SALIHÊ KEVIRBIRÎ: DIXWAZIM SERDANA HEMÛ WELAT Û PARZEMÎNAN BIKIM

Salihê Kevirbirî


1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Dema tiştek, nivîsarek, xebatek li ber destê min hebe û ez diqedînim. Hingê şûr simbêlê min nabire û kêfa gurê pîr dikim! Li aliyeke din gelek nasên min hene ku têkiliya min bi wan re di çarçoveya medenî û însanî de ye. Lê hinek kes hene -gelekî kêm in- gava di çavê wan de kêfxweşî û bextewarî û dilsoziyê dibînim, ez bixwe jî bextewar dibim...

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Tehemûla min ji durûtiyê re tuneye. Ji zilm û zorê re tuneye. Ji şelafiyê re tuneye...

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Ne tenê kesek e. Iznê bide ez navê şeş kesan bidim: Mele Mustefa Barzanî, Evdalê Zeynikê, Seydayê Cegerxwîn, Jeanne d'Arc, Yûrî Gagarîn û ji saxan jî min dixwest îro Mihemed Emîn Bozarslan nas bikim…

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Dixwazim serdana hemû welat û parzemînan bikim. Xasma divê Rojhilatê Dûr, Amerîkaya Latîn û herdu cemserên bakur û başûr bibînim...

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Ji masîgirtinê pir hez dikim. Di vî warî de kêmşareza me, lê temaşekirina vî karî bixwe jî kêf û şahî ye ji bo min...

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Dinyayeke ku tê de warekî me yê azad hebe. Dinyayeke ku zilm û zorî lê tunebe, aştî û azadî lê hebe. Herkes wekhev be...

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Şikir jixwe ciwan im! Lê hinekî din ciwantir bûma min dixwest li Kûbayê xwendina zankoyê bikira. Niha jî dixwazim...

8. Çi kenê te tîne?

Şerê zarokên 3-4 salî. Videoyên Bavê Çîço –divê herkes bibîne, li ser tora ragihandinê heye- û tevgerên Ferhad Pîrbal dikin ku ez ji kena zikopişto bibim...

9. Heyfa te li çi tê?

Heyfa min tê li wê heyfê ku li ser rûyê dinyayê rola me kurdan bi qasî welatên wekî Andorra, Srî Lanka, Ûganda û Bosna Hersek û Montonegroyê jî tuneye. Çimkî ew dewlet in...

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Naxwazim careke din bême dinyayê. Ev dinya gelekî diwestîne. Lewma ne te pirsî, ne min bihîst...

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Tekûzî. Bawer im nexweşiya sîmetriyê li min peyda bûye. Cihê şûşeya xwe ya çayê jî li gorî rûniştina xwe deh caran diguherînim. Ne tenê cil û bergên xwe, goreyên xwe jî didim hev û qat dikim...

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Dê-bav, hemû neferên malbatê. Xwedê hezkiriyên herkesî li wan bibexşîne. Dinya biçûk e, temen kurt e, hezkirin û hurmet pêwîst e...

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Li ber zilmê dilteng dibim. Divê kesek zilma kesî qebûl neke. Her wiha di welatekî de divê parsek tunebin. Dema parsekan dibînim dilê min teng dibe. Lê ji hev jî derdixim kî hewce ye, kî na.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Li cihekî ku bes dengê çîveçîva çivîkan û xuşîna av û çeman lê hebe...

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Pirseke nexweş e! Lê herçi jî bê nivîsandin, bila bi zimanê kurdî be...

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?




***

Salihê Kevirbirî
Salihê Kevirbirî, sala 1975-ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên Batman, Farqin, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye. Li Anadolu Universitesiyê (Zankoya Anadoluyê) ketiye Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî lê xwendina xwe nebiriye serî. Ev 20 sal in ku li Stenbolê dijî. Sala 1992-yê dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye û di gelek kovar û rojnameyên kurdî de serkarî kiriye û salen dûvedirêj nivîsiye û hê jî berdewam dike. Ji ber karê rojnamegeriya kurdî ketiye hepsê. Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin. Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine. Salihê Kevirbirî , di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: