BERFÎN AYŞE ÖĞÜT: DIXWAZIM BIBIM EVLATLIXA UZAYLIYEKÎ

Berfîn Ayşe Öğüt

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Gava berhema min a nû hat ber destê min. Bawer im ji bo min kêliya herî xwes ew bû.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Nivîskarên kurd ên ji navê xwe razî!

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Samed Behrengî, tevî hemû karakterên pirtûkên wî.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Dixwazim bi çavên serê xwe bibînim ku kekê min, wek mêrekî kurd, xwebixwe rabûye, çayek dem kiriye û dibêje "Berfîn, de were kerem bike!"

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Lêdana kemanê û stalk-kirinên çawalêhato li instagram û feys û meysê.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?
    
Jiyana li Kurdistaneke azad.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Ez jixwe têra xwe ciwan im, hhh. 🙂

8. Çi kenê te tîne?

Dema Bilal (Ata Aktaş) ji min hêrs dibe. 😊

9. Heyfa te li çi tê?

Tirkiya ku Sirrî Sureya Onder diqurifîne.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Ne ew, lê min ê bixwesta ku ji van reş û bêbextiyên vê gerstêrka kambax bar bikira û bûbûma evlatlixa uzayliyekî!

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Girî.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Dayika min.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Axaftina lîderên egoîst!

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Di mekanekî zehf asîmetrîk kêm sîmetrîk de (ji kerema xwe bila tê de qet pirtûk nebe!) hemû îşên xwe bi tenê bi hêza sînyalên mêjûya xwe bikim û têra xwe goşt û mûza bixwim ku qet xilas nabin!

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Bihêlin dilê min bila di singa zarokek kurd de lê bide.

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?




***

KURTEJIYAN:

Berfîn Ayşe Öğüt:

Di sala 1993yan de li Qizilxaca Mûşê hatiye dinyayê. Piştî xwendina li Beşa Civaknasiyê, niha li Zanîngeha Dêrsimê, di Beşa Îngilîzî û Wergêriyê de xwendekar e. Sê pirtûkên wê yên zarokan ên bi navê Xezal û Qertel, Kewên Gozel, Şînmorîka Zînê hene. Her wiha wergereka wê ya bi navê Lehengên ku Çîrokên Xwe Terikandine heye ku ev werger derbarê îstismarkirina zarokan de ye. 

Berfîn Ayşe Öğüt edîtoriya Kovara Barê dike.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: