BIRÛSK ARYAN: VAN SALÊN DAWÎ PORÊ XWE PIR DIXWIRÎNIM

Selfieya Înanolo bi Birûsk Aryan re. 2016, Mêrdîn.

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Helbet hene: kêlîyên min ên bextewarîyê. Lê ku tu bibêjî kêlîy"a" te: zarokatî, birako. Di ser gişan re ye. Xewa wê ya şevên havînî, çonga pîrekê, bayê wê yê şeveqê li hêwana wê ya du derî, girara wê, derzên wê yên li enîşk û kabê, xwîna wê ya di bêvilê...

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji quretîyê re, xweferzkirinê re û hwd...

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Gelek hene yaw. Lê li nava gelekan çend hene ku nakeve serê min ew bi însan bin: Mela, mesela.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Xwe.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Tiştekî ku derî xwendinê be. Etarî, cotkarî, çi zanim tiştekî nêzîk li tiştên xwezayê, çûn û hatinê.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Kî dinyayeka çawa texayul bike tu lê dinêrî her dîsa wî kesî malik li dinyayê mîrat kir. Formulasyon çi ye, çawa ye bi zanebûna xwe ya niha pê nizanim. Dixwazim tiştekî nêzîkî li "wekhevî"yê bibêjim lê dilêrîya merivî jî bi qasî wê maqûl û bi sur e.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Jixwe ez ciwan im lê tu bibêjî bi vî temenê xwe tu li çend salên xwe yên berê vegerîyayî te yê bixwasta ku tu çi bikî, tamam: di şûna 'emelên rojane de min ê bêtir hêla xwe bidaya wî tiştî ku bi tiştên hîn bingehîn re, yên bêtir têkildarî jîyana rasteqîn re bidim û bistînim, xwe bêtir biceribînim.

8. Çi kenê te tîne?

Haletên însanan yên beloq. De vêca li gora kê û li gora çi beloq.

9. Heyfa te li çi tê?

Ez li ber dikevim. Mîna berê hinde heyfa xwe li tiştan û kesan naynim. Tiştek jê dernakeve. Ji xeyrî heyfa ku li heyfên te yên berê zêdebûyî. Belaheq.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Çiyên ku ta bi vê kêlîyê min ew kiribin, eynî tiştan.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Van salên dawî porê xwe pir dixwirînim, dikim û nakim nikarim bi xwe.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Baş e ku hew ne yek tişt e, hinek tiştên him ji hev cuda ne him jî di cîyekî de têkelî hevdu ne. Tê heye ku ev hinde caran xîyalek a li nav daristana hizirên min be, hêvîyeke nuhîtop be li ser siberoyê, dîmena sebîyên hemî emrê xwe pêxwas li kolanan, rasterast di refên jîyanê de bihurandî be, gewrîyek a ku ji xeyrî kurmancîyê bi tu zimanekî din şa nebûyî be, kufletek be, pîrikek be, newayek be, dîrokek be, ya ku daqûlî bi ser royeka tînşîr a payîzê bûbe.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Bindestîya me ya millî. Pê re jî Rebenîya însên a li gerdûnê.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Ez çawa ku xwe nas dikim, mekanek bihuşt be jî ku wisa tim û daîm lê bim ez ê jê aciz bibim. Piştî ku rezê xwe mer bidim ez ê dil bikim dakevim peravekê.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Çi pirseka tahl e, kro. Welehîn ez nizanim ka gelo tiştek (çawa) lazim bidim nivîsandin an na. Belkî jî karê wan kesên di pê me re be, ev. Ez hîn ciwan im, li ser xwe me, min xêrek ji xwe nedîtiye, ca min jî. Mirin mirin e, xirexir çi serê kîrê min e. Dûrî me be. :)

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?





***

KURTEJIYAN:

Birûsk Aryan

Ez ji Qiziltepe me. Vêga li derveyî welêt xwendekar im. Wekî din jî kar û barên dinyaligê, her wekî evdekî xwedê û civata me.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: