Hevpeyvînek li ser "Dej" a Kerem Sevinç - M. Emin Cırık

Mayıs 09, 2016 , 0 Şirove

Kerem Sevinç vê dawiyê albûmek derxist ku di nav guhdaran de dengekî ecêb veda. Bi taybetî jî guhdarên ciwan. Mehmed Emin Cırık jî bi mebesta ku ez guhdarekî ciwan im, hevpeyvînekê li ser albûma Dejê bi min re kir û di hejmara 7an Kovara Zaremayê de belav kir. Her wiha min divê bibêjim ku ev hevpeyvîna yekem e bi min re hatiye kirin. Min xwest xwedevanên bloga min jî hay ji vê albûmê hebin. 

           


Tu kî yî, tu dikarî bi kurtî qala xwe bikî?

Dibêjine min İnan, li gor fermiyeta Tirkiyê bixwazî, bila İnan Eroğlu be. Gava di 1994an de li Bismilê ji dayîk bûm, bavê min navê dikana xwe ya cilan li min kir. Di nav malbateke heft xwişk û du birayan de, ez ê herî biçûk im. Piştî xwendina salekê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de li Zanîngeha Mûşê, ji wir baz dam, reviyam, yatay geçiş kir (silav li hevalên Mûşê, hûn çawa ne hevalno? Ji kerema xwe silavên min li mamosteyên em ji hev xeyidî û yên nexeyidî bikin)  û hatim Zanîngeha Mêrdînê. Niha li wir im.

Albûmeke kurdî ya dawî (ne hewce ye ku dawî be jî) te guhdar kiriye kîjan e?
Yê rastê Mehmed Emin e, yê ortê ez im, yê çepê yî ku tenê nigê
wî xuya dike, şairekî ciwan û yê herî serkeftî ê nifşê me ye. Ez
navê wî nabêjim, bila lêkolînerên tarîxa edebiyata kurdî bibînin.
2016 - Kebeko / Mêrdîn

Ez ê navê albûmeke ne îşê xweş, wer ezamet, ew çend enfes û muhteşem bidim ku hingî mikemmel û bêqisûr û tekûz e, hew dibe, tozê jê rakiriye, di ser re qulaptiye, di bin re kol kiriye; û ev yek jî heye: çêtir e ku meriv ji xwe re rûnê û hema bel bel  li vê albûmê guhdarî bike, ne baş e, hi? Defter û reşbelekên xwe ji quleqorzîkên dîwarên xwe derxin, binivîsin û reşevekin, aha nav li vir, albûm li vir, hezkî bixwe, hezkî guhdar bike: DEJ. Xwedanê albûmê, Kerem Sevinçê xweşeawaz û bedewegotin e. Stranên albûmê sertaser bi Zazakî ne, anku Kirdkî, anku Dimilkî, anku Kirmanckî. Îjarê ku ji birakê xwe re bibêjim, ez ê nekevim nav nîqaş û saçmalıkên ka ev lehçe an jî ziman dikevin bin beşên Kurdî filan, tu jî nepirse.

Te ev albûm çawa dît?

Weleh te rastî bivê min albûm li ser Youtubeê dît (min fam kir tu qesta çi dikî, henekan dikim, qestbende wisa dibêjim) û lê guhdar kir (bila kek Kerem li min bibuhure, tu bi halê feqîrên xwendevanan dizanî). Bîska min li vê albûmê guhdar kir, hestine ecêb li min peyda bûn ku min başebaş fam nedikir bê çi ne û ne çi ne. Hestine ku ez pê bextewar dibûm, kêfxweşiyek xwe li min digirt, nuqmî nav bênayiyeke coş û peroşiyê dibûm, min xwe hesab kir ji lehengên çîrokên Oscar Wilde yên dilpak û avîje, min xwe diavêt bextê xeyal û aşopeke nuwaze, sermedî, bîrhatî û serhatiyên min ên zemanê berê ji nû ve bi can û cesed dibûn li ber çavê min, dihat bîra min ku hêj ez zarok bûm gava  diya min di çileyên zivistanê yên hişk de li ber sobeya êzingan serê min dişuşt û di ber re jî digot, “Rehme l’dê w bavê Fatimayê, şiştin anî dinyayê”. Min ji nû ve li albûmê guhdar dikir, her tim, seraqet, misêwa, ji nû ve min hest pê dikir ku tiştê ku însan hest pê dike çend bêqisûr e, sînorê wê nîne, ser û berê wê ne diyar e, ji nû ve min dixwest ew bîsk ji nû ve li min hasil bibin û ji nû ve min dixwest dil bikevim. Li cihekî min nivîsî ev albûma herî xweş e di deh salên me yên dawîn de, ma zêde ye?

Tu dixwazî ji xwediyê albûmê re (muzîsyen re) çi bibêjî?

Ezbenî siheta te xweş, bextê te vekirî, temenê te dirêj, aqûbeta te li serê me giştûkan be. Bi taybetî strana te ya bi navê “Poşman” pirr xweş e, gelo beriya min kes gotibû? Helbet di vir de para mam û mamosteyê hêja Malmîsanij bêtir e, camêr belaheq ‘emrê xwe li ser nekiriye, her gotineke wî zêr û zeynet e, vê ti carî ji bîr neke. Îja gufte ji Malmîsanij, beste ji Kerem Sevinç be, xêra xwedê nanê genim! Mala te ava ku te qet stranên bi kurmancî negotine, ev albûmê serkeftîtir û xweştir dike. Divê israra we her tim li ser zazakî be, çinku herî pirr ew ji me re lazim e. Herî dawî dixwazim ji cenabê te bipirsim: Min bala xwe da sûretê te yê li ser albûmê, kêfa min gelekî ji rih û porê te re hat, te çawa wisa çê kir, formûleke wê heye gelo?

Ji bilî vê albûmê ji bo xwendevanên me tu dikarî du albûman jî pêşniyaz bikî? Dixwazî bi hevokekê sedema vê pêşniyazê jî binivîse.


Tabii ki de dikarim, ji albûman zêdetir. Yek jê “Bi Çîrokî” ya Sîmir Rûdan e, dengekî ecêb li ser heye, di ser re jî Botî ye, ne wek min Bismilî ye, ev girîng e. A din jî “Peşk” e ku albûmeke kolektîf e û gelek hunermendên hêja bo bîranîna rehmetî Bro Omerî helbestên wî kirine stran. Ev xebateke gelekî baş e û qedr û qîmeta hunermendan bo edebiyatvanên wan nişan dide û lazim e xebatên wiha zêdetir bin. 


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: