Mekanên Tenêtiyên Me (I): Cafe û Baxçe

Şubat 05, 2017 , 8 Şirove

Gaston Bachelard dibêje “Ji dilê me naçin û tê de dimînin hemû mekanên tenêtiyên me yên buhurî, ên ku tê de êşa tenêtiyê dikêşin, kêfa tehma tenêtiyê dikin, li  tenêtiyê digerin û mekanên ku tê de bi tenêtiyê re li hev dikin." di Poetîkaya Mekên de. Ez î ku wextê min bêtir di nav tenêtiyekê de dibuhure, her wiha bêtir hez ji mayîna li mekanan dikim. Ger min gotibe mekan bila meyla we tek neçe ser cafeyan filan. Ma ne mekanê herî mezin ew e ku bi şev em tê de serê xwe datînin ser balîfê û dikevin xeweke kûr û şêrîn, yanî mala me, yanî odeya me, ew mal û odeya ku di xeyalbaziyê de ji hemû mekanan berfirehtir û bêserûbertir e, min navê wan danî supermekan. Beriya ku behsa supermekanan bikim, dixwazim behsê bînim ser mekanên dîtir ên li Mêrdînê ku bi awayekî berê min bi wan ketiye.

Şoqa yekem

Wêne: Zeynep O.

Gava ku cara sêyem hatibûm Mêrdînê, gelek wext di ser hatinên min ên din re bihurîbû û pir kêm tişt ji wan hatinan di bîra  min de mabû. Min serî li lîsansa beşa kurdî ya Artukluyê dabû bi armanca ku ji Mûşê derbasî derbasî Mêrdînê bibim. Ji bo serlêdanê nava havînê hatibûm Mêrdînê û piştî ku min karê xwe li zanîngehê xilas kiribû bi wesayiteke navbajêr derketibûm Mêrdîna Jor da ku Birûsk bibînim. Birûsk têra xwe ez li kuçe û kolanên Mêrdînê gerandibûm û ji bo ku em bêhna xwe vedin em li ber Mezopotamya Cafeyê sekinîbûn ku li kêleka Mizgefta Mezin bû. Mezopotamya Cafe (ne Mezopotamya Aile Çay Bahçesi) li berriyê dinêrî û bi xeml û xişrên xwe yên otantîk balê dikişand. Ez hinekî birçî bûm. Min pirsî, tenê tost hebû. Me du lîmonata û tostek xwest. Lîmonataya wan ji lezoya me ya zarokatiyê pê ve ne tiştekî din bû. Piştî ku me tost û lîmonataya xwe vexwar, em rabûn ku heqê xwe bidin. Heqê me 18 Tl bû. Ez şaş mabûm, ev ji bo min û tost û du lîmonatayan zêde bû. Min bi xwe nekarî û pirsî ka çima pereyekî ewqasî zêde dixwaze. Qet ji bîra min naçe, zilam gotibû: “Birrê min, ma burasi qafedir.” Şoqa yekem a Mêrdînê, min li wir xwaribû. Demek berê li Yenişehirê şaxeke din a cafeya xwe vekiribûn. Çend roj berê ez çûbûm vê şaxa nû ya cafeyê. Bi qasî ku min fam kir, bêtir xort û ciwanên lîseyê dihatinê û pirranî nargîle dikişandin. Min nargîleya vir nekişandiye lê dibêjin nargîleya wan pir pir baş e û kesê ku nargîleyê çêdike ji Sûriyê ye. Kêfa min ji vî mekanê nû re nehat, ji ber ku zêde qelebalix û bi dûman bû.

Ne tenê mekanê tenêtiyê, mekanê çîrokan jî


Yek ji mekanê ku ez pir jê hez dikim Baxçeyê Nezîr e anku bi navê xwe yê din Yedi Kardeşler Çay Bahçesi. Ji ber ku heft bira ne, vî navî li baxçeyî kirine. Lê ji ber ku ji birayan Nezîr bêtir tê naskirin, baxçe bi vî navî jî belav bûye. Baxçe an jî ez dikarim bibêjim çayxane, li hember Enstîtuya Zimanên Zindî ye. Ez gava ku li vî baxçeyî rûdinim xwe baş hîs dikim û kêfa min tê. Tişta ku vî baxçeyî li ber dilê min ezîz dike ew e ku bi her awayî însan têne vir, çi nexweş, çi gundî, çi xwendekar, çi mamoste, çi karker û hwd. Baxçeyê Nezîr, mekanekî pirdeng e û ji her derê dengek ber bi guhê te dikeve û ev deng tê bêjî qey her yek temsîla çînekê, civatekê dike. Gava ku hûn li vî baxçeyî rûnin, bi îhtimaleke pir bilind û hûn ê rastî xwendekarek an jî mamosteyekî beşa kurdî bên. Henûnî û kurmanciya şêrîn a xebatkaran dike ku meriv careke din jî were vî mekanî. Baxçeyê Nezîr ne tenê baxçeyek e ji bo min ku ez biçim tiştekî le vexwim, ev baxçe yek ji mekanê çîroka min e jî ku di çîroka Şehredêrê de derbas dibe. Lê di çîrokê de navê wê Gulokaserêrê ye. Rê, erê, zewqeke mezin a vî baxçeyî ew e ku meriv ji xwe re li  hatûçûnên nava rê temaşe bike. Berê qedeha çayekê 50 qirûş bû, niha bûye 75 qirûş. Lê qet ne zêde ye, li gor mekanên din qet ne zêde ye.

Komên xwendinê li vir dicivin


Cara pêşîn gava hatibûm Baraka Cafeyê kompîter min xira bûbû. Hefteyên min ên ewil ên pola duyem bûn. Payîza  2014an. Gava ku li wê cafeyê bi kompîtera xwe re mijûl dibûm ku wê rast bikim, zilamek li ser maseyeke ber pencereyê rûniştibû û tiştinan li deftera ber xwe dinivîsî. Bi carekê re bala min çûbû ser vî zilamî û min bihîstibû ku bi telefonê diaxive û behs dike ku senaryoyeke mûhteşem nivîsiye.. Ev zilamê ku pir paşê me yê hev nas bikira û di gelek çalakiyan de em ê bi hev re bûna, xwediyê cafeyê Kek Bîlal Korkut bû. Koma Xwendinê ya Vejînê cara pêşîn li vir civînên xwe çêkiribû. Gava ku li zanîngehê tev li Kulûba Vejînê bûbûm, me dest pê kiribû ji nû ve koma xwendinê aktîf kiribû û me li Baraka Cafeyê civînên xwe bi rê ve  dibir. Mala Kek Bîlal ava  rojê civînan pereyê çayan ji koma me nedixwest û ew bi xwe jî wek xwendevanekî beşdarî pirraniya civînên me dibû û kitêbên civînan dixwend. Baraka Cafe li kêleka nexweşxaneya berê bû û nêzî mala me bû. Carinan tevî kompîtira xwe dihatim vê cafeyê û diketim înternetê. Gelek çalakî li vî mekanî bi rê ve çûn û ez dikarim bibêjim yek ji mekanê edebiyata kurdî bû. Ji ber ku qîmetek mezin dida edebiyata kurdî û  gelek gotûbêj û panel ji bo nîvîskarên kurd amade kiribû. Ez jî beşdarî çend heban bûbûm. Baraka Cafe mekanekî germ û henûn bû û wek navê xwe bi textan  hatibû çêkirin. Baxçeyê wê jî hebû û havînan xweş dibû. Li ser textên baxçeyê wê navê gelek nivîskarên kurd hatibû nivîsandin. Piştî ku Kek Bîlal vî mekanî dewr kir hema bêje du sê caran çûm an neçûm. Bi çûyîna wî re civînên koma me jî li wir bi dawî bûbû, tenê li wir. Piştre bûbû şirîkê Sinemardin Cafeyê û demekê me li wir civînên xwe kir bi piştgiriya wî. Sinemardin Cafe berê ya Sinemardinê bû û wek kantînekê bû. Zêde kes  nediçûyê, ji ber ku di cihekî talde de bû û ji ber ku gelek cafe li Mêrdînê hebûn.

Hem sî lê heye hem jî ba

Wêne: @sibasahafcafe
Herî dawî me civînên koma xwe ya xwendinê li Sîba Sahaf Cafeyê kir. Bi navê sahaf nexapin, kitêbên kevin hema bêje qet tune bûn û kitêbên wê jî kêm bûn. Cafe li Sûka Şewitî bû û li ser banekî li berriyê dinêrî. Cafe par wextê biharê bû hat vekirin ji aliyên çend xwendekaran ve û bi carekê ve gelek populer bû. Êdî wer bûbû ku tu kengî biçûya rastî hunermendekî, nivîskarekî dihatî. Koma me ya Xwendinê heta havînê li vir berdewam kir û jê û pê ve sekinî. Mixabin cafe wek Kek Bilal piştgiriya me nedikir û me heqê çayên xwe dida. Min li vê derê hindek hevpeyvîn kirin. Bi taybet dawiya biharê û havînê xweş bû ev der, jixwe êvarî hew dibû. Derdor vekirî bû û bayekî hênik dihat. Êvarê tişta herî xweş ew bû ku meriv xwe li erdê dirêj bikira û pala xwe bidaya balîfê û ji xwe li esman bineriya. Pêlikên vê cafeyê pir bi talûke ne. Meriv ditirse tê re dakeve. Hingî serberjêrî ye. Tiştekî din î ne xweş jî muzîkên wê ne. Nizanim belkî niha muzîkên xweş lê didin. Êdî kêfa min ji wir re nayê û pir kêm diçimê.

Dilê min ji dilan şaneşîn e

Wêne: @leylancafekitab
Mekanekî din ê cihê kurdîhez û kitêbhezan jî Leylan Kitap Cafe ye. Leylan Cafe ji deh salan zêdetir e heye û cihekî navdar û naskirî ye. Pirraniya kitêbên kurdî li vir tên dîtin û kesên ku dixwazin kitêban bikirin tên vira. Min bihîstiye ku gelek kes ji buhayê zêde yên kitêban gazinan dikin. Hemû kitêb wiha ne an na nizanim, lê gava ez jî kitêban ji wir distînim wek hawê li gor kitêbên kitêbfiroşên online bihatir in. Lê di esasê xwe de pirraniya kitêbfiroşan biha difiroşin û ez jî weke gelek kesan bêtir ji ser înternetê kitêban ji xwe re siparîş dikim. Leylan Cafe li ser Kolana Cumhuriyetê ye li Mêrdîna Jor û wek gelek mekanên din cihekî otantîk e. Heqê vexwarinan ne kêm e û ne jî zêde ye. Xebatkarên wê bi kurmanciyeke henûn û şêrîn we pêşwazî dikin û diezimînin. Çend caran gava min kitêb ji vir distendin heqê çayê ji min nedixwestin û digotin îkrama me ye. Wellehî hew dibe, sirf ji bo ku çaya min were ser belaşiyê ez ê kitêban ji wir bistînim. Şaneşîna cafeyê ji hundir çêtir e, ji ber ku humdir di tariyê de ye û rojê nabîne. Havînê vexwarina bîrayê ya li vê şaneşînê gelek xweş e. Leylan Kitap Cafe jî yek ji mekanên mezin ên edebiyata kurdî ne û heta niha gelek panel û gotûbêj ji bo nivîskarên kurd çêkirine.

Ne mekan e  karneval e

Wêne: Tuğba T.
Ji Leylan Cafeyê hinekî berjortir, li hember İzala Otelê, Mezopotamya Çay Bahçesi heye. Ji kengî de ev baxçe heye nizanim lê wer xuya ye cihekî kevn e. Baxçe li berriyê dinere û cihekî vekirî ye, bêhna meriv lê dertê. Ev mekan jî eyn wek Baxçeyê Nezîr e û her  celeb însan tê vê derê. Wek mekanên din tenê xîtabî civatekê, çînekê nake û her kes di nav hev de ye. Ez pirranî li vî mekanî rihet im, bêhna min derdikeve. Nihêrîna li berriyê zewqeke mezin dide min. Lê ez ji çayên vî baxçeyî hez nakim, ne tama wê û ne jî ji germbûna wê. Çaya wan pirranî sar e û divê meriv ji wan re bibêje. Çend caran li vî baxçeyî hînî tewleyê bûm, gelek tewlehez tên vî baxçeyî. Heger kêfa we jî ji tewleyê re tê, a baş seriyekî bidin vir, maseyên tewleyan taybet in û tenê kesên tewlelîz dikarin lê rûnin. Bi qasî ku qîmeta tewlelîzan heye, a me tune ye herhal. Wek hişyarî û pêşniyazekê dikarim bibêjim ku neçin tuwaleta vî baxçeyî. A jinan nizanim lê a mêran pir pîs e û ji dilê meriv nayê biçe wir. A baş beriya ku hûn biçin wir, biçin tuwaleteke din. Li dû vî baxçeyî minareyek heye ku gelek meşhûr e û her kes li ber wêneyê xwe digire. Min jî wêneyê xwe girtibû gava ku du sê sal berê hatibûm.

Ji cafeyan zêdetir cafe

Vê dawiyê gelek cafe vebûn. Her kî ber xwe dibîne cafe vedike. Kî gotibû nayê bîra min, gotibû “Li Mêrdînê tenê sê mekan hene: cafe, zêringer û beharatfiroş/sabûnfiroş”. Heqeten jî wisa ye. Ez dikarim bi kurtî behsa van cafeyên nû bikim. Yek ji van cafeyan Sinek bû ku wextekê Kek Bilal û Kawa Nemir jî şirîkê wê bûn. Du caran ez çûm konsertên wan, komek stranên gelek xweş digotin û ji bo stresa hefteyekê derman e. Lê cihekî tarî ye û roj nabîne. Havînê hênik e. Cihekî din cafeya MAÜ Sosyal Tesisleri ye ku cihê PTTya berê ye. Ew jî cihekî vekirî ye û li berriyê dinnere lê ji aliyê xizmetê ve ne serkeftî ne û çaya wan jî ne xweş e. Mekanekî din Pause Cafe ye ku li ser Kolana Cumhuriyetê ye û li ser banê wê şemsiyeyên rengarenk hene. Cihê vî mekanî xweş e lê min zêde ji vî mekanî hez nekir û min fam nekir ka çima afîşên fîlman dîwarê cafeyê seranser pêçandiye. Meriv dibêje qey li saloneke sînemayê ye. Lê vexwarinên wan xweş in. Mekanekî din Nora Luca Kitap Cafe ye. Ez dibêjim qey kitêbên vir ji yên Leylan Cafeyê zêdetir in û pirraniya kitêbên kurdî li vir hene. Mekanekî xweş e lê hinekî di talde de ye, li jêra Sinekê ye û bi ya min zehmet e ev der kar bike. Li jêra Gençlik Merkezi cafeyeke di jî vebû bi navê Asiman Cafe. Tişta ku herî pir kêfa min jê re hat tuwaleta wan bû. Min heta niha bêhneke ewqas xweş li tu cafeyê nedîtibû û tuwalet ji bo mêr û jinan tev de bû. Lê mîratê hinekî sar bû û di her du caran de jî nigê min cemidî. Li Mêrdîna Jêr cafeyeke bi navê xwe yê balkêş heye: Çêlek Cafe. Mekanekî biçûk û şêrîn e, ji aliyê dîzaynê ve super e, lê mîratê heqê  xwarin û vexwarinên wan ji bo xwendekarekî pir zêde ye.

Cafe mekanên xweş in lê ez fam nakim ka çima ewqas cafe li Mêrdîn vebûne. Heger niyeteke we ya vekirina cafeyê hebe, bi ya min dev jê berdin. Çimkî pir zor e ku hûn ji vî karê cafeyan pere qezenc bikin û cafeyên Mêrdînê ewqasî dişibin hev, tu dibêjî qey hezar cafe jî vebin dê wek hev bin û tu cudahiyeke wan tunebe. Lê vê mehê cafeyek din jî vebû li hember lojmanên polîsan, bi navê Beyoğlu Kitap Cafe. Cihekî biçûk û henûn e. Muzîkên wê jî xweş in. Heta niha kengî çûmê tiştekî îkram kirine, carekê tebeqek meywe danîn ber me, carekê jî tebeqek çerez.


Gava ku min got ez li ser cafeyan binivîsim, min nedizanî dê nivîs ewqasî dirêj bibe û cafeyên me jî ewqas zêde bibin. Lê jehr tê de be, cafeyek berê te dide cafeyeke din. 


***

Beşa Duyem: "Mekanên Tenêtiyên me (II): Xwaringeh"

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

8 yorum:

  1. Çúme cafeyeke ku te li vir qal nekiriye. Mi ji léwik pirsî bé ka qedemgeh li ku ye. Derbik din pirsî "Qedemge, qedemge!??" Gote min "l didNt understand you." Mi goté "Are you ok!?"

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Te jî pirsek zehmet kiriye heyran, ma em ji ku dizanin qedemgeh çi ye. 😊

      Sil
  2. Înan,

    Min beşa yekem pir pir eciband. Te rind kiriye ku tiştekî wanî nivîsandiye. Eger kes bixwaze li Mêrdînê bigere/bimîne ez ê jê re hema vê lînkê bişînim.

    YanıtlaSil
  3. înan, ji ber ku ev mekan, 2 sal , hêlînên têkiliya min a evînî bûn , min piçek bi xemgînî xwend. Te bîranînên min geş kir, êşiyam .

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Min jî xemgîniya re bi xemgînî xwend Mistefa. Min nedizanî ez ê bibim sedem ji geşkirin û êşa yar û bîranînên berê re. Sorry. :(

      Sil
  4. Îro ez bi çavên Omer Faruk Baran li Rihayê geriyam û piştî ger a Rihayê, bi çavên te li cafe û baxçeyên Mêrdînê geriyam. Sihhet xweş Înan. Bi hêvîya gerên din.

    YanıtlaSil
  5. Her hebî keko. Lê ev ji gerê bêtir ew mekan in ku di bîra min de mane. Spas. Bi hêviya bîrên bîrfirokê 😊

    YanıtlaSil