Erol Şaybak: Heke di edebiyata kurdî de paltoyek hebe û hinek nivîskar jê derketibin, ew paltoyê Occo Mahabad e.

Nisan 06, 2016 , 1 Şirove

Erol Şaybak yek ji wan nivîskaran e ku ji berê ve bi heyranî berhemên wî dişopînim û hej mîzaha wî dikim. Ev mîzaheke wisa ye ku hem pê kêfxweş dibim û hem jî pê dihesidim, ji ber ku ji vê behrê bêpar im. Divê li xwe mikur bêm ku carinan pariyekî ji vê mîzaha wî didizim û ma jixwe pêşketin jî ne ew diziya ji nivîskarên mezin e? Nasîna min a bi Erol re tew diçe heta şeş salan filan li ser sosyal medyayê. Dû re ez hatim Beşa Kurdî ya Mêrdînê û min dît ku va ew jî konê xwe li vir vedaye. Min got, Erol ka em piçekî ji xwe re sohbet bikin. Got, jixwe va ye em sohbet dikin. Û em hatin Barakayê, me bi Occo Mahabad dest pê kir, em bi Xewndank û Şaneşînê pê de çûn, me bi sosyal medyayê geş kir, bi Vejîn Fanzînê xweş kir û bi romana dawî ya Rênas Jiyan û silava Mehmet Masum Süer dawî lê anî. Ka kerem kin, hûn jî pariyê xwe di brokoliyê dakin. 


4ê Nîsana 2016an- Mêrdîn

-Erol, Xewndank bi tez, antîtez û sentezekê dest pê dike. Tez pasajek e ji M. M. Bazîdî, antîtez ji H. Q. Koyî û sentez jî ji Occo Mahabad e. Sentez çima ya kek Occo ye? Gelo tu dixwazî bibêjî em hemû ji paltoyê cenabê Occo Mahabad derketine?

Erol Şaybak: Heke di edebiyata kurdî de van salên dawî paltoyek hebe û hinek nivîskar jê derketibin, bi texmîna min ew Occo Mahabad e. ‘Esas em ji paltoyê wî derketine, rast e. Gotina Bazîdî piçek aliyê xerab, aliyê rexneyî yê kurdayetiyê dibîne, Hacî Qadirê Koyî jî gelek pesnê kurdayetiyê dide, zêde zêde. Jixwe ew helbest jî li ser wê ye. Lê ya Occo, bi temamî li ber çavê min wê dîmena, wê îmaja kurdayetiyê zelal dike. “Ez Kurd im delalê / Çi zanim bextewarî çi ye”. Yanî li ser wê tu dikarî çi zêde bikî, ev e yanî, kurdayetî ev e.

-Hey ku mesele hat Occo Mahabad, belkî te jî bihîstibe. Vê dawiyê gotegot û îddiayek heye ku dibêjin Occo Mahabad Erol Şaybak bi xwe ye. Tu ji van îddiayan re çi dibêjî?

E.Ş.: Xwezî ez bûma. Lê bi rastî gelek kesan gote min. Dawiyê min ji Kawa Nemir re got Occo ez im, got ez bawer nakim. Min got, çima. Got, tu xwe bidî zorê jî, tu nikarî helbestên ew qas xirab binivîsî. Heqeten mirov wek projeyeke edebî bide ber xwe jî, mirov nikare tiştek wisa binivîse. Heke te kêm zêde hay ji edebiyatê, hêmayê, çi zanim metaforê filan hebe, tê kêm zêde tiştekî baş binivîsî. Belkî qabîliyeta te ya edebî, hunerî, helbestkariyê filan tune be lê ew fişargoyên Occo, ew gotegotên ber xwe de… Hema camêr çi tê bîra wî yekser dinivîse û texmîna min cara duyem jî lê venagere. Ji ber wê gelek kes dibêjin qey camêrek heye, wek projeyekê navê xwe kiriye Occo Mahabad û dinivîse. Ne bawer im wisa be.

(Xwendekarê zîrek ê beşa me Umran Peker gava di ber baxçe re derbas dibe, me dibîne û ber bi maseya me ve tê.)

E.Ş.: Merheba Umrancim. Sax bî, çawa yî, baş î? Ka rûne, rûne. Di navbera hevpeyvîna me de Umran Peker hat.

-Te dî dibêjin wêneyê Occo Mahabad tune li ser sosyal medyayê…

E.Ş.: Wêneyê wî min dîtiye.

-Heye wêneyekî wî?

E.Ş.: Yek heye. Xanimekê ji min re rê kiribû.

-Te dîtiye, ji ber ku tu yî lê tu nabêjî…

E.Ş.: Ez zanim ku ne ez im…

Bawer Ronahî (Erol Şaybak) - Şaneşîn
Çirok.  2012: Avesta
-Ev piçekî wek gumanê ye, em ji her kesî dikevin gumanê ka gelo kî ye. Tiştekî wiha çê dibe… Kitêba te ya nû derket. Lê temayên ku em di Şaneşînê de dibînin, temayên wek tenêtî, bêhntengî, melankolî serdest in. Lê di Xewndankê de, li tu cihî em rastî vê şopê nayên û bi temamî ew îronî û mîzah serdest e. Te ji bo çi xwest temayên xwe wiha biguherînî û bi carekê derbasî vêya bibî?

E.Ş.: Wextê ku min Şaneşîn nivîsî ez gelek ciwan bûm. Bi texmîna min ji ber wê heyama xortaniyê, temayên mirov jî piçek diguherin. Bivê nevê şêweya te ya jiyanê vê diyar dike. Lê Xewndank tam di wê dema piçek kemilînê de pêk hat, em bibêjin bîst û şeş – bîst û heft salî bûm min dest pê kir. Ên kevin jî tê de hene. Lê daxwazek wiha bi te re çêdibe, yanî tu kurdbûnê, rewşên kurdbûnê, jiyana xwe ya metropolan, bajaran, em bibêjin serpêhatiyên xwe, hizra xwe ya edebî, fikra xwe ya edebî çawa pênase dikî. Ez bi xwe êdî wiha difikirim: Divê em wan aliyên îronîk, wan aliyên mîzahî yên kurdayetiyê û yên jiyanê jî bibînin. Heke tu nebînî, ew kasvet, ew reşbîniya edebiyata kurdî jixwe te difetisîne. Tu bi awayekî xwe ji vê xilas dikî. Di edebiyata kurdî de çend ceribandinên wisa hene, gelek kêfa min jê re tê. Mesela ez her tim vê mînakê didim: Pirça Winda, yan jî em bêjin gelek çîrokên Helîm Yûsiv, bi îroniya xwe ve mirov kêfxweş dike, mirov dibîne ku temayek cuda, terzek cuda li edebiyata kurdî zêde dike.

( Di vê navê re Mazlûm tê dibêje hûn ê tiştekî vexwin. Ez dibêjim, spas. Erol dipirse: Umran tiştekî venaxwî? Umran tenê dibêje, çay. Erol dibêje, vê hevokê jê derxe lo. Ez dibêjim, dilê te bila rihet be, te xelas kir? Erol dibêje, e, û berdewam dike: )

Yanî ew tema bi temamî bi tecrûbeyên jiyanê û hizra edebî ve girêdayî ye.

-Erol, gava ku meriv li Şaneşînê dinêre, çîrokek heye ku wek mekan ji yên din cudatir e. Ev çîrok jî “Utopya” ye ku li bernameyeke edebî ya televizyonê derbas dibe. Mêvanê bernameyê helbestkarek e û helbestkar diyar dike ku civaka wan nexweş e, xwe ji têkoşîna psîkolojîk xelas nekirine û ji ber ku pirr di tesîra sendroma dijminahiyê de mane, nikarin xwe ji fikra kolektîf rizgar bikin. Lê li gor wî takekesî girîngtir e û lazim e civak xwe li gor jiyana modern û yekkesî amade bike. Tu çiqas wek vî helbestkarî difikirî?

E.Ş.: Min ev nivîsiye?

-Erê. Ev di çîroka te de derbas dibe.

E.Ş.: Henekan dikim. Carekê hevalekî pirsîbû, di Şaneşînê de kêfa te ji kîjan çîrokê re tê. Min got, “Utopya”. Ji ber ku heqqeten xewna min e. Gava ku kurdî normalîze bû, bû zimanekî normal, di bernameyeke edebî ya televizyonê de behsa tiştên wiha hat kirin, wê demê nexwe kurdî, kurdayetî, statuya kurdan filan temam bûye. Ez bi qasî wî “req” nafikirim. Wek ku hin însan dibêjin, çima em nikarin romanan binivîsin, ji ber ku bajarê me nîne, çima em nikarin romanên takekesî binivîsin, ji ber ku şexs nîne, kurd nebûye şexs, kurd nebûye takekes filan. Ez bi xwe ne li gel vê me. Romanên baş ên kurdî hene, romanên xirab ên kurdî hene. Hemû edebiyat wiha ne. Edebiyata postmodern jî wiha ye, ya klasîk jî. Yên baş hene, yên xirab hene. Kêm zêde dikarim li ser edebiyata kurdî şiroveyeke wisa bikim: Erê, edebiyata kurdî divê xwe bigihîne wê merhaleya pêkanîna mirovê jiyana modern li gel tecrûbeyên takekesî, şexsî, ne kolektîf, ji ber ku dengê kolektîf edebiyata kurdî difetisîne. Xwendevanên kurd jî zalimane rexne dikin edebiyata kurdî, bi giştî, bi awayekî reduksiyonîst berê xwe didinê. Edebiyata me wiha ye, nivîskarên me doxînsist in, nizam çi... Ev tiştên gelek gelek xirab in. Rexne ne tiştekî wiha ye. Tu nikarî hemû nivîskarên kurd têxî nav tûrikekê de û bêjî ev wiha ye, ew wiha ye.

-Çîrokek di Xewndankê de heye, ez bi xwe jî gelek jê hez dikim. Navê wê “Brokolî” ye. Di wir de xortek heye ku diçe mala jinekê û li wê derê jin xwarinê çê dike. Wek xwarin jî brokolî ye. Lê xort nizane, dibêje qey kelem e. Jin henekê xwe pê dike, dibêje na, ev ne kelem e zebzeyeke modern e. Piştî vê çîrokê di civata me ya kurdînûsan de brokolî pirr hat hezkirin û pirr hat xwarin jî. Ez dibêjim qey kesê ku nexwariye tenê ez im. Ka em ê kengî bi hev re brokoliyê bixwin, li eniya xwe bixin?

E.Ş.: Dixwazî sibê were malê em bixwin. Gelek tarîfên xweş ên brokoliyê hene. Wek kerenga kurdan bifikire. ‘Esas ez paşê fikirîm, min got çima karakter brokoliyê naşibîne kerengê. Ji ber ku awayên wan, tarîfên wan dişibine hev. Lê şekl û şemala wan naşibe hev. Brokolî wek motîfek wiha difikirim: Navbera kurdayetî û tirkbûnê de tiştekî cudaker e, yanî xanim tirk e, xort kurd e û hetta ciyekî xanim jê re dibêje tu û gelê xwe divê hûn zêdetir brokoliyê bixwin, ji biçûkatiya xwe ve dayika min ji min re dibêje bêyî brokoliyê seletê çê neke, xwarinê çê neke filan. Çîrokek esas li ser nakokiyên kurdbûnê, yan jî li ser nakokiyên jiyana modern e. Di jiyana kurdekî de çima brokolî cih bigire? Ya anormal ev e! Lê hêdî hêdî bajarvaniya kurdan, hêdî hêdî jiyana modern zorê dide ku tu kêm zêde van motîfên jiyana modern jî bigirî. Wek kurdekî, kurdên ku li Diyarbekirê bîst salan dijîn yan jî li Wanê, li bajaran bîst salan dijîn ma brokoliyê naxwin? Dixwin helbet. Lê bi mîzah û îroniyê min xwest ez wê rewş û nakokiya navbera kurdbûn û tirkbûnê de bi brokoliyê diyar bikim.

-Baş e, baş e, te tiştekî wiha kiriye lê îmtihana te brokoliyê re çawa bû? Ka tu behsa wê bike.

E.Ş.: Ev nehatiye serê min. Ji berê ve, li mala me tabî brokolî nedihat çêkirin. Lê gava ez diçûm restoranekê yan jî li ser sufreya araqê wek meze brokolî hatiye ber min û gelek hejê dikim. Tama wê jî gelek xweş e û faydeyên wê jî gelek in. Mesela dibêjin qanserkuj e, ji bo qanserê dermanekî gelek gelek baş e.

-Dîsa di Xewndankê de tekane çîroka te ya li ser siyasetê “Hevaldoşkên Mehdî û Ala Wan a Reş” e. Erê tabî, ji ber ku li ser siyasetê ye nayê wê maneyê ku ev çîrokeke siyasî ye. Bi temamî te karakterên navê, tiştên navê alegorîze kiriye û li gor xwe guherandiye. Di wir de te rexne li R.T. Erdoğan –ku di çîrokê de wek R.T. Mehdî derbas dibe- û li siyaseta Akpê kiriye. Ka bêje pismam, derdê te çi ye bi siyasetê re.

E.Ş.: Nefretê dikim ji siyasetê. Tam wê serdema Kobanê de bû texmîna min nivîsîna vê çîrokê. Ji ber wê piçek hestyariyên têkçûnê jî hene tê de, ji aliyekî ve jî em bêjin serhildana li hember wê îktidara dijminekî... Dijmin kî ye? Dijmin ew kes e ku Kobanî bi awayekî ji bo me kir derd. Kobanê çawa ji me re bû derd? Ji ber ku, îro em di rojnameyan dixwînin, ew tirên ku tirkan bi destê MÎTê ji bo El-Nûsrayê, niza’m Ahrar uş-Şam, niza’m DAIŞê şandin, ew sîleh bûn ku wan bênamûsan cîhadîst tev anîn Kobanê, li ser me ceribandin û bajarê me dagir kirin. Bû travmayek Kobanî. Roja îro jî ez difikirim aliyê wê yê serhildanê li pêş e yan travma. Dibêjim travma. Ji ber ku ew meseleyên 6-7ê Cotmehê li Bakur êdî em hemû rabûn ser piyan, em derketin derve, pêncî însan hatin kuştin. Tam ji bo me bû travma. Şerê Kobaniyê ji Binxetê hat Diyarbekirê. Tam li orta kuçeyên Diyarbekirê em bi vî şerî hesiyan. Bi wê hestyariyê ev çîrok hate nivîsîn. Şexsen jî hej Mêhdî nakim, cenabê Mehdî, siyaseta wî, texmîna min heta niha tiştekî wiha xirab nehatiye serê kurdan.

-Lê tu têkiliya siyaset û edebiyatê çawa dibînî? Bi ya te divê edebiyat çiqas di nav siyasetê yan jî çiqas li derveyî wê be?

E.Ş.: Heke tu kurd bî, tu nikarî destê xwe ji siyasetê bişoyî. Ji ber wê jî, bivê nevê tu polîtîk î. Ez bi xwe mesela hewl didim li ser medyaya sosyal, li ser edebiyatê, li ser hizra helbestê filan, xwe apolîtîze bikim. Xwendina helbestekê ji bo me bivê nevê “temaşekirin”eke polîtîk e. Kurdbûn mixabin tiştekî polîtîzebûyî ye. Em beşa kurdî dixwînin, mekteba me polîtîze ye, ne normal e. Lê bi awayekî divê tu vê absorbe bikî, çawa ku tu dibêjî ez ê vê di edebiyatê de alegorîze bikim yan jî bi sembol û tişt û motîfên veşartî ez ê qal bikim. Wê demê tu dikarî bidî xwarin. Heke ne, siyaseta req, jixwe ji berê ve edebiyata kurdî de tê ceribandin û mixabin ne serkeftî ye jî.

Erol Şaybak - Xewndank
Çîrok. 2015: Avesta
-Di Xewndankê de em dibînin ku te gelek peyv ji nû ve ji xwe re saz kirine û çê kirine, wek van peyvan: Xirbenûjenetêrteşqele, zehfzêdekelemxur, greenpeaceperest, singjiminrekirîmeydan, sepserkeftî, zorzêdebilind, xanimedaktîlohêner, hayawanjibayêfelekêtuneyî, azadîlixweherimandîzade, celebstranbêj, rebenmşk, kilamapismamêxwebêj, çakromantîk, hevmaleheval, dirêjehevok, qirêjîlixwekir, şêrînexoşhal, ziravedirêj û wekî din. Êdî te vêya ji xwe re kiriye uslûbek. Bi rastî gava ku meriv dixwîne yan jî di cihekî de bibîne dizane ku te nivîsiye. Heqqeten jî, tu çawa van peyvan wiha çê dikî, formûleke wê heye?

E.Ş.: Bi temamî îlhama wê demê ye, çawa bê bîra te. Lê ji aliyekî ve bi mîzah û îronî dixwazî tiştekî, sê çar peyvan bi hev ve danî û îroniyekê ji xwe re peyda bikî; ji aliyekî ve jî rexneyek e li wan kesên ku dixwazin illeh peyvan çêkin. Mesela tiştekî balkêş e, hevalekî digot ez bi xwe nikarim, ez hema dixwazim peyvên kurdî çêkim. Ez gelek bi vê gotinê keniyam. Yanî tu çima xwe mecbûr dibînî peyvan çêkî, ma zimanê te têra te nake? Zarava te têra te nake, ez vê qebûl dikim. Kurmancî, belkî tu îro bêjî ku jiyana modern de gelek termên ku em lê digerin bi taybetî jî di zanistên civakî de kêm in lê tu dikarî berê xwe bidî soranî, di soranî de ew heye, nebû tu dikarî berê xwe bidî zimanên cîran, farisî, erebî, tirkî, ji wan bistîne yanî, ne mesele ye. Hetta ji îngilîzî bistîne. Çima çê dikî yanî. Piçekî jî rexneyek e ev çêkirina peyvan. Gelekên wan esas ne rast in jî, bi wî awayî peyv nayên ba hev, di kurdî de peyv wiha nayên çêkirin. Lê bi awayekî mîzahî, îronîk rexneyek e…

-Erol, di Xewndankê de jî, di Şaneşînê de jî em dibînin ku ew tesîra edebiyata klasîk, ew termînolojiya wê li ser te çêbûye û te jî, heta ji te hatiye sûd ji vê wergirtiye û bi awayekî întertekstûal hin hevok –helbet te nav nedaye- ji berhemên kesên edebiyata klasîk hatine wergirtin. Bi ya te divê edebiyata klasîk çiqas sûdê ji edebiyata modern wergire?

E.Ş.: Ez bi xwe êdî edebiyatê wiha pênase dikim: Ji bo min bi taybetî helbest û çîrokê de –bo romanê nabêjim- krîter ew e ku tu xwe bi tradîsyonekê ve girêbidî. Întertekstûalîteyeke wiha peyda bikî ku xwe pê ve girêbidî. Heke ez îqtibasekê yan jî epîgrafekê ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî nestînim, bo min edebiyata klasîk sûda wê çi ye bo edebiyatê? Ma ez ê heta êvarî her tenê li ser gotinên xwe edebiyatekê ava bikim? Na. Edebiyata min yan jî edebiyata filankes, li ser helbesteke Melayê Cizîrî hatiye avakirin. Melayê Cizîrî ew kes e ku piştî wî kî çi helbest nivîsîbe behsa wî kiriye. Her kes. Ji Xanî bigire heta mela û şêxên sedsala 19ê helbest nivîsîne, her kesî behsa Melayê Cizîrî kiriye. Ji ber ku şahesera edebiyata kurdî dîwana Melayê Cizîrî ye. Ji ber wê jî, tu çiqas bêjî ez modern im, xwe bi edebiyata postmodern ve jî girê didim, dîsa jî divê tu xwe bi rabirdûyekê ve girê bidî. Ew paşxane û tradîsyon bivê nevê der dibe. Lê di wê de mesela formasyon û perwerdehiya beşa kurdî tesîrekê lê dike. Dibînî ku edebiyata kurdî ya klasîk bi şaheseran tijî ye. Gelek gelek nav hene ku em dikarin behsa helbestên wan, mesnewiyên wan bikin. Gelek xezelên baş hene. Edebiyata modern ewqas hêviyê nade min. Ez bi xwe zêdetir hej edebiyata klasîk dikim. Ji berê de jî tesîra wê di nivîsînê de zêdetir dibe li ser min.

-Ji xeynî, derveyî edebiyatê, li ser medyaya sosyal em biaxivin. Di twitterê de navê te Mexdûr e û bi wê dest pê dike. Tu diguherînî carê, Mexdûrê Serdemekê, mexdûrê niza’m çi filan. Mexdûriyeta kurdan ne bes e ma? Heta kengî?

E.Ş.: Min berê jî gotibû, ew meseleya mexdûriyê ji makaleyeke mamoste Remezan Alan e ku îthaf e bo Erebê Şemo. Wek “mexdûrê serdemekê” bi nav dike Erebê Şemo. Erê, kurd têra xwe mexdûr in û jixwe ji ber vê kêfa min gelek ji vê peyvê re tê. Kurd mexdûr in û heke dem dem ev mexdûriyeta me biqede, mesela îro ez mexdûrê biharê me, par ez mexdûrê zivistanê bûm filan. Piçek, em bêjin göndermeyek ji bo wê mexdûriyeta kurdan e jixwe. (Gönderme bi kurdî çi ye heval?) Gelek kêfa min ji vê mexdûriyê re tê. Ne ku ez dilê xwe bi kurdan dişewitînim, wax mala minê, kurd çiqas belengaz in, mexdûr in filan, wisa nabêjim... Lê wek peyv gelek kêfa min jê re tê. Vê pêlê min hemû hesabên xwe yên sosyal medyayê, facebook, twitter girtine, ez wê jî bêjim.

-Ê baş e, gelek kes meraq jî dikin, dibêjin ka sax e mirî ye…

E.Ş.: EZ SAXXX IMMM…. Ez ê bêm.

-Va bi vê gotinê jî diyar bû ku tu li vira yî.

E.Ş.: Heta mehekê înşele karê xwe biqedînim, ez ê vegerim.

-Çend hefte berê li Enqereyê fenomenên kurdî yên medyaya sosyal civiyan, li Kûsî-Kurdê. Tu jî wek fenomenekî beşdar bûy. Ez dixwazim werim ser vê meseleyê. Êdî bi vê belavbûna medyaya sosyal re, em dibînin ku medyaya sosyal jî di edebiyata kurdî de rengê xwe vedide û di berhemên kurdî de jî rastî navên wan tên, wek facebook, twitter, whatsapp û înstagramê. Tu tesîra medyaya sosyal li ser edebiyata kurdî çawa dibînî û tu çiqas rast dibînî? Ji ber ku helbestkar û nivîskarin jî hene ku vê rengvedana wê ya li ser edebiyata kurdî rast nabînin.

E.Ş.: Ê heke mirov wisa bifikire, edebiyat zêde dibe wiha tiştekî tîr û xwedîkasvet û tarî, zêde ciddî dibe. Yanî bivê nevê dê tesîra sosyal medyayê li ser edebiyata kurdî çêbe, çawa ku edebiyata kurdî tesîrê li sosyal medyayê dike. Ên ku qet eleqa wan bi kurdî nîne, bi sê çar helbestan dikarin xwe hêdî hêdî bi edebiyata kurdî bidin nasîn yan jî edebiyata kurdî mirov dikare bi wan bide nasîn. Ev derfetek gelek gelek mezin e. Em çima vê bi kar naynin? Ji wî alî ve tu berê xwe bidiyê, erê, sosyal medya derfetek mezin e. Lê dema rengvedanên wê di edebiyata kurdî de dibînin însan aciz dibin. Mesela hevalekî gote min heçku te çîrokên xwe ji facebookê girtine, te wisa nivîsîne. Ê ji ber ku tu çawa dijî, edebiyatê jî wisa pêk tînî, wisa dinivîsî. Ev gelek normal e. Îca însanên me piçek edebiyat bi fêhm û ferasetên gelek ciddî û zehf zêde jî polîtîk fêhm kirine. Ji ber wê tiştên xeyrî ciddî, tiştên lakayt, tiştên mîzahî ji bo wan gelek beredayî tên. Lê ez bi xwe dibêjim roja îro em çawa di sosyal medyayê de dinivîsin, henekên xwe dikin,  tweetên xwe parvedikin, edebiyatê de jî sibe dusibe em ê bi wî awayî binivîsin. Ruhê serdemê ev e. Jixwe edebiyat ew tişt e ku ruhê serdemê nîşan bide. Yan demode ye...

-Esas, ez jî destpêkê li dijî wê bûm lê vê dawiyê min jî wek rastiyekê qebûl kir. Tu di wê serdemê de yî û bi xwe êdî bûye parçeyek jiyana te. Yanî, hetta di çend çîrokên min de jî derbas dibin wek facebook, twitter û whatsappê, lê ji ber ku instagrama min tune hêj ez nehatime instagramê. Û mesela difikirim carinan, bê ka gelo Franz Kafka di vê serdemê de bijiya, dikaribû di Veguherînê de bigota Gregor Samsa gava ku ji xewnên xwe yên qelebalix şiyar bû, xwe di peyamdanka facebookê de dît. Bi ya te wê bigota?

E.Ş.: Kafka piçek psîkopat bû, texmîn nakim tiştekî wisa bike lê îhtimal heye, ji ber ku ruhê serdemê vê dixwaze. Yanî taybetiya sosyal medyayê ya herî berbiçav ji bo min ev e. Xwe li ser te ferz dike. Ne tenê em bêjin dema ku tu dikevî sosyal medyayê, yanî bivê nevê xwe bi sosyal medyayê ve girêdidî na, piştî ku tu jê derketî, rûniştî li nav baxçeyekî çay vexwî jî behs li ser wê digerin, em bêjin civat li ser wê digerin, însan behsa wê dikin. Tweetekê dixwînî gelek kêfa te jê re tê, civatekê de behsê dikî. Sosyal medya bivê nevê xwe li ser te ferz dike, tu nikarî xwe jê bişoy. Tu çiqas jê dûr bimînî jî êdî rastiya jiyanê ev e, bi her awayî.

Înanolo û Erol Şaybak. Înanolo Xwedê zane zane çi dixwîne, Erol Şaybak
jî  îmanê li tûtina Kûbayê diçikîne.
Wêne: Umran Peker
-Em werin ser meseleya navê te. Hin heval hene ku ji min re dibêjin min nizanibû ku ev kes Erol Şaybak e. Te dî pêşî navê te Erol Şaybak bû, piştrete kir Bawer Ronahî, Bawer Siyabend Ronahî –ez vêya dizanim- û dû re kitêba te ya Xewndankê derket, şaşiyek bergsaziyê çêbû û li ser hat nivîsîn wek Erol Şaybek û heta ku rast kirin, cardin bû Erol Şaybak. Ev çi ye, meseleya te ya guhertina navê?

E.Ş.: Ev qedera min e. Tiştên wisa ecêb hatin serê min lê mesela Bawer Ronahî wê demê trendek bû, edebiyata kurdî de bi texmîna min ji xeynî Mehmed Uzun her kesî navekî mustear bi kar aniye. Ev ne tiştekî wisa zêde ecêb e, ji ber ku edebiyata klasîk jî her tim bi navên mustear û mexlesan hatiye nivîsîn. Gelek nav hene. Bi awayekî mexles û navên mustear di edebiyata kurdî de bûn trendek ji salên 90î pê ve. Lê piştî ku min navê xwe kir Bawer Ronahî -niza’m ew navê ecêb çawa hat bîra min jî, ez gênc bûm tabî-, paşê ez rojekê fikirîm, min got yaw navê min normal e, Erol Şaybak, gelek navekî normal e. Temam, navê min tirkî ye lê te çima ev nav bi kar anî, navê xwe biguherîne. Berevajî wê, mesela Ciwanmerd Kulek, bi navê xwe yê fermî dinivîsî lê navê xwe kir Ciwanmerd Kulek, ew jî gelekî normal e, wisa kêfa wî jê re hatiye, wisa nivîsî. Bi ya min, helwestek polîtîk e tabî em bifikirin ji bo salên 90î lê roja îro, êdî çika wê nemaye, ji ber ku ew qedexeya li ser navên kurdî, ew kasveta salên 90î filan nemaye.

(Umran Peker dikeve nav sohbetê û dibêje: Ömer Faruk Baran digot, digot navê min Bargiran Baran bû wextekê.)

E.Ş.: Malmîsanij?

(Umran Peker cardin dikeve nav sohbetê:  Ewa dî, Ömer Faruk Baran. Bargiran Baran.)

E.Ş.: Haaa…

-Min jî wextekê, ji ber ku min nexwest bêm naskirin, ê navê xwe biguheranda wexta ku min nû dinivîsî û ji kovarê re dişand, ji bo ku kes min nas neke. Min ji kovarê re şand, min navek nivîsî, ez nav nabêjim, bila wê jî lêkolîner bibînin.

E.Ş.: Lêkolînerên tarîxa edebiyata kurdî…

-Erol, tu li Beşa Kurdî yî û we fanzînek jî derxist.

E.Ş.: Me bi hev re derxist…

-Te pêşî derxist lo, ez dawiyê hatim… Ez dibêjim qey piçekî ew ciddiyeta edebiyata kurdî xera kir. Jixwe fanzîn jî piçekî ew ruhê amatoriyê heye. Lê dîsa jî zêde dereng ma.

E.Ş.: Mala feqîriyê bişewite… mala feqîriyê…

-Çima wiha bû?

E.Ş.: Heke bi awayekî tu fînansmanekê peyda nekî ji bo kovarekê, ji bo weşanxaneyekê yan jî ji bo fanzînekê ferq nake. Ji ber ku cîhana kapîtalîst te mecbûr dike. Divê tu pereyan peyda bikî bira. Dixwazî edebiyata xwe pêk bînî? Pereyên te hene? Na. Nexwe tu nikarî pismam… Mesele ew e piçekî lê fanzîn ji bo edebiyata kurdî gelek gelek muhîm in. Heta sê çarek derdikevin, ez gelek diecibînim wan. Çiqas nivîsên, helbestên xirab tê de hebin jî, midbaxa edebiyatê fanzîn e. Yanî hem edebiyata jêrzemînî derdikeve jor, xwe bi awayekî di mecrayekê de îcra dike. Hem jî ew kasvet, ew reşbîniya edebiyata formel, ya normal piçekî dişikê. Ji ber ku ciwanên şazdeh-hivdeh salî xewn û xeyalên xwe dinivîsin, bo xwe fîkşinên ecêb peyda dikin. Ev tiştek gelek gelek baş e. Lê heke tu bi awayekî neciddîbûnê berê xwe bidî fanzînê, bi ya min fanzîna me gelek jî ji Çirûskê ciddîtir e. Yanî, helbestên ku di Çirûskê de tên weşandin bi rastî jî gelek xirab in. Helbestên di fanzîna me de jî xirab in, lê bi awayekî teşwîqa xortên nû dikin da ku binivîsin. Em dixwazin ew dest pê bikin. Midbaxa edebiyata kurdî ye fanzîn.

-Ê te got Çirûsk hat bîra min. Te romana Rênas a vê dawiyê xwend?

E.Ş.: Min dest pê kir.. Bêtalihî û bêsiûdiya herî mezin ew e ku tam li gel romana Orhan Pamuk derket. Kırmızı Saçlı Kadın. Niha min dest bi wê romanê kiriye, bi texmîna min heta nîvî hatim, her ku peyvek, hevokek ji wê romanê dixwînim ji xwe şerm dikim yaw. Ez dibêjim yanî, va li aliyekî Spîtama, va li aliyekî romana Orhan Pamuk. Yanî, em çima nikarin, em çima nikarin vê binivîsin. Spîtama min hê zêde jê nexwendiye lê bi qasî ku min xwendî û bi qasî ku hevalên min ên çirûskîst rexneya wê kirin û gotin beredayî ye, nayê xwendin. Min got divê niha em spasiya Rênas Jiyan bikin, ji me re nîşan dide romanek çawa nayê nivîsîn. Divê em di edebiyata kurdî de mînakên xirab têra xwe baş bixwînin, têra xwe baş binirxînin, rexne bikin û li ser wê edebiyateke baş ava bikin. Mesele ew e. Murîdên wî, ez dibêjim murîd, ji ber ku gotineke tirkî heye, dibêje şeyh uçmaz mürid uçurur, murîdên wî zor danê. Sê çar sal berî niha her kesî dixwest ku Rênas Jiyan romanekê binivîse û camêrî li ser vê israrê nivîsî. Û xuya ye ku xirab nivîsiye, bi qasî ku min xwendî, bi qasî ku hat rexnekirin, ez dikarim bêjim ku romanek gelek gelek xirab e. Mîtoromantîk e. Tiştên ku carinan Bextiyar Elî jî diceribîne, aforîzmîk e, dixwaze dersên jiyanê bide te, dixwaze agahiyên ansîklopedîk, karakterekî di nav dîrokê de veşartî bi te bide naskirin. Mîsyonekî wiha dide ber xwe. Gelek romanên serkeftî jî nivîsîne Bextiyar Elî mesela. Lê gelek hevokên wî aforîzmîk in ku êdî jê bêzar dibî, tu of dibî, tu dibêjî yaw temam, dersên jiyanê nede min, tu ne fîlozof î, tu nebêje, tu bi awayekî bi teknîka xwe bide xwendin romanên xwe. Ji bo Spîtamayê ez vê difikirim: Xwezî Rênas Jiyan tiştekî wisa neceribanda. Tu helbestkarek baş î, helbestên te yên gelek baş hene. Te Janya nivîsiye, lê te çima Spîtama nivîsî, ne hewce ye. Xwezî te nenivîsiya lê bi awayekî çêbû û ji bo wê jî divê em dîsa spasiya Rênas Jiyan bikin. Nîşan dide ku romana xirab çi ye.

-Tu îsal mezûn dibî ji Beşa Kurdî û ji xwe teza we ya qedandinê jî heye. Tu çi dikî, li ser çi dixebitî?

E.Ş.: Di serî de qirara min ew bû ku li ser çîroka kurdî bixebitim. Di nav tradîsyoneke giştî de çîroka kurmancî, ya soranî, ya zazakî ji sedsala 19em heta roja îro. Paşê piçek ji ber karê xwe yê televizyonê û dûblajê filan, eleqeya min li ser sînemayê çêbûbû jixwe, min got ez ê li ser sînemayê bixebitim. Mamosteyê me Yılmaz Özdil şêwirmendiya min dike niha. Mijarek ecêb e, piçek kurtî behsa wê bikim. Di sînemaya Başûr, ya Rojhilat de mesela tiştekî wiha heye: Kurd wek xwe kurd, bi awayekî kurd sînemaya wan de cih digirin. Soran soranî diaxivin, zaza zazakî diaxivin, kurmanc kurmancî diaxivin. Ew pirrdengiya kurdî, lehceyên kurdî sînemaya wan de cih digire. Lê Bakur wisa nîne. Bakur yek-reng e, tek-tîp e, gelek ecêb e, niza’m çima. Ji ber sedemên polîtîk be, em ê wê wiha jî binirxînin: Nasnameya kurdî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî netewî kêm zêde kemiliye, lê Bakurê Kurdistanê ne ewqas kemiliye. Piçek tesîra sînemayê jî li ser wê heye bi ya min, ez ê ji wî alî ve binirxînim ka tesîra sînemayê li ser vê peydabûna nasnameya netewî ya kurd çiqas bandordar e, çiqas xwedî tesîr e.

-Erol em hatin dawiya axaftinê, bi rastî zû qediya. Em hevoka te ya dawî ji bo mamoste Mehmet Masum Süer bistînin û dawiyê lê bînin.

E.Ş.: Mehmet Masum Süer xwezî fotrafên xwe bi kurdî bikşanda. (Silav li apê me Zinarê Xamo.)

-Baş e. Spas.

E.Ş.: Mala te ava. Ka vêca heqê qehwa me jî bide em biçin.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum:

  1. Ew pir xweş bû.Ez bi ditina wê bloga pir keyfxweş bûm.
    Axaftinên xwe bi kesên mina Erol berdevam bike.
    Xwezî min jî bikariba xweş bi kurdî binivisa ka min jî...

    YanıtlaSil