Mewlûd Oguz: Min her hest pê kiriye bibime xwendekarekî ji xwendekarên ku Borges tarîf dike.

Mayıs 07, 2017 , 0 Şirove

Însanek çima noqî nav xwendinê dibe? Em çima pirraniya wextê xwe terxanî xwendinê dikin? Tevî ku kes ne mecbûr e bixwîne lê çima ewqas însan behsê tînin ser xwendinê? Ma karê wan tine? Xwendin çi ye? Hezkirin e? Acizî ye? Êş e? Lê xwendevanên baş? Li ku ne? Nêzî me ne? Em wan nas dikin? Helbet, em ê nas bikin, hema niha, vê kêlîkê, bi saya Mewlûd Oguz, ew xwendevanê baş î Borges qal dike. Min û Kek Mewlûd  sohbetek li dor xwendin û xwendevaniyê gerand, tam î temam di heftiyekê de. Ma hûn jî kerem nakin bo sohbeta me?

Mewlûd Oguz
Foto: Z. Oguz

İnan Eroğlu: Kek Mewlûd, serê ewil hez dikim hin gotinên te yên li dor xwendinê bînim bîra te ku wehakî pê de diçî di Bêndera Çandê ya rêzenivîsa xwe de: "heta ku ez sax bim, ez ê bixwînim. dixwînim da ku bijîm, dijîm da ku bixwînim. dixwînim da ku tuxmê kîn û hesedê li deşta dilê min hêşin nebe. dixwînim da ku qorziyên tarî ên kolanên ruhê xwe ronî bikim. dixwînim da ku ez kêliyên jiyanê ên vala tije bikim. dixwînim da ku xwe nas bikim. bi qewlî aristoteles ve, li ba hemû mirovan de bi awayekî xwezayî xwesteka zanînê heye. yanî daxwaziya min a xwendin û zanînê arezûyeke xwezayî û takekesî ye." Vêca dixwazim vê bipirsim: Ev hezkirin û dilsoziya mitleq û bêserûber ya xwendinê kengî li te hasil bû û çawa tûşî wê dinyaya mişt aşop û ronahî ya xwendinê bûyî?

Mewlûd Oguz: Bo elaqaya te û bo ku tu bi dilsozî bloga min dişopînî gelek spas ezîzê min. Berî her tiştî ez bibêjim ku ez jî xebatên te bi meraq û bi hezkirin dişopînim.
Hezkirin û dilsoziya mutlaq a xwendinê çawa û kengî li min hasil bû, nizanim, lê dikarim du-sê tiştên sereke bibêjim ku ihtimaleke mezin wan tesîr li ser xwendin û xwendekariya min kirine:

a) Di dawiya dibistana seretayî a leylî de (yibo) mehane wek meaş pereyekî cuzî didane me. bi navê aynur işik mamosteyeke me hebû, bi vî pereyî em wek sinif kiribûne aboneyî rojnameyekê, perê ji ber diman jî didane bi kitêb ji me re. Dawiya somestrê ên ku zêde bixwenda ew kitêb wek diyarî didane wan. Min jî çendek kitêb qezenc kiribûn. Tabi ji ber ku diya min tifik, sobe an jî tenûr bi wan pêdixst ji wan çu tişt negihaye dema îro.

b) Mezinên min -bi taybetî dêûbavê min, amê min û metika min- ûmmî/nexwendibûn lê xuya bû ku bi qîmet û girîngiya xwendinê dizanîbûn, lewra hertim ji min re digotin: "Bixwîne.. Bixwîne, heta ku xwîn ji çavên te werê!" bi salane dixwînim lê hê jî xwîn ji çavê min nehatiye. Carinan jixwe dibêm qey ez hê jî nebûme xwendevanekî baş! :)

c) Bi saya serê nivîskarên gewre ên weke Borges, Kafka, Calvino, Papini, Manguel, Camus, Peavese, Barthes, Eagleton, Rilke, Ritsos, Tanpinar û Amîda hwd. tûşî dinyaya mişt aşop û ronahî ya xwendinê bûm. Bi herhal hingî dilê min lê runişt ku xwendin miştexuliya herî xweş a cîhanê ye. Û hem Borges di destpêka Alçaklığın Evrensel Tarihi (Wer: Celal Üster, iletişim, 2013) de belaheq negotiye "Bi min wisa tê ku xwendekarên baş ji nivîskarên baş jî hindiktir in [...] bêguman xwendin, hewildaneke di ser nivîsandinê re ye; mutevazî (gösterişsiz), azad û ramanî ye (düşünsel) e." Ji wextê ku min ev yek xwendiye min her hest pê kiriye bibime xwendekarekî ji xwendekarên ku Borges tarîf dike. Ez wekî Sait Faik bêjim ''Min nexwendiba, ezê dîn bibûma!'' Ya rastî ez aniha jî delodînekî temam im, lê axir..

İ.E.: Baş e ku te qala Borges û vê gotina wî kir. Ez jî gelekî hej vî camêrî dikim, ev camêrê ku xwedî şiyaneke bêna (ebedî) ya xwendinê bû li pişt du çavên kor. Meraq dikim, gelo Borges dizanibû ku ew ê jî rojek ji rojan kor bibe her wekî bavê xwe û dê nikaribe bi çavên serê xwe li herfan, li rêzikan, li hibrê binêre? Lê tişta ji vê korbûna wî seyrtir heye: Borges wek nivîskarekî kor dibe Rêveberê Kitêbxaneya Buenos Airesê. Bifikire, meriv di nav dinyayek û qiyametek kitêban de bijî, hezkiriyekî mezin ê xwendinê be, lê perdeyeke reş bi ser çavên meriv de hatibe xwarê... Ji bo dîroknasekî qîmeta hafizeyê çi be, ji bo xwendevanekî jî qîmeta çavan eynî ye. Lê Borges bextewar bû bi ya min, di nav sedhezaran kitêban de, çênedibû ku bi sêhra kitêban nekeve û noqî behra xwendinê ya têr xeyal û arezû nebe. Carinan bêyî hemdê xwe lê difikirim, piştî xwendineke dûvedirêj ji herdu çavên xwe kor dibim û bi carekê re ji xwendinê qut dibim, û di ser de kes li derdora min tineye, kes nikare ji min re bixwîne, kesên ku dikarin bixwînin jî nikarin bi kurdî bixwînin, ev tirseke mezin e ji bo xwendevanekî, kabûseke berbad e. Ez naxwazim tu paşerojê lê bifikirî, lê dixwazim bipirsim ka tu qet li korbûnê fikirîy?

M.O.: Pêşiyên me gotine "Ya rebbî tu me ji dest û pêyan, çav û gavan [mehrûm] nekî" berê -ligel ku ji mijgulên çavan jî nêzîktirî me ye- li mirinê, li korbûnê nedifikirim, lê ev salek-du sal e ji pişt berçavkê an jî kontakt lensan dinerim, subhûêvarî tê bîra min ku ez miyopî me. Lewma tirsa te, tirsa min e jî. Eger rojek were û em kor bibin jî "Wê aliyên vala û sunî/çêkirî ê eşyayî ji dest me biçe" û emê jî weke Borges "Dîsa dîsa li herfan û gulan bifikirin" (bnr: Sonsuz Gül, wer: A.N.Akbulut & Cevat Çapan) û ha di navberê de mixabin keseke/î ku ji me re jî bixwîne dê tune be. 
Madem behs ji Borges vebûye, ez vê jî bêjim, bi ya min xweştirîn çîroka wî Babil Kitaplığı ye. Belkî jî ta niha çîroka herî xweş a hatiye nivîsandin jî ew be. Wilo dest pê dike: "Evren/kainat, hindek kes wê weke pirtûkxaneyekê şayese dikin.." (bnr: Ficciones Hayaller ve Hikayeler, Werger; F.Özgüven & Tomris Uyar, iletişim, 2013)

İ.E.: Hezkî em bi berfirehî li vê têgeha "xwendevanên baş" hûr bibin. Di vî warî de nivîsa "Xwendevanên Baş û Nivîskarên Baş" a Vladimir Nabokov  hêjayî balpêdanê ye û dixwazim çend gotinên vê nivîsê bi te re parvebikim ku dibêje "Xwendevanekî baş, ew kes e ku xwedan xeyalsazî, hafize, ferheng û hinekî jî zewqa hunerî ye" û dibêje "Xwendevanekî baş, xwendevanekî zîrek, xwendevanekî çalak û afirîner, ew xwendevan e ku ji nû ve dixwîne." Bi ya te xwendevanên baş kî ne, li ku ne, çi dikin û ji bo kê "xwendevanên baş" tê gotin? 

M.O.: Belê, ’eyn wisa ye. Bîr û xeyal-sazî, ferheng û xwendinên pir alî û kartêker, çalak û afirîner hîmên bingehîn ên xwendekariya baş in. 

Mirov li vladimir Nabokov û Alberto Manguel meyzênê xwendevanên baş, bi tenê naxwînin, bi her xwendinê re hema bê tekstê ji nû ve dinivîsin, ji nûve diafirînin. Bo nimûne em bêjin xwendina Nabokov a li ser Metamorfoz/Veguherîn a Kafka bi qasî Veguherînê girîng e, dê ne şaş be. Mirov dikare bibêje ku xwendevanên baş metnê serobino dikin, qîma xwe tenê bi metnê û bi aliyên wê yî aşkere û berbiçav nayînin; metnê vediçirin, xwendineke hurgilî lê dikin, tehlîl û analîz dikin. Bi her xwendinê re tebeqeyeke din li cîhana wateyî zêde dikin.

Xwendevanên baş (x.b) xwendevanên kîtabî ne; yanî ji kîtaban hîn dibin. Divê mirov wî bi xwendekarên sanal re têkilhev neke.

x.b. teqez pirtûkfiroşekî wan, sahafekî wan, kutupxanayeke wan heye ku car caran rêya xwe li wan dixin. 

