Antolojiya Herî Kêrhatî ya Kurdan: ASOYA HELBESTA KURDÎ

Berî çend rojan Asoya Helbesta Kurdî (ji vir û pê deAHK), aplîkasyona (App) bi kurdî, versiyona xwe ya nipînû belav kir. Hezkerên helbesta kurdî kêm zêde hay ji vê aplîkasyonê hene. Esasen haya min jî ji vê Appê hebû lê çi fêde min çend roj berê ew li telefona xwe bar kir û hema min çawa ku bar kir, ez poşman û xemgîn bûm ku min zûtir ev App danexistiye telefona xwe. Heger wextê we jî wek ê min pirranî di otobês û trênan de derbas bibe, nexwe ev App tam li gor dilê we ye û her carê hûn jî wekî min dikarin di rêyan de du sê helbestên nû kişf bikin û bixwînin. 

Berî ku meselê bînim ser AHK dixwazim behsa giringiya Appên mobîlê bikim. Ji cerga derketina telefonên smart û sîstemên wekî Android û İosê, bikarhînerên telefonan wextê xwe zalimane virde wirde xerc dikin. Gelek bikarhîner jî vî wextê xwe didin Appan. Li gor lêkolîna Starcom Mediavest Group a 2017an, xwedêgiravî li Tirkiyê %41ê bikarhênerên telefonan App daxistine telefona xwe û li gor temenan daxistina cureyên van Appan diguherin. Mesela kesên di temenê min de pirranî Appên lîstikan û kêfûşahiyê dadixin. Herwiha dîsa li gor encamên lêkolîneke Deloitte ku ji 30 welatan 49000 kes tev li anketa wan bûne, bikarhênerên telefonê 15 deqeyê carekê li tefona xwe dinerin, ciwan mehane 7,5 tl li Appê didin, ji her pênc kesan yek di trafîkê de li telefonên smart dinerin. 


Gava ku em li rêjeya Appên kurdî li gor rêjeya zimanên din binerin, encameke xirab derdikeve pêşiya me. Gelek App hene ku bi sed milyonan însan wan bi kar tînin. Li gor Play Store, gava meriv bi sernavê "kurdî" lêgerînekê dike, kêm zêde li dor 79 Appên kurdî û derbarê kurdî de derdikevin holê. Di bin vî sernavî de 5 Appên ewil ev in: AHK (ji alî Argeş Nivîsbarî), ABC Kurdi (j.a. Brickit AB), Zimanê Kurdî 1 (j.a. Kurdish Softwares.), Kurdi Keyboard (j.a. Bookan Ahmad), Navên Kurdî (j.a. Kurdish Softwares.). Ev Appên belaş in. Her wiha di bin vî sernavî de sê kitêb-fîlm jî hene ku ev in: My Sweet Pepper Land (fîlm, 6, 99 €), Kurdî 5 (Kurmancî) (kitêb, 0, 31 €), Peshmerga (fîlm, 3, 99€). Bêguman ev encamên ku ez didim dê kêmanî û qelsiyên xwe hebin loma derheq Appên kurdî de divê xebateke berfirehtir û tekûztir bê kirin. 

Di vê çax û demê de ku telefonên smart berbelav dibin û dikevin berîka gelek kesan, çênabe ku meriv xwe dûrî rihetiyên wê jî bike. Bi baweriya min di demeke nêz de ew ê gelek Appên kêrhatî yên kurdî jî derkevin holê. Edîtorê Kovara Barê, Bilal Ata Aktaş, di hevpeyvîna xwe de ya bi O.F. Baran re mizgîniyekê dide xwendevanan ku difikirin Appeke xweşik û înteraktîf çêkin ji bo kovarê. Li ser pirsa ka ev tişta înteraktîf çi ye, Aktaş dibêje: "Yanî mesela em ê bêjin werin em hejmara dehem bi hev re amade bikin. Kesên ku xwedîyê wê aplîkasyonê ne wê lê binêrin. Mesele yek tiştekî binivîse, dengdan çêbe û li gor wê nivîs were pejirandin yan neyê pejirandin." Ez jî wek blogger Înanolo difikirim Appekê ji bo bloga xwe çêkim, blogên me jî Appeke xweşik heq dikin, ma qey em ê jinbavê ne? 

Yek ji van Appên xweşik û kêrhatî jî AHK e. Armanca min ji vê nivîsê ew e ku ez AHK bidim nasandin, li gor xwe aliyên erênî û nerênî yên Appê destnîşan bikim û ji bo çêtirkirina Appê çend pêşniyazan pêşkêş bikim. Ji ber ku ez ne hosteyê vî karî me, dibe ku pêkanîna hin pêşniyazan ne mumkin be, loma dibe ku di pêşniyazan de hin zêdegaviyan jî bikim. 

*Tarîxa destpêka AHKê nizanim (ji ber ku nehatiye nivîsandin) lê amadekarên vê Appê, Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan in û versiyona nû di 27ê Çiriya Pêşîn a 2017an de hatiye belavkirin. Helbest ji aliyê Rênas Xendekî hatine berhevkirin û bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum Ozdogan hatiye danîn. AHK armanca xwe ya ji vê Appê wiha diyar kiriye: "Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbest û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan."

*AHK ji bo alîkariya amadekirina vê Appê malavayî li Newroza Viyan (ji bo berhevkirina helbestan), helbestvanan (ji bo ku helbestên xwe ji wan kêm nekirine), Şahîn Yildiz (ji bo wergera sepanê ya dimilkî), Mûhsîn Ozdemîr (ji bo wergera sepanê ya soranî). 

* Ji 10000 kesan zêdetir kes ev App daxistine telefona xwe.

*4 zimanên Appê hene: Kurdî (Kurmancî, Dimilî, Soranî), Tirkî, Îngilîzî, Elmanî. 

 *Li gor daxwazê rengê statusbarê (xeta jor) û yê paşxaneyê dikare bê guhertin. Her wiha li gorî daxwazê guherîna rêza wêneyên helbestvanan û favorîkirina li gorî tikandinê berdest e. 

*AHK ji bo alîkariyê daxwaz ji bikarhîneran dike ku bişkoka reklamên vîdeo erê bikin. 

*AHK ji 11 beşan pêk tê: 1. Serrûpel, 2. Lêgerîna Berfireh, 3. Helbestên Nû, 3. Helbestên Favorî, 4. Helbestên Kurmancî, 5. Helbestên Dimilkî, 6. Helbestên Soranî, 7. Hemû Helbest, 8. Hemû Helbestvan, 9. Maîl Bişîne, 10. Derbar, 11. Bexş/Alîkarî.

*"Lêgerîna Berfireh" vebijarkeke gelekî kêrhatî ye. Bi taybetî karê lêkolerên edebiyatê gelekî hêsantir dike. Lêkolerekî ku bixwaze li ser temayekê di helbesta kurdî de bixebite, bi xêra vê lêgerînê dikare bigihîje encameke baş û bilezûbeztir. Ser meselê em bêjin lêkolerek dixwaze derheq "Çiya di helbesta kurdî de" de bixebite, bila kerem bike di lêgerînê de çiya binivîse an jî navên çiyayan binivîse, hingê dê bibîne ku hemû helbestên peyva çiya dihewînin derdikevin pêşiya wî û tew ew peyv (ser meselê
"çiya") bi awayekî rengîn derdikevin pêş û bes ne ev tenê, heger meriv bixwaze dikare rengan biguhere wekî binevşî, sor, zer (min sor hilbijart). Ji bo ceribandinê min di lêgerîna berfireh de "çiya" nivîsand û 469 helbest derketin pêşiya min ku di hemûyan de peyva "çiya" derbas dibe, tew bi rengê sor. De ka were piştî vê rihetiyê here kitêb bi kitêb pey bi peyva "çiya" keve, Xwedê neyîne serê ti kesî! Xeyn ji vê ev taybetî ji bo ferhengnûsan jî gelek kêrhatî ye. Wekî diyar e, di gelek ferhengan de ji bo ravekirina peyvan wekî nimûne ji berhemên edebî hin hevok tên wergirtin ku ew peyva ravekirî jî tê de derbas dibe. Ser meselê ferhengnûsek
heger bixwaze nimûneyekê ji bo peyva "agir" bibîne, dikare di lêgerîna berfireh de agir binivîse û ji helbestekê çend risteyên xwedî peyva "agir" wergire.


*Di beşa "Helbestên Nû" de hejmara helbestên nû û ew helbest tên nîşandayîn. Ev taybetî heye an na nizanim lê heger bi her helbesta nû reagahdariyek were telefonê jî dê pir xweş bibe. 

*Car heye meriv ji helbestekê pir hez dike û gelek caran  
dixwaze bixwîne. Di vê rewşê de beşa "Helbestên Favorî" digihîje hewara me. Ji bo her helbesteke AHKê, bişkoka favorîkirinê (*) heye. Heger we ji helbestekê hez kir an jî heger dê helbestek piştre jî ji we re lazim be, hûn dikarin vê bişkokê bitikînin û helbestên xwe di beşa "Helbestên Favorî" de kom bikin. Her wiha di vê beşê de jî hejmara helbestan tê dayîn. 

*Di beşên "Helbestên Kurmancî", "Helbestên Dimilkî", "Helbestên Soranî" de helbestên van diyalektan derdikevin
pêş. Lê di van beşan de li gor min hin kêmasî hene. Di beşên din de jî wisa ye an na nizanim lê di beşa kurmancî de em rastî hin helbestên soranî tên. Her wiha helbestên wergerandî nehatine diyarkirin. Ji bo ev tevlihevî bê sererastkirin beşeke bi navê "Helbestên Wergerandî" jî hewce ye, an na em ê ji ku zanibin çend helbest bi kurdî hatine nivîsandin, çend yê wergeriyayî ne? Di lîsteya helbest û helbestvanan de ti nîşaneyeke wergerê tine ye û kesekî ji ser ve lê mêze bike dê bêje qey hemû bi kurdî hatine nivîsîn. Beşa Wergerê dê tameke din bide Appê û wergêrên kurd di vê di vê mijarê de wergerên xwe texsîr nekin. 

*Di beşa "Hemû Helbest" de 3129 helbest û di beşa "Hemû Helbestvan" de 455 helbestvan xuya dikin. Ji van helbestvanan çend yên wergerandî ne bi cih nizanim, lê bi çavdêriya min ji 50 derbas nakin. Ev hejmar têra xwe zêde ye
û gava ku meriv bi antolojiya navdar a Selim Temo re dide ber hev, ku 293 helbestvan û 520 helbest di antolojiya wî de hene, giringiya vê antolojiyê jixweber derdikeve holê. 

*Di beşa "Maîl Bişîne" de, heçî ku bixwaze dikare ji wan re binivîse. Em AHK bi tenê nehêlin û fikr û daxwazên xwe derheq Appê de bi wan re parve
bikin. 

*Di beşa "Bexş/Alîkarî" de cure
yên alîkariyê hatine rêzkirin. Heger meriv bixwaze dikare alîkariya wan bike. 

*Di AHKê de ji bo helbestan fon muzîk jî hene û hûn dikarin bi muzîkê re helbesta xwe bixwînin bê ku hûn ji Appê derkevin. Lê hejmara fon muzîkan kêm e, 9 muzîk hene. Îmkan hebûya fon muzîk zêdetir lê bar kirina an jî di Appê de bi awayekî lêgerîna hilbijartina muzîkan hebûya an jî her
bikarhêner bi taybetî karibûya fon muzîka xwe lê bar bikira ma dê çiqas xweş bûya. Ax niha çiqas xweş
e meriv di civatan de li ber fon muzîkê helbestên kurdî bixwîne. 


*Van salên dawî gelek helbestên kurdî bi deng hatin qeydkirin, klîb ji bo wan hatin çêkirin û wek vîdyo li youtubeê jî hatin barkirin. Îjarê di AHKê de gava ji bo helbesteke kurdî vîdyo hatibe çêkirin, li kêleka helbestê îşareta vîdyoyê hatiye nîşandan û hûn dikarin vîdyoya vê helbestê vekin û helbesta xwe li ber vê vîdyoyê bixwînin.
AHK dikare bangekê li helbesthezan bike ku helbestên Appê bi deng bixwînin û ew jî videoya helbestê li Appê bar bikin. Bi vî awayî di nav çend salan de pirraniya helbestên kurdî dê xwedan vîdyo bin. 

*Carna meriv pir ji helbestekê hez dike û dixwaze wê helbestê bi dost û hezkiriyên xwe re jî parve bike. AHK ji bo helbestên bi vî awayî jî çareyek dîtiye. Te ji helbestekê hez kir? Pê li îşareta parvekirinê bike û tu dixwazî bi kîjan rêyê parve bikî, parve bike. Hezkî bi facebookê, hezkî bi WhatsAppê, hezkî bi peyamê. Min got ez hele biceribînim çawa tê parvekirin, bi rêya facebookê
helbest xuya nake û tenê malpera mergesoftê xuya dike. Lê bi rêya WhatsAppê helbest xweşkayî çû û xuya kir. Heger mumkin be di Appê de bişkoka "diyarîkirin"ê jî hebe, xêra Xwedê ye. Mesela ji me re bibêje vê helbestê diyarî bike û meriv jî diyariyî hezkiriyên xwe bike. 

*Di AHKê de meriv dikare fontên nivîsê, rêzkirin û şêweya nivîsê li gor daxwaza xwe biguhere. Lê meriv nikare rengê nivîsê biguhere. Lê xwendevan hez dike çend alternatîfên rengan jî li ber hebin. Mesela çima zer, sor, kesk, şîn tune ye? Helbet nebe jî dibe, lê hebe baştir e. 


*Di ekrana serrûpelê de tenê çendek helbestvanên diyarkirî û wêneyên wan hene. Cara ewil gava ku min bar kir, min got qey tenê ewqas helbestvan hene. Lê paşê min ferq kir ku li jêrê dinivîse "Hemû helbestvanan veke." Encax gava ku meriv wê bitikîne hemû helbestvan derdikevin pêşiya me lê ew jî bêwêne. Di vir de xetayeke mezin a AHKê derdikeve pêşiya me. Gava meriv eşyayekî deyne vîtrînê, eşyayên paş vîtrînê zêde balê nakêşin, di bin siya yên vîtrînê de dimînin û her tim bala bîneran li ser vîtrînê ye. Li şûna ku meriv hin helbestvanan li serrûpel derxe pêşiya xwendevanan meriv bihêle xwendevan bixwe helbestvanê xwe, helbesta xwe bibîne baştir e. Ez wekî xwendevanekî gava li serrûpel dinerim, tiliyê min pirranî diçe ser navên helbestvanên serrûpelê, lê vêya ne ku ez bi xwe dikim, ji ber ku hin nav li pêşiya hin navên din hatine danîn, jixweber bala min diçe ser navên li pêş hatiye danîn. Lê sûcê 400 helbestvanên din çi ye? Ji ber ku zêde nayên naskirin? Ji ber ku xweş nanivîsin? Ji ber ku ne klasîk in? Pirs, pirs, pirs... Ez bi xwe wek xwendavanekî naxwazim navên diyarkirî li ber min hazir bên danîn. Mesela gelek helbestvan hene ku navê wan cara pêşî dibihîsim, gelek helbestvan hene min ew qet nexwendine. Çima hûn nahêlin xwendevan helbestên nû kişf bikin? Bi raya min çareyeke vê heye: Bila hemû helbestvan li gor rêza alfabetîk bên rêzkirin û bi vî awayî di serrûpel de bên xuyakirin. Hingê ne kes li pêşiya kesekî tê danîn ne jî kes zêdetir bala xwe dide hin navên diyar. 



*AHK gelekî kêrhatî ye, ji ber ku bêînternet jî meriv dikare helbestan bixwîne. (Lê nikare muzîk û vîdeoyan veke.)

*Ne kêmasiyeke mezin be jî di pirraniya helbestên AHKê de çavkanî nehatine diyarkirin. Hinekî wext divê lê heger çavkaniya hemû helbestan bê dayîn dê kêrhatîtir û rasteqîntir be. AHK heta jê tê divê helbestên bêçavkanî li Appê bar neke. 

*Ez bi dilekî rihet dikarim bêjim: AHK antolojiya herî kêrhatî û karîger a kurdan e. AHK em ji giraniya barek kitêban xilas kirin loma çi ji dest me hat, divê meriv ji bo wê bike û hewl bide kêmasiyan kêm bike û Appê tekûztir bike. 

*Û ji ber ku min pir "divê" bi kar anîne li min biborin, di tebîeta însanan de heye, gava ji tiştekî hez bikin dixwazin ferz bikin.

Hûn dikarin Appa AHKê ji vir daxin telefona xwe: 

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

2 yorum:

  1. Haya min ji vê aplîkasyonê hebû lê nizanim ji ber çi heta nehe min jî nedaxistibû. Hem jî belaş e! Ji bo yî kesên herî kêm di hefteyê de carekê şibê min rêwitiyan jî diken gelek baş e tu rast î. Spas bo nivîsa te û bo bibîrxistina te :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas.. Wellehî daxe, tu poşman nabî.:)

      Sil