Perîdank Dişemite (Nameya Yekem)

Nisan 18, 2016 , 0 Şirove


Êvara te bi xêr Xwedêyo, 


Bi çivîkfirê du kîlometre heye an na, nizanim, lê wer guman dikim ku ji cih û warekî dipîdûr ji te re dinivîsim. Ez ê bi stêrkên te yên sîs nexapim ku wek birrek xarên cîncoqî û nikkîtop bi te ve daleqiyane û wan nedim xatirê wê nîşaneyê ku bi rastî jî tu nêzîkî me yî. Tu me dibînî, rast e, lê tu me nabihîsî, bi vê yekê baş dizanim. Vê nameyê ji te re dinivîsim, ji kerema xwe nexwîne, guh bidêrê. 

Roja pêncşemê bû. Erê lo, vê pêncşema borî. Min rahişt çentê xwe û kir ku biçim Diyarbekira ji zû ve neçûbûmê. Di dolmîşê de bi dengê miawinê digot "diwanzdeh milyon" veciniqîm, lê ji min werê digot "diwanzdeh wereqe", ecêba Xwedê. Min di pencereyê re çavê xwe galî şirîta rêyê dikir ku dibeziya û hey dibeziya wek hespekî serberdayî û bê ser û şûn. Nizanim ka gelo te li dengê dilê min guhdar kiribû wê bîskê û te Wê ji pencereya li ser piştê bi firê xistibû ber bi qulqulîka min ve. Ev ew bû Xwedêyo, çendîn sal bûn min ew nedîtibû ji cerga ku dawî li çîroka min anîbû. Min xwest tavilê bibêjim "Perîdank", lê wê beriya min dest pê kir û got "Înanolo". Min çend dixwest ku cardin bibêje "Înanolo", lê negot û firiya, beziya, şirît, hesp. Yekem car pênc sal berê bû ku wiha gotibû min. 

Wek me soz dabû hev, piştî nîvro di duduyan de min û Emer sohbeta xwe kir û em rabûn çûn ber bi aliyê Sûrê ve. Qederekê em di nav Anıt Parkı de meşiyan, ma xwene tu nizanî navê wê yê bi kurdî lo? Li ser bi kurdî nivîsîne Park Bîrdarîyê, ji bo bîranîna Ataturk çêkirine, ji bo xatirê çavê wî yê şînboz. Li cem te parkên wisa hene Xwedêyo? Heke tune bin, zû çend heban çêke, hê ku em nemirine. Nav nehat bîra min, lê tu dikarî Park Bîrdarîyê lê dînî, îdare dike. Dû re gava em li Deriyê Çiyê her ku di ber Mizgefta Mezin û Xana Hesen Paşa re bihurîn, ometek Alên Sor û Spî li ber çavê min ketin, yek hebû gelek dirêj bû û hingî paqij bû Xwedêyo, te bidîta, te yê bigota qey nû ji fabrîqeyê derketiye. Û berra min ji bîr kir, yekê li li ser Deriyê Çiyê jî daleqandibûn, qey pereyên wan pirr in, loma ew qas alan çê dikin, nizanim. Têketina hemû kûçeyan bi blokên mezin hatibûn girtin û li serê her kuçeyan zilamên bi unîformayên reş lê bûn, tîqetîqa wan bû, dikeniyan. Her ku em nêzîkî Birca Keçikê dibûn kolan sape dibû û însan kêmtir dibûn. Zilamên bi unîformayên reş li wir rûniştibûn û nehiştin em hilkişin ser bircê, ecêb e, lê Stêrk û Heyvek li wir daleqandibûn. Min hingê xwest ku Perîdank jî li wir bûya, me li per û baskê xwe bikira û bifiranda ser bircê. Bajar ne ew bajar bû te yê bigota qey Xwedêyo, însan jî ne ew însan. 

Êvarê vegeriyam Bismilê. Her ku diçe ji vî bajarî bêtir aciz dibim, loma bila ev paragraf bi dawî bibe. 

Îro diya min torbeyek da destê min ku bi xwe re bînim Mêrdînê. Mentereyek penêr tê de hebû, kîsek bulxur hebû, çay hebû, şamborek hebû, kulîçe û paste hebû, çend tiştên din jî hene herhal, min bala xwe nedayê. Got ez ê nan jî têximê diya min, min xwe aciz kir Xwedêyo, min got nexê, li Mêrdînê jî heye, got ez ê têximê, min got nexê, got ez ê têximê, min got nexê, axir nan xist torbe an na, nizanim. Ez bi erebeya cîranekî hatim, li cem Mîgrosê peya bûm û hinekî heta malê meşiyam tevî çente, kompîtir û torbeyê xwe. Torbe hinekî giran bû û dişemitî. Ez fikirîm ku heger Perîdank li wir bûya, dê tavilê torbe li pişta xwe bikira û baz bida heta malê. Tu wê nas nakî, lê bi rastî jî gelek zîrek e û wextekê şaş û ecêbmayî lê dimam ku çawa li ber van baran pişta wê nakeve ber. Helal be jê re, ez bi xwe nikarim du kîlo firîngî hildim. 

Çawa min eşyayan danî malê, cardin derketim ji bo ku bi Suat re hev bibînin û biçin li Mêrdîna Jor sembûsekan bixwin. Me li rawestgeha hember Mîgrosê hev dît, li otobêsê siwar bûn û çûn cihê sembûsekan. Te qet sembûsekan xwariye Xwedêyo? Heke te nexwaribe, miheqqeq bixwe, çimkî gelek xweş çê dikin bêbavan û meriv jê aciz nabe. Heta nameyeke din, tu bêjî erê, ez ê ji te re tarîfa wê jî binivîsim, li cem xwe dikaneke mezin bo wê veke, tu bawer bikî gelek pere di vî îşî de heye. Me got zilamên berra sê sembûsekan dixwin û me sê sembûsek xwarin. 

Me zikê xwe têr kir û em derketin ber bi Leylanê ve meşiyan. Li şaneşîna wê em çi bibînin? Kawa li wê derê bi tena serê xwe rûniştiye, şûşeyek bîra li ber wî û li aliyê kolanê dinêre û ketiye nav xewn û xeyalan. Ez tirsiyam ku ew jî li Perîdankê difikire. Heke tiştek wisa hebûya, ez ê gelek pê biêşiyama û min ê xwe bixeyidanda. Lê heta hingê min behsa Perîdankê ji tu kesî re nekiribû û kesî jî nizanibû ku ez gelekî jê hez dikim, qey ji ber wê bû ku bêhna min hinek hat ber min. Em rûniştin ser maseya wî, Suat sodayek xwest, min çayek, Kawa got eyb e ji we re, hûn çima bîrayê venaxwin, me got eybê têxe teybê û li ber bileyize. Bala min kişand ku çend tayên spî ketine por û riha Kawa û ev xortê ku min digot tu carî pîr nabe, wek hawê ku gelek westiyabû ji heyatê. 

Di vê sohbeta xwe de saetekê em axivîn û du saetan em keniyan. Her cara ku wê Kawa qala kurdî û xebatê bikira, Suat henekekê dikir û digot ji min re çi, dev jê berde, ez ê li kêfa xwe binerim. Ji jorê ve em çawa xuya dikirin, nizanim, lê li jêrê me bi zikê xwe digirt û diaxivîn Xwedêyo. Ez li ber wê enerjiya Suat heyirîm û fikirîm ku henek û tinazên xwe yên salekê topî ser hev kirine û cara ewil wan li wir dike. Heger Perîdank li wir bûya dê kenê heft însanan bikira, yeqîn dikim. Her çiqas Kawa û Suat neh deh sal bûn ku hev nas dikirin jî, ez bawer nakim ku Kawa rastî vê hatibe ku Suat ewçend henekan pê dike. Ew jî gelek dikeniya, çimkî heqqeten jî henekên gelekî qelîtelî bûn. Me jê re got, tu çi şeytan î, ne bi maneya xirab tabî, bi maneya zîrekiyê. Kawa haikuyên nivîsandibûn nîşanî me da, çend resim jî bo wan çêkiribû, min du resimê hespan dît, yek zexm û teriya wî rep bû, yek lawaz û teriya wî daketî bû. Ez bûma, min ê resimê Perîdankê çêkira û jixwe perîdank tu carî ne lawaz in û teriya wan jî tune. Gava em ê ji Leylanê derketina, me ji Kawa re got here heqê vexwarinan bide ji bo ku em rihet bin, jixwe me sodayek û çayek vexwariye, pereyê wê ne zêde ye. Gava ku Suat çû tuwaletê û derket, got misînê tuwaletê nexuya ye, Kawa ji xwe re biriye û dawî li henekên xwe anî.

Em qederekê meşiyan û Kawa du caran em hembêz kirin. Her du caran jî hingî hişka hembêz kir, hindik mabû bifetisim. Em ji Mêrdîna Jor peyakî hatin heta jêr. Gava ku em ê ber bi Yenişehirê ve daketina, li cihê berê, hinekî li jora Daîreya Zewicandinê ya berê ku niha kirine Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariyê, em rastî nivîsa xwe hatin cardin li ser  wî kevirî: "Hala hayallerin başrolündesin İpek". Nizanim çima, lê wê kêliyê nivîs li ber çavê min veguherî "Hala hayallerin başrolündesin Perîdank". Gelo wê kêliyê Perîdank çi dikir? Ez bi Suat re ji ber Mîgrosê daketim heta ber Çêlek Cafe, li wir jê veqetiyam û meşiyam ber bi malê ve. Bi helkehelk ji qiyameyekî bihurîm û gava ku ez ê di deriyê apartmanê re têketima hundir, dengekî nerm û nazenîn li bin guhê min ket. Deng cara pêşîn got "Înanolo" û cara duduyan hişkgîntir got "hey lo lo Înanolo". Bi dengê ewil re li paş xwe zivirîm lê min tiştek nedît. Bi dengê duduyan re serê min bê hemdê xwe rabû bi aliyê esman ve. Stêrkek bû ew li esman, dibiriqî. Çend law e, min gote xwe, çend şêrîn û xweşik e. Min bi heft dengan got "Perîdank", gava destê xwe jê re li ba kir. 
Ş
e
m
i
t
î. 
Min zanibûya ku wê bişemite, destê xwe jê re li ba nedikir Xwedêyo. Vê kêliyê, gava ku vê nameyê ji te re dinivîsim, difikirim ku dilê min jî pê re şemitiye û ji xwe re li ser hev dibêjim "Perîdank". 

Şeva te bimîne xweş Xwedêyo.



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: