JAN DOST: WESYETA MIN E KU MIN BIŞEWITÎNİN
Jan Dost |
1.
Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?
-
Dema
sexê ye.
2.
Tehemula te ji çi re tune ye?
-
Ji
ehmeqiyan re, ji ehmeqan re.
3.
Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
-
Min
dixwest ez Ehmedê Xanî nas bikim.
4.
Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
-
Ez
dixwazim çend salekî dûrî xelkê bim, li giravekê bijîm yan di şikeftekê de.
5.
Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?
-
Ji
betaliyê, ji karê bêkaran pirr hez dikim.
6.
Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?
-
Nizam.
Min pirsa te fêm nekir. Lê ez dizanim ev dunyaya han rêx e. Nebaş hatiye
durustkirin.
7.
Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?
-
Nalbendek
bama.
8.
Çi kenê te tîne?
-
Kenê
min bi ti tiştî nayê, kurmancê ku bikene ehmeq e.
9.
Heyfa te li çi tê?
-
Diya
min gelekî hewl dida min ji ber xwe bike lê nebû. Heyfa min li wê yekê tê ku
diya min di wan hewldanan de bi ser neket.
10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?
- Nivîskarî.
11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?
- Qehr
û sixêfkirin kesên ehmeq. Helbet ne ti xû ye.
12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?
- Projeyên
min î nivîsînê ne.
13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?
- Azirandina
zarokan û jinan.
14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de
bijîyî?
- Dûrî
mirovan. Bi tenê. Ku be bila be.
15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?
- Ez naxwazim
gora min hebe. Wesyeta min e ku min bişewitînin.
16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?
***
bersivên zahf psîkopatîk. . . :)
YanıtlaSilsex di maneya seksê (bihevşabûn) de ye?
YanıtlaSilsex bi manêyê şêx û derwiştî yê.
YanıtlaSileyb e lo bi kurmancî qala seks meks ê kirin. :)
Ji bo çi te bişewtînin mamoste? Xwelî xaşe :)
YanıtlaSil