye lê heke behsa vê navdanînê bike dê ne îşê xweş be.

*Li bloga Apê Zinar dinêrim. Nivîsên wî yên îsal ji niha de gihîştine 650. Heger wisa dewam bike îhtimal e hejmara nivîsên îsal heta dawiya salê bigihîje 750 jî. Min nivîsên wî di ser rû re hejmart, ji 4500î derbas kirine. Li bloga xwe dinerim, min nehejmart, lê xwe biçirîne bila 50 nivîs hebin an na. Welle heyfa xortaniyê.

*Dibêjin nameyên Voltaire ji bîst hezarî zêdetir in. Camêran ev nameyên wî di 13 cildan de berhev kirine. Difikirim, heke Apê Zinar deh salên din jî salê orteleme 600 nivîsan li bloga xwe zêde bike, bi temamî dike 6000 nivîs. Hingê nivîsên wî ji 10000an zêdetir dikin. Heger em bixwazin van nivîsan çap bikin, em bibêjin serê her nivîsê rûpelek, a ji te re kir 10000 rûpel. Em bibêjin bila her cildek 500 rûpel be, a ji te re kir 20 cild. Me Apê Zinar heye ji kerema xwe ji Voltaireê nizam çîk meke behs.

*Nizanim haya we jê heye an na lê ev ji salek zêdetir çêbû ku ez û pismamê OFB li ser berbend.blogspot.comê ji hev re nameyan dinivîsin. Tabî piştî ku ez hatim Parîsê min xwe li tiraliyê danî û ev sê meh heye ku min bersiva nameya wî nedaye. Heqê min lêdan e, dizanim. Halbûkî min digot ez ê di nav 24 saetan de bersiva nameya te bidim, tew lo dilo. Di destpêkê de hema bêje me di nav rojekê de bersiva hev dida. . Xeyn ji nameyan dostê hêja Birûsk bi wêne û nivîsên xwe yên wêneyan blogê geş dike. Her wiha em name û wêneyên nav salê wek cildekê ber hev dikin û li kêleka blogê datînin Heta niha cildek heye, îsal ber bi dawiya salê jî em ê cildê duyem belav bikin. Difikirim, heke em çil salan ji hev re binivîsin, a ji te re kir 40 cild. Weşanxaneyek heye ku ewqas cildan çap bike gelo?

*Çîroknûsê hêja Ferhadê Mihemed li ser instagramê ji min pirsî: “Ka tu dê kengî kitêbekê çap bikî?” Min bi henekî gotiyê: “Welleh êdî blog heye, ez li dijî çapkirinê me.” Qey ji ber bersiva min şaş ma, loma got: “Qet nebe tu welê mefikire law. Ji ber ko kitêb miqeddes e pîroz e.” Min jî lê vegerand: “A miqeddes xwendin e lo, hezkî bila li ser çermê ga be, hezkî bila li ser kevir û zinaran be, hezkî bila li ser kaxezan be, hezkî bila li ser blog û tabletan be.” Ez hê jî wisa difikirim. A miqeddes û mînende (kalıcı) xwendin û nivîs e loma hemû alav û malzemeyên xwendinê dê her biguherin lê xwendin û nivîs dê her wekî xwe û li cihê xwe bimînin.

*Demekê Cîhan Roj romana xwe li ser malperekê weşand lê paşê wê kitêba xwe çap kir. Helbet tercîha wî ye, lê ez bûma min çap nedikir.

*Li bloga Husên Muhammed dinerim, heyran û hejmekar dimînim. Camêr bêyî ku gazinan bike her bi karê xwe berdewam e û xebat û berhemên xwe li ser bloga xwe belav dike. Îja kesê hay ji van tiştan tunebe dikare bigihîje wê qenaetê ku kes berhemên wî çap nake an jî ne hêjayî çapkirinê ne loma li ser bloga xwe wan diweşîne. Willehî billehî tillehî bi dilekî saf û rihet dikarim bêjim, xebatên wî ji yên gelek zimannasên min ew xwendî çêtir û biqalîtetir in. Qet nebe camêr devoka xwe nafiroşe kesî (ev gotin jî ya OFB ye, min jê dizî). Niza ez jî rojekê kitabekê li ser bloga xwe belav bikim, kes dê bixwîne?

*Ev demek e ev gotin di hişê min de qulap dibe: “A ku nivîskarekî dike nivîskarekî baş jî, parçeyek berdewamî ye.” Di vê dewra ku zû hewes dişkê, zû dil sar dibin, berdewamî jî gelek gelek zehmet e.

*Demekê Husên Muhammed di quncika xwe ya malpera Nefelê de berhemên edebî dinirxandin û di dawiya nivîsên xwe de nîşeyek lê zêde dikir ku, her kî bixwaze kitêba wî bê xwendin û nirxandin ji kerema xwe bila berhema xwe jê re bişîne. Welehî bavo xweş bazar e. Niza ez jî nîşeyek wiha binivîsim kes dê berhemên xwe ji min re bişînin?

*Bi qasî min hay jê heye ferheng ne ji bo xwendinê lê ji bo çavpêxistin û çavlêgerandinê tê stendin. Gava ferheng baş be ji xwendina wê xweştir ava ser berûyê ye. Heta niha min sê ferheng ji serî heta binî peyv bi peyv xwendine: Ferhenga Umîd Demîrhan, Ferhenga Kamêran Botî, Ferhenga Celadet Bedirxan. Îja bes bi xwendinê nedimam, min hemû peyvên kêmnas û min jê hez kirî tevî wateya wan li deftera xwe dinivîsandin. Piştî her xwendinê bi deh rûpelan peyvên min çêdibûn. Heger bala we lê be ev her sê ferheng jî kurdî bi kurdî ne. Min du caran hewl da ferhenga du zimanî ya Zana Farqînî jî bixwînim lê min nekarî. Bila dilê kesî nemîne, lê ez ê ferhenga wî ti caran ji serî heta binî nexwînim. Heger hûn ji min bipirsin te di nav van ferhengan de herî pir ji ferhenga kê hez kir? Yekser ez ê bêjim a Umîd Demîrhan. Bi raya mim ferhengeke herêmî ye û ferhengên herî xweş jî yên herêmî ne ku meriv ji hezar herêm û devokan peyvan bîne û bike şorbe. Ez ferhenga kurdî-kurdî ya Mehmed Emîn Bozarslan jî gelek meraq dikim lê hêj min bi dest nexistiye. Seyda Bozarslan hêj du cildê ferhenga xwe çap kirine û bi qasî dizanim hatiye heta herfa /k/yê. Hêvîdar im bigihîje herfa /z/yê û jê jî bibuhure. Lê tevî ku ne ferhengeke çapkirî ye, ferhenga herî baş û herî kêrhatî ya kurdan wikiferheng e. Belkî ew derfet tunebe ku meriv ji serî heta binî peyvên vê ferhengê bixwîne lê ji bo hînbûnê çavkaniyeke serekî ye. Malava Fatîh Aydin demekê hemû peyvên wikiferhengê li gor zimanên cuda berhev kirin û wekî ferheng di bloga xwe de belav kirin. Divê li xwe mikur bêm ku min ew ferheng jî ji serî heta binî nexwendine.

*Û ferhengeke din î pir hêja, ferhengeke înteraktîf tirsik.net. Di destpêkê de ez jî nivîskarê ferhengê bûm û gelekî aktîf jî bûm. Heta demekê malavayan ez bi zorê kirim moderator jî. Hingê min ê dest bi zanîngehê bikira li Mûşê. Her ku min li ber wan da ez ê dest bi zanîngehê bikim û ez ê nikaribim bi ferhengê re bilebikim, lê dîsa jî ez razî bûm ku bibim moderator. Piştî demekê ji ber tiraliyê êdî min di ferhengê de nenivîsand û terikand, piştî çend salan ku ez ketim ferhengê min dît wa ye wan ez ji moderatoriyê derxisitime bi awayekî mafdar. Her çiqas min xwest cardî di ferhengê de aktîv bibim lê him ji ber tiraliyê û him ji ber kar û barê din min derfet nedî di ferhengê de binivîsim. Navê min ê di ferhengê de jî “înano lo” bû. Xweş nayê bîra min ka min ev nav cara pêşîn di ferhengê de an beriya wê di navê xwe yê twitterê de bi kar anîbû. Tew lê lê dinyayê, wê demê tirsik.net gelekî xweş û geş bû. Gelek tiştan ji wir hîn bûm û hîn dibim. Hê jî hema bêje her roj li tirsik.netê dinerim hela ka çi heye çi tune ye. Hêvîdar im tirsik.net her tim geş û xweş be. (Piştî demekê ez ji hin nivîsên xwe poşman bûm û min got xwezî min wisa nenivîsiya û min niyet kir ku wan jî jê bibim. Lê paşê min got heqê min tune ye, bila wek arşîv bimînin. Şaşî bin jî yên min in, rastî jî bin yên min. A baş ew e ku meriv şaşiyên xwe jî û rastiyên xwe jî wekî xwe qebûl bike.)

12ê Çiriya Paşîn a 2017an
Parîs

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

8 yorum:

  1. Înanolo,

    Min va nivîsa te nola nameyekê xwend û kêfxweş bûm. Car caran gava ez li nêv blogan çerx dibûm, min serîyek li vir jî dixist; nedîtina nivîseke nû ez aciz dikirim û ez ji te diqeherîm. Niha ne wexta tiralîya ku tu îtîraf dikîyî lo.. Google hîn jî vî zimanî nas nake.. Ku têkoşîn e, ku em jî ne yê çekan in, lazim e em klavyeyê bidin ber destê xwe û her ro her ro nivîsan li vê cîhanê belav bikin û bihostek bi dest xwe xin. Bo vî karî, cîhê herî baş blog e; di vê serdemê de ê ku vî zimanî xelas bike û li ber dilê keç û xortan xweş bike jî blog e yanî. Bi tesîra min te blog vekirîye, çi xweş, ez jî bi xêra nivîsên li vê blogê ketim bin tesîra agahîyên nû yên wêjeyî.. Jixwe wanî meriv tesîrê li hev dike û bere bere pêşde diçe. Ro hebû me rexneyên tûj jî li hevdu kirin ku ew jî pir xweş bû bi her awayî. Em her navekî ji vê nifşê re digerin ya bi henekî bi rastî, bira bêjin Nifşê Blogeran? Dikenim. Nizanim, ew hîn destpêk e, divê em blogerîya xwe rakin astekî pir bilind. Spas bo vê qedirdayînê û ji Diyarbekirê silavên ku îşev zelzelze dîtine.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Zor rasteqînane! Her pê ve dewam bin.

      Sil
    2. Ji bo vê peyama te ya dipdirêj gelek spas pismam, kêfxweş bûm. Ez ê hewl bidim zêdetir binivîsim. Bimîne di xweşiyê de.

      Sil
  2. Înanolo, te ji dil yazî kiriye. Lê aqilê min vê fetîşîzima kitêban nagire, kitêb û çap, çima mecbûrîyet tê hesêb, materyala li ser înternetê çima zilam nayê hesêb? Ez bi sebebên wê zanim. Lê şev dereng e, lazim xew bikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Niza welle heval Adsiz, qey ew ê jî rojekê zilam bên hesêb :) Spas.

      Sil
  3. Nivîseke pir xweş e, min kêf û zewq xwend.
    Di nivîsê da pesnê ji bo bloga min Hindik-Rindik hatiye dayin ez gelkî dilşa kirim. Nivîs û hallanê wenî ji bo nivîsê qewet û ezmekî mezin dide min.
    Hin kes ji malê dinê, ji qesir û qonaxan, ji kursî û meqaman, ji filan û bîvan tiştî hez dikin, ez jî ji xwendin û nivîsînî hez dikim.
    Nivîsandina rojane maneyekê dide jiyana min, bi nivîsandinê ez xwe wek merivekî teslîmî bindestiyê û asîmîlasyonê nebûye his dikim.
    Roja nenivîsim di jiyana xwe da valahiyekê, kêmasiyekê, heta revekê, sûcdariyekê his dikim...
    Bi nivîsandinê ez her roj ji neyarên xwe ra dibêjim ez bindestiya we qebûl nakim, ez teslîm nabim, ez wek kelemekî li ber pozê we be...
    Bi blog û feysa xwe ez her roj hebûna kurdan, zimanê kurdî û Kurdistanê bi bîra dijminên xwe dixim. Û her wisa bi bîra kurdên bêhafize jî...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar gelek spas ji bo vê peyama te ya xweş û dirêj. Em nivîsandina te kêfxweş in û bi berdewamî nivîsandina hezar carî kêfxweş in. Hêvîdar im tu her û her bi berdewamî binivîsî. Bimîne di nav xêr û xweşiyê de.

      Sil
  4. baş e ku şandeyên eleqedar heye û mirov nivîsên halê xweş ji nû ve kişf dike. seeeeeetxweş

    YanıtlaSil