Perîdank Dibe Mîdye (Nameya 2yem)

Nisan 21, 2016 , 0 Şirove



Lo Xwedêyo,

Ji çarşemeke sipîsor ji te re dinivîsim. Min îro çend hêk peyda nekirin da seba te boyax bikim, lê her gava ku min pêgermok gerandin di navbera Deriyê Babisor û Deriyê Meşkîna de, wek tîreke jehrdadayî niqutî dilê min ew roja ku min nedixwest careke din lê bifikirim. 

Beriya niha bi pênc salan, tam di vê rojê de, çarşem bû an na, nizanim, lê kifş bû ku rojeke bi wî rengî bû, sor, sipîsor. Xelîl Brahîm diranekî li pey xwe hiştibû û bar kiribû qeraxa dinyaya din. Nizanim ka çi bi serê diranê wî yê ji ber sola polîsî ve pekiyayî hat, lê yê min, diranê min ê cara 'ewil ketî di nav qula dîwarê malê de parastî ye, hê jî lê diheyirim car û baran ji ber ku tiştek ji yek û nîva xwe kêm nekiriye. Gotibû teq û teq û teq polîs, li ser hev, teq, teq, teq. Ji bo ku çend rûsipî têkevin serê govendê bar kiribû qeraxa dinyaya din wî lawikî. Tu wê dinyayê baş dizanî Xwedêyo, ka bêje xeberek ji wî xortî heye? Piştî wextekê min fam kir ku tu maneya wê nîne meriv ji bo hezkirina kes û kûs û cih û warekî bar bike qeraxa dinyaya din. Ma hezkirina mezin jî ne ew e Xwedêyo ku meriv karibe li cihê xwe bisekine, hi? Xelîl ji bo hezkiriyên xwe bar kir, hezkiriyên wî ji bo wî bar kirin, yên din li pey yên din bar kirin û hingî her kes bar kir qeraxa dinyaya din, kes nema li qeraxa vê dinyayê. Her kes xwest ku bar bike qeraxa dinyaya din, lê kesî negot bi cehnima wê dinyayê, wê hezkirinê, wî kes û kûsî, wî cih û warî ku dixwaze ji vê dinyayê bar bikim. Rêyek hebû belkî, bêyî ku kes bar bike ji vê dinyayê hez bike. Min da hişê xwe ku Perîdank heta hingê ji min nexwestibû ku ji bo xatirê wê bar bikim dinyaya din. Tevî ku min gelek jê hez dikir jî, tu carî ez li vê îhtimalê nefikirîm. Ma tu difikirî Xwedêyo ku ji bo xatirê te kesek bar bike? 

Gava ku min kir di ber kuçeya biniya Fakulteya Mîmariyê ya bi şemsiyeyên rengorengo dagirtî ve bimeşim, du zarok derketin pêşiya min û xwestin ku wê espriya meşhûr a Mêrdînê bibêjin. Her cara ku li wan deran digeriyam du zarok derdiketin û dixwestin wê espriya meşhûr bibêjin da ku heqê xwe bistînin. Min got bêje û wî zarokê kej û çavşîn dest pê kir, yê esmer û çavreş di navê re beşdarî wî bû. Çi digotin min fam nekir û jixwe tu carî min fam nekir bê ka ew espriya meşhûr çi ye. Ew çend bi lez û bezekê digotin, meriv texmîn dikir ku ezber kirine tiştên dê bêjin, lê ya min ne ji ber vê bû dibêjim qey. Li ber dengê wan ê tenik hêdîka li keştiya xeyalekê siwar bûm û ber bi cihekî dûr ve bi rê ketim. Perîdank li cem min e Xwedêyo, baş guhdarî bike, em bi hev re ne, difirin ber bi bajarê wê ve, dibêje "Înanolo," gava per û baskên xwe li hev dixe û çavên xwe ji min re digire, "Bajarê me bajarekî pirr mezin û giran e, li ser heft çiyan e, li ser sêsed û şêst û şeş qapiyan e". Dibêje Perîdank, ne îşê dibêje, ez dibêjim rast e, dikenim dû re, ne mimkûn e yeke wek te ne ji bajarekî wiha bêhawe lê ji bajarekî boş û beredayî be. Erê, dibêjim dû re, bajarê min ne bi qasî yê te mezin e lê ew jî têra xwe heye. Dibêjim Xwedê bêje erê, ew ê jî bi qasî yê te xweş û mezin bibe. Dikevim bi carekê re nav valahiyê Xwedêyo, diqîrim, Perîdank û hey Perîdank. Abê, got zarokê çavşîn, tu baş î gelo, esprî xelas bû. Erê min got, xwezî xelas nebûya. Min pereyên hûr ji berîka xwe derxist û da wan. Hinekî meşiyam û min li dû xwe nêrî. Ayy Xwedêyo, ji xêra te re te bizanibûya ka ew şemsiye çiqas dişibin Perîdankê, wê çend kêfa te bihata. 

Berjor bûm û li nav kuçeyan meşiyam heta ku derketim ser rêya postexaneya berê ku niha kirine cihê sosyal tesîsê yê zanîngehê. Tevî bêhn û buxza qehwe û sabûnê gihaştim serê Sûka Hesen Emmar. Ma te dizanibû Xwedêyo, li vî bajarî tenê sê bêhn hene: yek bêhna qehwê, yek bêhna sabûnê û yek jî bêhna Perîdankê. Ez bawer nakim ku bêhneke wek a Perîdankê li cem te hebe, ji vî aliyî ve siûda min ji ya te bêhtir e, mixabin. Ji sûkê berjêr bûm û bi nivîsa "Sîba" re a ji dûran ve, min berê xwe da wir û fetilîm milê çepê. Derketim qatê banî yê Sîba Sahafê û li wir ketim seyra Berriyê û çend zarokên ku li ser banên xaniyê xwe bafirokên xwe difirandin hewayê. Bafiroka yekî gihaştibû minareya Mizgefta Mezin, lê tenê encax bi zorê karîbû ku wê bigihîne nîviyê minareyê. Ji nişka ve hestek wiha di dilê min de peyda bûbû ku heke Perîdank bafirokek bûya, dikaribû bigihîje serê minareyê jî û tew jê jî bibihuriya. Gelekî çapik û sivik e bi rastî jî, di derbekê de kare xwe bigihîne esman, meriv heyran û hejmekar dimîne bê ka çawa wer dikare, lê kare îşte, dikare, hezkî bawer bikin, hezkî bawer nekin. Gava bafiroka kurikê din berê xwe da aliyê kelehê, ez xemgîn bûm hinekî û tirsiyam ku Perîdank nikaribe bigihîje serê wê, lê paşê min ji vê fikra xwe fihêt kir û ji kerema xwe Xwedêyo, bila neniqute dilê Perîdankê ku ez tiştekî wiha xirab difikirim. 

Çawa ji Sîbayê derketim, li dikanên Sûka Dellalan wêneyên Şahmaranê li ber çavê min ketin û hingî zêde bûn ji wan aciz bûm. Yek bi yek ketim nav dikanan û li sûretekî Perîdankê geriyam ku wê bibînim û ji xwe re bikirim. Min nedît Xwedêyo, ji kerban min hezar nifir û xeber li wan û malbata wan kirin. Jehr tê de be, min got, ne carekê, bila hezar caran jehr tê de be. Min sond xwar ku careke din neçim wê sûkê û dilopek ji çavê min herikî nav ava li erdê reşandî. Li Sûka Qeyseriyê, li Sûka Xerratan, li Sûka Sifirçiyan geriyam û jê bihurîm, lê tu nav û nîşanek li ser Perîdankê min peyda nekir. Min li ser navê vî bajarî min ji xwe fedî kir û min nizanibû ka ez ê bi çi rûyî derkevim hemberî Perîdankê. 

Bi dilekî şikestî ji nav sûkê derketim ber Mizgefta Qasım Tugmaner û tevî dengê tûretûra wesayitan di Kolana Cumhuriyetê re ber bi Deriyê Meşkîna meşiyam. Zêde tê re neçû ku dengek li ber guhê min ket: "Mîdye, mîdye!" Tu mîdye naxwî xorto, got zilamê mîdyefiroş. Deqeyekê sekinîm û fikirîm ku heger mîdyeyekê bixwim wê bibe bêbextiyek li Perîdankê an na. Na, min yeqîn nedikir û jixwe Xwedêyo ku Perîdank bizanibûya mîdyefiroşên Mêrdînê gelek meşhûr in û tew li Stenbolê piyase di destê wan de ye, miheqqeq wê jî dê mîdyeyan bixwara. Bi vê mebestê min mîdyeyek jê kirî û heta Deriyê Meşkîna di destê min de ma. Çawa ku ji Deriyê Meşkîna derketim, min hêdîka qalikê mîdyeyê rakir. Aha wê gavê Xwedêyo, ka texmîn bike çi çêbû? Bîska ku min mîdyeyê da ber devê xwe û kir ku bixwim, tiştek ji ber devê min firiya û li jorê bangî min kir: "Înanolo". Perîdank bû ew, Perîdank, hew mabû ku min ew bixwara. Ax aqlê mino, tu çi ehmeq î, min gote xwe û min got: "Perîdank". Firiya, çû, ez tirsiyam ku careke din dernekeve pêşiya min. 

Min nizanibû Xwedêyo, bi rastî jî min nizanibû ku wê Perîdank rojekê bibe mîdye û bifire, ma min zanibûya, min ê hewl bida ku ew bixwara? Ka bêje lo, formûleke wê tune ku ez dilê wê xweş bikim û her tim bibêjimê "Perîdank"?



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: