Mîkaîl Bilbil: Ji dêvla ku hûn bibin tîpeke “efendî” xeberan bidin çêtir e.

Nisan 12, 2016 , 0 Şirove

Mîkaîl Bilbil her çend ku bi xebatên xwe yên warê ziman de jî tê naskirin, xebatên wî yên li ser edebiyatê jî hene ku vê dawiyê teza wî ya li ser Cegerxwîn ji aliyê Weşanên Lîsê ve hat çapkirin. Her wiha ji ber ku lîsansa xwe di Beşa Felsefeyê de kuta kiriye, têkiliya xwe ya bi felsefeyê re jî tu carî bi dawî nekiriye. Min bi xwe jî wek Înanolo salek dersa gramera kurdî jê wergirt li zanîngehê. Mamoste Mîkaîl hem bi henek û mîzah û devlikeniya xwe hem jî bi teknîka xwe ya dersdayînê, dikir ku em gramera kurdî bi kêfxweşî hîn bibin û zimanê kurdî li ber dilê me şêrîntir û eğlencelitir be. Min xwest vê hevpeyvîna ku ji bo Vejîn Fanzînê kiribû û di hejmara wê ya 3yem de hatibû weşandin bi we re jî parê bikim. Lê divê di bîr bixim ku çendek pirsên vê hevpeyvînê pirsên standart ên Vejîn Fanzînê ne.

 
Mîkaîl Bilbil.



-Tu bêhtir ji kîjan peyvan hez dikî?

Mîkaîl Bilbil: Ez ji peyva kurdî hez dikim. Min ji bo wê pir lêxistin xwariye. Niha jî pereyan jê qezenc dikim. Tiştekî ne manedar bûya mirov hem ji bo wê lêxistin nedixwar hem jî pere qezenc nedikir. Ez ji peyva peyvê jî hez dikim. Weke fonolojîk bi tîpeke bêhilm (unaspirated) dest pê dike lê bi tîpeke weke v bi dawî dibe ku diranan li lêvan dixe û bi me dide hisîn ku ew peyvek e ku devê mirov tijî dike. Ez peyvek im … Ez peyvek im …

-Biker an bireser? Çima?

M.B.: Ji bikerê û bireserê bêtir têkiliya navbera wan girîng e. Kurd heta niha bireser bûn lê niha hêdî hêdî, gav bi gav ber bi bikerê dimeşin. Wê kurd bibin biker û hevokên baş saz bikin.

-Zarokên xelkê hevokên bîstmîtro rêz dikin,  bi zor û heftbela me xwe gihand du mîtroyan. Gunehê kurdî çi ye?

M.B.: Dirêjbûna sentaxê bi statuyê ve girêdayî ye. Dema tiştek tê serê welatekî, tê serê welatiyan jî. Tiştê tê serê welatiyan tê serê zimanê wan welatiyan jî. Xelkê peyvên me ji me stendibûn. Niha em xelafa xwe vedigerînin. Her ku em xelafa xwe vegerînin wê hevokên me jî dirêj bibin. Adorno dibêje, feqîran ji birçîna peyvên xwe xwarin, lê ên me kurdan bi me dan xwarin. Lê niha me ev peyvên ku xwaribûn, me ew serifandin. Sentaxa me jî wê dirêj û têkûz bibe û em dê hevokên bîst metro çê bikin. Ev mizgîniyek mişt hêvî ye.

-Çay an qehwe? Çima?

M.B.: Me bi her duyan jî mala xwe xera kir. Ez naxwazim tiştekî li ser wan bibêjim.

-Kurdî zimanekî bêedeb e an na?

M.B.: Çawa ku kurd serhildêr in, zimanê wan jî mîna wan e: Di kurdî de xeber, çêr zêde ne û ev nîşana bêîtaatiyê ye. Lewre mirovên ji îtaatê hez nakin pir xeberan didin. Ez tawsiyeyî we hemûyan dikim xeberan bidin. Ji dêvla ku hûn bibin mirîdên hinekan xeberan bidin. Ji dêvla ku hûn bibin tîpeke “efendî” xeberan bidin çêtir e. Ji bo ku hûn bi ser xwe ve werin xeberan bidin. Ji bo ku sînorên xelkê ji we re danîne perçe bibin, xeberan bidin. Weke zimanê xwe serhildêr û bêedeb bin û xeberan bidin! Êdî bes e bindestî! Xeberan bidin.

-Ferdinand de Saussure an Celadet Alî Bedir-Xan? Çima?

M.B.: Her duyan jî bi zimanê argo golden shota (altin vuruş) xwe kirine lê Celadet “ê me” ye. Mirovên Derya Reş dibêjin “hamsî ne masî ye, hamsî hamsî ye”.  Ji ber ku hamsî tesîrê li sosyolojya wan, aboriya wan, jiyana wan dike. Celadet jî ji bo me kurdan Celadet e.

-Eger hat û careke din tu wekî devokeke kurdî hatî dinyayê, dê ev devok kîjan bûya?

M.B.: Peyvek heye dibêje ziman li cem du tiştan yek e; yek Xwedê ye, yê din zimannas e. Her devokek elbet tahmeke cuda ye. Lê eger ez a dilê xwe bibêjim Çermsorên (Kızılderili) Kurdistanê bêguman Goyî ne.


-Bismillî Zeko an Emînê Erbanî? Çima?

M.B.: Ez Bismillî Zeko nizanim lê Emînê Erbanî ji bo ku merov fam bike bê xelkê çi aniye serê me û çanda me mînakek baş e. Hele ew strana wî ya “Diyarbakir şampiyon, kümeye kümeye Göztepe Spor kümeye” min dikuje.

-Pîzza an şamborek? Çima?

M.B.: Weke her kurdekî ez dibêm şamborek. Ji ber ku dema mero dixwe mirov zane ku tiştek xwariye, lewre heta du rojan bêhna şamborekan ji mero tê.

-Sumerî mamê kurdî ye an Medî?

M.B.: Nizanim çima lê ev pirs, kurdên manyak, pîr û prîmordîalîst ku li ser dîrokê dixebitin û xurufî ne, tîne bîra min. Nav ne lazim, lê kurd ji aliyê vê tîpolojiiyê ve dewlemend in. Li Sumer û Medan nasekinin û hemû dinyê dikin kurd.

-Delîlo an cîda?

M.B.: Kurd ji cîda hez dikin. Tê famkirin bê kurd çima di cî da ne. Zarokên xelkê çûn ser heyvê ê me hîn cî da ne. Cîda bengî bengî, cîda bengî bengî, ala sor û rengîn, benda te mame ta kengî?

-Dê kurdî li cinet û cehenemê zimanê perwerdehiyê be an na dê weke îro seçmeli ders (dersa bijartî) be?

M.B.: Berpirsê her duyan jî Xwedê ye, ew dizane. Eger weke texmîn bibêjim, ez cehenemê nizanim lê texmîn dikim eger di cennetê de tirk, ereb û fars tune bin divê kurmancî jî ne seçmelî be.

-Mentiqa kurdan an Mentiqa Arîsto?

M.B.: Herdu jî klasîk in lê yê kurdan derbxwarî ye. Ez dibêm mentiqa milletên bindest şikestî ye. Eger mentiqa wan ne şikestî bûya divê ne bindest bûna.  

-Ser meselê filankesek gote te, “Pismam, ez ê te bikim lehengekî gelêrî, te kîjan divêt?”, te yê bigota çi?

M.B.: Min ê bigota bela xwe ji min veke, tu leheng ji min dernakeve. Jixwe dawiya hemûyan kuştin e. Berxê nêr ji bona kêr!

-Xwendekar an mamoste? Çima?

M.B.: Dema ez xwendekar bûm min dixwest bibim mamoste, niha jî ez mamoste me lê dixwazim bibim xwendekar. Diyalektîka navbera her duyan jiyana merovan dixemilîne. Ya girîng ew e tu çi be, tu heqê wê bidê.

-Nivîskar, muzîsyen, fîlozof, derhêner û zimannasên herî ‘ezîz ên ber dilê te kîjan in?

M.B.: Weke zimannas ewilî gramera bêdengiyê, Wittgenstein tê bîra min. Lê kesên herî zêde tesîr li min kirine Marx, Adorno, Benjamin û Cioran e.

-Mamoste Qedrî dê li akademiyê vegere an na?

M.B.: Mamoste Qedrî her dem du tîpolojiyên Bernard Shaw tîne bîra min. Shaw dibêje du kategorî mirov hene, yên eqlî selîm (sağduyulu) û yên ne eqlî selîm (sağduyusuz). Yên ne eqlî selîm mîna pinpinîkan azad in, zêde li pêşiya xwe nafikirin, natirsin û a dilê xwe dikin. Şoreşger, qahpik, parsek û hwd. Di vê grubê de ne.  Lê yên eqlî selîm  her dem bi îhtiyat in, li xwe difikirin û tu wan bikujî pê li cihê şil nakin. Zanin fêdeya wan di ku de ye û pir baş hesaban dikin. Her dem ji bo berjewendiyên xwe dixebitin û ne azad in. Lê di tarîxê de guhertin her dem  bi xêra yên ne eqlî selîm çê dibin. Mamoste Qedrî jî bi vî halê xwe dikare bibe Serokê Neeqlî Selîmên Kurdistanê! Her wiha ew azad e, dikare vegere jî venegere jî.


***

MÎKAÎL BILBIL / PORTRE

Di sala 1978’an de li gundê Cirnikê yê Mêrdînê çê bûye. Li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetiya Gruba Felsefeyê qedandîye. Mastera xwe li Zanîngeha Mardin Artukluyê kiriye û niha di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de weke mamoste dixebite. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser zimanzanîyê doktora dike.

Berhemên Wî:
Rêzimana Kurmancî, Mîkaîl Bilbil&Bahoz Baran, Weşanên Enstîtuya Amedê, 2008
Kürtçe Anamnez / Anamneza Bi Kurmancî, Îsrafîl Bilbil&Mîkaîl Bilbil, Diyarbakır Tabibler Odası, 2009
30 Günde Kolay Kürtçe, Mikail Bülbül&Çetin Taş&Ramazan Pertev, Fono Yayınları, 2015

Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar, Weşanên Lîsê, 2015

İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: