Berawirdiya Wergera Helbesteke T. S. Eliot di Soranî û Kurmancî de

Min T. S. Eliot cara pêşîn bi kurmancî xwendibû, dû re hin nivîsên wî bi tirkî. Vê dawiyê, rastî helbesteke Eliot a bi soranî hatim gava ku min hin kovarên kurdî yên kevn tev dan. Piştî ku min ev helbest latînîze kir, min ji Kawa Nemir re şand, ji ber ku wî ev helbest û hin helbestên Eliot wergerandibûn kurmancî. Haya wî ji vê wergera soranî tinebû. Nezend Begîxanî, ku vê helbesta Eliot a bi navê The Love Song of J. Alfred Prufrock wergerandibû soranî, her wiha The Waste Land û Ash Wednesday ên heman helbestkarî jî wergerandine soranî di 1992-93yan de. A baş ew ku ez van her du wergerên helbestekê yên ji bo du lehceyên kurdî wergeriyayî li vir belav bikim û xwendevan jî karibin her du wergeran bi berawirdî bixwînin. Her wiha ev firsendeke baş e ji bo wergêran ciwan û heval û hogirên ku dixwazin rojekê dest bi wergêriyê bikin. Malavadan be, Kawa Nemir wergera kurmancî ya helbestê tevî kurtetêbîniyeke derbarê her du wergeran de ji min re şand. Îro 15ê Gulanê ye û roja cejna kurdî pîroz û bimbarek be. 



Goranî Xoşewîstî C. Elfrêd Prufrok

T. S. Eliot
Wergêranî le Îngilîzîyewe: Nezend Begîxanî

Eger bawerim bikirdaye welam ekem bo yekêke
Be yekcarî degerêtewe bo dunya,
Em gire çîtir zimaney nededa.
Belam çunke qet kes lem cîhane qûle negeratewe
Eger ewey deybîstim rast bê,
Bê tirs le rûdanî hîç nagehaniyek welamit dedemewe.

Deba biroyn. Min û to,
Le katêk da ke êware wek nexoşêkî bêhoşkewtûy sermêz
Rûh û asman radekişê;
Deba biroyn, benaw şeqame diyarîkirawe nîmçe çolekan,
Be naw silemînewe wurênawîyekanî
Şewe narehetekanî hotêle yekşewîye herzanekan û
Xwardingey ardedarawî û pir le sedef:
Ew şeqamaney wek giftûgoyekî bêzarkerî niyazpîs
Bedway yek kewtûn
Ta berew pirsiyarêkî sextit biben…
Ûh, mepirse, “çîye?”
Lêgerê ba biroyn ziyaretekeman bikeyn.

Le jûrewe afretekan dên û deçin
Lebarey Maykilengîlowe dediwên.

Teme zerdeke ke piştî xoy le mînay pencerekan helsiwê,
Dûkele zerdeke ke liçî xoy le mînay pencerekan heldesiwê
Goşekanî êwarey be ziman lêstewe,
Leser gomîlke gîrsawekanî cogekan xoy diwaxist
Ta ew tenyey le dûkelkîşekan berdebêtewe bikewête serpiştî,
Leser sekoke xizî û lepir bazî da,
Ke bînî şewêkî xoşî Oktobere,
Carêk be dewrî maleke da sûrayewe û xewî lêkewt.

Le rastî da kat debê
Bo ew dûkele zerdey be dirêjayî şeqamekan dexilîskê û
Piştî le mînay pencerekan heldesiwê,
Kat debê, kat debê,
Bo amade kirdinî rûxsarêk bo bînînî ew rûxsaraney çawit pêyan dekewê,
Kat debê bo kuştin û dirust kirdin,
Kat bo gişt roj û karî destî
Ke pirsyarêk berz dekenewe û helîdedene naw qapeket,
Kat bo sedeha guman û
Sedeha şebeng û hatinewe serxo,
Pêş xwardinî estuk û çayek.

Le rastî da kat debê
Bo lexwopirsîn, “Aya curet dekem?” û “Aya curet dekem?”
Kat bo geranewe diwawe û dabezîn le pilîkanekan,
Be xom û peleyekî rûtawey nawerastî serim
(Ca delên: “Qijî çon rûtawetewe!”)
Be saqoy beyaniyanim û yaxe rêk berz buwekem ta çenage,
Kiravêtekem poşte û girabeha, belam be derzîleyekî sade ragîrawe
(Ca delên: “Dest û qaçekanî çend barîk in!”)
Aya curet dekem?
Gerdûn bişêwênim?
Le xulekêk da kat heye
Bo biryar û paşgezbûnewe ke xulekêkî dî lenawyan debat.

Çunke min hemûyanim nasîwin, demêke hemûyanim nasîwin,
Êwarekan, beyanîyekan paşnîweokanim nasîwin,
Jiyanim be kewçikî qawe pêwawe,
Min ew dengane denasim
Ke be kewtinêkî giyanelaamêz
Le jêr mosîqay jûrî dûrekan da demirin,
Ca çon curet bikem?

Min demêke çawekanim nasîwin, hemûyanim nasîwin
Ew çawaney detxene naw wajeyekî darêjraw
Ke darêjram, leser derzîleyek pan dekrêmewe
Ke be derzîlewe dekirêm û leser dîwar lûl dedirêm
Çon dest bikem be hênanewey paşerokî roj û rêgakanim?
Ca çon curet vikem?

Min demêke qolekanim nasîwin, hemûyanim nasîwin
Qole pir bazin û spî û rûtekan
(Belam leber rûnakî çira be gendemûy qaweyî dapoşrawin!)
Eme ‘etrî kirase wa gêjî kirdûm
Ew qolaney leser mêz dirêj kirawin ya le şal werpêçrawin.
Aya ew kate curet dekem?
Çon dest pê bikem?

Aya, detwinim bilêm paş xorawabûn be şeqame teskekan da têperîm
Riwanîme dûkelî berzbiwewey paypî ew piyawe tenhayayek
Ke be kirase qoldarekaniyanewe
Xoyan beser pencere şor dekirdinewe?
Debwaye cûtê çirnûkî nahemwar bim
Binî derya bêdengekkan heldirim.

Paşnîwero ya êware beasûdeyî dexewê!
Be pencey dirêj dilnewayî dekirê
Borijaw… hêlak… ya xoy nexoş dekat,
Lêre, le tenîşt to, le tenîşt min
Leser zewî lêy radekişê
Aya detiwanim diway ça û kêk û bestenîyekan,
Xulekêk berew giritekanî bibem?
Belam herçende min giryam û berojû bûm, giryam û paramawe,
Gerçende serî xom (ke kemêk rûtawetewe) bînî
Leser sînîyek pêşkeş dekira,
Min pêxember nîm û meseleyekî gewreş le ara da niye
Satî gewreyî xomim bînî bela da deçû,
Xizmetkarî hemîşeyîm bînî saqoy degirtim û be moniyewe degirjiyewe,
Be kurtî, tirsam.

Aya paş gişt emane, ewe dênê?
Paş mirebba ça û kûçekan,
Le nêwan şer e û le nêwan hendê qisekirdin leser to û leser min,
Aya ew kate ew dênê
Meseleke be bizeyek bibirêniyewe,
Gewdûn bigûşî û bîkeyte topêk
Xilorî keytewe berew çend pirsyarêkî sext û
Bilêy: “Min Lazaroz im, le lay mirduwekanewe hatûm,
Hatûm hemû şitêktan bo bigêrimewe, hemû şitêktan bo degêrimewe”,
Eger yekêk serînêk bixate jêrserî,
Delêt: “Mebestî min ewe nebû, be hîç şêweyek
Ewe nebû, be hîç şêweyek”.


Aya paş gişt emane, ewe dênê,
Aya şayîstey ewe ye,
Paş xorawabûnekan û berderga û şeqame rişênrawekan,
Paş çîrok û îstîkan û tenûrekan
Ke leser zewî dexişên –
Eme û zorî leme ziyatir? –
Mehale bitiwanim mebestim derbirim:
Belam wek bilêy fanûsêkî efsûnawî
Demarekanî bo nimûne firêdabête serşaşe
Aya ewe dênê
Eger yekêk serînêk dabinêt ya şalêk tûr helbidat
Ruwe û pencere wersûrê, bilêt:
“Be hîç şêweyek ewe nebû,
Mebestî min ewe nebû, be hîç şêweyek”.

Nee! Min Mîr Hamlêt nîm û nemwîstuwe bibim be ew
Min nokerî mîr im, yekêkim jimarey dest û pêwend ziyad dekat
Yek ya dû pewde deniwênê
Amojgarî mîr dekat, bêguman, amrazêkî giwêrayel
Berêz, hez dekat sûd bibexşê
Bilîmet, huşyar, dûdil
Qisepir, belam kemêk gêl
Hendê car, le rastî da zor car, pêkenînewî –
Zor car, hendê car, kewden.

Min pîr debim… Min pîr debim…
Şerwalekem serewjêr lepêdekem.

Qijim ciya bikemewe û helîdeme diwawe?
Aya curet dekem xoxêk bixom?
Şerwalêk le fanîley spî le pêdekem

Le kenar derya piyase dekem
Giwêm le dengî perîyekanî derya bû
Goranîyan bo yektirî dewut
Bawer nakem bo min bilên.

Bînîmin berew pantayî siwarî şepolekan debûn
Qijî spî şepole berewdiwa perşibuwekan dadehêna
Le katêk da ke ba yarî be awî reş û spî dekird.

Legel perîye razawekan
Begyay deryayî sûr û qaweyî
Xoman dexzênîne jûrekanî derya
Ta dengekanî ademîzad bêdarman dekenewe^û
Dexinikêyn.


Serçawe: Hêvî, j. 8, 1992.
Latînîzekirin: Înanolo

***


Kilama Dilan a J. Alfred Prufrock*

T. S. Eliot
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir   


            S'io credessi che mia risposta fosse
            A persona che mai tornasse al mondo,
            Questa fiamma staria senza piu scosse;
            Ma per cio che giammai di questo fonfo
            Non torno vivo alcun, s'i'odo il vero,
            Senza tema d'infamia ti rispondo.1

Wê hingê em herin, tu û ez,
Gava ku êvar dena xwe dide esmên,
Wekî nexweşekî li ser maseyekê xewirî;
Em herin, di kuçeyên binîşan î nîvxalî re,
Vedimire nûhirîna
Şevên bêxew di hotêlên berdîberdan î yekşevî de
Û li aşxaneyên bi ardemişar û qalikên îstirîdyeyan ve:
Kuçeyên ku wekî devjenîyeke zehlekar
A mebesta kone raçav dikin
Te têvedidin pirseke êrîşkar...
Axx nepirse, 'Ew çi ye?'
Em herin û serdana xwe bikin.

Di odeyê de jin pêgermokê digerînin
Behsa Michelangelo dikin

Mija zer î pişta xwe di camên pencereyan dide
Morana zer î pozê xwe di camên pencereyan dide
Bi zimanê xwe quncikên êvarê dalêst,
Li ser birkên di hundirê çiranekan de werqilî,
Hişt tenîya ku ji rojingan dadirije bi ser piştê bikeve
Di ber berbanikê re şiqitî, ji nişkê ve qevazek da,
Dît ku şeveke nerm a kewçêrê bû,
Li dora xênî çivek da xwe, di xew re çû.

Û bera jî wê dem hebe
Ji bo morana zer a ku di kuçeyê de dikişe
Pişta xwe di camên pencereyan dide;
Wê dem hebe, wê dem hebe
Ji bo amadekirina rûyekî ku rastî rûyên ku tu rast têyî bê;
Wê dem hebe ji bo kuştin û afirandinê,
Dem ji bo destên hemû kar û rojên
Ku pirsekê radikin û dadixînin teyfika te;
Dem ji bo te û ji bo min,
Dîsa jî dem ji bo bi sedan dudilîyan,
Ji bo bi sedan dilbêjî û çavpêxistinan,
Berîya xwarina tostekê û vexwarina çayekê.

Di odeyê de jin pêgermokê digerînin
Behsa Michelangelo dikin

Û bera jî wê dem hebe
Ji bo matmayînê, 'Ma ez diwêrim?' û 'Ma ez diwêrim?'
Dem ji bo vegerînê û di derenceyan re daketinê,
Bi keçelê di orta porê min de –
Wê bibêjin: 'Hela porê wî çi qas firk dibe!')
Qapûtê min, berstûya min a ku hişkehişk hildikişe zenîya min,
Kiravêta min rengrengî û bêmirês e,
            lê bi sincakeke petî xwe nîşan dide –
(Wê bibêjin: 'Lê hela mil û ling çawa lê zirav bûne!')
Ma ez diwêrim
Gerdûnê zivêr bikim?
Di deqeyekê de dem heye
Ji bo biryaran û çavpêxistinan, ku dê deqeyek wê yekê vajî bike.

Ji ber ku hemûyan nas dikim, nas dikim hemûyan –
Êvaran, beyanîyan, piştî nîvroyan nas dikim,
Min jîyana xwe bi kevçîyên qehweyê rokir û pîva;
Nas dikim dengên ku bi payîzeke li ber sikratê vedimirin
Li ber muzîka ku ji odeyeke cîran tê.
            Wê hingê divê çawa têderxim?

Û çavan nas dikim, nas dikim hemûyan –
Çavên ku te di derbirrîneke misoger de bi cî dikin,
Û gava ku ez têm eşkerekirin, dipijilim ser sincakekê,
Gava ku têm pêvekirin û çiv didim xwe li ser dîwêr,
Wê hingê divê çawa dest pê bikim
Çêlî hemû roj û karên xwe yên dawîşêtî bikim?
            Û divê çawa têderxim?

Û milan nas dikim, nas dikim hemûyan –
Milên bazinî, spî û tazî
(Lê li ber ronîya lempeyê,
            li gel porê qehweyî yê vekirî di rex de hatî!)
Ma bêhna parfûmê ye ji kincekê tê
Min wiha ji babetê bi dûr dixe?
Milên bi maseyekê de dirêjbûyî, an xwe li dora şalekê pêçayî.
            Û ma wê hingê divê ez têderxim?
            Û divê çawa dest pê bikim?
            . . . . . .

Ma bibêjim, di tarîgewrika êvarê de di kuçeyên teng re derbas bûm
Ketim temaşeya dûyê ku bilind dibe ji qelûnên
Mirovên tenê yî bertena kurtikan, ku derdikevin ber pencereyan?...

Divîya bibûma cotek pencikê zivir
Ku xwe berdide zemînên deryayên bêdeng.
            . . . . . .

Û piştî nîvro, êvar, wisa aram radizê!
Ji alîyê tilîyên dirêj ve hatiye şayîkkirin,
Di xewê de... betilî... an jî xwe li nexweşîyê datîne,
Li ser raxerê dirêjbûyî, va ye di navbera te û min de.
Qey divê, piştî çay û kek û şerbetên sar,
Zorê bidimê, kêlîyê bajom tayê?
Lê tevî ku girîyam û min rojî girt, girîyam û min başkurî kir,
Tevî ku min serê xwe dît (porê min peşkekî weşîyaye)
            di teyfika serwêsê de,
Ez ne pêxember im – vê yekê jî girîngîya xwe nîne;
Min dît kêlîya mezinîya min velerizî;
Û min dît Garsonê nemir qapûtê min girt,
            tinazê xwe bi min kir,
Kin lêxim, tirsîyam.

Digel vê yekê, qey hêjayî wê yekê bû,
Piştî fincanan, marmeladê, çayê,
Di nava porsêlenan de, di nava galegaline te û min de,
Qey hêja bû,
Me bûjen bi kenekî gez kir,
Rojgar di hundirê gogekê de dewisand,
Ji bo ku em wê bigindirînin ber bi pirsine giran,
Da ku em bibêjin: 'Ez Lazarûs im, ji ba mirîyan têm,
Vegerîyam ji bo ku her tiştî ji we re derevekim, ez ê her tiştî ji we re derevekim' –
Eger yek balgîyekî bide ber serê wê,
            Ku ez bibêjim: 'Tiştê min xwest bibêjim hîç ne ew bû.
            Tiştê min ê bigota hîç ne ew e.'


Digel vê yekê, qey hêjayî wê yekê bû,
Qey hêja bû,
Piştî avaçûnên rojê, piştî hewşan û kuçeyên avreşînkirî,
Piştî romanan, fincanên çayê, pêşên
            bi awayekî betilî raxerê gav dikin –
Ev û hê gelekên wiha?..
Ne pêkan e ez gotina xwe bê kêmasî qise bikim!
Lê weku çiraxeke efsûnî li ser perdeyekê rîşeyan
            li moçikan zêde bike:
Qey hêja ye
Eger yek balgîyekî bi cî bike, an şalekê bigire bavêje,
Berê xwe bide pencereyê, ku bibêje:
            'Tiştê min ê bigota hîç ne ew e,
            Tiştê min xwest bibêjim hîç ne ew bû.'
            . . . . . .

Na! Ez ne Mîrze Hamlet im, armanca min jî nebû;
Lordekî xulam im, yekî ku wê
Pêşketinekê binitirîne, çend sehneyan bide destpêkirin,
Mîrze şîret bike; bê şik û guman, peyayê her karî,
Giramgir, dilgeşê kêrhatinê,
Konevan, baldar û xeşîm;
Gotinbêjekî berz, lê piçekî serhişk;
Carinan, bi rastî, hema hema qeşmer;
Ti namîne, carinan, Hişsivik.

Kal dibim... Kal dibim...
Ez ê daw û delingên xwe hildim.

Porê xwe di paş de nîvonîvo bikim?
            Ma ez diwêrim xoxekê bixwim?
Ez ê şalê ji cawê spî li xwe bikim, dakevim kevîşenê.
Min serperîyên ku ji hev re distrandin bihîstin.

Yeqîn nakim ji min re bistrên.

Min dît li pêlan siwar bûbûn, dajotin ber bi deryayê
Şeh dikirin porê spî yê pêlên ku difirikin
Gava ku ba pifî ava spî û reş dike.

Destê me ji odeyên deryayê nebû
Li gel deryakeçikên bi kevza sor û qehweyî nixamtî
Heya ku dengên mirovan em hişyar kirin û em xeniqîn.

1- "Eger bifikirîyama ku wê bersiva min bibûya bo yekî paşê vegere dinyayê, wê ev rivîn bêyî tevgereke din dimaya; lê ji wê rojê de ye ku hîç kes zindî venegerîyaye ji vê kûranîyê, tiştê ku min bihîstiye rast be, te dibersivînim bêyî tirsa nemerdîyê" (Dante, Inferno 27.61-66) Guido da Montefeltroyê di hundirê rivîna xwe de girtî mayî (cezayê ku li şêwirmendên sextekar dihate birrîn) rûreşîya jîyana xwe ya nebaş vedibêje ji Dante re, ji ber ku bawer dike wê Dante hîç venegere ser rûbarê erdê, jê re behsa vê yekê dike. (nîşeya wergêr)  

* Jêderk: Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê, T. S. Eliot, Ji Îngilîzî: Kawa Nemir, Nîsana 2004'an, Weşanxaneya Bajar, Stembol, rp. 19-23.

***

Kurtetêbînîyek Der Barê Vê Wergerê De

            İnan can, kêfa min pirr jê re hat ku te ew wergera bo Soranî ya Nezend Begî Xanî ya helbesta T. S. Eliot a bi navê The Love Song of J. Alfred Prufrock ji nava arşîvan derêxistiye û ji ser pîtên Erebî guhestiye ser pîtên Latînî. Wekî yek ji helbestkar-wergêrên ku beşeke şayanî behsê ya temenê xwe gorrî xwendin, hewildana bo têgihiştinê, derevekirin û wergerandina hemû berhemên T. S. Eliotê gewre kirine, ez qewî zêde şa bûm li ser dîtina wê metnê û dewlemendîya teşebusên di qada wergerê ya bi Kurdî de.
            Dest û tilîyên te neêşin.
            Bi boneya vê yekê, min divê dupat bikim ku serpêhatîya min a wergerandina hemû berhemên îmajîstekî wek Eliot – li gel berhemên îmajîstên din ên her wekî Ezra Pound, Amy Lowell, H. D. (Hilda Doolittle), Richard Aldington û gelekên mayîn, ku Pound ne tê de, birrek berhemên navên mayîn ên ku min wergerandine hê jî nehatine weşandin – vedigere bo, bi qasî ku tê bîra min, sala 1996'an. Û ez dibêjim qey yan helbesta Eliot a bi navê Marina bû, yan jî ev helbest bû, ya ku niha ketiye ber behsa me, min di havîna sala 1996'an de wergerandibû. Derî şikberîyê ye ku nimûneyên pêşîn ên wan wergerên min qels bûn, lewma jî, wisa tê xuyanê, di nava salan re ez pê de pê de li ser wan zêdetir xebitîme û, dîsa ez wer dizanim, encax di hejmareke kovara Jiyana Rewşenê (hj. 48, Rêbendana 2001'ê) de min wergera helbesta bi navê Marina ya Eliot cara pêşîn weşandiye her wekî wergera xwe ya cara pêşîn weşandî ji hemû berhemên Eliot. (Ji ber ku arşîva min a mezin ne li ber destê min e û bi tenê çendek ji hemû hejmarên Jiyana Rewşenê di kitêbxaneya min de hene, niha nayê bîra min çi ka berîya wê hingê min wergerên ji berhemên Eliot li derinan weşandine yan na... Lê dibe ku min hindek weşandibin jî, ew babeteke arşîvî ye.)
            Min wergera vê helbesta abîde ya Eliot bo Soranî sê caran xwend û, ez dikarim bibêjim, vê wergerê derfet û delîveyên sewtên firawan ên lêkerên Kurdîya Soranî gelekî baş bi kar anîne û şîyaye ku wê rewanîya dengê Eliot, ya ku tevterîbî sehneyên Eliotane ye û piç bi piç di nava risteyan re dihele û diçilke berev gerdûnê, bi Soranî bi dest ve bîne. Lewma jî, ne cîyê gumanê ye ku dê zehf baş be heke xwînerên Kurd ên bilîmet bi xêra berawirdkirina van her du metnên wergera helbesta Eliot berê xwe bidine serpêhatîya wergera helbesteke gewre bo Kurmancî û Soranî û bûye yek ji wan helbestên dîyarker di cîhana helbesta nûjen a sedsala 20'an de. Wisa jî, min ew wergera xwe ya wê helbestê, çawa ku di sala 2004'an de di nava guldesteya helbestên Eliot de hatiye weşandin, ji te re şand...
            İnan can, bi hêvîya ku tu di van xebatên xwe de her berdewam bî.
            Li gel silavan.

            Kawa Nemir         

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: