KRİSTİN ÖZBEY: KENÊ MIN LI KESÊN KU XWE JI HERKESÎ ÇÊTİR DIBÎNIN TÊ.

Eylül 26, 2016 , , 0 Şirove

Kristin Özbey

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?
-   Dema ku mala me ji Antalya bar kir Amedê.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?
-   Tehemmula min carna ji min re û pirê caran ji bêhêvîtiyê, reşbîniyê û pitepitê re tune ye.

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
-   Leyla Qasim.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
-   Hemû Kurdistanê bigerim û bibînim.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?
-   Muzîkjenî.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?
-   Dinyayekê ku welatekî her milletî hebe, tê de şer tunne be û kes ji kesî acis nebe texeyul dikim.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?
-   Min hez dikir ku li  ser beşekê hunerê perwerde bibim.

8. Çi kenê te tîne?
-   Kesên ku xwe ji herkesî çêtir dibînin.

9. Heyfa te li çi tê?
-   Heyfa min li ewqas canê di rêya azadiya welat de çûne tê.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?
-     Ez ê dîsa di zarokatiya xwe de li dû pîra xwe Nazo havîna biçûma Zozanê Şerefdînê.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?
-     Xwendin, li cihê bereday xwe bi tiştan biecandin, tirsa ji mirovên bêînsaf.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?
-     Hêvî.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?
-     Mirovên bêçare.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?
-     Li Serhedê an Rojhilata Kurdistanê, li kêleka avekê, xaniyekî ku şaneşîna wî darînî be, tê de zarok, pisîk û pirtûk hebin.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?
-    Kurdistana min,
     çar perçeyên te êdî serbixwe ne,
     ne xem e li ser axa te me
     an li bin..

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?


















***
KURTEJIYAN: Di sala 1976an de li Mûşê çêbûme. Piştî yek saliya xwe heta 15an li Farqînê mame. Dûre ji bo lîseya hemşîretiyê çûme Edenê. Dûre Antalya, Qers, Amed û niha li Stenbol im. 19 sal in hemşîretî dikim. Min hinek zanîngeh xwendine. Niha dîsa dixwînim.        



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: