Mihemed Ronahî: Pirraniya me nakin bi neynûka kûçikekî

Ekim 27, 2017 , 0 Şirove

Min Mihemed Ronahî di xwendekariya xwe ya lîseyê de nas kir. Hingê weşanxaneya wî ya Ronahiyê hebû. Tevî ku gelek caran di wextê fûara kitêban de ji min re digot were fûarê lê cara yekem ne li fûarê lê li weşanxaneya wî ya Diyarbekirê me hev dît. Ji bo îmtihanên xwe yên LYSê yên ji bo zanîngehê hatibûm Diyarbekirê û piştî îmtihanê hatibûm serdana wî li weşanxaneyê. Çend carên din jî piştî îmtihanên LYSê hatibûm serdana wî li weşanxaneyê. Di serdanekê de odeyek nîşanî min dabû û gotibû ev odeya Arjen Arî ye, carê li vir dixebitî. Piştre min ê ew li Bismilê bidîta. Tevî Berken Bereh û Kawa Nemir hatibûn tev li yadkirin û bîranîna rehmetî Arjen Arî bibin. Cara dawî jî min di fûara 2015an de ew dît li Diyarbekirê. Wê çaxê ji ber weşanxaneya xwe top avêtibû (îflas) an na baş nayê bîra min. Vê dawiyê kitêbeke wî ya çîrokan derket bi navê Kûçikistanê. Wekî gelek kesan pirsên min jî hebûn derbarê kitêbê de. Bi vê mebestê ez û Mihemed Ronahî bi rêya facebook messengerê axivîn. Bes ne tenê derbarê kitêbê de, her wiha derbarê gelek mijarên şexsî de em axivîn. Ger qisûreke vê hevpeyvînê hebe ew jî ew e ku rûbirû nehatiye kirin. Hêvîdar im canik û camêrên hêja karibin vê qisûra min rojek berî rojê telafî bikin.

 
Mihemed Ronahî
 Wêne: Omer Faruk Baran - Diyarbekir

-Keko carekê te ji min re gotibû min Kûçikistan di nav çend rojan de nivîsand. Te çawa karî di demeke ew qasî kin de çîrokên vê kitêbê binivîsî? Ji kerema xwe behsa serencama nivîsandina Kûçikistanê bike.

Mihemed Ronahî: Min di nava du rojan de nivîsî lê şeş salan jî hişê min li ser bû. Yanê ez dibêm du roj lê tu dikarî bêjî şeş sal û du roj. Lê ez dikarim bêjim ku tu berhemê ewqas dê di ber xwe neda. Ji ber ku heya min nivîsî ez wisa bûm ku min xweziya xwe bi dilê wan anî.

­-Çawa yanî? Tu çawa bûy? Te çima xweziya xwe bi dilê wan anî?

(Di vê navberê de Kek Mihemed dibêje min ji ber ku heval hatin ez ê êvarê bersivê bidim. Dibêjim xem nake, kengî bixwazî û musaît bî dikarî bersivê bidî. Lê ji ber ku li malê înterneta min tune ye dibêjimê ku ez ê jî nava rojê pirsan bikim, hêvîdar im aciz nebî. “Êvarê derken” dibêje Kek Mihemed, hinekî şaşwaz û lê zêde dike, “saetek din yanê.” Weku li şaşiya xwe warqilîbim, dibêjim “haa”, devê min hinekî jihevçûyî, “ê temam nexwe”, û dikenim, “ J”. Ew jî wekî min dikene, “ J”. Piştî saeteke din Kek Mihemed tê û ji bersiva pirsa duyem em bi sohbeta xwe dewam dikin.)

M.R.: Ev berhem encama derûnî û hestyariyeke têkçûyî ye a rast. Têkçûneke bêveger. Piştî têwerbûn û serûbinbûneke kûr vê berhema nizilî li nav dilê min. Ez pê ewle bûm ku ne ez ne jî civaka ku ez tê de kêm kesan xwe ji "kûçiktiyê" rizgar kiriye. Hetta pirraniya me nakin bi neynûka kûçikekî. Li vê jînê em wek heqaret peyva kûçik bikar tînin lê di eslê xwe de pirrê me nakin bi neynûka wan.

-Di çîrokên Kûçikistanê de wek mekan her çar parçeyên Kurdistanê jî hene. Min Kûçikistan wek Kurdistan fam kir. Nizanim ka ez şaş im gelo?

M.R.: Erê. Jixwe ev çîrok sêbare ne. Daristan, Kûçikistan û Keviristan.  Sêbareya Kurdistanê ye.

-Kûçikistan bi helbesta Ferîd Xan a bi navê "Çîroka Kûçikên Birçî" dest pê dike. Weku Ferîd Xan dibêje, heqeten jî "bê welat jî mirov dikare bijî / mîna kûçikan / mîna kûçikên bêxwedî jî"?

Wêne: O.F. Baran - Diyarbekir
M.R.: Heke welatek hebûya belkî Kûçikistan nehata nivîsîn. Jixwe sedema vê kûçiktiyê bêwelatî ye. Lewre "weke ku" Ferîd Xan dibêje kûçikek jî nikare bêwelat bijî.

­-Ev hemû êş û elemên kurdan, "kûçikan", tenê ji ber bêwelatiyê ne? Tu ji bo çi nivîsandina Kûçikistanê bi nebûna welatekî ve eleqedar dikî?

M.R.: Min wisa nekiriye te wisa fam kir.  Tu ji bo çi nivîsandina Kûçikistanê bi nebûna welatekî ve eleqedar dikî?

-Heger min şaş fam kiribe ji kerema xwe şaşiya min sererast bike...

M.R.: Bêdewletbûn bêrûmetbûn e. Kûçik li ber dilê mirovan bêrûmet in belkî sedem ev be.

­­-Di çîrokên te de kûçik merd in, birehm in, dilsoz in. Lê însan ne wiha ne. Di çîroka yekem a bi navê "Qolo" de em dibînin ku Qolo dibêje "Di nav giyaneweran de yê herî dirinde mirov e." Ev fikra Qolo tenê ye yan a te bi xwe ye jî? Çi kir ku tu însanan bi awayekî xirab nîşan bidî di çîrokan de?

M.R.: Qolo ji kîsê min diaxive. Ez wisa difikirim. Pirranî wisa ne bi ya min hela hela li erdnîgariyeke ku tovê ixanet û xwefiroşiyê hatibe avêtin mirov bêbavtir û mizawirtir in.

-Gava nivîskar fikrên xwe empozeyî lehengên xwe bikin û li gor fikrên xwe wan bidin axivandin û tevgerandin, asta edebî ya berhemekê kêm nabe bi ya te? Leheng ji nivîskarên xwe ne azad in an tenê navgîn in di navbera xwendevan û nivîskar de?

M.R.: Nexwe nivîskar fikrên kê dixin nav edebiyata xwe.

-Nizanim. Fikrên kê?

M.R.: E jî nizanim.

-Baş e. Em vê pirsê bidin aliyekî..

M.R.: Super.

-Ferhenga te ya navên kûçikan jî têra xwe heye: Qolo, Gurxenêq, Hirço, Soro, Qero, Qitmîr, Şêro. Hin ji wan min bihîstine. Ji min we ye ji mêj ve eleqeya te li ser kûçikan heye. Înanolo pir meraq dike: Gelo Mihemed Ronahî qet kûçik xwedî kirine/dike, heger xwedî nekiribe/nake çima xwedî nekiriye/nake?

M.R.: Ya rastî bi qasî însanan ji heywanan jî nefret dikim. Ez bi xwe re nabînim suxreyên xwe bibim serî li ku ma heywanekî xwedî kim.
 
Wêne: O.F. Baran - Diyarbekir
-Min însan fam kirin, ser çava. Lê min fam nekir çima ji heywanan nefret dikî?..

M.R.: Ji ber ku ji xwe jî nefret dikim nikarim hilma xwe bidim ser kes an tiştekî.

-Di hin çîrokên te em dibînin dîroka nêzîk a kurdan jî derdikeve ber me. Di "Gurxenêq" de valakirina gundan û koçkirina kurdan ber bi Tirkiyê ve; di "Hirço" de  şerê kurdan li dijî Daeşê li Kobaniyê; di "Şêro" de şerê Mele Mistefa û pêşmergeyên wî li dijî Îraqê... Di vî biwarî de dixwazim bipirsim: Bi ya te edebiyat divê çiqasî sûd ji dîrokê wergire? Peywendiya dîrok û edebiyatê bi çi awayî ye?

M.R.: Niza wele.

-Qet tiştekî niza? Hema ji tecrûbeyên xwe yên çîrokên Kûçikistanê te çend peyvan bigota..

M.R.: Yaw ma bersiva vê pirsê mijara konferansê ye. Têkiliya wêje û dîrokê îca. Ya baş nizanim rihetiya canım.

-Tu rast dibêjî welle. Bibore ji ber ku min pirseke ciddî kir..

M.R.: Ji ciddîbûnê wêdetir bo röportajê giran e. Meriv bersivê bide divê kûr bike.

-Kûçikên Kûçikistanê jî maşelle pir kurdewar û welatparêz in. Di "Qitmîr" de kûçikê pîroz Qitmîr ji Mem û Zîn, Melayê Cizîrî malik û çarînan dixwîne. Di çîroka "Şêro" de em dibînin gava xayîn û sîxur tên Şêro dihewte lê pêşmergeyan ji ku be jî nas dike... Heger ev ne pirseke giran be, ji kerema xwe bêje: Kûçikên Kurdistanê jî ew ê wiha welatparêz û kurdewar bin?

M.R.: Kuro çîrok in çîrok. Ma te jî bawer kir?

-Çima bawer nekim. Carna çîrok ji rastiyê rasttir in. Ez ê gavek din werim behsa çîroka “Ehmed Tarî” bikim hela tu dê karibî bêjî ew jî çîrok in ne rast in..

M.R.: Yaw ku hat hesêb ez ê wek realîstekî tevbigerim nehat hesêb ez ê xwe li surrealîstbûnê daynim. Îca weke ku cenabê te jî zane kûçikekî welatparêz nîn e lê mirovên ne welatparêz jî ne kêm in. (Hela tu li bersivê ya star! Çi înce işçilixek tê de ye bo taşlama û haşlamayê)

-Ji bo min çîroka herî dilsoj a kitêbê "Ehmed Tarî" ye. Tu qala serencama nivîskarekî kurd dikî ku ber bi têkçûnê ve diçe. Em ji çîrokê fam dikin ku Ehmed Tarî, Mihemed Ronahî bi xwe ye. Di çîrokê de hin balîcî kêr li Ehmed Tarî (bibore Mihemed Ronahí) didin. Wan kêr li te xist bi rastî jî?

M.R.: Erê orispî çoçixiyan sê çar caran ez kêr kirim lê ji ber ku serê wan jî wek yê min ne li cih bû her carê hinek ji min hinek ji wan ez difilitîm.

-Pirs ne eyb be, çend kêr li te dan gelo?

M.R.: Carekê 8 heb carekê du heb carekê jî hema yek niqisandin min û pirr caran jî destvala bûn em bi kulman digihan hev me fitrê hev xweş dikirin.

-Ez bawer im te jî derbên xweş daweşandine wan keko, qe nebe wisa hêvî dikim...

M.R.: Tu eyb dikî. Jixwe ji bo ez kurmê xwe bişkînim ez ji wan nedigeriyam. Piştî min çend derbên baş diavêtin û kezeba xwe sar dikir îca em derbasî fesla herî xweşık dibûn. Li min kom dibûn. Ekîbek hebû ez bûbûm abone. Digotin gene geldi orispî çoçixî qaçin. Feqîra ji bo ku li min nexin direviyan.

-Siheta te xweş keko. Te dî kurd belaheq nabêjin: Allahê pîra te heye!... Keko bala min kişand, te çîrokên xwe hema bi zimanekî sade, hevokên kurt, bê xeml û xişr û hema wek çi hatibe ber devê te nivîsandiye. Wek peyameke te hebe û tu dixwazî peyama xwe yekser û rasterast bibêjî.. Niza sedem ev e?

M.R.: Niza wele.

-Keko ez dixwazim hin pirsên derveyî kitêbê ji te bikim... Tu di axaftina xwe ya Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê de dibêjî ez ji kurdbûnê jî û ji Kurdistanê jî nefret dikim û dibêjî, xwezî ne kurd lê tirk bûma. Ev nefreta te ya ji kurdbûnê û ji Kurdistanê ji ber çi ye, kengî dest pê kir û tu hê jî ji kurdbûnê nefret dikî û dixwazî bibî tirk?

M.R.: Te ev jî şaş fam kiriye naxwazim bibim tirk lê ji kurdbûnê baştir e. Dikarim vêya bêjim kurdbûn êşeke xedar e. Heke meriv hestyar an hesas be jiyan li meriv dibe jehr. Ji ber ku meriv bindest e meriv xwe bênamûs hîs dike ev tu jiyan e. Ma tu yê ji ku dera kurdbûnê hez bikî?

-Keko min şaş fam nekiriye. Li ser youtubeê qeyda vîdyoyê jî heye, tu dibêjî xweska ez ne kurdek bama xweska tirk bama...

M.R.: Yanê ji kurdbûnê baştir e anlamında min gotiye lo yan jî tirk insan in ma?

-Ne însan in?

M.R.: Bi giştî ne insan in lê fer û mer wek me di nav wan de jî hene ku daxwaza insanbûnê dikin.

-Miletek ku tu xweziya xwe bi wan tînî heye? Miletekî ku te dixwest wek ewledekî wê çêbibî...

M.R.: Na. Giş herimîn.

-Dixwazî her tim wek kurd bimînî?

M.R.: Yaw kurdbûn jî wateyekê îfade nake bo min. Heke rojekê Kurdistan ava bû ez ê dev ji welatparêziya kurd berdim. Lê niha mesela xîretê ye bo min. Ez ne kurd bûma jî ez ê kurdperwer bûma ji ber ku mazlûm in.

-Tu di nav civata kurdînivîsan de pir bi vexwarin û cêrên xwe jî têyî nasîn. Carekê te ji min re jî dabû çêran lê hêj me bi hev re venexwariye mixabin. Tu hêj wek berê pir vedixwî û didî çêran?

M.R.: Niza wele.

-Çawa niza? Ma meriv nizane ka vedixwe venaxwe?

M.R.: Ez wê jî nizanim.


Wêne: O.F. Baran - Diyarbekir

-
Ez bêjim tu herî pir ji kîjan çêrê hez dikî?

M.R.: Ez di çerx û feleka te/wê/wî nim.

-Wîskî an şerab?

M.R.: Herdu jî di tunebûnê de dibin. Anxac meriv pê qirika xwe şil ke.

-Tîna te bi wan naşikê?

M.R.: Na araq û bîra heyat in.

­-Di derbekê de heta niha herî zêde te çend şûşe bîra û araq qedandiye?

M.R.: Bîra 24 araq 250 cc. Herdu cihê ha.

-Ev hejmar ne zêde ye ji bo bunyeya însan?

M.R.: Ji bo bünyeya şeş însanan jî zêde ye.

-Ê tu çawa vê bunyeyê radigirî?

M.R.: Niza wele.

-Li gor gotegotan te bi ser qebra Arjen Arî de şerab rijandiye. Ev rast e gelo?

M.R.: Erê demekê her şev min li ser gora wî vedixwar.

-Te bi ser gora wî de jî dirijand?

M.R.: Perê min zêde bûna min çend heb ji wî re jî digirtin.

-Keko tu bersiva pirsa min nadî. Te bi ser gora wî de şerab rijandiye an na?

M.R.: Herê lawo herê herê wehhhew.

-Ji bo çi gelo? Ev daxwaza rehmetî Arjen Arî bû an sebebek din heye?
Wêne: O.F. Baran - Diyarbekir

M.R.: Yahu min herî zêde ji vexwarina bi wî re zewq digirt û pirrê caran min nedixwest destvala herim. Min jê re gotibû Seyda ez ê werim ser gora te û vexwim.

-Tu û rehmetî Arjen we pir bi hev re vedixwar?

M.R.: Niza wele.

­-Ez rica bikim ku behsa bîranîneke xwe ya bi wî re bikî?..

M.R.: Yaw wele bîranîn dirêj in

-Wextê me heye, ez ê li bende bim..

M.R.: Tenê dema nêt li destgiriyên min xera dikir ez jê piçek aciz dibûm wekî din em qet jev aciz nebûn. Ew jî ne zêde lê carekê tenê wisa kir. Nizanîbû em destgirî ne. Lê çîrokên min û wî her tim xweş bûn.

-Beriya çend mehan ketî hepsê. Jiyana li hepsê çawa bû ji bo te?

M.R.: Ji derve pir çêtir bû.

-Mesela?

M.R.: Yaw qet nebe mirovên derdora min durust û welatparêz bûn. Meriv ji welatparêziya wan emîn bû. Û wekî din jî tenêtî û pirtûkxwendin hebû. Bo min pir baş bû.

Mihemed Ronahî - Hepsa Diyarbekirê, 2017
Wêne: Ji arşîva Mihemed Ronahî
-Te kîjan pirtûk xwendin? Di bîra te de ne?

M.R.: Pir bûn rojê du heb min dixwend gelek caran.

-Weew! Du heb pir zêde ne..

M.R.: Na her tistê min wisa ye.

-Te dinivîsand li hepsê?

M.R.: Erê. Lê nîşegirtin bû pirranî.

-Di jiyannameya te de hin berhemên te yên neçapbûyî yên wek Keviristan, Û, Bendewarên Tebaxê xuya dikin. Ew ê kengî çap bibin, planek heye?

M.R.: Keviristan qediyaye. Lê nizanim kengê bidim çapê. Planek nîn e.

­-Bêriya Weşanxaneya Ronahiyê nakî?

M.R.: Dikim

-Difikirî careke din weşanxaneyê vekî?

M.R.: Helbet. Tu weşangêrek bi temamî dev ji kar bernade. Surec murec xwendin mendin çêbe ez ê destpê kim.

­-Hêvîdar im surec murec li gor dilê te bimeşe... Keko spasdar im ji bo sebra te. Heger gotineke te, gazineke te hebe, kerem ke...

M.R.: Niza wele.



***


MIHEMED RONAHÎ:

Di sala 1980yî de li Pîrana Amedê jidayik bû. Beşa civaknasiyê kuta kir û gelek salan mamostetiya felsefeyê kir. Piştî mamostetiyê li Amedê bi navê Weşanên Ronahî weşanxaneyek vekir. Berhemên wî ev in:
Sêbareya Kurdistanê
   - Daristan (Ronahî, 2011)
   - Kûçikistan (Avesta, 2017)
   - Keviristan (neçapbûyî)
Sêbareya Amedê
   - Bendewarên Adarê (Ronahî, 2010)
   - Û (neçapbûyî)
   - Bendewarên Tebaxê (neçapbûyî)

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: