Omer Faruk Baran: Ez ne wek rojnamevanekî lê wek kesekî bi wêjeyê re eleqedar diçim cihên şer.

Nisan 16, 2016 , 0 Şirove

Omer Faruk Baran an jî pismamê çeleng an jî canısı an jî xwediyê rojnivîska perxudresî an jî xwarziyê Nazîfê xalê xwe yê biçûk. Navê wî hingî dirêj e, ez ê jê re bejim Emer. Her çend ku me hev ji zû ve jî nas dikir, cara pêşîn me di 30ê Adara 2012an de hev dît li Diyarbekirê, di merasîma xelatdayîna Pêşbirka Abdullah Duran de. Hingê ez bûbûm sêyemîn û Emer jî bûbû yekemîn. Ma jixwe nivîskarên mezin jî her tim nabin ên yekemîn? Rehmetî Arjen Arî jî li wir bû. Kurt be jî, me merhebayekê da hev. Ez nivîsen Emer ji nêz ve dişopînim û her çend ku nivîsên wî yên tirkî ji yên kurdî bêtir hez dikim jî, nivîsên wî yên kurdî jî gelek kêfî min xweş dike. Ez her tim ecêbmayî mame li hemberî fêhm û feraseta wî ya nivîsevaniyê, afirîneriya wî. Ji bo ku vê afirîneriya wî ji nêz ve fam bikim hatim Diyarbekir û me rûnişt li kafeyekê dest bi sohbeta xwe kir. Kerem bikin, lütfen!

Omer Faruk Baran û Înanolo.
14ê Nîsanan 2016an - Cafe Zîn, Diyarbekir.

-Emer tê bîra te, di 2011an de te hejmara sêyem a kovara Pêngavê ji min re şandibû ku nivîseke te jî tê de hebû. Te wiha di berga kovarê de nivîsîbû ne şaş bim: “A ji te re çelengo! Têr bixwîne ha.”

Omer Faruk Baran: Erê, tê bîra min. Wê demê ez li Stenbola ku qet jê hez nakim bûm. Her carê li her derê jî dibêjim ha, ji Stenbolê qet hez nakim. Ez li wê derê bûm, nizanim me li ser Facebookê hev nasîbû wê demê, çawa bû. Te jî gotibû -wer tê bîra min, belkî şaş tê bîra min- "Ka kovarekê bişîne, jixwe min îddaa lîstibû, negirt" filan. Min jî dabû kargoyê, şandibû. Ez tam nizanim min çi nivîsandiye li ser kovarê lê meseleyek wisa hebû. Hejmara sêyem bû herhal, ne wisa? 

-Erê. Nivîsa te li ser romana Jan Dost bû. Te qal kir, te got tu ji Jan Dost hez dikî, min got erê ez hez dikim. Te got baş e, ji te re bişînim. Piştre min dîsa xwest, te got na, êdî bes e. Min gotibû, ez nivîsekê bişînim tu yê kovarê ji min re bişînî, te gotibû na. Bi vî awayî çê bûbû. 

O.F.B.: Bi Xwedê min mesele ji bîr kiriye, sorry yanî.
Nîv'îsa ku Omer ji min re nivîsîbû.
Pêngav, 2011.


-Ez dibêjim qey ferqek me heye ji nivîskarên berê. Wan kitêbên xwe îmze dikir, me jî kovaran îmze dikir, ji hev re dişand. 

O.F.B.: Rast e, mesele yê min wê demê kitêba min tune bû, ew bîranîneke xweş e yaw, nizanim. Wek kovar, min şandiye lê tam çi nivîsandiye nayê bîra min. 

-Te gotibû –tiştê ku di bîra min de maye- a ji te re çelengo, têr bixwîne ha. Wê çaxê qey ez pirr çeleng bûm.

O.F.B.: Tu niha jî çeleng î canısı. 

-Nivîsîna te bi kovara Pêngavê re dest pê kir, di kovaran de tabî, yan beriya wê jî te dinivîsî?

O.F.B.: Nivîsa min a yekem ne di Pêngavê de ye, berê min di Azadiya Welat de jî dinivîsî. Derdora şeş heft nivîsên min di Azadiya Welat de derketine. Lê wê demê, vê jî divê ez bibêjim, wê demê ne bi navê xwe, ji ber ku tirs hebûye li ser min, min gotiye na, ez bi navê xwe nenivîsînim da ku ez neyêm girtin, ew tirsa wê demê ye, min bi navê Bargiran Baran nivîsiye. Lê ev nivîs niha di arşîva min de tune ne. Nizanim yanî, tê bîra min yekem nivîsa ku min nivîsî jî, navê wê “Nifirkar” bû. 

-Sala çendan bû?

O.F.B.: 2008 be gerek. 

-Çima Bargiran Baran? Qey gelo barê te pirr giran bû wan çaxan? 

O.F.B.: Jixwe divê meriv van navan jî analîz bike yek bi yek. Barekî kurdbûnê bûye qey û tirs.. Ji ber wê tirsê min bi navê Bargiran Baran nivîsandiye. Min ji kû peyda kir ew nava? Salnameyên NÇMê hebûn, min di wê salnameyê de navê Bargiran dît. Paşê min got Bargiran Baran, wisa qafiye jî çêdibû, …ran …ran, qafiyeya zengîn, min ji bo wê îşte bi vî navî nivîsand.

-Ez dibêjim qey 2010 bû an jî 2011 filan bû. Jixwe wê çaxê li ser Facebookê min navê te bihîst. Nivîseke te hebû, bi tirkî bû. Te qala kitêbekê dikir ku te ji sahafekî dizîbû. Ez ne şaş bim ya Nedîm bû, tiştekî wiha di bîra min de maye. Tu hêj kitêban didizî an? 

O.F.B.: Pirsek gelek xweş. Navê wê nivîsê “Bir Sahafın Yaşlı Gözleri” bû. Festîvalek hebû li
Omer Faruk Baran.
Stenbolê, li Beyoğluyê. Li wê festîvalê min gelek kitêb dizîn. Wekî din min ji Weşanxaneya Nûbiharê, ji Avestayê, Lîs û Ronahî yên din jî kitêb dizîne. Niha belkî gelekî hêrs bibin li min ku gava van hevokan bixwînin. Ew dizîya kitêban piştî cîyekî dibe nexweşî. Pereyên meriv di berîka meriv de hebin jî meriv dixwaze bidize. Lê piştî cihekî derdora weşanxaneyan baş dizanibûn ez dizê kitêban im û gava ez diçim kû derê her kesî li min dinêrî, di fuaran de li pêş standên weşanxaneyan çavê her kesî li ser min bû. Min dev jê berda, niha îcar jî kitêbên min didizin. Ez jî lomeyan ji wan nakim, çinku ji ber ku ez wê nexweşiyê dizanim, kesên kitêbên min ji min didizin jî li wan xweş helal be. Yanî ji min didizin êdî ez nadizim.


-Baş e, em ji weşanxaneyan re ragihînin, bila netirsin… Te li Stenbolê pêşî edezyarî xwend û dû re hiqûq xwend. Bi qasî ku dizanim, niha te li Diyarbekirê jî qeyda xwe ya hiqûqê çê kiriye lê tu naçî. Derdê te çi ye bi xwendinê re, çima ew qas ji xwendinê aciz î an jî tu naxwazî pê re mijûl bî? 

O.F.B.: Derdê min ji xwendinê tune lê ji xwendina di sîstemekê de, di zanîngehekê de wer kêfa min jê re nehat, min wer jê hez nekir. Berê min bi endezyarîyê dest pê kir li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, piştî wê min dev jê berda, min İstanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi qezenc kir. Min dev ji wê jî berda İstanbul Üniversitesi Sosyoloji xwend demekê. Nebû min dev ji wê jî berda, niha qeyda min li Dicle Üniversitesi Hukuk Fakültesiyê heye dîsa. Lê çend sal in, heşt sal in ez li zanîngehan im û her jî di sala yekem de me, min pola yekem tam xelas nekiriye. Ez nikarim. Çima nikarim? Tevî ku xwendinê gelekî hez dikim jî xwendina di nav zanîngehê, nizanim wer kêfa min jê re nehat û min nikaribû. Malbata min, der û dorê min jî her dibêjin yaw te çawa dev ji Zanîngeha Stenbolê berda yan jî çawa tu naxwînî. Gelek wisa dibêjin lê nizanim, kêfa min qet jê re nayê yaw. 

-Ê ma te nizanibû gelo wexta ku dest pê kir tu yê dev jê berdî, herî zanîngeheke din jî. Çima piçekî bi zorê pê de çûy? 

O.F.B.: Di sêrî de min nizanibû ez ê dev jê berdim. Gava ez nû çûm Zanîngeha İstanbul Teknikê, di beşa min de jî gelek keçik hebûn, îja digotin tu yê çawa dev ji vê beşê berdî, Çevre Mühendisliği bû. Digotin yaw îşte beşeke xweş e, zanîngeheke xweş e filan bêvan. Lê ya min gava ez ji bo dersê diçûm zanîngehê, min hew didît ez li jor li kitêbxanê ye me, kitêbxaneya İstanbul Teknik Üniversitesiyê gelek baş bû. Min dev ji wê berda, bi niyeta ku ez ê dev jê bernedim min dest bi hiqûqê kir. Min dev ji wê jî berda, bi niyeta ku ez ê dev jê bernedim min dest bi sosyolojiyê kir. Niyet qedandina yekê bû lê wer nebû yanî, nebû.

-Ji zû ve bloga te heye. Berê yeke bi tirkî-kurdî bû, vê dawiyê te bi temamî kir kurdî bi navê perxudres.blogspot.com ku nivîsên te û hevpeyvînên te tê de hatine weşandin. Tu rewşa bloggeriya kurdan, kurdî çawa dibînî?

O.F.B.: Blog û blogerî tiştên pirr muhîm in. Divê her kes bêyî ku bibêje yaw nikarim tiştên wêjeyî
Înanolo û OFB.
Anıt Parkı, Diyarbekir, 2016.
binivîsînim yan tiştên baş binivîsînim, divê her kes blogekê veke û li ser vê blogê jiyana xwe ya rojane, yanî em bêjin te îro mast xwar, nizanim îsot xwar, hungiv xwar çi xwar, tenê behsa vî tiştî bikî jî ew jî qeydek e, dokûmentek e, divê tu bigirî û binivîsînî li ser blogê, biweşînî. Tiştên ku meriv dibêje ku qet bi kêrî tiştekî nayên jî, ji bo hin kesan kêrî tiştekî tê. Ew tecrûbe dikeve ser hevdu. Demekê min bloga jineke ku tevlî DAIŞê bûbû her roj dixwend. Wê jinikè her roj îşte çi ye, çi dike, xwarina wan çi ye, çi dikin, çawa dikin, bi kê re xeber didin, çawa çûne, çawa hatine, rewşa şer çi ye, her roj bi îngilîzî dinivîsand û min her roj taqîb dikir. Ne tiştekî edebî bû lê tiştek bû. Ji hevalan, ji xortên xweşik û keçikên nazik û nazenîn rica dikim ku ji xwe re blogekî vekin. Bo niha blog kêm in, gava meriv bide ber hev du bi zimanên din re, yên kurdî pirr pirr kêm in. Lê yên ku ez tawsiye dikim, ez dibêjim, bila nebêjin îşte ez nikarim tiştekî wêjeyî binivîsînim, tu tenê fotoyan jî lê bar bikî û kurt, tenê du hevokan binivîsînî jî ew tiştek e, divê werin kirin. Ne tenê blogên wêjeyê û hevpeyvînan, yên spor, futbol, ez ji te re bibêjim, erebe, ger, hez, flort, sînema, tiştên çi zanim, tiştên rojane divê zêde bibin, ew blog her hebin. Çinku niha bi taybetî li welatên Ewrûpî, mesela dê û bavek ji bo keça xwe blogekê vedikin û her roj, îşte keçik îro çi xwariye, îro çi gotiye, peyva yekem îro got mesela bavo yan jî dayê, her roj, her roj wê qeyd dikin. Piştî ku mezin dibe, tê danzdeh salî, çardeh salî, wê blogê didin dest wê. Dibêjin êdî tu dewam bike, wisa dinivîsînin. Ew tiştekî gelek xweş e.

(Kerem bike çavekî li bloga Omer Faruk Baran bigerîne canısı.)

-Min jî ji xwe re blogek vekir û ez difikirim êdî sohbet û hevpeyvîn be, rojnivîsk be, name be, tê de biweşînim. Tu gilî û gazin û şîret û pêşniyazên te ji bo min û bloggerên nû hene?

O.F.B.: Mesela bloga te ez pirr kêfxweş kirim. Min got temam, divê ji van zêde bibin. Ji ber ku tarza min bû jî, ez zêdetir hevpeyvînan li blogê bar dikim, te jî wisa hevpeyvîn bar kir, kêfa min pirr hat yanî, kêfî min pirr xweş bû. Gilî û gazin li ser bloga te ez bawer im rexne tên ku hevpeyvîn dirêj in, belkî ev hevpeyvîn bi xwe jî dirêj be, lê eger ew bû tarza te, bila her dirêj be. Yan te kin dest pê kir, bila her kin be. Yan tu dikarî biguherînî jî. Ew li gorî ruhiyetê meriv her diguhere. Pêşniyaza min ji bo kesên nû dest bi bloggeriyê dikin, ji kerema xwe metirsin! Ma me di zikê diya xwe dest bi blogeriyê kir? Na, meriv hêdî hêdî ji berê baştir dibe. Yanî tek pêşniyazeke min heye ji bo kesên nû dest pê dikin: Metirsin! Ji bo bloga te gilî û gazincên min niha tune ne. Ancaq piştî demekê ku em bêjin deh nivîs lê zêde bûn, panzdeh lê zêde bûn, ez ê bêjim yaw ew der ne baş e, ez ê wisa bêjim. 

-Emer mala te ava, ez zanim ji ber ku ez hevalê te me tu pesnê bloga min didî…

O.F.B.: Bi Xwedê na, mesela ne ku ji ber ku tu hevalê min î, yekî din wê blogê de tiştek binivîsanda jî..

-Henekan dikim, mala te ava… Di 2014an de kitêba te ya ewil a ji helbestan û 180 navan pêkhatî weşiya. Derket nûçeyan jî ku tu dixwazî bi dirêjbûna wî navî serî li Guinnessê bidî. Sankî ji berhemê bêtir navê wê derket pêş. Çima wisa bû? 

O.F.B.: Jixwe ew jî ji serê sêrî de meseleyek bû. Dibêjin ya, helbest êdî nayê xwendin an jî êdî
Pirsa behram..., O. F. Baran.
Helbest, Weşanxaneya Ronahî, 2014.
helbest bala kesî nakişîne, dewra helbestê qediya, helbestê.. Tu zanî tiştên bi vî rengî her tê gotin. Ya min jî, mesela ez niha navê kitêba xwe nizanim, demekê min dizanibû lê niha ez nizanim, nizanim navê kitêbê çi ye. Min xwest navê kitêbê balê bikişîne, lê min dixwest naverok jî balê bikişîne. Yanî min xwest nav bibe tiştek ku millet pê here naverokê. Dawiya kî ku çi dinivsîne da ku were xwendin dinivsîne. Lê millet li ser wî navî ma, kes pir neçû naverokê. Naverok jî, hinekan got baş e, hinekan got xirab e, lê divê ji nêv bêtir naverok derketa pêş. Ê ew jî kitêbeke wisa ye îşte, çi bêjim, çi bikim.


-Esas, ez bi xwe jî ne li bendê bûm, ji ber ku hema hema min tenê pexşanên te xwendin, lê di carekê re min dît ku te kitêbeke helbestan çap kiriye. Çawa tu derbasî helbestê bûyî, çawa te xwest kitêbeke wiha çap bikî? 

O.F.B.: Di sêrî de ez vê yekê bêjim ku li gorî min wêje tev yek e. Başî yan xerabiyê nabêjim, di ruhê rast ê edebiyatê de ti ferqa helbesteke kin û romaneke qalind tine. Roman ne dûrî helbestê ye, helbest ne dûrî çîrokê ye, çîrok ne dûrî helbestê ye, rojnivîsk ne dûrî nameyê ye, name ne dûrî helbestê ye. Hemû li gorî min yek in, ez wisa difikirim. Ha ez çawa derbas bûm? 2011 bû, yekem helbesta min “Bîrêmjar” bû, bi qasî sê mehan li ser xebitîbûm, min nexist kitêbê lê min ew nivîsîbû. Ruhekî min ê helbestî hebû, niha nemaye. Min çawa biryara wê da? Nizanim. Min hûrik hûrik dinivîsand, ketin ser hevdu, min got bila ev jî hebe. Hinek hevalên min hene, tevî ku dosyeyên wan hene ji derdorên ku bi tiştekî qayil nabin ditirsin û çap nakin. Li gorî min şaş in. Min ewiya wek, dibêjin ya destpêk, wek destpêk, ne ku ez ê bi helbestê dest pê bikim, paşê bikim çîrok, paşê bikim roman. Ne ev, lê min got bila ew jî hebe, ew jî li gorî emrê min, bila li cihekî bisekine. Min wisa çap kir. 

-Niha li ser çi dixebitî wek berhem an jî dixwazî li ser çi bixebitî?

O.F.B.: Niha ez, demeke dirêj bû wek di forma rojnivîsk û nameyan de min tiştek hazir dikir, li ser gelek dixebitîm, not motên min hebûn, zêde zêde min serê xwe pê re êşand û min li kompîtirê bar jî kiribûn, wê demeke nêzîk de bihata çapkirin, lê çend royên berê dizek hat û kompîtira min dizî bir çû. Niha ji min re bibêje ku ez bi te dim dosyeyên te, ez ê jê dosyeyên xwe jî bikirim. Ez ê bêjim kompîtir bila ya te be, bes dosyeyên min bi min de, ez ji te bikirim. Lê ew xebata min tevde çû, ez pirr jî pê êşiyam, hinek nivîs mivîsên min ên din jî hebûn, îcar wê kengî biqede nizanim. Tiştê ku niha ez li ser dixebitim ew e, name û rojnivîsk, lê bêtir name ye. Name ne, ez wan demeke nêzîk de, çiqas nêzîk nizanim, ez dibêjim biqedînim û çap bikim. 

-Pismam, te wextekê qunciknivîsî di rojnameya Basnewsê de kir, dû re tu derbasî Rûdawê bûyî,
Înanolo û OFB.
30ê Adara 2012an, Diyarbekir.
Wêne: Murat Bayram.
di wir de muhabîrî kir, û niha jî di Sputnik Newsê de dixebitî û tu berpisyarê wê yê Amedê yî jî ez bawer im. Rojnamevanî, muhabîrî çi li jiyana te zêde kir an jî çi jê kêm kir? 


O.F.B.: Van çend mehên vê dawiyê ez her li Nisêbîn, Farqîn, Cizîr, Sîlopya û li Sûrê bûm. Ji bilî karê xwe bi xwe, ez bi rojnamevanên çapemeniyên navneteweyî re jî dixebitim. Ji Independentê bigire heta New York Timesê, ji Washington Postê bigire heta Liberationê ji bo gelek rojnameyan li ser meseleya kurdan me tev nûçe û nivîs hazir kirine. Ji ber ku meseleya kurdan bi qasî hukmê xwe digêhîninim giregirên cîhanê kêfxweş im lê çi gava ez diçim van cihan, van deran, çi bigir ne ji bo rojnamevanî lê ji bo edebiyatê diçim. Îşte însanan dibînim, bûyeran dibînim, tiştan dibînim, karakteran dibînim. Erê ez karê xwe dikim, nûçeyê hazir dikim, lê ez ferq dikim ku ez ne wek rojnamevanekî lê wek kesekî bi wêjeyê re eleqedar li wê derê me. Car caran ew dike ku nûçeyên min baş bibin, car caran jî ew dike ku nûçeyên min qels, xerab bin. Ez bi xwe jî xwe kêm dibînim di rojnamevaniyê de. Rojnamevanî çi li min zêde kir? Rojnamevanî kir ku ez bêtir deran, kesan, karakteran, tiştan bibînim. Rojnamevanî kir ku ez bibim lehengên tiştên ku ez dinivîsînim. Çinku ez bi xwe di nav bûyerê de me û ez her ji xwe parçeyek dibînim, ne ku ez yekî diafirînim û diçe nav şerî û wan miriyan dibîne û wan şervanan dibîne û çi zanim polîs û eskerên dagirker dibîne, ne ew, ez bi xwe di nav de digerim. Ronamevaniyê kir ku ez hestên xwe jî ewk bikim, çi bikim, bihelînim, têk bibim û wenda bikim. Niha ew hestên min her çiqas ez dixwazim biparêzim jî ez ferq dikim ku roj bi roj kêmtir dibe, diçe, namîne. 

-Bi qasî dizanim derdora panzdeh salan e te rojnivîsk girtine, çi tirkî, çi kurdî. Vê dawiyê jî te li ser Facebookê bi uslûbeke cuda rojnivîsk nivîsî. Ser meselê rojnivîska te bi “lütfen” diqediya. Yek esas dikare bêje “lütfen”, em ê zanibin ku belê, ji dilê wî hatiye, gotiye. Lê gava yek di dawiyê de bêje “lütfen”, ez bi xwe dê bihizirim ku ew kes ketiye bin tesîra te yan jî bi awayekî ji rojnivîska te bandor wergirtiye. Tu dikarî piçekî behsa van rojnivîskan û “lütfen”ê bikî?

O.F.B.: Belê, lütfen.. Rojnivîsk, di 2001an de min dest pê kir. Ji 2001an heta 2016an hê jî dewam dikim, hemû li ber destê min hene. Piştî demekê ew tiştê min nivîsand ez ji bîr dikim. Gava ez vedigerim wan rojnivîskan dixwînim, wek ku ez yekî din dixwînim ez dixwînim. Çinku bûyer nayên bîra min, ez dibêjim halla halla, mesela demekê ez partîzanekî pirr tûj bûme, çi zanim demekê min gelek rexneyên giran nivîsandine. Di wan rojnivîskan de meriv fam dike ku meriv her ne yek e. Tiştê ku meriv dibêje ez ê qet nekim meriv dike. Tiştê ku meriv dibêje ez ê bikim yan jî xeyala min ev e, piştî demekê meriv dibêje ew xeyala çi bû. Ya min tişta ku kêfa min tîne, ez guherînên wan panzdeh salan dibînim. Mesela, min bi tirkî dest pê kiriye, lê piştî demekê gava min dest bi zanîngehê kiriye, min gotiye ev çi tirkî ye yaw, divê bi kurdî be. Min demek kurdî nivîsandiye, dewam kiriye, piştî demekê min gotiye yaw kurdî bêhna min teng dike tevî ku ez kurdî dijîm, ez di nivîsên kurdî de ne baş im, divê bi tirkî be. Piştre min bi tirkî nivîsandiye, min gotiye yaw ez her bi zimanê dijminê xwe dinivîsînim, ez wisa her çûme, her çûme. Ew dudiliya duzimanî, ewqas ez êşandime, ewqas li ser min zêde ye ku, wisa li dinê ji vî barî girantir tu bar tune ye. Ew meseleya ku min dewam kir, dewam kir, piştî demekê min got ez hinan ji wan li ser Facebookê jî biweşînim. Ev beşek ji wan bû. “Lütfen” jî, hinekî çawa bêjim, çîroka wê hinekî din, çîrokeke florteke kevn e. Ku li profîlekê ev hevpeyvîna li ber çavan ket, bila li ser Facebooka xwe yan li ser Twittera xwe par vebike. Qet na, bila vê hevpeyvînê bixwîne û bigirî bigirî bêriya min bike zalimê. Lütfen.

-Yanî heqqeten jî te kiriye wek uslûbekê ji xwe re. Gelek kes jî êdî piştî wê nivîsandin. Lê dîsa jî ji min re ew qas ji dil nehatin. Ji ber ku a te cuda bû, te di dawiyê de dixistê. Meriv fam dikir ku ew tu yî. 

O.F.B.: Belê, spas. Ew ez bûm, yeke din jî bûye, nizanim. Dibêje ez yekî din e, şairek wisa dibêje. 

-Te piçekî qala duzimaniyê kir. Wextekê tu ji kurdî aciz bûyî û tu vegeriyayî tirkî. Dîsa cardin
OFB.
vegeriyayî kurdî. Carekê di rewşa xwe ya Whatsappê de jî, baş nayê bîra min, te xeber meberan ji kurdî re jî da, qala wêya jî bike. Û têkiliya xwe ya tirkî-kurdî piçekî berfirehtir behs bike. 


O.F.B.: Têkiliya kurdî-tirkî, mesela çawa ku em niha bi awayekî herikbar kurdî xeber didin, jiyana min wisa ye, rabûn û rûniştin filan bi kurdî ye lê gava ez di Whatsappê, İnstagramê an jî Twitterê de ez dinivîsînim, heta ez wan kuman didim ser herfan filan bêvan, zor e, qet hez nakim. Jixwe teknolojî ji bo wext zêdetir bi dest te keve, bi kar tînî ne wisa? Lê yê me heta ku wan kumikan dibînin û tînin, zêde wext diçe, bi taybetî li ser teknolojiyê ji kurdî gelek aciz im, jê hez nakim. Ez dibêjim öff, van kumikan, min pir diwestîne. Ji ber wê mesela li ser Whatsappê bi tirkî xeber bidim, lê gava em rû bi rû hatin ez ê bi kurdî xeber bidim. Lê yê min bêtir li ser tiştekî wêjeyî ser duzimanî diçime û tême. Wisa wek pêlekê ye. Ez ji wêjeya tirkî gelek hez dikim, zêde zêde. Çinku, meriv her tiştî li aliyekî deyne, tirk bi wî zimanî heta Nobelê jî çûne. Ji ber wê jî, ne ku ez wêjeya kurdî û wêjeya tirkî didime ber hevdu, lê ji ber ku gihîştine derekê, gihîştine astekê, gava ez wisa tirkî dixwînim, wêjeya tirkî, çi zanim gelek gelek hez dikim, gava ez dibêjim tirkî, di vir de ew heye, zimanê tirkî, wergerên ji zimanên din hatine ser tirkî jî ez dibêjim. Mesela em Galeano dixwînin bi tirkî, erê ne wêjeya tirkî ye, lê gava ez bi wergereke serkeftî dixwînim bêhemdî xwe ez wî jî ji tirkî dihesibînim. Di kurdî de qada min teng dibe, bîhna min teng dibe, bîhna min teng bibe, qelem teng dibe, qelem teng bibe, nikare binivîsîne, nikaribe binivîsîne, xwe pê diêşîne. Wisa aciziyek, wisa zext û zordariyek zêde zêde li ser heye. Di rojnivîskan de jî mesela, min got ya, kurdî ye tê tirkî, tirkî ye tê kurdî. Gava ez bi kurdî dinivîsînim jî bêriya tirkî dikim, ez dibêjim na. Gava tirkî dinivîsînim jî bêriya kurdî dikim. Wisa her ew e û heta dawiya emrê min jî wisa wê her here. Sibê dusibê, ez vê jî baş dizanim, Kurdistan azad bibe, li her derê kurdî hebe û tirkî jî qedexe be, ez dizanim ku ez ê rûnim bi dizî bi tirkî binivîsînim. Çinku ruhiyeteke wisa çêbûye. Bîst sal in, tam bîst sal in ew ziman, min pê xwendiye, ez pê êşiyame, pê fikiriyame, bixwazî nexwazî heye, ez nikarim xwe jê xelas bikim. Ez vê jî dibêjim, bi vî zimanî tecawuzî mejiyê me kirin, li ser xwe bêjim, bi vî zimanî tecawuzî mejiyê min kirin, ez îro mecbûr im ji vê tecawuzê zewqekê bigirim. 

-Baş e. Hê ku Kurdistan azad nebûye, peyam ji telefona te re hatiye, lê binêre û kes tune wêneyekî me jî bigire? 

O.F.B.: Erê, erê… Temam, temam, ez ê bêjim… Bila… erê…

-Pirs hene hê, em ê berdewam bikin… Emer jî diçe makîneyê dide heval, ji bo ku wêneyekî me bikişîne. Em biaxivin?

O.F.B.: Em biaxivin, biaxivin.

-Xalê te yê biçûk Nazîf çi dike, hûn hevdu dibînin? 

O.F.B.: Xalê min ê biçûk Nazîf cerku şer li nava Diyarbekirê dest pê kiriye, hinekî morala wî tune. Em wek berê hevdu nabînin, ji ber ku ji ber wî gelek êrîşî min kirin gelek kesan. Wisa hinekan got di ser karakterê xalê min ê biçûk Nazîf re tu partiyê rexne dikî heval. Tiştên bi vî rengî çêbûn, ji ber wê têkiliya me wek berê ne xurt e. Em hev dibînin, lê wisa çawa bêjim, naxwaze em bêtir xeber bidin, naxwaze ez li ser wî binivîsînim. Çinku ew gelek êşiyaye û piyaseya wî jî wek berê li Diyarbekirê ne baş e. Naxwaze ez li ser wî binivîsînim, û ez jî ez naxwazim li ser binivîsînim a niha. 

-Emer, tiştek bala min kişand. Nizanim, ez wer difikirim. Berê nivîsên de bêtir mîzahî bûn lê sankî her ku diçe ew mîzah piçekî kêm dibe. Nizanim, ez şaş im an jî dibe ku ji ber rewşa jiyanê jî be. 

O.F.B.: Tu rast dibêjî, mîzah kêm dibe. Ez ji mîzahê gelekî hez dikim lê ji ber rojnamevaniyê, ez
Omer Faruk Baran û Înanolo.
17ê Gulana 2015an, Diyarbekir.
Wêne: Murat Bayram.
çûm Kobanî, Silopî, Cizîrê û Sûrê, min ew der ji nêz ve dîtin. Bixwazî nexwazî tesîra van li ser te çê dibe. Keç û xortê di emrê min û te de, dimirin, şehîd dikevin, ez van tiştan ji nêz ve dişopînim û di nav de me. Xortekî YPSê yê ku ji mîzahê gelek hez dikir, ji bo New York Timesê me pê re hevpeyvîn kiribû, şorbaz bû, him bi xwe bi bersivên ecêb dikeniya him em dikenandin çend royên berê ji aliyê dewleta tirk ve li Nisêbînê hate kuştin. Tiştên bi vî rengî jî tesîrê li ser meriv jiyan û ruhê meriv çêdikin elbet.


-Mala te niha li ber devê Sûrê ye û gava li Sirûcê jî bûy mala we li ber Kobanê bû. Te wî şerê mezin ê Kobanê jî dît û ji nêz ve şopand û li vir jî te şerê Sûrê dît û ji nêz ve şopand. Tu şerê Sûrê bi Kobanê re bidî ber hev û hem jî bo roja me ya îro li Bakur, tu vî şerî çawa dibînî? 

O.F.B.: Min Kobanî bi qasî şeş mehan ji nêz ve şopand. Her tim li ser sînor bûm, çûm Kobanîyê jî. Li vê derê jî mala min li ber Sûrê ye û min Sûr jî ji nêz ve şopand. Ruhê ku li bakur ji bo Kobaniyê çêbû li bakur ji bo Sûrê çênebû. Ne tenê bakur, hemû der û deverên Kurdistanê hay ji Kobaniyê hebûn. Mesela hîç ji bîra min naçe, ez li Sirûcê bûm, wisa yek hat, me hev nas kir, got navê min Baran Loristanî ye. Ji Loristanê hatibû wê biçûya Kobanîyê şer bikira. Ji her derê însan ji bo piştgiriyê dihatin Sirûcê. Ev ruhê hevgirtinê li bakur ji bo Sûrê û derên din jî çênebû. Vî niha herkes dizane. Min ew tişta di serê sêrî de dît û li ser nivîsand jî lê tu zanî hin derdor hazir in ji însanan re bêjin xayîn, xwefiroş nizanim çi. Ji min re jî têr gotin û dilê xwe rihet kirin. Lê gelo îro dilê wan rihet e? Nizanim welle. Wan kir ku ew cinazeyên keç û xortan li bin wan kavilan de birizin. Hîn jî bi dehan cinazeyên wenda hene li Sûrê. Dest û piyên bi hezaran ciwanên mîna min û te parçe parçe bûn. Bi taybetî hin nivîskarên li Diyarbekirê dijîn, eyb e, edebeke qelem û klavyeyê heye, heyf e.. Ez ciwanên ku şer dikin sûcdar nabînim, lê hemû nivîskarên di wê demê de xwe kerr kirin yan ji tirsan li dijî siyaseta me ya xwe negotin, yanî ewên ew, tew dev ji tirsê berde, ên ku ji meqamên qirarên siyasî û şerî re dengî xwe nekirin û tew çepik lêxistin bi qasî dewleta tirk sûcdar in û qatilê wan keç û xortan in. Kobanî tiştekî din bû. Çavên meriv kor bin jî meriv vî tiştî dibîne. Çinku dawiya dawî şer û siyaset berjewendî ye, ji ber ku kurdan li Kobanî li dijî DAIŞê şer dikir, bala çapemeniya navneteweyî û cîhanê li ser kurdan bû. Li bakur jî çapemeniya navneteweyî hebû, lê bi qasî ribekî ya Kobanîyê jî tinebûn. Nizanim, li hember tirkên di aqilê siyasî û derfetên şer de ji me hezar qatî çêtir in gerek xwîna xortên mîna min û te wisa erzan nebe. Pirr diêşim pê, nemir Arjen Arî di helbestekê de digot ya, bi me nekenîne dijmin, wisa.

-Ka qala kêliyeke xwe ya bi rehmetî Arjen Arî re bike û em dawiyê li sohbeta xwe bînin. 
OFB û Înanolo.
Xana Hesen Paşa, Diyarbekir, 2016.


O.F.B.: Tesîra nemir, rehmetî û mamoste Arjen Arî li ser min gelek gelek çêbû, zêde zêde çêbû û ez bi mirina wî re jî gelek êşiyam. Belkî jî mirina ku heta niha ez herî pirr pê êşiyam mirina wî ye. Nizanim, ne ku ez didim ber hevdu. Kêliya min a bi mamoste Arjen Arî re, wisa hinek tişt gava em çûbûn Başûr, li Rewandizê, pey re ji min re gotibû, wisa kêfa min jî gelek jê re hatibû, min bi xwe got ya, ez her backroundê, paşxaneyê meraq dikim, wî jî li ser têkiliyên xwe yên weşanxaneyan, têkiliya xwe ya bi nivîsandinan, kitêban û helbestan, gelek tişt ji min re gotin. Min gelek jê hez dikir û ez bawer im wî jî ji min hez dikir gelek, em li Rewandizê bûn, got Umer tu êvarê çi dikî. Min got îşte ez çi bikim wisa mamoste, tiştekî nakim. Got, ka êvarê were ez ji te re helbestên xwe bixwînim. Min got, temam mamoste, ez ê bêm. Lê ku ez çûm mal, ez fikirîm, min fedî kir ku ez biçim cem cenabê wî, hem bi ‘emr mezin û hem jî wek şair gelek mezin e, ez biçim cem cenabê wî û ew jî ji min re helbestên xwe bixwîne. Min ji xwe re wek bêedebiyekê dît wisa, dawiya dawî edebiyat edeb e. Teklîfeke gelek xweş bû lê min nikaribû ew tişta bikira û ez neçûm. Niha jî ez ne poşman im ha. Bû sibe de, mamoste ez li ser taştê dîtim, got Umer çima nehatî, min ê ji te re helbest bixwenda. Min got, mamoste nizam çîk bû filan, min derewek li hev anî, min got ez ne hazir bûm. Got, ha, tiştek nabe. Îcar em vedigeriyan, li ser rê em li cihekî sekinîn û min ew anî, li ser Youtubeê jî heye, “Hez”, navê helbesta wî, me ew qeyda girt û wisa gelek xweş dixwîne. (Arjen Arî - Hez) Navê helbestê min ji xwe re kir “Hez” wisa, danî, gelek hez kiribû jê. Xwedê jî jê hez bike, amîn.

-Baş e, gelek spas Emer bo sohbetê. Mala te ava. 

O.F.B.: Spas xweş canısı, ser seran, ser çavan. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: