Sibeha 'Elîko

Eylül 15, 2016 , 1 Şirove



 Xewa ‘Elîko pir sivik e, dibêje diya wî. Sibehan ne îşê zû radibe. Hew dibînim ne li nav cihê xwe ye. Ka bê dîsa bi kû de wenda bû. Tirlîko.

  Min ‘Elîko tu carî nas nekir. Gelek caran çav bi wî diketim. Evîkê han ew e an. Nedihat bîra min. Na lo-herê. Qet.

 Carê kulmek pere tîne, dibêje diya wî. Ji hevalên xwe giştûkan bêtir. Kes wek wî vê kêferatê nake. Yeqîn nakim. Pereyê wî vedişêrim. Nabêjim. Bila bavê wî nebîne. Çi zanim. Belkî rojekê em wî bizewicînin. Yeke şîrhelal. Cûbiro.

 ‘Elîko her tim dereng dihat mektebê. Xwe di ser dîwar re çeng dikir. Dihat. Kesî nedigot çima. Wî jî nedigot wisa. Salek di pêşiya min de bû. Sinifa me li kêleka hev. Gelek jêhatî bû. Gelek. Rojekê min ew li ser dîwarê mektebê dît. Kîsikek pere di dest wî de. Digriya. Ber bi wî ve çûm. ‘Elîko. Negrî.

 Serê wî di teştê de dişom, dibêje diya wî. Çileyan li ber sobê. Ne îşê bêhneke xweş jê tê. ‘Eyn bêhna Fatimayê. Bavê wî dixeyide. Bes e. Bila ew serê xwe bişo. Bûye wek kerekî. Teriyek jê kêm e. Na. Bavê wî tu tiştî nizane. Zarok mezin nabin. Binive lawo. Gumgumoko.

 Tepsiya ‘Elîko gelekî mezin e. Ay-hooo. Datîne ser serê xwe. Serê wî çawa naêşe. Tew naşemite jî. Qey kevir tê de ye. Dengê wî çi hişkgîn e. Datlî. Li vê derê dengê her kesî têra xwe hişkgîn e. Datlî. Herî dawî li ser mirina diya xwe giriyabû. Datlî wer datlî. Ez negiriyam tu carî. Min datliyên wî jî nexwarin. Çi? Na. Demeke dirêj e devê xwe pê nakim. A bi vî Xwedayî.

 Ditirsim berî zewaca wî bimrim, dibêje diya wî. Ê çi bike bi tena serê xwe. Tayê bi tenê. Min ew bi serî bikira. Ji xêra Xwedê re. Bi dest û pê. Berbayî kesî neketa. Carna bi a min jî nake. Zarok in te dî. Ji derdorê hîn dibin. Hînî fihêlên xirab. Bavê wî li pereyan dipirse. Nadimê. Berazo. Bicehimiya. Axirkê ‘Elîko lê neçûye. Hewdo.

 ‘Elîko xuya nake. Bûye heyva bin ewrê. Şapatek e nayê mektebê jî. Kes pê nizane. Bi ku ve teriqiye gelo? Ometek gotin li ser hatin kirin. Ketiye nav lepê zilamên xirab. Çûye welatên dûr. Ber peravan. Bavê xwe kuştiye. Teq û teq. Bi demança wî. Du caran. Berî serê xwe daye. Teq. Carekê. Nehediniye li vî bajarî. Lêxistiye çûye. Metrepolên mezin. Îş mezin kiriye. Datliyan çêdike. Te ji me re jî bişanda. Çend qursik bes in. ‘Elîko. Tu li ku yî?

 Bê min naqedîne, dibêje diya wî. Hîn jî di nav nivînê min de radizê. Li aliyekî bavê wî. Li aliyekî ew. Çewçewa bavê wî ye. Vî kurmîkê han derxe. Tu nemaye şîr bixwaze. Kero. Stûhê te bişikesta. Dermale ye. Çi ji lawik dixwaze. Nizanim. Zû çêbûbûya. Ji te re dizane. ‘Elîko. Sermiyanê malê. Pizot e. Ne ji min be. Pûş dixe ‘eyarê dinyayê. Piştî min. Li kesî nayê rehmê. Destê wî pir giran e. Berxiko.


 Rastî ‘Elîko hatim. Mezin bûbû. Qama wî bihustek dirêj. Simbêlê wî bi nîskekê. Milên wî fireh. Ooo. Cixare jî pê re ye. Dikşand. Min qet nekişandiye. Bavê min dikşîne. Min kişand. Tu nekşîne. Jehr e. Qureder e. Destê xwe ji min re hejand. Sibeha te bi xêr ‘Elîko. Tu û van deran? Bayê tu anî? Bagerê tu anî? Ihhu. Ihhu. Mîrata cixarê. Hînî dûmana wê nebûm. Ser çavan. Karê datliyan baş e. Ma ez ê yekî ji te çêtir bibînim. Temam. Em dest pê bikin. Sibehê? Bilaqetê. Ah-ha. Berra. Min ji bîr dikir. ‘Elîko. Emanet qencî.


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum:

  1. qelb qelb ♥️

    zehf keyfa min şêwaza vegotinê re har. spaas

    YanıtlaSil