Bîrname 1: Mamoste têrika min li min dixe

Ocak 31, 2017 , 6 Şirove


9 Hezîran 2011 - Pêncşem

Ez di pola 3’an de bûm. Mamosteyê me yekî Mêrdînî ku navê wî AA bû. Ew AA yekî weke gamêşan, qeretecî, yê ku di dersan de nan (xwarin) dixwar, bû. Pirr li zarokan dixist. Hema bêje her roj ba çend xwendevanan dikir ku ji bo wî di dersê de masaj bikin. Gava midûr an yekî din bihata sinifê xwendevanan dişanda ciyê wan. Tê bîra min gava li zarokan dixist feleka wan şaş dikir. Carekê gava li qûna hevalekî me ŞP xist wî bilind kir hewayê. Yekî sportîk bû. Carekê hevalê min ê sinifê ê herî dirêj Mİ (ku niha ez jê dirêjtir im) derxist û xwe ji ser wî teqleyan avêt. Ez şaş mabûm, gelo vî bênamûsî çawa werê kir.

Zanibû li sazê bixista. Carekê min şand malê ku ez herim saz bînim. Saz yê Yunis bû. Ez, HA û Mİ bi min re hat. Em çûn saz anîn û hatin sinifê. Li sazê xist dawiyê ez hatim malê.

Carekê di sinifê de got “kî ew ê here ji min re kebabekê bîne.” (Weke min got, di dersê de kebaban dixwar.) Min tilîka xwe rakir. Min derxist. Çend hebên din jî tilîka xwe rakir. Mamoste FÇ derxist. HA jî tilîka xwe rakiribû, lê ew derneket. Ez û F’yo em çûn li kebabçiyan geriyan, lê ciyekî vekirî pir tunebû. Di ser de nêzî du saetan çûbû. Gava me ji kebabgerekî kebab stendibû ku em bêne dibistanê, di nîvê rê de MD û SA ê ji sinifa me hatin, gotin “Xoce gotiye, heger we wan dît têrka wan, li wan bixin. Lê em li we naxin, hadê em herin.” Çima li me xe gelo, ma me çi kiribû. Na, wiha nedibû.

Gava em çûn sinifê xoce ne tê de bû. Em li cihê xwe rûniştin. Bîstek şûnde min nihêrî wa ye Xoce bincînî derî girt û hat sinifê. Kir barebar. Got “Hûn li ku bûn ûlan, ez ji serê sibehê de li we digeriyam. Ez çûm nexweşxanê. Ez çûm nexweşxanê, ez çûm ewlekarî(emniyet)yê, min çû li her derê we pirsî, tiştek ji we bibûna min ê çi bigota ji malbata we re” – (Çend sal piştî vê bûyerê gava min vê bûyera ji kurxaltiyê xwe re got, vê bersivê da min “Jixwe biçûya qereqolê, emniyetê nexweşxanê, ku bigota, min wan şandiye kebaban, wê yê li wir wiha bigota, ‘çi îşê vî xwendekarî li derve, li kebaban heye’ “). Piştî wê rahişt darekî û têrika me li me xist. Ew qas li min xist ku min di bin xwe de kir. Ez çi qas li ber xwe ketim, lê axirî kes nedîtibû, min bi xwe de kiriye. Rahişt dosyeya me ya xwendinê û “X” ye mezin li ser xêz kir û got ez ê we ji dibistanê bavêjim. (Bi çi rûyî diavêje, çawa diavêje, hem me dişîne û dibê, ez ê we ji dibistanê biqewirînim.”) Me lavayî wî kir, me got soz careke din wiha nabe, ha û ho, axirî got temam herin rûnên.

Gelo çima me ji vî bênamûsî hez dikir. Bi wî hişê xwe çi qas tiştên nexweş dikir jî me jê hez dikir. Ez niha difikirim ku, em ew çax çi qas ker bûne, kawik bûne. Lê ew çax tiştên weha li xweşa me jî diçû.

Ez ew çaxê bi qasekê jê aciz bûbûm, lê dîsa jî kêfa me jê re dihat. Carekê got hûn ê nameyekê binivîsin. Min jî jê re nivîsandibû. Bi qasî tê bîra min name wiha bû:

“Mamoste, ji ber ku hûn ê me bibin geryanê gellekî kêfxweş im. … Bavê min dibêje ez û apê wî hevalê hev ê leşkeriyê bûn. Dibêje, ew çax paşnavê we “A…” bûye, lê, vê dawiyê bûye “A…”.”

Bêbavo xweş stran, klaman jî digot. Yek ji wê jî strana “Dîk çûye serê xanî” bû ku ketibû devê min jî. (Koma Çarnewa dibêje)
Qûndeyo qezayekê jî derbas kiribû. Erebeya wî ya sor jî mahf bûbû. Navberekê nehat dersa me. Gava hat telefona xwe da xwendevana. Min jî nîmroya wî li bal xwe tomar kir.


Yek ji wan mamosteyên ku bi xeddariyê ne ez ê wan ji bîr nekim jî ew e, AA ye. Ew çax çi qas kêfa min jê re hatibe jî, ez dizanim ew ji tiştekî re nabe. Ez wî bibînim, ez ê vêya jê re bibêjim, bila ew jî bi bîr bîne.

***

(Têbînî: Di hivdehsaliya xwe de rûniştibûm ser defterê û wek kesekî ku berê wî li mirinê be, min dest bi nivîsandina bîranînên xwe kiribû ji xeynî nivîsandina rojnivîskan. Ez ê car caran di bin quncika "Bîrname"yê de hin bîranînên xwe binivîsim. Ji ber ku ev nivîseke kevn e ji bo min, min dest bi sererastkirina rêzimanî ya nivîsê neda û min xwest bila diyar be bê ka bi demê re nivîsa min ji aliyê rêzimanî ve di kîjan qonaxan re bihuriye. Tenê min navên kesan nenivîsiye û bi herfan wan diyar kiriye. Em piçekî li bîra xwe vekolin, gelek tişt hene ku dê piştî çendakî neyêne bîra me jî. Bi heviya ku bi dilê xwendevanî jî be.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

6 yorum:

  1. Her hebî ��

    YanıtlaSil
  2. subhanallah, eve çi celeb mamosta ye yaw. psîkopatên bi vî celebî li ser serê me jî hebûn. ji wan yek jê hez dikir ku serê me di nav kefa her du lepên xwe ke û şîmaqa ducare li me xe. navê wê li nav civata me ya şagirtan de çift toqat bu... wey.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Welle navê wî hew dibe 😂. Xwedê hivza me ji mamosteyên wiha bike, ji bo wê em wiha giş manyax û pîsqopat in 😂

      Sil
  3. Înan, spas ji bo vê bîrnameya xweş î ne-xweş.

    Gotineke min din heye.

    Tu îsal ji Artuklu'yê mezûn dibî. Ji kerema xwe, xal bi xal pozîtîv û negatîvên Artuklu'yê binivsîne; jibo kesên dixwazin wê beşa Kürt Diliyê bixwînin li zanîngeha te. Eger tu binivsînî wê xweş bibe yanî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas pismam. Ez ê hewl bidim ku binivîsim ger karibim.

      Sil