Pirtûkdankeke wan heye û qet pirtûkên xwe nahejmêrin, bi tenê berhemên ku lazim bêne xwendin dihejmêrin. 

x.b. bi gelemperî hestyar û dilsoz in, hestên dilînî û mîzahî li ba wan xurt in.

x.b. ji ferhengên cûrbecûr hez dikin û bi her hawî ji wana îstîfade dikin. 

x.b. ne tenê berhemên telîf dixwînin, her wiha berehemên li ser berheman dixwînin.

Haya x.b. kêmzêde şayanî dîrok, felsefe û psikolojî û intertekstualiteyê ne.

x.b. ji bilî wêjeyê bi beşên din ên hunerê re jî eleqedar in, interdisiplîner in.

x.b piranî bilingual-polyglot/pizimanî ne, wergeran dikin. 

x.b. li mala xwe, li xelwetgeha xwe, bêyî ku bikevine du manipulasyon û dezenformasyona medyayê -bi taybetî sosyal medyayê ye- dixwînin,  dibine metînxwanek û hewl didin tê bigihên, serwext bibin û mafê edebiyata heyî bidin. 

x.b. teb'en berendamê nivîskariyeke baş in..

İ.E.: Keko bi hevoka te ya dawî re gotineke din hat bîra min ku kêm zêde wekî hev in. Heger hafizeya min neheqî li min nekiribe,  ne şaş bim Şener Ozmen bi xwe gotibû, "Xwendevanên baş kêm in, lê ew xwendevanên baş jî herî dawî dest bi nivîskariyê dikin." Tu jî difikirî ku rojekê ew xwendevanên baş giştûk dê rahijin qelemên xwe, li hespên xwe siwar bibin û li deşta nivîsê bidin çargaviyan an gelo hindek ji wan xwendevanên baş dê her wekî xwendevanên baş bimînin li mala xwe, li xelwetgeha xwe, bi bêminetî, bêyî ku daxwaza nivîsandinê bikin, di halê xwe de, ji hemû çav û nezeran dûr û derez?...

Mewlûd Oguz
Foto: F. Arda
M.O.: Tê gotin ku xwezî ciwana bizanibûya, xityara bikaribûya.. Vêca xwezî jidil xwendekaran binivîsanda, nivîskaran bixwenda.. Şener Özmen rast gotiye, tu zanê, ya girîng ew e ku nivîskar berî ku rahêjin qelemê û dest bavêjin nivîsê bikaribin têra xwe bixwînin, xwe bi xwendin û nivîsandinê terbiye bikin, bibine xwedî dîtin û gotinekê, xwedî nerîn û uslubekê.. Mesele tev de ev e. Naxwa ji xwe taliya talî hemû xwendekar ne bin jî axlebê wan dê rahêjine qelemê û têkevinê dinyaya nivîs/andin/ê. Pêvajoya nivîsandinê jixweber û xwezayî ye, hew te dît ku arezuya nivîsandinê li te hasil bûye..

İ.E.: Tu bi xwe jî dinivîsî. Beriya çar pênc salan min nivîsên te di kovaran de dixwendin, lê piştre, demeke dirêj di kovaran de rastî nivîsên te nehatim (heger  nivîsên te di kovaran de belav bûbin jî haya min jê tine), van demên dawî di kovarên wek Nûbihar û Çirûskê de helbestên te belav bûn. Wer hest pê dikim ku ev bêdengî û bêhnvedana te ya ji bo belavkirina nivîsan ji ber mijûlahiya te ya bi xwendinê re bû. Bi destûra te, ez ê di vê pişkê de ne pirsekê lê çend pirsan ji te bikim. Arezûya nivîsandinê kengî li te hasil bû? Nivîsandin û xwendin ji bo te tesîreke çawa li hev dikin û tu dikarî her duyan bi heman giraniyê pêkve bi rê ve bibî? Tu bêtir hej xwendina çi cure nivîsan dikî û dixwazî bêtir di kîjan warî de binivîsî? 

M.O.: Belê, rast e. Min dinivîsî, aniha jî hewl didim binivîsim. Wekî cenabê jî te got, di salên 2011-2012'an di kovaran de çend helbestên min derketin, min navberek dayê, çar pênc salên bihûrî bi hurgilî û bi zanebûn min xwend, bi taybetî li ser helbest û hîmên bingehîn ên helbestê, li ser rexne û teoriyê.. Li ser helbestê pir fikirîm û min hewl da binivîsim. 

Paul Eluard dibê ''Ji ê ku sûdê werdigre bêhtir ên sûdewer ozan in, helbestkar in.'' Vêca  wexta ez helbestkarên mezin dixwînim arezuya nivîsandinê li min hasil dibe, dixwazim binivîsim. Lê her ku min xwend ji nivîsê bi dûr ketim, ji aliyê xwendinê ve baş im lê ji aliyê nivîsandinê ve bêdil im ango tembel im lewma pir pir kêm dinivîsim.
Ez bengiyê helbestê me. Dikarim bibêjim ku pirtûkxaneya min ji çar behran behrek helbest e.. Çi klasîk û çi modern, çi bi kurmancî û çi bi tirkî û çi jî bi wergeran helbesta cîhanê. Heya ji dest min tê xwe digihînime berhemên baş ên helbestkî. Ji xeynî helbestê ji pexşanê û nexasim ji name û rojnivîskên edebî pir hez dikim. Weku ji xwendinên min jî diyar e, ger ji min were dixwazim helbestan binivîsim û bi helbestan dibîr werim înan can. 

İ.E.: Û tu dê di bîr werî jî, bi gumana min. Dixwazim em hinekî behsa medyaya sosyal jî bikin. Wekî ji te ve jî eyan e, pirraniya xwendevan û nivîskarên kurdî li ser mecrayên wekî facebook û twitterê derfet bi dest xistin ku hev nas bikin, bi hev re peywendiyekê deynin, bi hev re hin çalakiyan bikin. Ez li ser xwe bêjim, bi xêra facebookê bû ku bi pirraniya xwendevan û nivîskarên kurdî re me hev nas kir. Xweş tê bîra min, di 2009an de min hesabê facebookê ji xwe re vekiribû û min kîjan nivîskarê kurdî xwendibûya, li navê wî digeriyam û ger hesabê wî hebûya, min jê re daxwaza hevaltiyê dişand. Heyf ku min du caran hesabê xwe ji kokê ve jê bir û ew axaftinên min ên bi nivîskar û xwendevanan re bi avê de çûn. Nivîskarê ku cara ewil li ser medyaya sosyal pê re axivîbûm Lokman Ayebe bû, sal 2009. Min hevokeke kitêba wî ya Jar Lê Sermest parvekiribû û li ser vê gotina wî, me ji hev re nivîsî, ne îşê kêfa min hatibû, cara pêşîn min û nivîskarekî ji hev re nivîsîbû. Hingê, weke niha, nivîskar û xwendevanên kurdî her tim ne çevrim-dışı bûn lê her tim çevrim-içi bûn û me kengî bixwesta, me ji hev re dinivîsî. Ev axaftinên li ser sosyal medyayê dibe ku ji gelek kesan re tiştên ji rêzê û nehêja bên dîtin, lê bi ya min ev ji bo edebiyata kurdî gencîneyeke mezin e, bi qasî wan nameyên berê. Îro ro dibe ku qîmeta wan neyê zanîn, lê ez wer guman dikim, piştî sî çil salê din, em çawa ku li destxetên wenda digerin, em ê wer li van peyam û axaftinan bigerin. Loma carekê Abdullah Koçal, ez bawer im bi vê niyetê, gelek şiroveyên nivîskar û xwendevanên kurdî screenshot kiribû û belav kiribûn. Piştî ku min bîranînên xwe hinekî tev dan û ji hedê pirsiyara xwe derketim, ez werim ser pirsa xwe ya esas. Van salên dawî gelek rexne hene derheq medyaya sosyal de, him ji aliyê bikarhînerên medyaya sosyal bi xwe û him jî ji aliyê bikarnehînerên medyaya sosyal. Rexneyek jî ev e: Medyaya sosyal xwendinê kêm kir û kes wek berê têra xwe naxwîne, xwendevan ji ber bikaranîna medyaya sosyal konsantreyî xwendinê nabin, filan û bêvan. Wek xwendevanekî evîndarî xwendinê û wek bikarhînerekî medyaya sosyal, fikra te li ser vê yekê çi ye û li gor çavdêriyên te medyaya sosyal tesîreke xwe ya çawa heye li ser xwendinê û xwendevanan?

M.O.: Şik û şubhe jê re nîne ku bi qencî û xerabiyên xwe, bi rastî û çewtiyên xwe ve medyaya sosyal êdî amûreke xurt a ragihandinê ye û ha keza realiteyek e şênber a civakê ye. Ez şexsen hemû mecrayên medyaya sosyal bi kar tînim û fêda wê jî dibînim. Me jî bi xêra înternet û sosyal medyayê gelek kes nas kirin, qe nebe me dîdara hevdû dît, em bûne hevalên sanal, peyre ev hevaltiya sanal veguherî hevaltî û dostaniyeke jidil jî. Ez jî weke te, bi gelemperî piştî ku min nivîskar dixwendin min daxwaza hevaltiyê dişand ji wan re ango dibûme şopînerên wan. Bêguman başî û xweşiyên sosyal medyayê pir in; bo hînbûna agahî û rûdanên dawî; ji çalakî, kitêb û bernameyên çandî û hunerî haydarbûn; danûstendina bilezûbez û kartêker; parvekirina agahî, tecrûbe û doneyan û her wiha medyaya sosyal ji bo xwe îfadekirinê jî nîmetekî mezin e. Bi saya sosyal medyayê hin nivîskar û hin berhem bêhtir hatine xuya kirin lê ev yek heta çi radeyê têsîra xwe li tîrajê dike cihê gumanê ye. Û ji aliyê din ve, nehêniyên sosyal medyayê jî pir in: mesela mahremiyet nehişt. Kir ku xapandin, suistimal, dezenformasyon zêde bibe. Çanda lîncê bi pêş ket. Bi armanc û daxwaza populeriteyê -haşa ji hizûrê- şemo û meymûnên sosyal medyayê derketin. Ciwanên asosyal ê ku dinivîsin bes nikarin biaxivin peyda bûn. Ji bêhereketî û tiraliyê obezîte zêde bû falan fîlan.. Werhasil, weke encam ez dixwazim serboriyeke xwe bi we re parvebikim. Em li civatekê runiştî bun, ji civatê hevalek go filankes helbestkarekî pir baş e. Min go te hemû berhemên wî xwendinê? Go na, û go filankeso helbestên wî xwendine, par ve kirine, ji wir dizanim.. Hal û pur melalê me ev e birako. Xwendevanên baş ne tê de, gelek kes bi vî hawî digihine hukmekî û fikrekî wan çêdibe. A soxîn xwendina rast û dirûst ji kîtaban tê kirin ezbenî, ji kovaran, ji blogan..

İ.E.: Blog... Xwendina rast û dirust çima ji blogan tê kirin keko? Û di vê navê re hinekî behsa serboriya bloga xwe û behsa blogên dîtir bike yên ku tu hêjayî şopandinê dibînî. 

M.O.: Yek ji nebênabe (olmazsa olmaz) ên xwendinûnivîsadinê jî blog û bloggeriyê ye bi ya min. Blog.. Li gorî min blog ji sepanên din ên sosyal medyayê xweştir e, bêhtir hejjê dikim. Çimkî tu li ser facebookê nivîsekê parve bikî, xwende-nexwende, elaqelî-elaqesiz herkes dibîne bes ji wan kêm kes dixwînin, lê dema ku nivîs li ser blogê be, têne xwendevan wê dibînin an jî lê digerin û bi ihtimaleke mezin dixwînin. Lewra di vê babetê de ez jî weke Ömer Faruk Baran difikirim (bnr: http://perxudres.blogspot.com.tr/2017/02/blog-cima-ji-instagram-facebook-twitter.html) 

Bloga min (http://mevlutoguz.blogcu.com) ji 2011'an ve heye. Ji ber ku mobil aplikasyona wê heye û bikaranîna wê hesanîtire, jê û pê de ezê li ser tumblr ê   biweşînim ( http://mevlutoguz.tumblr.com/) Dema ku xebatên min ên ewil çap bûn, wê demê min blogek vekiribû. Min niyet hebû ku -qe nebe kunyeya- xebatên xwe piştî ku hatine çapkirin di vir de biweşînim û bi awayekî nivîsên xwe yên belavbûyî berhev bikim, bibliyografyaya xwe ya şexsî derxim. Tevî vê yekê min di go car caran nivîsên danasînê, name, rojnivîsk ûwd. biweşînim. Demeke dirêj ew jî weke min deaktîv ma. Di destpêka vê salê min ew car din aktîve kir. Di demên periyodîk de nivîsên xwe yên serbest/pexşanî li wir diweşînim. Ji sibatê û bi vir ve, di bin sernavê ''Bêndera Çandê'' de ji vir ji wir, xal bi xal dinivîsim. Xwedanxêrekî gotiye ''Tiştên ku ez dinivîsim heke ji hevokekê dirêjtir bin, ne rast in, min li hev anîne; nivîsandina wan jî zor e û xwendina wan jî..'' Lewma xal bi xal û kurt(asî). Wekî kesên ku şopandine jî dê ferq kiribin ez bêhitr di derbarê xwendin û nivisandinên xwe de dinivîsim. Dîsa ez hewil didim li ser van mijaran jî hin tiştan xêz bikim: Ceribandin, kurterexne, danasîn, bîranîn, rojnivîsk, sahaf/iye, pêşangeh, sînema, şano, muzîk, anektod, gotegot, pasaj û jêgirtinên cûrbecûr ji pirtûkan.

Blogên ku dişopînim pir in, hindek ji wan ev in:
http://rockakurdi.blogspot.com.tr/
û şahê bloggeran 

Pirtûkxaneya Mewlûd Oguz

İ.E.: Tu bawer bike, şahê bloggerên kurdî jî mamoste Zinarê Xamo ye, mîrê bloggeran jî, rêberê bloggeran jî. Îro ro gelek nivîskar ji paltoyên gelek nivîskarên din derketine, lê ji bo bloggerên kurdî ev yek bi awayekî din e. Çêtir e ku ez vê gotinê bibêjim: Bê şik û guman, hemû bloggerên kurdî ji bloga Zinarê Xamo derketine. Ezbenî ev çi sebr û hedan e, ev çi birêkûpêkî ye, ev çi enerjî ye, ev çi dîsîplîn e, ev çi zewq e, şewq e, hezkirin e ku deh sal e teqrîben 4000 nivîs belav kirine di bloga xwe de, bêyî ku biweste, bêyî ku aciz bibe, bêyî ku li rêjeya kêm a xwendinê binêre, di halê xwe de, di vî temenî de, nerma nerma, her roja Xwedê du sê nivîs belav dike. Bifikire ji bav û bapîrên meriv çar hezar nivîs dimînin û dê her bimînin. Mixabin ji bav û bapîrên me du sê hevok jî ji me re neman û ev yek cihê xemgîniyê ye ji bo min. Temenekî dipdirêj ji bo mamoste Zinarê Xamo divêm û bila me bloggeran ji nivîsên xwe bêpar nehêle... Ji zû de ye bala xwe didimê ku tu pir ji sahaf û fûaran hez dikî. Carê wêneyekî te dibînim li van mekanan ku çend poşet di dest te de ne, guman dikim kitêb in, û devbiken î. Sahaf û fûar wek mekanekî kitêban wateyeke xwe ya çawa heye ji bo xwendin û xwendevaniya te?

M.O.: Erê, tevlî te dibim. Cihê heyf û mixabîniyê ye ku bav û kalên me, mezin û zanayên me nenivîsandine û nanivîsînin jî lê feqet apê zinar, wek te jî destnîşan kir, bi enerjiya xwe yî namutenahî, bênavber û bêrawestan hema bê herro dinivîse, qenc û xweş dike, sihheta wî xweş be. Belê, bi awayekî em bêjin hemû blog ên kurdî ên van salên dawiyê ji bloga zinarê xamo derketine dê ne şaş be. 

Ji sahaf û fuaran hez dikim, her ku derfet dibînim rêya xwe bi wan dixim. Çimkî her tim rasthatinek, surprîzek, serendipityek çê dibe. Belê te rast texmîn kiriye, kitêb in ew; deste deste, duzîne duzîne, poşet poşet kîtaban dikirim!

Ji fuaran hez dikim.. Seba bername û çalakiyên xwendin û nivîsandinê; seba hevdîtin, hevpeyvîn û rojên îmzeyan.. 

Ji sahafan hez dikim.. Ji ber surprîz û serendipityan, ji ber fêhm û ferasata wan, ji ber zanîn û têgihiştina wan, ji ber xweşbêj û xweşsohbeta wan.

Mirov li deverên halo însanên wek xwe, xwende, meraqlî û hunerhez nas dikî; bi wan re pêwendiyê saz dike û ev yek bi giştî xwendin û nivîsandinê xurttir û zexmtir dike, lewma bi ya min xweş û watedar in ev der.

İ.E.: Îro ro bêhtir behsa rîtûelên nivîsandinê yên nivîskaran tê kirin. Lê bi raya min rîtîûelên xwendinê yên xwendevanan jî herî kêm bi qasî yên nivîskaran hêjayî behsê ne. Loma dixwazim bipirsim ka rîtûelên te yên xwendinê çi ne? 

M.O.: Li gorî kesan diguhere ev yek tabî. Ez jî dibînim rituelên cûrbecûr ên xwendina nivîskaran hene. Mîsal nivîskarek -navê wî nehate bîra min- mealen dibê dema dinivîsim ne bi cilên navmalê bes tebîl qiyafet rûdinêm, teqez traş jî dîbim. Ne wilo be nikarim bixebitim. Mirov çekduzenekê bide xwe nivîs jî mezin dibe, berbirsyariya nivîsandinê mezin dibe. Wê demê hest pê dikim ku karên xwe baştir û cidîtir dikim.

Bo ku roj têra min bike û têra xwe bixwînim bi melayê sibehê re hişyar dibim. bê qehwe û cixare, bê puro û kokteylan nikarim bixwînim. Bi ropdoşabrê xwe ne li odeya xwe yî xwendinê û ne li ser maseya xwe ya ji dara maunî bim dîsa tebata min li xwendinê nayê. Deftera ku ez lê dinivîsim divê clariefontaine, qelema min divê teqez montblanc an jî lamy be.. Dema qiraatê/xwendinê şalterê datînim û li ber mûmê dixwînim.. Henekan dikim elbette.  :)

Henek li dera hanê, min tu rituel mituel tune ne keko, hema bê di her şert û mercî de, li her derê, dixwînim. Bi tenê hînekî bêdengî û havînî tiştkî hênîk, çile jî tiştekî germ hebe bo vexwarinê, bes û zêdeyî serê min e.

İ.E.: Ev henekeke baş bû, êdî divê bi baldarî pirsên xwe bikim... :) Ezbenî tu endamê Koma Xwendinê ya Stenbolê yî û koma we çend hefteyê carekê ji bo kitêbeke kurdî dicive û dişêwire. Eger tu van civînan bidî bîra xwe, koma we û şêwira we ya li ser xwendinê çi û tesîrek çawa li têgihiştina te ya xwendinê zêde kir û girîngiyeke çawa ya komên xwendinê li xwendewarî û edebiyata kurdî bi xwe heye? 

M.O.: Belê ezbenî, ji 2014'an ve tevlî şêwira xwendinê a li stenbolê dibim. Em di demên periyodîk de -hema hema mirov dikare bibêje ji du sê heftiya ya jî mehê carekê- dicivin. Lîsteya pirtûkên herî dawî me xwendine li pêvekê ye. (bnr: xala 38. - http://mevlutoguz.blogcu.com/b-ndera-cand-29-38/31038137

Berî her tiştî em bi mahneya pirtûkekê dicivin û civateke kurdî kurmancî digerînin. Bi tena serê xwe ev yek cihê kêfxweşî û bextewariyê ye. Di kurmancî de, kêmzêde weşanxane, nivîskar, kovar hebûn, lê çi tunebû? Xwendekar.. Xwendekarên pak tunebûn ango pir kêm bûn. Hejmara wan hê jî kêm be, ne li gorî dilê me be jî, şêwiran xwendekar derxistin, xwendekarên heyî jî kemilandin. Ji nava van şêwiran kovar û nivîskar derketin û wê hê pir derên jî.  Yanî dixwazim bibêjim ku şêwir û klubên xwendinê, bo çanda xwendin û xwendekariyê kom/ek ên gelek girîng in, belkî niha em baş tê nagihên lê di pêşerojê de wê qîmetê wan bêhtir were fam kirin. 

Ne ku di şêwirekê de me vê dibêjim, bi rastî jî, pêvajoya şêwiran wekî me go gelek girîng e, çimkî her heval li gorî fêhm û feraseta xwe berhemekê dixwînin, şîrove dikin. Ev jî bo xwendevaniyeke birêkûpêk û bo têgihiştineke edebî/estetîk nebênabe ye. Bi xêra şêwirê min çend hevalên biqîmet nas kirin. Û dîsa dikarim bibêjim ku êdî berheman ji berê bêhtir bihurgilî dixwînim, ji ber ku bi kurtî be jî ezê li ser biaxivim -heke berhem rê bide- hewl didim wê bidime ber berhemên din, xwendineke berawirdî bikim. Vê yekê heta radeyekê kir ku nêrîneke rexneyî û kartêker bi min re çêbibe. 

Çawa hin kes wek nifşên hawarê, hin kes wek nifşên tîrêjê têne bi nav kirin, mirov jî dikare van xwîneran wek ''nifşên şêwirê/nifşê şêwiran'' bi nav bike, ez şaş bim min sererast bike ji kerema xwe..

İ.E.: Meseleya navlêkirinên wekî "nifş", "ekol", "bizav", "qonax" û hwd. meseleyeke xwedan rîsk û talûke ye bi ya min û bi gotinekê çênabe ku meriv navek ji van navan lê bike. Beriya her tiştî ev navlêkirin divê di nivîs û xebatên ciddî û akademîk de bên nîqaşkirin û hemû sedem, armanc û nîşanên nifşbûn û ekolbûnê tê de bên destnîşankirin. Tiştekî pir seyr e, heta niha ez rastî "Nifşê Hawarê" jî, "Ekola Hawarê" jî û "Qonaxa Hawarê" jî hatime di nivîsên curbicur ên nivîskar, rexnegir, lêkoler û akademîsyenên kurdî de. Çima ji bo Xwedê? Çima ewqas navlêkirin? Lê hê jî rastî ti xebatên ciddî û akademîk nehatime ku ji me re îspat bike çima divê "nifş", "ekol", "qonax" û "bizav" bê gotin, divê kîjan ji wan bê gotin, Hawar nifş e an ekol e an qonax e an bizav e, heger nifş be ekol be qonax be bizav be nexwe sedem û argumanên te çi ne ji bo vê yekê. Serê te gêj bû ji van navlêkirinan ne wisa? Bawer bike ez jî girûgêj bûm û hê jî qaneh nebûme li ser van navlêkirinan, tevî ku min bi xwe jî serî li van navlêkirinan dabe. Loma halêhazir hewce nake em serê xwe bi van navlêkirinan re biêşînin, bila Hawar, Tîrêj û Rewşen wek kovar bimînin û herçî kom û şêwir in, bila ew jî wek komên xwendinê û şêwirên xwendinê bimînin. Nizanim te got çi? 

Mewlûd Oguz
Foto: M. Oguz
M.O.: Meseleya navlêkirinên bi vî rengî wekî te jî got bipirsgirêk e û cihê nîqaşê ye her tim. Lê taliya talî heçku tasnîf û navlêkirinên bi vî rengî hinekî hînbûn û hînkirinê edebê/wêjeyê hesan dikin. Bi taybetî îşê dersdar û xwendekaran rehet dikin. Ser meselê wê bê gotin filan nivîskar ji nifşê hawarê ye, filan helbestkar ji nifşê  tirêjê ye ûwd. 

Di vî warî de herî dawî min Qonaxeke Modernizma Kurdî Helbesta Tîrêjê ya Îrfan Amîda xwend. Amîda, di Tîrêjê de çend hîmên hevpar ên weke îspatkirina kurdan, fikra netewperweriyê, dekolonîzasyon, enstarnasyonalzîma marksizmê, formulîzasyona "em" û "hun"ê, terxankirina demê weke "berê", "niha" û "dema bê" û hwd. tesbît kiribûn. Vê yekê dikir ku em ji helbestkarên tirêjê re bêjin "nifş" an jî "ekol".

Tevî ku min jî hemûçk navtêdayînên li jor/mezkur bihîstine û xwendine ta niha dilê min baş lê rûneniştiye û jê piştrast nebûme. Lê axir wekî me got. 

Serê min gêj bû. Ya baş em vê meselê ji dîroknasên edebiyatê re bihêlin. 

İ.E.: Herê, tu rast dibêjî, ji qewla Orhan Veli, bila wê jî "edebiyat tarihçisi bulsun..." Tu van rojan çi dixwînî, çi kitêb li ber destê te heneû dizanim ez ê te hinekî biwestînim, lê ez ê gelekî kêfxweş bibim ku karibî lîsteyeke biçûk a kitêbên xwendinê (bi qasî neh deh kitêban) ji bo me xwendevanan rêz bikî, ên ku ji dilê dil dixwazî her kes bixwîne? 

M.O.: Vê pêle bi giranî li ser rexne û teoriyên helbestê dixwînim. Li ber destê min ev kitêb hene ku min hin ji wan xwendine, hin bi nîvî ne û hin ji wan jî li hêviya xwendinê ne; Foucault-Kelimeler ve Şeyler, Albert Camus-Başkaldıran İnsan, Peavese-Yaşama Uğraşı, Marshal Berman-Katı Olan Her Şey Buharlaşıyor, Zweig-Dünün Dünyası, Deleuze-Kritik ve Klinik, Andres-Kafka'dan Kafka'ya karşı, Paul Celan/Bachman-Kalp Zamanı, Eco-Beş Ahlak Yazısı, Todorov-Poetikaya Giriş, Erdoğan Alkan-Şiir Sanatı, Utku Özmakas-Şiir İçin Paralaks, Şeref Bilsel Yalnız Şiir, Yücel Kayıran Şiirimin Çeyrek Yüzyılı, İlhan Sami Çomak-Bir Sabah Yürüdüm, Ahmet Çakmak-Çiftkafa'nın Kitabı, Yavuz Ekinci-Günün Birinde, Seray Şahiner-Kul, Mehtap Ceyran-Mevsim Yas, Ecan y Yilmaz-O Öyle Olmadı, Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr, Hecî Nehsan-Zêmarên Çuyînê, Yaqob Tilermenî-Hêlange ûwd..

Lîsteyên xwendinê subjektiv in û li gorî kesan û li gorî demê diguherin. Hema bê her lîste bivênevê kêmasî û zêdehiyan dihundirînin. Tu sibe ji min  bipirsî dibe ku listeyeke din derkeve, te doh pirsîba yeka din. Lewma te divê em çarçoveyê teng bikin, ''Te bigota ji filan cureya edebiyatê" wê çaxê bihêsanî û ji dilê dil dikarîbûm lîsteyekê derxim. Lewra vê gavê tevî berhemên ku me li jor behs kir ev herdû berhem bes in:

Calvino-Klasikleri Niçin Okumalıyız.
Ugresiç-Okumadığınız İçin Teşekkürler. 

İ.E.: Kek Mewlûd gelekî spas ji bo vê sohbeta te ya xweş. Gelekî kêfxweş bûm ji ber ku te daxwaza min a sohbetê qebûl kir û bi dilxweşî bersiva pirsên min da. Eger gotineke te ya din hebe, kerem bike... 

M.O.: Edip Cansever gotibû "Ne gelir elimizden insan olmaktan başka" Ez jî lê zêde dikim û dibêm çi ji destê me tê, ji xwendinê pê ve.. Ne ji van pirsên te yî ciwan bûna belkî ez hevqasî neştexilîbûma. Înan can gelek gelek spas. Bi rastî ez jî kêfxweş bûm, sax be, berxudar be çavê min..




***



MEWLÛD OGUZ / Kurtejiyan

Di sala 1987’an de li Heskîfa Batmanê jidayîk bûye. Di beşa dîrokê de lisans û master kiriye. Helbest, kurteçîrok, werger û berhevên wî di kovarên weke Pêngav, Çîrûsk, Hawara Botan, Asîva, Wenda, Kovara W, Jehr, Heterotopia û Folklora Kurdan û Nûbihar’ê de  weşiyane. Oguz ji 2006’an û bi vir ve li Stenbolê dijî.

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: