MURAT BAYRAM: EZ JI MEKANAN ZÊDETIR BI MIROVAN VE GIRÊDAYÎ ME

Ekim 12, 2016 , , 0 Şirove

Murat Bayram


1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Gelek hene.. her cara ku rûyê ‘’wê’’ yê biken tê bîra min birûskek ji çavên ‘’wê’’ li kûraya canê min dikeve û dibim miriyekê keyfxweş û dikevim ser xeleka li bin çavên wê, ew xeleka ku her cara dikene xuya dike..

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Carinan ez dizanim tiştnin xelet in lê ‘’dizanim’’an jî hest dikim ez nikarim şerê wan bikim. Disekinim! Ha hingê tehemmûla min ji min re namîne.

Haa tiştek dî jî heye ku ‘’her kes karê te ji te baştir dizane.’’

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Ya rastî ez hemî ‘’îdolên’’ xwe yên dijîn nas dikim. :) Michael Chyet, Mihemet Sanri, Alî Bayram, Mustafa Aydogan, Lezgînê Çalî, Zozan Berwarî. Lê heke vejîyaya min divîya ez Celadet Alî Bedir-Xanî nas bikim.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Ez nizanim. :( Lê divê tiştek welê be ku ez bibêjim min bi wî tiştî tiştek ji vê dinyayê fêm kir.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Edîtorî ew kar e ko dikim û jê jî hez dikim lê ji wê zêdetir ez ji nûçegihaniyê hez dikim. Lê her dîsa ez hez ji ti karan nakim ku mecbûr bim her roj kar bikim yanî edîtorîya heroj jî nexweş e ha!

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Dinyayeka Kurdistana serbixwe û azad tê de heyî...

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Bigerim, hînî zimanan bibim...

8. Çi kenê te tîne?

Ken? Vê pirsê kenê min anî. :))) Min nû li ser hizirî ku ez nizanim ez li çi dikenim, ken bi xwe tê û li ser rûyê min diteqe.

9. Heyfa te li çi tê?

Erzaniya xwîna kurdan... Jiyana min a min bi derengî evîn nas kirî...

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Min ê dîsa kurdî binivîsîya.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Xûya min guhertina xûyan e yanî her car pê dihesim ku xûya min a ji bo tiştekî guheriye û bûme xweyê xûyeka dî, Allahalla!! Erê, erê bi rastî jî welê ye...

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Dema berhema kedeka xwe dibînim; carinan bi tenê xelaskirin û girtina rûperê paşiyê yê kitêbekê, nivîsîna rêzika paşiyê ya çîrokekê, piştî amadekirina xwarinê gotina kerem-bikeyekê... hêzê dide min. :)

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Dîmenên wek xerabeyên Şirnexê, jêrzemînên Cizîrê... Dîmenê warekê ko ew der şahidên êş û janan in...

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Ez ji mekanan zêdetir bi mirovan ve girêdayî me, her mekana mirin û kuştin lê neyî ya nêzîkî hezkiriyên min ji min re xweş e...

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

‘’Miradê Gundikî an jî Murat Bayram’’ bes e, heke vî navî bi emrekê ‘’gotina xwe’’ negotibe an nenivîsîbe bila ji kêlê re gotinek nemîne!

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?

No! Hûnera min nikare min îfade bike. :(
Lê xwezî min bikariya kenê zarokekî/ê xêz bikim..



***


Murat Bayram:

Edîtorê bianet-Kurdîyê û Kurdîgeh.comê ye.
Ji bo medyaya kurdî (Rojnameya Evro, Kurd1, Waar TV, Kurdistan24 TV) 5 salan wek qunciknivîskar, nûçegihan û edîtor kar kir.  
Li Diyarbekirê ji bo Middle East Eye (Brîtanya, Ingilîzî), Al Jazeera (Ofîsa Londonê, Ingilîzî), RT TV (Rûsya, Ingilîzî), Deutsche Welle (Almanya, Ingilîzî) wek rojnamegerê serbixwe xebitî.

Wergêrê Destûrnameya Emnesty Int. û gelek lêkolînên zanistî, 6 kitêbên zarokan û kitêbeka zanistî ye.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: